12 juni 2011

Ji bo rizgarbûna kurdan dibê kurd li welatê xwe bibin partiya yekem

Namzetê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Diyarbekirê Şerafettin Elçî, di derbarê armanc û hêviyên blokê yên hilbijartinê da ji ajansa Aknews-ê ra gotiye ku ewê di hilbijartinê da encameke ku gelê kurd hêvî dike bi dest bixin. Ewê li dora 33-35 parlamenteran bişînin Parlamentoya Tirkiyê.
Elçi gotiye, lê armanca wan ya herî girîng ew e ku ew dixwazin ku li Kurdistanê bibin partiya yekemîn.



“Ji bo me ya girîng ne hejmara parlamenteran e. Ya girîng ew eku em li Kurdistanê bibin partiya yekemîn. Wê çaxê emê bikaribin bibêjin em li ser navê gelê xwe diaxivin, em gelê xwe temsîl dikin, heke hûn dixwazin vê meseleyê çareser bikin, werin bi nûner û parlamenterên Kurdistanê re rûnên.”


Şêleke Kurdistanî, daxwazeke pir girîng û rast e.


Jixwe hemû mesele ev e, dibê kurd li welatê xwe Kurdistanê bibin partiya yekem û ji dewletê ra bibêjin, heger hûn dixwzin mesela kurd çareser bikin, kerem bikin werin bi nûnerên miletê kurd ra rûnin.


Gelek kurdên ku ji vê perspektîfê mehrûm û asoteng û hisî vê netîceya hilbijartinan ya siyasî nabînin û li dijî tifaqa kurdan derdikevin, dibêjin hilbijartinan boykot bikin, rayan nedin namzedên serbixwe.


Hin kurdên ku ketine dû qûna AKP-ê û hîn jî hin hêviyên “çareseriyê” ji Erdoganê nîjadperest dikin jî vê netîceyê nabînin.


Helbet kurd çiqas parlamenterî zêde derxin baş e, lê ya girîng ne hejmara parlamenteran e, zêdegirtina dengan e.


Roja ku kurd li Kurdistanê bûn partiya yekem, êdî ”meşrûîyeta” îşxala tirkan ya qanûnî jî namîne, partiyên kurdan dibin nûnerên gelê xwe.


En nûnertiya siyasî û demokratîk kurdan ewê him li Tirkiyê û him jî di saha navnetwî da xurt bike û bike nûnerên kurdan yên rastîn.


Elçî, li ser qebûlkirina nasnameya kurdî perwerdeya bi zimanê kurdî jî gotiye: “Pêwîst e qedexeyên li ser zimên bên rakirin. Çi di warê perwerdehiyê û çi jî di warê taybetî de, divê hemû qedexeyên li ser perwerdehiya kurdî rabin. Divê pergala navendî ji Tirkiyeyê rabe û pergaleke ademî-navendî bê avakirin. Pêwîst e hemû kes bikaribe di herêma xwe de desthilatdariya xwe bidomîne û kurd jî di welatê xwe de desthilatdariya xwe bimeşînin. Heke ev neyên qebûlkirin, emê vê makeqanûnê(qanûna esaî) qebûl nekin û emê li dijî wê derkevin.”


Daxwazên pir di cî da ne, dibê kurd tu carî dev ji van daxwazên xwe bernedin.


Lê ji bo ku kurd kanibin van daxwazan ji dewletê bikin, dibê kurd li Kurdistanê bibin nûnerên gelê xwe, yanî partî(yên)yekem.


Tirsa dewletê jî ev e û loma jî ji bo ku di vê hilbijartinê da BDP nebe partiya yekem ewê her bêqanûnîtiyê û bêrêtiyê bikin.
Elçî, li ser pirsa “heger hinek daxwazên we bên qebûlkirin lê hinek neyên qebûlkirin, hûnê dîsa jî piştgirî nedin makeqanûnê?” wiha gotiye:


“Ger kurdî weke dersa bijarte bê qebûlkirin, em ji wê re ne razî ne. Çimkî dersa bijarte tenê ji bo zimanekî biyanî maf e. Ji bo zimanê dayikê mafê esasî perwerdehiya zikmakî ye. Ger mafê perwerdehiyê ji kurdî re neyê naskirin, zimanê kurdî dê ber bi tunebûnê ve biçe, têk biçe. Heyîna kurdan bi zimanê wan e. Ger ziman wenda bibe, kurd jî li holê namînin. Divê li hemberî erdnîgarî, dîrok, zimanê kurdî û nasnameya kurdan hurmetkar bin. Heta ev neyên bicihkirin, tu kes nikare bêje pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin. Emê jî piştgiriyê nedin guherîna mekaqûneke li derveyî van daxwazan.”


Her bijî birêz Elçî, dibê şêla hemû parlamenterên serbixwe û ya siyasetmedarên kurd ev be, heta ku hebûna kurdan, perwerdeya bi zimanê kurdî û erdînagariya(cografya)kurdan neyê qebûlkirin ev mesele çareser nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE