08 juni 2011

Em weke kurdên başûr doza serxwebûnê nakin

Şefîk*, bira, nuha tu qala tiştekî din dikî. Min qala realîteya heyî, tu qala mafê kurdan û tiştê dibê werekirin dikî.


Vana du tiştên ji hev cuda ne.


Helbet veqetandina ji Tirkiyê û avakirina dewleteke serbixwe mafê kurdên Kurdistana bakure jî.


Ma min eksê vê gotiye ku tu viya bi bîra min dixî?


Minaqeşeya me ne li ser vê yekê ye.


Tu jî baş dizanî ku di nava kurdan da ez yek ji wan kesa me ku vî mafê kurdan tim dubare dikim.


Mesele ne ew e ku dibê kurd xwediyê vî mafî bin ya na?


Weke kurdên başûr, helbet kurdên bakur jî xwediyê vî mafî ne, dewleta tirk bi darê zorê welatê me dagir kiriye.


Û ji bo ku dawî li vê dagirkeriya dewleta tirk were weke şexs çi ji destê min tê dikim û dibêjim.


Lê mijara me ne ev e, mijara me realîteya Kurdistana bakur ya îro û helwesta milet e, kurdên bakur weke ku yên başûr ji ereban qut bûne, ew hîn ji tirkan qut nebûne, nabêjin em naxwazin bir tirkan ra bijîn…


Ez viya dibêjim.


Îcar sebebên vê yekê çi ne ew tiştekî din e.


Min gotibû ku li başûr, ”di warê kulturî, rûhî, psîkolojîk û aborî da şertên bihevrajiyana ereb û kurdan nemaye.”


Yanî kurdên başûr êdî naxwazin bi ereban ra bijîn. Û tu tiştekî ku wan mecbûrî jiyana bi ereban ra dike jî nemaye, ne di warê fikrî û sosyal da û ne jî di warê aborî da tiştekî wan yê mişterek nemaye.


Tiştê maye îcbara cîhanê ye.


'Di warê kulturî, rûhî, psîkolojîk û aborî da şertên bihevrajiyan' tirk û kurdamane?”


Te jî gotibû ku ”ma qey di warê kulturî, rûhî, psîkolojîk û aborî da şertên bihevrajiyana tirk û kurdan maye?”


Yanî ya tirk û kurdên Tirkiyê jî nemaye. Kurdên bakur jî naxwazin bi tirkan ra bijîn, lê ”siyasetmedarên me bi zor xwe bi tirkan ve dizeliqînin.”


Min jî got ev ne rast e, heger bi rastî jî piraniya kurdên bakur, weke yên başûr veqetandin bixwestana ewê ray nedana AKP-ê û partiyên tirkan.
Partiyeke ereb ya weke AKP-ê li Kurdistana başûr têkeve hilbijartinan kurd ewê rayên xwe nedinê, li Kurdistanê ewê nebe partiya herî mezin.


Lê li bakur kurd hîn rayên xwe didin AKP-ê û partiyên din.


Bi hezaran kurd di birêvebiriya van partiyan da berpirsiyar û birêvebir in.


Bi sedan ronakbîrên kurd hîn piştgiriyê didin van partiyan û dixwazin ev partî li Kurdistanê bi serkevin.


Li bakur bi sedan kesên înkara miletê kurd dikin, dibêjin ew tirk in û bi hemû hêza xwe li tijî tevgera kurd ya metewî dixebitin dibin ji partiyên dijmin dibin mebûs û reyisên belediya.


Lê li başûr ne wiha ye, însanên dijminên qewmê xwe nikanin ji kurdan raya bigrin.  


Ji ber ku milet di her warî da ji ereban qut bûye, lom ajî naxwazin careke din bi ereban ra bijîn.


Lê li Kurdistana bakur ne tenê siyasetmedar, milet jî weke başûr hîn ji tirkan qut nebûye.


Ji xwe heger qut bûba û serxwebûna xwe bixwesta ma derê me çi bû, ewê neda dû kes û partiyên li dijî serxwebûnê ne.


Ez di nabêna kurdên bakur başûr da qala vê ferqê dikim.


Ne ku serxwebûn ne heqê kurdên bakur e ya jî dibê meriv vî mafî neparêze.


Helbet gelek sebebên vê rewşa Kurdistana bakur hene, rast e, ji van sebeban yek jî tesîr û rola siyaseta siyasetmedaran e. Lê ev yek sebeb e, ne netîce ye, ez qala sebebên vê şêla kurdan nakim, ez qala netcîceyê yanî rewşa heyî dikim.


Yanî sebeb çi dibin bira bibin, rewş îro wiha ye, piraniya kurda hîn naxwazin ji Tirkiyê veqetin.


Ew partî û siyasetmedarên ku tu qala wan dikî , ku bûne sebebê vê şêla milet ya nexwestina dewleteke serbixwe, îro ji milet ra dibêjin ku rayên xwe nedin partiyên tirkan, bidin namzedên BDP-ê, lê li gel vê jî piraniya milet li wan guhdarî nakin û rayên xwe didin partiyên dijmin.


Dewletê bi salane ku gav bi gav demogarfiya gelek bajarên kurdan guherand û kir tirk.


Siyasetmedarên me ji dêlî ku ew herin li van bajaran bicî bibin, berê milet bidin wir û li gor planekê van bajarênku îro ji dest me çûne û bûne weke bajarên tirkan paşda bigrin, ew diherin li Stenbolan bicî dibin û ew jî dibin dihelin.


Li başûr kes koçî Bexdayê nake, lê ba me koçî Stenbolê, Anqerê û bajarên din yên tirkiyê dikin.


Kesên serxwebûnê bixwazin pir û pir ne mecbûr bin terka welat û miletê xwe nakin.


Netîce, di warê daxwazên netewî da him weke siyasetmedar û him jî weke milet em ji kurdên başûr pir û pir paşdatir in.


*Shefik Pesheng.
Ev nivîs bersîva şiroveyeke heval Şefîk e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE