19 juni 2011

Destbiratiya gur û rûvî

Dibêjin hebû tunebû, rûviyekî gelkî şît hebû. Rûviyê me rojekê li çolê rastî gur hat. Ji gur ra got:

- Birakê gur, were em bibin destbirakê hev û bi hev ra nêçîrê bikin. Dema em her du bi hev ra bin, tu nêçîra ku ji destê me xilas bibe tuneye.

Pêşniyara rûvî ket serê gur û got baş e.

Rabûn bi hev ra derketin nêçîrê. Pir geriyan, hindik geriyan, li mêrgekê rastî hespekî bêxwedî hatin. Gur got:

- Birakê rûvî, ku em bikanibin vî hespî bavêjin ji erdê da emê bi goştê wî ji xwe ra kêf bikin.

Rûvî got:

- Bira, zû bike, ez ji birçîna mirim. Ma ez berê herimê ya tu?

Gur got:

- Tu berê herê û wek guran dadê.

Rûvî xwe wek gur hinekî tûjomûjo kir û got:

- Bira, bala xwe bidê, dêla min bûye gurz.

Gur got:

- Erê

Rûvî got:

- Çavên min bûne gola xwînê.

Gur got:

- Erê

Rûvî got:

- Tamarên hustuyê min rabûne, bûne tîr.

Gur dîsa got:

- Erê.

Rûvî got:

Muyê serê min pîjpîjî bûne, bûne şûjin.

Gur dîsa got.

- Erê.

Piştî heqas pesn û fort, rûvî got guj û êrîş bi ser hespê. Dema nêzikî hespê bû, hespê nigê xwe ji zîtikê ra hazir kir. Rûvî di cî da fêm kir ku dema xwe çindî ser bike, ewê hespê derba wî bidê. Loma jî hema di cî da paşda vindirand...

Gur got:

- Bira, te çima xwe lê neqeliband û wek guran danedayê?

Rûvî got:

- Bira, ez fikirîm ku dera tu lê be derba pêşî ne heqê min e.

Gur keniya û got:

- Lawo belasebeb negotine rûvî giş ziravqetyayî û tirsonek in. Tu nuha bala xwe baş bide xalê xwe. Tu mêze ezê çi bînim serê wî.

Û dû ra jî halan di xwe hilda û got:

- Dêla min bûye gurz! Çavên min bûne gola xwînê! Tamarên hustuyê min rabûne, bûne tîr! Muyê serê min pîjpîjî bûne, bûne şûjin...

Welhasil gur çi got, rûvî tim got  “Erê...”

Û dû ra wî jî wek rûvî, wî jî got guj û ji paş ve xwe çindî hêsp kir. Hesp berê di haziriya xwe da bû, bi hemû hukim û hêza xwe zîtikek baş li gur xist û ew ser piştê qeliband. Bi vê derba xedar ra gur got pîj û vîjik bi xwe da berda. Rûvî çû ser, bala xwe dayê ku gur bi xwe da berdaye. Ji qestî got:

- Bira, de rabe ser xwe, ne wexta henekan e.

Gur bi halekî perîşan pelpel li rûvî nêrî û got:

- Bira, wey Xwedê mala te xera neke, ma ev vîjik vîjika henekan e, tu nabînî ez bûme term!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE