02 juni 2011

Ez Kurdistana azad li pey xwe dihêlim

Şeva dawî ez li Zaxo bûm mîvanê Resûl Çilgin. Mala Resûl ava be camêr ez li Zaxo baş gerandim.


Li vir ez careke din sipasî wî dikim.


Piştî şevek mîvaniya Resûl di 28-ê nîsanê da ez ji Zaxo texsiyekê heta Diyarbekrê kirê dikim û berê xwe didim deriyê Îbrahîm Xelîl.


Li ba Resûl rastî kurdekî çinarî bi navê Îlhamî Kahraman têm. Li mala birayê Resûl destpêkê li ser kurdên başûr di nabêna min û wî da minaqaşeyek ne xweş û sert çêdibe. Lê dû ra ew nerm dibe û minaqeşeya me xweş diqede.


Mijar tê ser rêwîtiya min.


Di mesela çûyinê da ez hinekî bi tirs im, ez dibêjim gelo ezê çawa herim û li ber derî çend saetan bipêm.


Îlhamî jî ewê here Diyarbekrê, li gor gotina wî ew li wir mamûr e.


Ji min ra dibêje, ”Hecî”, qet netirse, ezê bi te ra werim, yên li ber derî nasên min in, ezê te rehet derbas bikim.


Welhasil em li ser çûna bi hev ra li hev dikin. Ezê texsiyê heta Diyarbekrê bigrim û ewê jî bi min ra werre.


Lê ezê bîstekê li Silopiyê bigerim, dû ra ezê herim Cizîrê, ser gorra Mem û Zînê û hin derên din.


Ji wir ezê herim Qoserê(Qiziltepe), li Bedran bigerim, heger Bedran li wir be ezê dakevim û ewê here Diyarbekrê. Lê ku Bedran ne li wir bû, wê demê jî emê bi hev ra herin.


Serê sibê zû texsiya me hat em birin ber derî. Min bala xwe dayê bavo çi bibînim, seriyekî wasiteyan heye seriyek tuneye, heger bi dorê be belkî heta du rojan jî dor neyê me.


Wek camêr(Îlhamî) pesnê xwe dabû, bi rastî mêrik pasaporta min girt, bir vir, bir wir, gihîşt kîjan mamûrên gumrikê maç kir û di nava saetekê da îşê me yê li alî Kurdistanê qedand û em derbasî gumrika alî tirkan kir.


Mamûrên gumrika Kuristanê hemû jî efendî û hurmetkar bûn, bi zimanekî şîrîn bi me ra dipeyivîn, qet serî li me negerandin. Hemuyan jî ji şêla tirkan gazin dikirin, digotin lê ji destê wan tiştek nayê.


Ji ber ku tirkan bi qestî serî li rêwiyan digerandin û milet pir diêşandin.


Dema min dirêjiya dora li alî tirkan dît, ez qutufîm, min fêm kir ku aliyê Kurdistanê ne tiştike.


Bi kîlometreyan qamyon û wasiteyên biçûk bi du rêzan ketibûn rêzê. Qamyon dîsa carnan diliviyan, lê wasiteyên biçûk tew nediliviyan.


Min ji xwe ra got, wele emê heta sibe li vir bin.


Lê Îlhamî camêr qarta xwe ya namzediya parlamenteriyê(ji AKP-ê)bi sînga xwe ve kir û ket nava xebatê, telefonî vî nasê xwe kir, telefonî wir kir, çû ba wî gumrikçî, axirê di nava du sê saetan da bêyî serêşî û saxîkirin em ji dorê derketin û derbas bûn.


Heger ne Îlhamî bûya wê rojê ez nikanîbûm derbas bibûma.


Kesên bêxwedî pir diêşandin, heta bigihîje li qelemê milet jî dinêrin. Di saetekê da ancax du sê erebe berdidan.


Bi rê da, heta Qoserê jî li çend ciyan em sekinandin û li nasnameyên me pirsîn. Di her kontrolê da Îlhamî ew qarta xwe bi sînga xwe ve dikir, bi leşkeran ra dipeyivî, xwe teqdîm dikir û ez nîşan didam û digot, ”Hecî” mîvanê min e.


Bi vî rengî camêr heta bi Qoserê nehîşt ez tu carî muhatabê wan bibim û yek gotina tirkî ji devê min derkve.


Ne min xwest zêde wî nas bikim û ne jî wî, lê tiştê min jê fêm kir yekî profsê van karan bû, gelek caran çûbû û hatibû û dizanîbû ewê bi kê ra çawa bipeyive û çawa karê xwe bimeşîne.


Dema em nêzî Qoserê bûn, min telefonî Bedran kir. Bedran li qezê bû, li ser daxwaza wî, ez li ber petrolekê daketim û min xatir ji hevalên xwest, ew çûn Diyarbekrê ez wê şevê bûm mîvanê Bedran.


Ev 32 bûn min û Bedran Acar hevûdu nedîtibû, lê dema min dît zêde neguherîbû, erê por hinekî sipî kirbû, lê Bedranê berê bû.


Bedran mala wî ava xeber da çend hevalên li wir, destpêkê li bajêr û êvarî jî hatin mala wî me têr hevûdu dît. Em çûn rojên berê yên DDKD-ê, me bîranînên xwe teze kir.


Bi dîtina wan hevalan ez pir kêfxweş bûm.


Qoser ji texmîna min jî wêdetir mezin û xweş bûbû, ew bajarê toz û çamûrê û xaniyên kerpîçî çûbû, bajarekî din yê modern li dewsê ava bûbû.

Di dema gera nava bajêr da Bedran "qwsra" Mistefa Aydogan jî nîşan min dan, gotin viya xaniyê wî ye. Li ber xweşikiya xênî devê min hev çû...

Yê min feqîrê Xwedê li Kurdistanê hîn holikeke min jî tuneye, ez şevekê li vê malê, şevekê li wê malê dimînim...

Qoseriyan jî weke Nisêbînêiyan avahiyek pir xweşik ya belediyê ava kirine. Em çûn li nava wê geriyan û me çend risim jî li ber kişand.


Roja din Bedran ez birim Mêrdînê, ba Hemîd Kiliçaslan. Wê rojê heta dereng em bi hev ra geriyan, dû ra jî çûn malê navroja xwe jî xwar.


Ez rêwî me, ezê herim Diyarbekrê ba diya xwe.


Hemîd israr kir ku min bibe Diyarbekrê lê min qebûl nekir. Li ser daxwaza min ez brim li munîbûseke Diyarbekrê kirim û me xatir ji hev xwest…


Sibe rêwîtiya min ya Diyarbekrê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE