09 juni 2011

Gerra li Dîlokê*

Ev du roj in min nikanînû nivîsa li ser gera xwe bidomanda. Wisa xuyaye ku di van rojên pir bi hereket da bi dûzan dewamkirina bîranînên seyahata xwe ewê ne mimkûn be.


Ji ber ku di vê dema hilbijartinan da hin pêşketin û bûyerên ji van bîranînên min girîngtir diqewimin. Dibê ez li ser wan bîr baweriyên xwe bibêjim.


Nivîsên min yên pêr û do du nivîsên bi vî rengî bûn.


Nuha ez vegerim ser bîranînên xwe.


Weke min got, piştî hefteyekê ez bi otobêzê berê xwe didim Dîlokê(Entabê), ba pismamê xwe Lokman.


Berî salên 1980-î min Dîlok gelek caran dîtiye, pir hindik lê geriyame. Lê ev 31 sal in min nedîtiye.


Dîlok berê jî bajarekî mezin bû, lê nuha miheqeq mezintir bûye, ez dixwazim bibînim û lê bigerim


Berê di nava bajêr da kurd kêm bûn, piranî meraşî û semsûrî bûn. Lê dibêjin piştî 80-î nufûsa kurdan di nava bajêr da zêde bûye.


Li gor dibêjin ji gelek bajarên din jî kurdan koçî Dîlokê kirine. Ev jî tiştekî baş e, çimkî entabiyên eslî tu carî xwe kurd nedihesibandin û ji kurdan jî pir diqeherîn.


Esas ne Dîlok tenê, ji Darbeya 12-ê Îlonê û virda gelek bajarên Kurdistanê ji nuh ve ketin destê xwediyên xwe yên esil kurdan, nufûsa kurdan lê zêde bûn.


Ez li dîlokê du rojan mam. Lokman mala wî ava bi erebê ez baş gerandim. Bi rastî jî Dîlok pir mezin bûbû.


Weke Diyarbekir, Wan û Rihayê, li Dîlokê jî herder înşaat bû, li çarhawêlî bajêr xanî lêdibûn.


Vê yekê jî nîşan dida ku ji ber koçê ji xaniyan ra hewcedariyeke mezin heye.


Weke gelek bajarên din yên Kurdistanê, Dîloka kevn weke xwe mabû, lê ya nuh min nas nedikir.


Li Dîlokê dera herî nexweş ku meriv nikanîbû lê bigeriya Kela Dîlokê bû. Dewletê ya jî belediyê ev kela dîrokî bi peyker, risim, fîlm, muzîk û dekoreke ji derew, fantazî û nîjadperestiyeke dûrî aqilan wisa kribû ku meriv nikanîbû lê temaşe bikira.


Meriv xwe li muzeyeke faşîstan his dikir. Li ser asasekî fantazî û derwan bi belkî bi sedan sahneyên şer û çîrokên bêbinyat li hev anîbûn.


Û di hundur da jî li gel muzîkê bi şiklekî bênabên di telewîzyonê da hin kesên virek û faşîst didan peyivandin.


Min xwest buroşoreke li ser dîroka kelê bigrim ya jî bikirim, keçika diyarî difrot, got tuneye.


Ev atmosfera faşîzan bû sebeb ku ez zû xwe nava kelê bavêjim der.


Ji kelê em diçin dêreke pir xweş, Dêra Kendirlî(Kendirli Kilisesi).


Dêr êdî ne dêr e, binê wê kirine aşxane û jora wê jî weke ”Mala Mamosteyan” bikar tînin.


Belkî ji bo hin tiştên din jî bikar tînin.


Dêr, di sala 1860-î da bi alîkariya Mîsyonerên Fransis û Napolyonê III-em ve hatiye lêkirin.


Hewşeke wê ya mezin û bexçeyekî wê yê xweş heye, li qahweyên rast û çepê dêrê gelek kes rûniştine, em rûnani.


Ez diçim hundur aşxanê û hunekî li hundurê wê digerim.


Dêreke pir xweş e, lê çi heyf  ku kirine tiştekî din. Ez li ber dikevim û em ji wir diherin li nava bajarê kevn digerin.


Lokman dibêje, madem tu hatiye Dîlokê, nabe ku tu peqlawê nexwî û herî û min dibe pastaxaneyeke bi navê Ayintabê.


Heta nuha navê Gulluoglu derketibû, xwedêgiravî peqlaweyên wan yên herî baş bû.


Lokman dibêje, êdî ne wiha ye, li Entabê êdî peqlawa herî meşhûr ”Ayintap” e.


Pastaxane ciyekî biçûk e, lê hewa mekanekî cîdî heye.


Dema ez dîlimê peqlaweyê dikim devê xwe ez hew dibînim ku di devê min da dihele, tahm û lezeteke pir cihê û pir xweş li devê min belav dibe.


Bi in wisa tê ku ev cara pêşî ye ku ez peqlaweyeke hewqas xweş dixwim.


Ez dixwazim çend kîloyan bi xwe ra bînim Swêd jî lê dibêjin nabe, çimkî ezê herim Mêrsînê, Anqerê û Stenbolê, donzde roja li wan dean bigerim.


Loma jî ez nikanim bi xwe ra bînim Swêd.


Bêyî ”Ayintap”ê, em diçin aşxaneyeke bi navê ”Îmam Çaxdaş”.


Lokman dibêje, aşxaneyeke pir kevn e, ji sala 1887-an û virda jiyana xwe didomîne, ciyê turîsta ye.


Aşxane li kêleka Girê Kurd e, bînayeke ahşap e û gelkî kevn xuyaye. Em dikevin hundur, tu tebeq e pir mezin xuya dike, em derdikevin jor û temiya xwe dikin.


Ez bala xwe didim derûdora xwe, ez dibînim ku bi rastî jî hundur tije turîsti in, qefle bi qefle tên û diherin.


Berî xwarin were, ji ji mer heryekî ra nanekî goşt û hişnayî û zelte tê, em dikin ber dilê xwe.


Nanêgoştê wan bê pîvaz e, ev jî usûleke Entebiyan e.

Di du rojan da meriv nikane li bajarekä baş bigere, meriv tenê dikane hin deran bibîne, min jî çend ciyên Dîlokê dît.

Em heta danê êvarî li nava bajêr digerin û dû ra diçin xeracan, li otoboza ”OZ Diyarbakirê” siwar dibim û berê xwe didim Mêrsînê, ba birayê xwe Berzan…

*Dîlok: Entab



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE