11 juni 2011

Gelo Tugluk qala çi dike?

Namzeda serbixwe ya Wanê Aysel Tuglukê li Wanê di civîneke çapemeniyê da
Namzeda serbixwe ya Wanê Aysel Tuglukê li Wanê di civîneke çapemeniyê da gotiye, dewlet ewê berî 15-ê hezîranê bi Abdullah Ocalan hevdîtinekê pêk bîne.
Dema ez beyanên wiha dibînim kenê min tê…
Ez fêm nakim Tugluk qala çi dike?
"Hevdîtin" bibe çi ye nebe çi ye?
Piştî ku netïceyek, qezencek bi xwe ra neanî.
Vana hemû taktîkên xapandin û serîlêgerandinê ne.
Xwedêgiravî ev serê salan e ku dewlet bi Ocalan ra ”hevdîtinan”(!) pêk tine.
Baş e netîce?
Heta nuha ji van ”hevdïtinan” bêyî girtinê, kuştinê û li dora 3000 kesên girtî çi derketiye?
Dibê êdî dawî li vê komediyê were.
Hêza bi rengekî cidî bi Ocalan ra ”hevdîtinan” bike, dibê vê zulmê li hevalên wî neke, dibê her roj bi sedan kesî negrin navêjin zîndanan.
Dibê serokwezîr her roj di telewîzyonan da tevgera kurd ya netewî û BDP-ê bi ”terorîstiyê” îtham neke.
Serokwezîr Erdogan hîn do di telewïzyonan da got, heger di wexta xwe da ew şirîkê koalîsyonê bûna wan ê miheqeq Ocalan îdam bikira û heta ku ew sax be û hukûmet be ewê tu carî nehêlin Ocalan ji Îmraliyê neqlî dereke din bibe.
Erdogan di axaftian xwe da hemû daxwazên kurdan yên netewî û ji bo perwerdeya kurdî weke terorê bi nav kir û got miheqeq ewê miletê tirk ji vê bela ”terorê” xelas bikin.
Erdogan, dîsa cîroka ”yek dewlet, yek al, yek milet û yek zimanî” dubare kir û pir vekirî got ku wan hertişt daye kurdan, ji van mafan bêtir tu tiştekî ku ew bidin kurdan tuneye.
Lê Tugluk xanim jî ji me ra qala ”hevdîtinan” dike.
Ya girîng ne ”hevdîtin” e, ev hevdîtin cidî ye ya na û çi bi xwe ra tîne?
Ji ber ku ji ”hevdîtinên” heta nuha( ku ew jî rast be. Sibe hemû dikane derew derkevin, ya jî lîstik be. Ji xwe çend roj berê Erdogan got, ji bo feydeya dewletê çi pêwîst be ew wiya dikin)tu tişt derneketiye.
Loma jî dibê êdî dev jivê lîstika zarokan were berdan û li siayseteke cidîtir were mesandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE