29 juni 2011

Edaleta rûvî

Rojekê şêr, rûvî û gur bi hev ra çûn nêçîrê. Hetanî êvarî bi hev ra nêçîrek baş kirin. Êdî dor hatibû ser parkirinê. Biryar dan nêçîra xwe bi hawakî adil û wek bira li hev par bikin.

Şêr wek serdar emir da gur û got:

- Gurê boz, ez bawer dikim tu ji heqê vî karî baş derdikevî, lema jî ez dixwazim tu li me par bikî.

Gur rabû bi dîqeteke mezin û bi şiklekî pir adil nêçîra wê rojê kiribûn giş kir sê par û dûra jî got:

- Fermo, ez xulam, bira her kes para xwe bigire.

Şêr bi parkirina gur pir aciz bû, bi hêrseke mezin xwe çindî ser gur kir û li hustiyê wî siwar hat. Çend lep avêtin ji belka guhên gur da, ew kir term û li erdê dirêj kir. Dûra jî bi xurrîneke mezin, vegeriya ser rûvî û îcar ji rûvî ra got:

- Law rûviyê şekalan, gurê boz ji heqê parkirinê derneket, hela îcar tu par bike...

Rûvî got, ser serê min ez xulam û rabû laş yek bi yek kişandin ber şêr. Ji xwe û gur ra jî tenê hûr û bûmbar û çend hestî hîştin. Dûra jî ji şêr ra got:

- Kerem ke ez xulam!

Kêfa şêr gelkî ji vê parkirina rûvî ra hat. Çimkî rûvî tam li gor dilê wî par kiribû. Bi pozbilindî ji rûvî ra got:

-Law rûvî, tu vê edaletê ji ku fêr bûyî?

Rûvî mizicî û got:

- Ez xulam, ez vê edaletê ji termê gur yê li erdê û ji dêla wî ya rep fêr bûm...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE