13 juni 2011

Gelî kurdan, hela ji kerema xwe ra min û Lokman Polat ji hev bigerînin!

Di 7-ê hezîranê da di facebookê da yekî straneke Jiyan xanimê (Canda tu gul ba min tu biçanda, ya Seîd Yûsuf)belav kir.
Xalid Sadinî jî ew nas nekir û got ez bawer dikim ku ya distirê ji Başûrê biçûk e, lê navê wê nayê bîra min...
Min û sê kesên din jî gotin ku ew ne ji Başûrê Biçûk e, ew ji Farqînê ye û navê wê jî Jiyan e û berê di Kurd1-ê da programa xwarinê çêdikir.
Li gel van agahdariyan jî Lokman Polat nivîsî û got, "Keçik xweş dibêje. Gelo navê wê çiye?"
Mihemed Sanri jî bi henek gotibû, "Kek Lokman bi şahidiya wan her çar braderên pêşiya te nivîsîne, navê wê xanimê Jiyan e."
Min jî bi henek gotibû ku, "Birayê Mihemed Sanri, heger şahidiya me têrê bikira Lokman Polat ewê careke din li navê wê nepirsiya. Loma jî ji bo ku bawer bike dibê tu hin şahidên din nîşan bidî...:))
Lê Lokman Polat bi vê bersîvê jî nehat serî, hefteyekê piştî vê bersîvê, hîn jî li navê "Jiyanê" di şikê da ye û loma jî îro bersîvek daye min, ji min "delîl û îspat" xwestiye û gotiye, "Kek Zinar, ka delîl û îspat. di nav lîsteya dengbêj û stranbêjên kurd de bi navê Jiyan kes tune. Dibe ku navê wê nejiyan lê navek din be...."
di vê nivîsê da ez hewil didim ku bi delîl û îspat nîşan bidim ku navê wê "Jiyan" e.
Kerem bikin bersîva min bixwînin.

Lokman*, birayê ezîz, ma qey xwendin û nivîsandina te tuneye. Li jor me çar kesan navê keçikê nivîsîye, me gotiye navê wê JIYAN e, ji Farqînê ye û di KURD1-ê da programa xwarinê cêdikir û di wir da distira.
Piştî hewqas agahdarî, tu hîn jî dibêjî "Gelo navê wê çiye?"
Ma qey tu nabînî ku me gotiye navê wê Jiyan e.
Îcar ev jî ne bes e, tu nuha jî ji min "delîl û îspatê" dixwazî.
Îspata çi, tu qala çi dikî?
Tu dîn î, tu biaqil î?
Ma dibê ez ji te ra sûretê cuzdana wê bişînim?
Me çar kesan gotiye ku navê wê JIYAN e.
Lê tu hîn jî qebûl nakî.
Ev pirs û israra te tiştekî dûr î aqilan e, ez bi xwe nizanim çi bibêjim?
Nizanim "di nav lîsteya dengbêj û stranbêjên kurd de bi navê Jiyan kes tune"
Helahela, bira ma me gotiye ku CD û kasetên wê hene?
Me tenê gotiye ku ya vê stranê dibêje navê wê JIYAN e.
Te fêm kir?
Berî ku tu li navê wê bipirsî nivîsên me bixwîne, di nivîsan da me gotiye navê wê çi ye, ji ku ye û çi karî dike, dikir…
Ma ji bo ku meriv stranekê bibêje qey dibê miheqeq CD û kasêtên meriv hebin û
navê meriv di lîsteya dengbêjên kurd da hebebe?
Xwedê hevza meriv ji te bike bavo!
Te kir weke mesela yê diz.
Lêwik ji bavê xwe ra got, bavo min diz girtiye.
Bavê got, lawê min berde, bira here.
Lêwik bersîv da bavê xwe, got:
-Bavo, ez wî berdidim lê ew min bernada…
Ya te jî bû ev mesele, yek stranekê dibêje, em çar kes dibêjin ku navê wê JIYAN e, tu jî di bin nivîsên me da dibêjî "gelo navê wê çiye?"
Bira, me gotiye navê wê çiye?
Em guh nadin vê “qusûra” te û careke din navê wê ji te ra dubare dikin, lê tu wê jî qebûl nakî, îcar jî tu “delîl û îspatê” ji min dixwazî…
Ma ez mamûrê nufûsê me ku bikanibim cuzdana JIYANÊ nîşanî te bidim?
Lê esas ev mesele bi "tahrîk û pîjkirina" Mihemed Sanri gihîşt vê qonaxê. Wî ev “nerindiya” bi min kir…:)
Lokman, ez hêvî dikim ku mesele ewê zêde fireh negere û tu yê bidî xatirê rîspïtiya min û dev ji daxwaza xwstina “delîl û îspatan” berdî…
Ez li mala xwe tu li mala xwe, yanî wisa qebûl bike ku min negot navê wê ”JIYAN”.
Xwezî JIYANa xoşewîst nuha ev nivîs bixwenda û bidîta ku li ser nave wê ez ketime çi ceng û herbeke giran e…

*Lokman Polat

2 kommentarer:

  1. Weleh mamo ev nihmeten Faceboke xerib in.

    SvaraRadera
  2. Mamo, welleh ez bixwe nakevim navbera te u Lokman.

    SvaraRadera

PARVE BIKE