18 juni 2011

Hirç çawa qol bû?

Dibêjin rojeke zivistanê ya gelkî sar, çûk li hewa diqefilîn, rûvî rabû çû nêçîra masiyan.

Sar û sermayek dijwar hebû, av di golan da cemidî bû. Lê cardin jî jê ra li hev hat û çend masiyên mezin girtin.

Masî di himêzê da bi kêfxweyşiyeke mezin berê xwe da mal. Bi rê da rastî hirçê hat.

Dema çavê hirçê li masiyan ket, hirç mit û mat ma, av bi devê wê ket, ji rûvî ra got:

- Law rûvî, te ev masiyên hewqas mezin ji ku bi dest xistin?

Rûvî zanîbû hirç hinekî kêmaqil e. Lema jî xwest henekê xwe pê bike û wê bixapîne. Bi rengekî pir cidî jê ra got:

- Min ew di vê gola jêr da, bi dêla xwe girtin. Qet ne zor e, gol tije masî ne, tu jî kanî herî têra xwe bigrî.

Dema rûvî girtina masiyan wa hêsan kir, şorik bi devê hirçê ket, xwest hema zû zûka xwe bigihîne ser golê.

Wê çaxê dêla hirçê jî wek ya rûvî dirêj û nermik bû. Hirçê got:

- Kuro, te çawa kiriye hela ji min ra jî bibêje, ez jî herim ji xwe ra çend masiyan bigrim.

Rûvî got:

- Golê qeşa girtiye. Tu yê qeşayê ji derekê da qul bikî û dêla xwe di wê qulikê ra bera nav ava bidî û bipê. Tu yê bîstekê bipê, heta ku masîyek tê dev li dêla te dike. Dema te dît ku dêla te giran bû, mana xwe ew ku masiyekî dev lê kiriye û pê ve zeliqî ye. A wê çaxê tu yê ji nişka ve, lê ji bîr neke, gerek tu bi hemû hêza xwe, xwe holî hewa bikî, dêla xwe ji avê rakişînî. Bi kişandina dêla te ra masiyê bifire hewa û ewê were li ser qeşayê bikeve. Dûra tu yê ji xwe ra bigrî û bixu..

Hirçê di dilê xwe da got, wele pir hêsa ye, ezê jî herim ji xwe ra çend masiyan bigrim.

Ji bo vê alîkariya rûvî malavayî lê kir, dû ra jî da rê û çû ser golê. Tam wek rûvî jê ra gotibû, cemed (qeşa, bûz) qul kir û di qulikê ra dêla xwe bera nava golê da. Bîstek derbas bû, pê wiha hat fena ku dêla wê giran bûbe. Wek rûvî temî lê kiribû, hema bi derbekê va, lê bi hemû hêza xwe, xwe holî hewa kir û dêla xwe ji nav golê kişand.

Bi holkirinê ra tiştekî got “qurp” û qetiya, janeke mezin da boçika wê.

Gava li pişt xwe zîvîrî, bavo çi bibîne ! Dêla wê di nava cemedê da maye. Û tu masî jî ji nav golê nefiriya hewa. Hirçê him masî negirt û him jî xwe qol kir.

A dibêjin ji wê rojê û vir da ye hirç wer qol e û qol ma û dêla wê tu carî dirêj nebû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE