30 juni 2011

Hin kes nikanin rindiyê bikin

Hin însan hene mexlûqatên pir ecêb in, tu dibêjî belkî tenê ji bo rexne û dijaytiya însanên din hatine dinyayê.

Tu carî ne dibin ”tez” û ne jî ”sentez”, tim ”antîtez” in.

Siyasetmedar, serok û partiyên kurdan çi dikin, li gorî van kesan ne baş û xerab dikin...

Miheqeq jê ra qusîrekê, kêmasiyekê, nêteke xerab û qulpekê dibînin.

Li gorî wan di nava kurdan da tenê  ew “hamîhama û xwediyê aqil û fahman” in, ew kûpê aqil in, bêyî wan hemû siyasetmedar û serokên kurdan kesên beradayî ne û tiştên tiroviro dikin û dibêjin.

Aqil tenê li ba wan heye, berî her karî dibê meriv here bi wan bişiwêre...

Dema kurd tifaqê nakin şaş dikin, tifaqê dikin dîsa şaş dikin.

Bi hev ra napeyivin, ji hev ra xebera didin şaş dikin.

Li hev tên, dibin dostên hev, dev ji berberî û djminatiyên hev berdidin û bi hev ra berê xwe didin dijmin, dîsa şaş dikin.

Welhasil tu dew tîr jî dikî qusûrekê lê dibînin, tu rohn jî dikî qusûrekê lê dibînin.

Tu xwê nakê, dibêjin bêxwê ye, tu xwê dikê, dibêjin şor e.

Tu carî ne mimkûn e ku ji tifaqekê, ji xebatekê, ji fikrekê, ji siyasetekê ra bibêjin baş û rast e, miheqeq kêmasiyekê, qusûrekê dibînin.

Ji ked, xebat û fedekariya bi milyonan însanî ra çavên wan kor û guhên wan kerr e, çavên wan tu carî xebateke baş nabînin, tim kêmasî û xerabiyê dibînin.

Ne tenê siyaset û xebatên dibin, însanan jî naecibînin, li gorî wan hema hema hemû siyasetmedar û serokên kurdan nezan, durû, keysparêz, menfeetparêz, sextekar, bêpirensîp yanî ji bin da ne tu tişt in û weselam.

Di nava kurdan da yên herî zana, biaqil, siyasetzan, dûrbîn û xwediyê hin meziyet û keramtên îlahî tenê ew in.

Lê çi hîkmetî îlahîye nayê zanîn, axirê ev celeb însan tu carî nikanin bibin destiyê çaqoyeke ko jî, her roj li vir û li wir xwe diçirînin, dikin nakin kes guh nade nade wan.

Weke sazbendê ji xwe ra lêxe û ji xwe ra bilîze, ew jî ji xwe ra dibêjin û ji xwe ra dinivîsînin.

Siyasetmedarên xelkê mezin dibin biaqil dibin, bi kamilî, tehamul û bînfireyiya xwe ji xortan ra dibin nimûne, yên me mezin dibin bi xwe da dikin, dibin weke zarokên şerûd, fêsadî û nerindî dibe karê wan….

Tu carî gotineke xêrê ji devê wan dernakeve, rojê hinekan di ber xwe ra dikin û dikin hedefên tîrên xwe yên jahrî…

Kesên ku tim dibêjin "ez û ez" û tu carî bi kesî qayil nabin kesên bêkir in, weke dara bêber in, dibê meriv zêde guh nede wan, hema heta ji wan tê bira pesnê xwe bidin...

Û her tişt û xebata ku ew li dij bin dibê kurd bizanibin ku ew tişt û ew xebat baş  û rarast e.


Gurê Kone

Hebû tunebû gurekî pir koneke hebû. Rojekê ji xwe re got:

- Ev halê min ne tu hal e, ez rojekê têr im, deh rojan birçî me. Lê heger min postê mîhakê li xwe kira wê gavê kesî ez nas nedikirim, ezê bi rehetî bi pez ketama û minê têra dilê xwe ji xwe ra bixwara, bêyî ku şivan û kûçik jî bi min bihesiyana.

Wiha fikirî û dû ra çû ji xwe ra postê mîhakê peyda kir, postê xwe li xwe kir û çû ket nav keriyek pez.

Post hewqasî baş li xwe kiribû ku meriv ew ji mihîhakê nedigeran, meriv digot bi rastî jî qey ew mîhî ye.

Ji ber vê yekê jî şivên ew nas nekir, ew jî bi şev bi kerî ra bir xist hevşo. Û dû ra jî deriyê hevşo baş lêkir û çû.

Lê demeke kin di ser ra derbas nebû şivan bi paş da hat, mîvanên wî hebûn, dibê mîhak bibira ji wan ra şerjê bikira.

Ji qeza qudretê ra mîha ku şivên ewilî bi serî girt, gur bû. Kêra kalanî di destê wî da û da hustuyê gur.

Dema gur dît ku mirin e, hema got çirp û ji nava post baz da. Û bi zor ruhê xwe ji destê şivên xelas kir.

Dibêjin ji wê rojê û vir da ye gur hew dikevin nava postê mîhan…

29 juni 2011

Çîroka sonda meclîsa Tirkiyê

Di rojnameya Hurrîyetê da li ser çîrok û dîroka ”sonda meclîsê” Yilmaz Ozdîl do nivîseke pir xweş nivîsîye.
Berî nuha bi çend rojan di nivîseke xwe da min gotibû ku nîjadperst û kemalîstên tirk ”di esasê xwe da ev sond ji bo kurdan çêkirine. Ji bo ku kurd bibêjin em tirk in.”

Min ev yek ne piştî lêkolînekê, li gorî refleksa xwe ya netewî texmîn kiribû û gotibû. Ji ber ku ez dizanim li Tirkiyê her tişt, hemû qanûn ji bo înkar û wendakirina kurdan çêkirin…

Loma jî ev sonda meclîsa Tirkiyê jî li dijî kurdan, ji bo bi darê zorê wan gotina bi siyasetmedarên kurd bidin gotin.

Bi şiyarbûn û liberxwedana kurdan ra naveroka sondê jî hatiye guhertin û bêtir bûye sondeke nîjadperest û li dijî hemû nirxên medenî û însanî.

Ozdîl dibêje, di dema Osmaniyan da endamên ”Meclîsa Mebûsan” bi navê ”padîşah û sedeqata bi welêt ra” sond dixwazrin.

Lê piştî ku dewleta Osmanî belav bû û komara Tirk ava bû, Mistefa Kemal di destpêkê da guh nedaye tiştên wiha û loma jî di roja vekirana meclîsa yekem da (23-ê nîsana 1920) sond nehatiye xwarin.

Ji ber ku di meclîsa yekê da kurd hene û Mistefa Kemal hîn baş cî nedaye nigê xwe.

Loma jî sond dikane jê ra bibe gelş.

Di Qanûna Esasî(Teşîlati Esasiye)ya pêşî ku di sala 1921-ê da jî sond tunebûye. Çimkî hîn kurd nehatine tasfiyekirin û ji kurdan ra dibêjin ev dewlet û ev meclîs ya kurdan û tirkan e.

Lê dû ra, nêzî serîhildana Şêx Seîd rewş tê guhertin, êdî kurd û hemû mixalif tên tasfiyekirin û dema dîktatoriya Mistefa Kemal dest pê dike.

Di sala 1924-an da li ser pêşniyara mebûsê Bîlecikê Fîkret Beg sond tê qebûlkirin.

Yanî cara pêşî di sala 1924 an da sond dikeve Qanûna Esasî.

Sonda 1924-an wiha ye:

“Ezê li dijî seadet û selametiya welêt û milet û hakimiyeta milet ya bêqeyd û şert armanceke muxalif nemeşînim û bi esasên cumhûriyetê ve girêdayî bimînim weleh.”

Di 1928-an da gotina ”weleh” derdixin û ”soza namûsê” dixin dewsa gotina ”weleh”.

Ev son heta sala 1960-î dimîne.

Piştî darbeya 1960-î sondê duguherin. Di Qanûna Esasî ya 1961-ê da  îcar “serxwebûnê, yekîtiyê û laîsîzmê” jî  lê zêde dikin.

Di virda êdî meriv dibîne ku naveroka sondê bêtir dibe siyasî û li dijî hin hêz û gelan.

Bi gotina ”yekîtiyê” qest yekîtiya Tirkiyê ye yanî kurd in û  bi ”laîsîzmê” jî qest hêzên dîndar in. ifgz9k

Heta darbeya 1980-î sond wiha dimîne.

Di vê sondê da ne navê ”miletê tirk yê mezin” û ne jî ”girêdayîbûna bi şoreş û înqîlabên Ataturk” heye.

Di Qanûna Esasî ya ku di sala 1982-an da ji alî cûntaya leşkerî ve hat çêkirin sond îcar him dirêjtir dibe û him jî naveroka wê bêtir dibe nîjadperest û li dijî kurdan.

Di vê Qanûna Esasî ya cûnta leşkerî da gotinên ”huqûq, şoreş û înqilabên Ataturk, sedeqeta bi qanûna esasî û li hemberî miletê tirk yê mezin ez li ser namûs û şerefa xwe sond dixwim” lê tê zêdekirin.

A ev sonda ku îro li meclîsê her kes sond dixwe, ev sonda ku di 12-ê îlonê da ji bal Kenan Evren û cûnta leşkerî ve bi darê zorê bi milet dan qebûlkirin e.

Erdogan û hemû parlamenterên AKP-yî li gel ku dibêjin ew ne kemalîst in, lê dîsa jî weke Denîz Baykal li ser şeref  û namûsa xwe sondxwin, dibêjin ewê bi ”înqîlab û şoreşên Ataturk ra” girêdayî bimînin û tu carî jê veneqetin.

Di esasê xwe da ev sond, sonda CHP-ê û kemalîstan e, sondeke nîjadperest û li dijî miletê kurd e, li dijî demokrasiyê û însaniyetê ye û loma jî dibê were rakirin. Dibê di meclîsê da tu sond mond tunebe, civatên medenî tiştên wiha nakin…

Loma jî dibê karê mebûsên kurd yê pêşî(heger herin meclîsê)daxwaza rakirina vê sonda nîjadperest be…

Edaleta rûvî

Dibêjin rojekê şêr, rûvî û gur bi hev ra çûn nêçîrê. Hetanî êvarî bi hev ra nêçîrek baş kirin. Êdî dor hatibû ser parkirinê. Biryar dan ku nêçîra xwe bi hawakî adil û wek biran li hev par bikin.

Şêr wek serdarê hemû heywanan emir da gur û got:

- Gurê boz, ez bawer dikim tu ji heqê vî karî baş derdikevî, lema jî ez dixwazim tu li me par bikî.

Gur rabû bi dîqeteke mezin û bi şiklekî pir adil hemû nêçîra ku wê rojê kiribûn kir sê par û dû ra jî got:

- Fermo ez benî, bira her kes para xwe bigre.

Şêr ji vê parkirina gur ya adilane pir aciz bû û bi hêrseke mezin hema xwe çindî ser gur kir û li hustiyê wî siwar hat. Çend lep avêtin ji belka guhên gur da, ew kir term û li erdê dirêj kir. Û dû ra jî bi xurrîneke mezin vegeriya ser rûvî û jê ra got:

- Law rûviyê şekalan, gurê boz ji heqê parkirinê derneket, hela îcar tu par bike...

Rûvî got, ser serê min ez xulam û rabû laş yek bi yek kişandin ber şêr. Ji xwe û gur ra jî tenê hûr û bûmbar hîştin. Û dû ra jî ji şêr ra got:

- Kerem ke ez xulam!

Kêfa şêr gelkî ji vê parkirina rûvî ra hat. Çimkî rûvî tam li gor dilê wî par kiribû. Bi pozbilindî ji rûvî ra got:

-Law rûvî, tu vê edaletê ji ku fêr bûyî?

Rûvî mizicî û got:

- Ez benî, ez vê edaletê ji termê gur yê li erdê û ji dêla wî ya rep fêr bûm...


28 juni 2011

Erdogan zalim û zulimkarekî mezin e

Naskirina însanên durû û zaliman hertim ne hêsa ye, şert û mercên naskirina wan peyda nebe, mriv nikane wan baş bas bike.

Însanek zalim e ya na, ancax dema dibe xwedî desthilat, dema hukum û îktîdar dikeve destê wî diyar dibe.

Serokê AKP-ê û serokwezîr Erdogan, di dema muxalefetê da weke merivekî demokrat, weke ewliya û milyaketan dipeyivî, ji bo çareseriya mesela kurd digot, ”belkî meriv bi sîstema osmanî ya eyaletan çareser bike”, lê dema hukum ket destê wî,  bû serokwezîr, ji dêlî ku mafê kurdan bide û meselê hel bike, bû zalim û dîktatorekî mezin û xedar, dixwaze kurdan di tasek av da bifetisîne, nahêle kurd bîna xwe bigrin.

Êdî qet qala çareseriya mesela kurd ya bi ”sîstema osmanî ya eyaletan” neke, dibêje mesela kurd ji xwe tuneye, mesela ”terorê” heye.

Yanî wî jî weke yên berî xwe dest bi plana îmhayê û wendakirina kurdan kiriye, ji me ra dibêje, bi qasî ku ez dixwazim, weke ez dixwazim hûnê bi kurd bin, zêdeyî wê ez qebûl nakim.

Û gava em dibêjin, em viya qebûl nakin, ev ne edalet e, ev zulm e xwe dixeyidîne, pûlis û panzêrên xwe dişîne ser me.

Dixwaze bi zorê, bi şîdet û terorê tevgera kurd ya netewî bişkîne û kurdan bindest bihîle….

Lê dîrokê nîşan daye ku her zalim zû dereng miheqeq têk diçe.

Erdogan û saltanata wî jî ewê têk biçe, dîrokê bibe şahidê vê yekê jî.

Lê ev yek ewê hêsan nebe, dibê em kurd li ber xwe bidin û serî li hemberî zulma Erdogan netewînin.

Kesên îro li hemberî zulma ku dewlet û hukûmeta AKP-ê li kurdan dike bêdeng bibmînin ne tenê dibin hevalên zaliman û zulmê, ew zarokên xwe jî mahkûmî zulmê dihêlin…

Bêdengiya li hemberî neheqiyê û zulmê, zulmê kêm nake, zêdetir dike, cesaretê dide zalim û zulumkarên weke Erdogan.


BDP-ê pişta xwe bi Anqerê da kir û berê xwe da Diyarbekrê
Parlemenerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ji dêlî Anqerê li îro li Diyarbekrê civiyan.

Piştî civînê, Gulten Kişanakê li ser navê gurûba BDP-ê li ber Bînaya Navenda Kulturî û Ciwanan ya Cegerxwîn daxuyaniyeke da capemeniyê..

Kişanakê got, heger Dîcle û hevalên wan yên din yên ji Doza KCK-ê hatin girtin neyên azadkirin, ewê boykotkirina parlamentoyê bidomînin.

Û dû ra jî axaftina xwe wiha domand:

“Me îro li Diyarbekirê civîna yekê ya gurûba xwe pêk anî. Ji îro pê de emê civînên gurûba xwe her hefte li Diyarbekirê pêk bînin.”

Ez vê biryara BDP-ê rast dibînim û pîroz dikim. Dibê gavê pasda navêjin. Serkeftina ya me ye, ya gelê kurd e...


Tûtî û pisik

Dibêjin carekê yekî ji xwe ra tûtiyekî(papaxanekî) pir xweşik kirî û bir mal. Ji dêlî ku têke qefesê, rabû ew di hundur malê da serbest berda û dû ra jî lêxist û çû ser karê xwe.

Bi vê serbestiya di hundur da tûtî gelkî kêfxweş bû, ji odeyekê firiya odeyeke din, ji derekê û çû li ser dereke din venîşt.

Ji kêfa nizanîbû çi bikira, geh difiriya, geh vedinişt. Û wer jî dikir qîjewîj û qerepere.

Dawiya dawî çû li ser refekê danî û dest bi xwendinê kir.

Pisika malê ku heta wê gavê bi hawakî bêdeng û matmayî lê temaşe dikir, êdî hew xwe ragirt, bi hêrs qîriya û got:

- Kurro tu kî yî û tu li vir çi digerî? Ji vêsê da ye bi wê qîjewîja xwe te ez ji guhan kirim. Dengê xwe bibire ez nikanim rakevim...

Tûtî awirekî tûj da pisikê û dû ra jî got:

- Ez tûtî me û nuh hatime vê malê û heta dilê min bixwaze jî ezê bikim qîjewîj. Çimkî karê min ev e. Heqê te tuneye tu rabî emir bidî min û ji min ra bibêjî devê xwe bigre.

Li hember vê bersîva tûtî pisik hinekî şeqizî, got:

- Baş guh bide min! Ez pisika vê malê me û hemû jiyana min jî li vir bihuriye. Diya min her tim şîret li min dikir, digot, li vê malê dibê meriv tim bêdeng be û rehet bisekine.

Tûtî mizicî û got:

- Ê wê gavê ji kerema xwe ra şîreta diya xwe bi cî bîne û nepeyive û emir nede xelkê. Lê belê herçî ez im, yê min wezîfa min cihê ye. Dibê ez tim bixwînim û bikim qîjewîj. Ne ku wek te tim rakevim û bokim pixe pixxx. Çimkî malxuyê malê ne ji bo raketinê, ji bo vî dengê min yê xweş ez kirîme. Lema jî dibê ew têr li dengê min guhdarî bike û pê dilşa bibe.Te fêm kir?

Pisikê bi hêrs û bi awirekî tûj di bin çavan ra lê nêrî, lê dengê xwe nekir, dîsa serê xwe da ser pepikên xwe û bû pixîna wê, raket…

27 juni 2011

Oya Eronat maşeya destê Erdogan e

Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîsîne, Oya Eronat a ji AKP-ê ku piştî YSK-ê parlamenteriya Hatîp Dîcle îptal kir û di dewsa wî da ew kir parlamenter, îro çûye meclîsê û qeyda xwe çêkiriye.

Dema min ev xeber xwend ji hêrsa bedena min tevizî, fena ku yek destê xwe têke gewriya min û bixwaze min bexeniqîne û herdu destên min jî girêdayî bin, ez nikanibim tiştekî bikim.

Fena ku yek heqareteke pir mezin li min bike, lê devê min girêdayî be lê ez nikanibim bersîva wî bidim û tufî ruyê wî bikim.

Ev zulm û neheqiya li hemberî Hatîp Dîcle tê kirin bi min hewqasî zor û giran tê ku ez nikanim bi gotinan bînim zimên.

Heger nuha min kanîbûya xwe bigîhanda wê mexlûqata rezîl, bêheya û namerd minê destê xwe têkira gewriya wê û bixwesta wê bixeniqînim…

Ji bo ku meriv bi 80 hezar rayên diziyê, rayên yekî girtî parlamenteriyê qebûl bike, dibê meriv neînsan û pir bêexlaq be, ji bo kursiyekê dibê meriv ruhê xwe firotibe.

Gava meriv neînsan û bêexlaq be, meriv nikane heqnas û adil be jî.

Li cîhanê tu tişt bi qasî însên nikane bilind û nizm bibe, yanî ezîz û rezîl bibe.

Lê ji bo Oya Eronatê, gotina ”rezîl” jî weke pesindanekê ye, ji ber ku wê bi piştgiriya hukûmeteke zorba û bêedalet 80 hezar rayên kurdan şewitan û li bajarekî ku xelkê ew hilnebijartiye parlamaneteriya wî bajarî qebûl kir.

Ev bêedaletiyeke mezin û bêexlaqiyeke nedîtîye…

Herçiqas tê gotin ku Oya Eronat ji Diyarbekrê ye jî lê ez bawer nakim ku ew kurd be. Ruyê wê ji dûrva ban dike ku ew ne kurd e, ew bêesil û xerîbeke neyara miletê kurd e. Ruyê wê ruyê qetlê ye, ruyekî bêyom û qebîh e, mriv jê ditirse...

Lê esas Oya Eronat ne tu tişt e, ew rebeneke basît e, piyon e, maşeyeke di destê Erdogan da ye.

Organîzator û serkêşê vê zulmê Erdogan e.

Yê Eronat da pêş jî Erdogan e û yê pê da israrkirin jî Erdogan e.

Heger Erdogan jê ra bigota qebûl neke, Eronatê qebûl nekira û ewê îro neçûya qeyda xwe nekira.

Lê ji her kesî bêtir bîzatîhî Erdogan di vê meselê da israr dike û naxwaze Hatîp Dîcle bibe parlamenter.

Erdogan naxwaze ji ber ku ew merivekî neyarê miletê kurd e, ji kurdan nefret dike, tiştê osmaniyan û kemalîstan nikanîbû bikirana ew dixwaze bike, yanî dixwwaze tevgera kurd ya netewî bişkîne û kurdan jî bi riya terorê û asîmîlasyonê bike tirk.

Heger Erdogan bi qasî misqalê zereq jî dilê wî ji kurdan ra bixwesta û ne neyarê kurdan bûye ewê bi vê çavsoriyê 80 hezar rayên kurdan neşewitanda.

Deh donzde  sal hefzrazana Dîcle dilê Erdogan rehet nekirye, dixwaze Dîcle di hefsê da birize.

Loma jî dibê kurd vî neyarê qewmê xwe baş binas in…

Bêyî Eronatê AKP-ê 6 parlamenterên din jî ji Diyarbekrê derxistin. Van 6 parlamenterên xwedêgiravî kurd, li hember vê zulma li gelê wan, li bajarê wan dibe heta nuha qet dengê xwe dernexistine.

Bifirkirin, meriv parlamenterê bajarekî be û li bajarê meriv bûyereke hewqas mezin biqewime lê meriv qet dengê xwe neke.

Meriv parlamenterê bajarekî be û li bajarê meriv bi sedhezaran însan her roj vê neheqiyê protesto bikin û pûlis jî gelê meriv, xwişk, bira, dost  û merivên meriv tim bidin ber çopan, bi xaza jahrî însanan jahrdadayî û nîvkuştî bikin, lê meriv dîsa jî qet dengê xwe dernexe...

Hema parlamenteriyeke wiha bira têkeve binê erdê…

Ez meraq dikim, van kesana sibe ewê çawa herin Diyarbekrê û ewê bi çi rûyî derkevin nava gelê xwe?

Parlamenterê ku di rojeke wiha da nikanibe fikrê xwe bibêje, newêribe dengê xwe bike, nikanibe li gelê xwe xwedî derkeve hebe çi ye, tunebe çi ye?

Wan(parlamenterên AKP-ê yê Diyarbekrê), ûjdan û şexsiyeta xwe bi parlamenteriyê firotine, teslämä Erdogan kirine.

Heger ne wiha bûya dibê heta nuha wan jî bikanîbûya li hemberî vê neheqî û zulma li gelê wan dibe du gotin bigotana.

Kurdên di nava rêxistin û partiyên tirkan da kursî û meqamên wan çi dibin bira bibin ew êsîr û pepûkê ber destê tirkan e, ne mimkûn e ku bikanibin bibin xwedî fikir û şexsiyeteke serbixwe..

Serpêhatiya şêr, gur û rûvî

Dibêjin hebû tunebû, şêrek hebû. Rojekê şêr ji nişka ve nexweş ket. Çend rojan wer li erdê ma û naliya. Hemû lawirên daristanê çûn ser û li halê wî pirsîn, xwestin jê ra bibin alîkar.

Lê belê kesî jî nikanîbû tiştek bikira û jê ra dermanek bidîta. Serdarê daristanê di qulika xwe da roj bi roj xerabtir dibû û diheliya.

Rojekê gur jê ra got:

- Serdarê mezin, ez nizanim bala te dikşîne ya na, lê tu dibînî heta nuha rûvî yek carê jî nehatiye serdana te û li halê te nepirsiye. Diyar e ku ew qet guh nade siheta te. Esas dema tu sax e jî qet hurmeta wî ji te ra tuneye. Ew tu carî te weke serdarê xwe qebûl nake. Ji ber vê yekêye ku dema tu nexweş e jî qet nayê li halê te napirse.

Tam wê gavê rûvî ji wir dibihurî. Dengê gur çû ket guhê rûvî. Rûvî hema di cî da riya xwe dagerand û çû ket qulika şêr. Dema gur rûvî li hember xwe dît şaş ma.

Rûvî got:

- Serdarê mezin, ez bawer dikim haya gur baş ji meselê tuneye. Dema dibêje ez li ber nexweşiya te nakevim û qet ne xema min e, ne rast e. Ya rast ez ji her kesî bêtir bi nexweşiya te diêşim û gelkî jî xemgîn dibim. Ew hatiye li kêleka te rûniştiye û tenê dipeyive û fêsadiyê dike. Naçe li dermanekî, li hekîmekî nagere. Lê ez? Ji roja ku tu nexweş ketiye û heta îro, min qet nig di bin xwe ve nekiriye, ez bi şev û roj wer li hekîmekî baş û li dermanan geriyame. Ez hewqasî geriyame ku êdî nikanim li ser xwe biedilim.

Şêr gotina rûvî birî û bi hawakî bi sebir got:

- Te tu derman dît?

Rûvî got:

- Erê, min dît. Ez nuha ji ba hekîmekî pir baş têm. Ji min ra got, here ji serdêr ra bibêje, bira postê gurekî nuhkuştî li xwe bipêçe û du rojan tê da îsrehet bike. Got tenê ev dikane we ji mirinê xelas bike. Wekî din tu derman û çareya vê nexweşiyê tuneye.

Berî ku gur firsendê bibîne û li hember van gotinên rûvî tiştekî bibêje, şêr hema yek nekir dudu û xwe avêt ji ser da û dev kir gewriyê. Çavên gur li hewa zoq bûn.

Rûvî keniya û di guhê gur da got:

- Bira ev ji te ra bibe ders, ji bo ku careke din tu fesadiyên weha nekî...


26 juni 2011

Kêla mahneyan tu carî tije nabe

Tê gotin, ji ber ku Hatîp Dîcle xwedêgiravî pesnê “terorê” daye loma jî mahkimeyeke Tirkiyê ji ber van gotinên wî 18 meh ceza dayê û ev yek jî bûye sebebê ketina parlamenteriya wî.
Lê gelo her kes dizane ku Hatîbp Dîcle çi gotiye û çawa pesnê “terorê” daye?

Ji ber ku tirk di minaqeşeyan da qet li ser vê yekê nasekinin, tenê dibêjin efendim 18 meh cezayê wî heye û ev yek jî li gorî qanûnan rê li ber parlamenteriya wî digre.

Lê çi sûc e, çi gotiye?, kes naxwaze qalê bike

Hatip Dicle, di sala 2007-an da li ser pirsekê gotiye:

“Dema operasyonên artêşê ranewestin, ewê jî(yanî gerîlla)mafê xweparastinê bikarbînin.”

Yanî dema leşker êrîşê bibin ser gerêîlla û wan bikujin ewê jî xwe biparêzin.

Ma ji vê bersîvê normaltir bersîv heye?

Û ji xwe di praktîkê da jî wiha dibe.

Di dema agirbestê da artêş êrîşê dibe ser gerîlla û gerîlla jî xwe diparêze.

Dîcle jî ev yek gotiye, gotiye bira artêş operasyonan rawestîne.

Lê ”qanûnên” Tirkiyê dibêjin ev bersîv sûcekî pir giran e û kesê ku van gotinan bibêje nikane bibe wekîlê gel.

Li gorî wan, dibê Dîcle bigota, ”dibê di operasyonan da gerîlla ebeden xwe neparêze, bira leşker wan bikuje.”

Mahkime vî cezayî li gorî ”qanûna li dijî terorê” dide kurdan. Qanûnek bi navê ”qanûna li dijî terorê” li hemberî kurdan çêkirine û kînga dilê wan bixwaze pê kurdan dixin hefsê.

Heta ku ev  ”qanûn” hebe tu kurd nikane dîtin û fikrên xwe bi rengekî azad bibêje.

Dema bibêje weke Dîcle digrin û ceza dikin.

Lê her kes dizane ku ji sala 2007-an û heta nuha bi hezaran kesî gotinên sed qatî ji van gotinên Dîcle girantir gotine, lê dîsa jî 18 meh ceza nedan kesî.

Lê çar salan piştî vê axaftina Dîcle, tam di dema hilbijartina da ev ”sûcê” Dîcle hat bîra mahkemeyeke tirk û rabû ev ceza da wî.

Herkes dizane ku gotinên wiha û yên gelkî ji van girantir jî êdî her roj bi sedan car di telewîzyonan da tên gotin.

Di praktîkê da gotinên wiha êdî tu mahkime guh nadê.

Lê ya Dîcle mahne(bahne)ye û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe.

Berê biryar girtibûn ku Hatîp Dîcle nekin parlamenter. Loma jî berî hilbijartinan bi sê rojan cezayek jê ra îcad kirin.

Berê namzediya wî qebûl kirin, li ser vê qebûlkirina wan bi 80 hezar rayî ji alî gel ve aht hilbijartin û çû mazbata xwe jî girt.

Lê nuha jî dibêjin nabe tu herî meclîsê, ji ber ku ji destpêkê heqê te tunebû.

Ê heger heqê wî tunebû we di serî da nehîşta.

We nehîşta bibe namzet.

We mazbata wî nedayê.

Di serî da hîştin bibe namzet ji ber ku ew ji destpêkê da xwediyê vê planê bûn, wan dizanîbû ku Dîcleyê qezenc bike û namzeda wan qezanc nake.

Loma jî di serî da çavê xwe bera vê hîleyê dabûn, hesabê wan ew bû ku bi vê riyê ewê parlamenterekî din ji BDP-ê bistînin.

Çawa ku gelek caran gelê kurd hesabê tirkan şaş derxistiye, bêşik îcar jî ewê şaş derxe, hesabê wan yê şaş ewê ji Diyarbekrê vegere.


Hz. Muhammed gotiye:

-Kesê ku li hemberî neheqiyê bêdeng bimîne îblîsê bêdeng e!

Îcar Erdogan û hevalên wî ne tenê li hemberî neheqiyê bêdeng dimînin, ew bi xwe neheqiyeke nedîtî û zulmeke pir mezin li kurdan dikin.

Loma jî Erdogan û hevalên wî ji "îblîs" jî xerabtir in.


Gotineke Voltaire ya meşhûr heye, camêr gotiye:

-Ez ne bi dîtinên te ra me, lê belê dawiya wê mirin be jî ezê mafê te yê axaftinê biparêzim.
Gelo çend ronakbîr û bawermendên tirk li gorî vê gotina Voltaire hereket dikin?
Ew ji me kurdan ra dibêjin hûn bi heq in, lê alîkariya me nakin.
Û ev jî ne bes e, dixwazin ku li hemberî zulmê em jî dengê xwe nekin û hustuyê xwe xwar bikin.



Rûvî û mirîşk

Dibêjin carekê rûvî bi dizîka çû ket hewşekê, bi hêviya ku ji xwe ra qûtekî bibîne û zikê xwe têr bike.

Hewş xalî bû. Rûvî bala xwe da der û dora xwe, hew carê dît ku wa ye mirîşkek bi tena serê xwe li ser dîwarê hewşê lûsiyaye.

Dema çavên rûvî li mirîşkê ket gelkî kêfxweş bû û hema tahma devê xwe xweş kir, bi hêviya ku ewê wê bixwe.

Lê dîwar pir bilind bû, rûvî nikanîbû xwe bigîhanda mirîşkê. Loma jî xwest fenekê li mirîşkê bike û ji ser dîwêr daxîne jêr. Bi zimanekî nerm û şîrîn ji mirîşkê ra got:

- Êvar baş mirîşka delal!

Mirîşkê got :

- Êvar baş, mamê rûvî.

Rûvî peyva xwe domand û got:

-Wele min got ez seriyekî bidim te û li halê te bipirsim, hela ka tu çawa yî?

Mirîşkê got:

-Mala te ava mamê rûvî, ez baş im, îdare dibe...

Rûvî got:

-Bi qasî ku min bihîstiye tu hinekî nesax î. Loma jî min got ez werim saxtiya te bikim. Tu zanî em rûvî ji bav û kalan de bijîşk (tuxtor) in û ji hemû nexweşiyan baş fêm dikin. Îcar ka ji kerema xwe ra were jêr ji bo ku ez te baş miayene bikim. Hela ka nexweşiya te çi ye? Û dû ra jî dermanekî bidim te. Tiştê ji min ve xuya ye tu pir nexweş î û halê te tuneye.

Mirîşkê qet xwe ji ciyê xwe nelivand û got:

-Mala te ava mamê rûvî. Ez zanim bijîşkiya we pir nav û deng e. Bi rastî jî qet halê min tuneye. Ez hewqasî nexweş im ku ez nikanim xwe ji ciyê xwe jî bilivînim. Lê ya din jî, ez baş dizanim ku dema ez dakevim jêr tu yê di cî da min bixwî. Bijîşkiya te ev e. Ji ber vê yekê jî bi riya xwe da here û dev ji min berde. Ez bi van derewên te naxapim…

Piştî vê bersîva mirîşkê, rûvî baş fêm kir ku ew nikane mirîşkê bixapîne. Ji hêrsan diranên xwe qîç kirin û di ser xwe ra nexel nexel(xayin xayin) li mirîşkê nêrî.

Lê tiştekî bikira jî tunebû. Lema jî lêxist û çû. Û êdî mirîşk jî ji xwe ra rehet lûsiya.

25 juni 2011

Tirsa şêr û fîl

Dibêjin rojekê şêr rabû çû ba fîl û jê ra qala derd û kukên xwe kir. Ji fîl ra got:
- Bira, jiyana min ne tu jiyan e, ez ji ber xwe û ji ber nav û dengê xwe fedî dikim. Herçiqas navê min wek serdarê hemû teyr û tû û lawiran derketibe jî, lê ya rast ez ne layiqî vî navê xwe me. Wek tu jî dizanî, ez heywanekî mezin im, gelkî bi hêz im û pirr jî xurt im. Hemû heywanên daristanê ji min ditirsin. Diranên min wek şûran in, bi wan ez dikanim te ji hev zîvêl zîvêlî bikim. Lê li gel vê hêz û xurtiya min jî ez ji dîkekî ditirsim. Bi bihîstina azana dîk ra hinavê min diqete, çongên min dikevin ber min û ez qudûmşikestî dibim.

Dema şêr, ji fîl ra qala vê tirsa xwe ya ji dengê dîk dikir, fîl ji alîkî da him bi baldarî lê guhdarî dikir û him jî herdu guhên xwe yên şekalî bi hawakî bênabên tim dilivandin û ew serê xwe yê mezin jî tim bi vî alî û wî alî da li ba dikir. Fena ku tiştek ji xwe diqewitand.

Vê yekê bala şêr kişand û bi meraqdariyeke mezin ji fîl pirsî, got:

- Birakê fîl li qusûrê mêze neke, lê min meraq kir. Ji vêsê da ye çima tu wer guhên xwe dilivînî û serê xwe li ba dikî?

Fîl mizicî û got:

-Ma qey tu nabînî? Ji serê sibê da ye li dora guhên min vingevinga kelmêşeke pîsik e, rehetiyê nade min. Heger ew têkeve guhê min mala min şewitî... Ji ber vê yekê jî ez guhên xwe tim dilivînim ji bo ku ku ew nekeve guhên min.

Li ser vê bersîvê, şêr keniya û got:

- Birayê delal, ez naxwazim dilê te bihêlim, lê ji vêsê da ye ez gazinan ji xwe dikim, ji ber ku ez ji dîkekî ditirsim. Lê qet nebe dîk ji kelmêşê mezintir e. Dîyar e tirsa her kesî ji tiştekî heye, tu kesê netirse tuneye. Lê tirsa te ya ji kelmêşekê jî hinekî zêde ye. Ya baş ew e ku ez zêde gazinan ji tirsa xwe nekim û şikiriya xwe bi halê xwe bînim...


"Problem ne ji Apo ye, ji me ye, em hîn nebûne yek dewlet"

Rojnamevan Cengîz Çandar rapora xwe ya li ser çareserkirina mesela Kurd do di konferansa TESEV-ê da(Weqfa Aborî û Etudên Sosyal ya Tirkiyê) eşkere kir.

Rapor li ser daxwaza TESEV-ê ji alî Cengîz Çandar ve piştî xebat û lêkolîna nêzî salekê û hevdîtinên bi gelek berpirsiyarên dewletê, hukûmetê, serok û birêvebirên PKK-ê, BDP-ê, KCK-ê û bi riya abûqatan bi Ocalan ra hatiye amedekirin.

Cengîz Çandar di rapora xwe ya 100 rûpelî da ji bo çareseriya mesela kurd bi kurtî 7 xalan pêşniyar dike.

Hasan Cemal di nivîsa xwe ya îro da pir pesnê vê xebata Cengîz Çandar dide û ji raporê gotina berpirsiyarekî dewletê neqil dike, dibêje ”mesele ne ji APO ye, ji me ye.”

Cengîz Çandar ji Hasan Cemal ra gotiye, gava ew li ser raporê bi berpirsiyarekî dewletê yê bilind ra dipeyivî, yê berpirsiyar jê ra gotiye ku:

“Dewlet ji sala 1999-an da ye bi Ocalan ra hevdîtina pêk tîne. Ocalan merivekî pir jîr, pir bi tecrûbeye…Problem ne ji Apo ye, ji me ye. Em hîn nebûne dewlet, hîn nebûne yek dewlet.”

Ji van gotinên berpirsiyarê dewletê yê mezin jî em careke din fêr dibin ku dewlet di çareserkirina mesela kurd da hîn ne hazir e.

Di nava dewletê da di vî warî da hîn lihevkirineke mişterek tuneye.

Yanî dewletê hîn biryara xwe nedaye ku ewê mafê kurdan bidin ya na. Di vî warî da hîn ne xwediyê biryar û fikreke zelal in.

Heta ne ev tenê, meriv dikane bibêje ku di nava dewlet û hukûmetê da dîtin û şêla xurt û serdet hîn jî tasfiyekirina PKK û BDP-ê ye.

Loma jî hukûmet di vî warî da gaveke pozîtîv navêje û tim û tim riya şer, girtin û terorê bikar tîne.

Ji ber vê yekê ye ku her roj êrîşê dibin ser endam, berpirsiyar û serokên BDP-ê û bi îthamên vala û pelapûçî wan digrin û dixin zindanan.

Van êrîşên dewletê, îptalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle û bernedana 5 parlamenterên girtî hemû bi vê şêla dewletê ya li hemberî mesela kurd ve girêdayî ye, dewlet û hukûmetê hîn dev ji siyaseta xwe ya tasfiyekirina PKK-ê, BDP û helandina kurdan bernedaye.

Hîn jî hêviya wan ew e ku ewê PKK-ê biqedînin.

Û hemû ev “hevdîtinên” bi salan yên bi Ocalan ra, gotin û sozên gulover, TRT6 û hin gavên din giş ji bo xapandin, serîlêgerandin û qezenckirina wextê ye.

Heger dewletê bi rastî jî bixwesta mesela kurd çareser bike bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan da nedigirtin, parlamenteriya Hatîp Dîcle îptal nedikirin û nedidan jineke bêesil, rezîl û provakator.

Dibê PKK û BDP vê nêta dewlet û hukûmetê ya xerab bibînin û li gorî wê gava bavêjin.

Di mesela Hatîp dîcle û 5 parlamenterên girtî da bi boykotkirina meclîsê BDP-ê  biryareke di cî da û rast girt û heta ku parlamenteriya hemû havalên wan lê neyên vegerandin dibê dev ji vê biyara xwe bernede.

Hukûmeta AKP-ê ketiye tengasiyeke pir mezin, heger kurd dev ji biryara xwe bernedin hukûmeta AKP-ê mecbûrî ewê daxwazên kurdan qebûl bike.

Dibê kurd bi sozên devkî û bêprotokol nexapin û parlamenteriya Dîcle neşewitînin.

Serkeftin ya BDP-ê û ya gelê kurd e û ew dem jî nêzîk e.

Hemû kurdên welatparêz dibê li pişt vê berxwedana BDP-ê raswestin û bi hemû îmkanên xwe piştgiriyê bidinê.

24 juni 2011

Kemîna ji kurdan ra kola bûn ew bi xwe ketinê

Tirk ketine rewşa nêçîrvanê di kemîna xwe wer be, kemîna ku ji bo kurdan kola bûn, bi kurdan ra ew jî tê werbûn û nikanin jê derkevin.

Van qanûnên xwe ji bo kurdan wiha çêkiribûn. Ji bo ku dema dilê wan bixwaze rê li ber kurdan bigrin, nehêlin kurd bipeyivin.

Lema jî hemû tevlihevî, dijayetî û gelşên di qanûnên wan da ji ber mesela kurd e, çimkî hemû qanûnên xwe li gorî kurdan ava kirine.

Lê îro bêhemdî ev qanûnên li dijî kurdan hinekî zirarê dide wan jî û hinekên wan jî di agirê kurdan da dişewitîne.

Ev tevliheviya piştî hilbijartinan jî careke din nîşan dide, heta ku kurd negihîjin azadiya xwe li Tirkiyê ne demokrasî bicî dibe û ne jî dawî li gelşên qanûnî û siyasî tên.

Ji ber ku hemû qanûn li ser esasê înkar û wendekirina kurdan hatine çêkirin. Heta ku di qanûna esasî û yên di da hebûna kurdan û mafên wan yê netewî neyê qebûlkirin li Tirkiyê ne îstîkrar çêdibe û aramî.

Kurd êdî weke milet, bi milyonan rabûne ser xwe û ji dewletê doza serbestî û azadiya xwe dikin, êdî ne çend telebe û ronakbîr û siyasetmedara tenê ne...

Dewlet û siyasetmearên tirk dibê vê rastiyê bibînin.

BDP-ê di demeke pir bi îsabet û di meseleyeke pir bi heq da biryareke pir rast û dîrokî girt, got em naçin meclîsê.

Çimkî kurd bi heq in û bi biryara YSK-ê zulmeke pir mezin li kurdan hatiye kirin. Kesên li dijî kurdan jî nikanin vê biryara YSK-ê biparêzin.

Yanî kurd li ser zemînekî pir bi heq in.

Ev gelkî girîng e.

Loma jî biryara neçûna meclîsê li Tirkiyê û li cîhanê olaneke pir mezin da. Kes nabêje kurd neheq in.

Ji ber vê yekê jî dibê BDP ji daxwaza xwe ya betalkirina parlamenteriya Oya Eronatê, qebûlkirina 6 parlamenterên girtî û sozdana guherandina qanûna esasî gavê paşda navêje.

Hukûmet û partiyên din îro ji her demê bêtir mecbûrî qebûlkirina van daxwazên kurda ne.

Dibê BDP vê îmkanê û fersendê ji destê xwe bernede û di van daxwazên xwe yên bi heq da israrkar be.

Ker û rûvî

Kerê rojekê ji xwe ra got:

-Ev halê min ne tu hal e. Însan him li min suyar dibin û him jî barên xwe li min dikin. Dibê ez xwe ji vî halî xelas bikim.

Wiha got û çû ji derekê ji xwe re postekî şêr peyda kir. Dû ra jî rabû postê xwe li xwe kir û xwe bera nav daristanê da. Di nav daristanê de wek ku bi rastî jî şêr be dest bi quretî û çavsoriyê kir. Bi vî hawî çend rojan gelek lawirên nezan û kêmaqil tirsand, qutifand.

Demekê kêf kêfa kerê bû, êdî her kesî ne weke ker, bi çavê şêr lê dinêrî û li gorî wê jê ditirsiyan û hurmet nîşan didanê.

Lê vê yekê zêde dom nekir, dawiya dawî rojekê rastî rûvî hat, xwest rûvî jî weke lawirên din bitirsîne. Lê belê rûvî keniya û got:

- Birako, bi postê şêran ker nabin şêr. Heger tu dixwazî min bitirsînî dibê tu xwe ji zirîna xwe ragirî. Heger te bikanîbûya devê xwe jî bigirata û weke henşerîyan neziriya bi îhtîmaleke mezin minê jî bigota bi rastî jî qey tu şêr î û ezê jî ji te bitirsiyama. Lê belê çer tu ziriya min fêm kir ku tu ker î, tu ketiyî postê şêr. Lema jî temiya min li te, dema tu dixwazî bibî şêr ya jî têkevî kirasê şêran dibê tu wek keran nezirî, dev ji zirîna xwe berdî.

Piştî rûvî ev şîret li kerê kir, kerê di cî da postê şêr di ser xwe ra anî û berê xwe da mala xwe û ji wê rojê û pê ve êdî hew postê şêr li xwe kir.


Yê însan be dibê li hemberî zulmê bêdeng nemîne

Dostê hêja birêz Fehîm Işik do di facebookê da gotineke şoreşgerê mezin Steve Biko ya pir xweş weşand.

Biko dibêje:

”Kesên spî him pihînê davêjin ji qûna me da, him jî li hemberî vê pihînê dibê em reaksiyoneke çawa nîşan bidin dîkteyî me dikin.”

Îro bi rastî tam jî roja dubarekirina vê gotina Steve Biko yê mezin e.

Bi rastî jî tirk eynî weke Biko gotiye dikin, her roj di telewîzyonan da weke mezinên me şîretan li me dikin,  ji mer ra dibêjin ku li hember "pihîn û sîleyên" wan dibê em sakin û bînfireh bin, maqûl bin û xwe aciz nekin...

Gotineke Biko ya din jî heye gelkî manîdar e. Dibêje:

”Sîleha kesê serdest ya herî mezin şêla yê bindet e.”

Yanî heger yê bindest li hemberî zulmê bêdeng bimîne û hustuyê xwe xwar bike, yê serdest ewê ji vê yekê cesaretê bigre û hîn bêtir li hustuyê wî siwar be...

Heger heta nuha piraniya kurdan zulma li wan dibû qebûl nekirana, tirkan nuha nikanîbûn ev zulma xwe bidomandana, nikanîbûn li ciyê rehetiyê bi hezaran siyasetmedarên kurd bavîtana zindanan.

Hemû têkiliyên di nabêna kurd û tirkan da têkiliyên li ser asasê ku tirk hêjatir, baqiltir, medenîtir û kurd jî kêmhêja, kêmaaqil û nemedenîtir in.

Tirk bi vî çavî li xwe û li kurdan dinêrin.

Loma jî tirk her roj di telewîzyonan da kurdan dawetî maqûlbûnê dikin, aqil didin kurdan, şîretan li siyasetmedarên kurdan dikin.

Yanî li alîkî pûlis, leşker, milet û dadgeh rola pûlisên xerab û siyasetmedar, ronakbîr û çapemenî jî rola pûlisên baş dilîzin.

Hinek lim e dixin, li hustuyê me siwar dibin û hinek jî me dawetî maqplî, sakinî û bînfirehiyê dikin.

Ronakbîr û siyasetmedarên tirk, ji kurdan ra dibêjin, li hember vê zulmê, neheqiyê, girtinê hefsê, îşkenceyê neqeherin, bîna xwe fireh bikin, maqûl bin û li dijî zulimkaran ranebin, dilê zulmkaran ji xwe nehêlin.

Erê caran li we neheqî dibe, lê rastkirina wê, bi hêrsê, bi şer û pevçûnê û serîhildanê nabe, dibê hûn bi rengekî nerm û kibar li ber zaliman bigerin û ji wan merhametê bixwazin, miheqeq rojekê ewê li we werin rahmê.

Şîreta ku siyasetmedar û ronakbîrên tirk li me kurdan dikin ev e.

Berî heriştî dibê ev rewş, ev dîtin were guhertin, dibê tirk qebûl bikin ku ev şêl û dîtina wan ne rast e, ew jî tenê însan in, tu tiştekî wan ji kurdan ne zêdetir e.

Ew ji kurdan ne hêjatir û ne baqiltir in.

Û pir rast e ku kurd neheqiyê û zulmê qebûl nekin û li hemberî wê îsyan bikin…


Ez biryra BDP-ê ya "boykota" meclîsê pîroz dikim!

Rêveberiya Licneya Navendî ya BDP-ê û parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, ji bo ku biryara YSK-ê ya derbarê Hatîp Dîcle da binirxînin îro li Amedê civinek pêk anîn. Di civînê da BDP-ê û hemû parlementeran bi yekdengî biryara boykotkirina meclîsê girtin.

Ji ber vê biryra di cî da û rast ez hemû parlamenterên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ji dil û can pîroz dikim.

Sebebên do Şerafettîn Elçî di axaftina xwe da nîşan dan hemû jî rast in. Loma jî heta ku ew daxwazên wan neyên cî dibê BDP ji vê biryara xwe ya boykota meclîsê paşda venegere.
Bi dîtina min BDP û parlamenteran bi neçûna meclî biryareke pir rast û di cî da girtine. Dibê kurd bêhurmetî, heqaret û zulmeke hewqas vekirî qebûl nekin.

Dibê rê nedin lîstika hukûmtê ya bi kurdan.

Hukûmet di hilbijartinan da tehamulî serkeftina kurdan nake, derxistina 36 mebûsan bi wan pir zor tê.

Loma jî dixwazin bi rêyên wiha gurûbê yeko yeko perçe bikin.

Dixwazin vê plana xwe bi Hatîp Dîcle tecrûbe bikin û reaksiyona kurdan fêr bibin.

Ji xwe wa ye derket ortê ku YSK-ê ev biryar li ser gilî û daxwaza cîgirê serokê AKP-ê û bi piştgiriya CHP-ê û MHP-ê girtiye.

Yanî ev biryara YSK-ê li ser israra AKP-ê hatiye girtin.
Lê AKP-ê digot ku tu têkiliyeke wan bi vê biryara YSK-ê ra tuneye, YSK, dezgeheke serbixwe ye, biryarên xwe ew bi xwe dide.

Eşkere bû ku ne wiha ye.

Bi kurtî di vê biryara YSK-ê da rol û tesîra AKP-ê pir mezin e, hetta meriv dikane bibêje ku AKP-ê bi zor ev biryar bi YSK-ê daye girtin.

Loma jî dibê BDP û parlamenterên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê vê zorbatiya hukûmeta AKP-ê qebûl nekin û Hatîp Dîcle tenê nehêlin.

Heger BDP bi hin zixtên derûdorê û yên hin kesan vê neheqî û zorbatiyê qebûl bike, ne tenê parlamenteriya Hatîp Dîcle, ewê parlamenteriya 5 kesên din jî bişewitînin.

Loma jî dibê BDP û hemû parlamenterên wê, li ser soza xwe, ”ya emê gişê biçin meclîsê ya jî em yek jî naçin” bisekinin.

Dibê BDP terka Hatîp Dîcle neke.

Dibê bi 78 hezar rayên Hatîp Dîcle parlamenteriya jineke bêexlaq, kêmfersend û faşîst neyê qebûlkirin.

Heger BDP û parlamenterên wê ji bo kursiyên xwe vê neheqiyê qebûl bikin ewê pir û pir eyb bikin û netîceyên vê teslîmiyetê jî ewê pir giran bin….

Dibê tirk bibînin ku lîstika bi kurdan hewqasî ne erzan e.

22 juni 2011

Rûvîyê xwe bi şêr ra rewisand

Dibêjin hebû tunebû, şêrek hebû. Rojekê di dema nêçîrê da rastî rûviyekî hat. Şêr bala xwe dayê ku halê rûvî ne tu hal e, pûrta wî rûçikîye, ji birçîna zikê wî bi neweqê va zeliqîye û bi zorê xwe li ser nigan digre. Şêr li hember vê jarî û perîşaniya rûvî şaş ma, jê pirsî, got:

- Rûvî, ma çima tu ketiye vî halî û wiha perîşan bûyî?

Rûvî keserek kûr kişand û got:

- Ey serdarê hemû lawiran, îsal ji min ra pir xerab hatiye, ez dikim nakim tiştek bi ber qîlê min nakeve. Ji ber vê yekê jî ez mame hestî û çerm û dikim ji birçîna bimrim.

Şêr got:

- Ma tu dixwazî ku ez zikê te têr bikim?

Rûvî got:

- Welehî tu û mezinayiya xwe, ku tu çêyiyeke wiha bi min bikî, ezê heta û heta minetdarê te bim.

Şêr got:

- Wê demê baş li min guhdarî bike, min çi ji te pirsî dibê tu bersîva min bidî. 

Rûvî got:

-Baş e ez benî, tu çi bibêjî wek te.

Şêr got:

- Çavên min çawa ne?

Rûvî got:

- Çavên te çavên şêran e.

Şêr got:

- Serê min çawa ye?

Rûvî got:

- Serê te serê egîd û fêrisan e.

Şêr got:

- Diranên min çawa ne?

Rûvî got:

- Diranên te wek xençer û şûran e.

Şêr got:

- Lepên min çawa ne?

Rûvî got:

- Lepên te lepên şêran e.

Şêr got:

- Baş e, wê demê rabe bide pey min.

Rûvî rabû da pey şêr. Pir çûn, hindik çûn, gihîştin mêrgekê. Mêrg tije hesp, hêstir û dewar bûn. Şêr bergîreke qelew raçav kir û êrîş bir ser, lepek lê da û li erdê dirêj kir. Û dû ra jî ji rûvî ra got:

- De were bixwe û zikê xwe baş têr bike.

Rûvî hema zû zûka ket ser goşt û zikê xwe baş têr kir. Rûvî çend rojan, tim çû û hat û li beratê çêriya, heta ku hinekî bi ser xwe va hat. Û wer bawer kir ku çavên wî jî wek yên şêr êdî sor bûne.

  Di ser vê bûyerê ra demek dirêj derbas bû, rojekê rûvî rastî rûviyekî din hat. Ev rûvî jî wek wê dema wî ya birçîbûnê jar û belengaz bûbû, newqa feqîro ji birçîna bi hev va zeliqî bû. Rûvî jê ra got:

- Bira, ma tu çima wiha pir jar ketiyî û perîşan î?

Rûvîyê jar jê re got:

- Bira, ma tu nizanî ku îsal sala xelayê ye? Em giş dikin ji nêza bimrin. Ev serê rojan e ku çêniyek goşt bi devê min nebûye. Ji ber vê yekê jî ez ketime vî halî. Rûviyê çavsor jê re got:

- Wê demê baş guh bide min, min ji te çi pirsî tu bersîva min bidî. Ku tu bersîvan rast bidî soz, ezê zikê te têr bikim.

Rûviyê jar got:

- Heyran, hema tu çi bibêjî wek te, tenê tu zikê min têr bikî bes e.

Rûviyê çavsor got baş e û dest bi pirsên xwe kir, got:

- Çavên min çawa ne?

Rûviyê jar got:

- Çavên te çavên rûviyan e.

Rûviyê çavsor got:

- Na bira, dibê tu wiha nebêjî.

Rûviyê jar got:

- Le ez bibêjim çi?

Rûviyê çavsor rabû ew bersîvên ku wî dabûn şêr, hemû fêrî wî kirin û got, dibê tu wiha bersîvê bidî min.

Rûviyê jar got:

- Baş e ez benî, tu çi bibêjî wek te.

Rûviyê çavsor dîsa dest pê kir, got:

- Çavên min çawa ne?

- Rûviyê jar got:

- Çavên te çavên şêran e.

Rûviyê çavsor got:

- Le serê min çawa ye?

Rûviyê jar got:

- Serê te serê egîd û fêrisan e.

Rûviyê çavsor got:

- Diranên min çawa ne?

Rûviyê jar got.

- Diranên te wek xencer şûran in.

Rûviyê çavsor got:

- Lepên min çawa ne?

Rûviyê jar got:

- Lepên te lepên şêran in.

Rûviyê çavsor got:

- Baş e, wê demê rabe bide pey min, tu yê nuha bi çavên serê xwe derbên mêran bibînî.

  Rûvîyê jar  rabû da pey rûvîyê çavsor. Pir çûn  hindik çûn, gihîştin mêrgekê. Rûvîyê çavsor wek şêr, wî jî bergîrek qelew raçav kir û ji par ra êrîş bir ser bergîrê û bi hemû hêza xwe lepek lê da.

Wî wer bawer dikir ku ewê jî wekî şêr, bi lepekî ra bergîrê wergerîne erdê û bike term.

Lê wek wî derneket. Bergîrê zîtikek baş da qefesa rûvî û ew li erdê kir çît û berda.

Rûviyê jar dema hevalê xwe di wî halî da dît gelkî tirsiya û tavilê ji wir bi dûr ket û dû ra jî hinekî  bi tinazî ji rûviyê çavsor ra got:

- Bira, weleh min zanîbû ku tu ne şêr î, lê te xwe li ber çavên min dikir şêr. Bi hêviya ku ewê çêniyek qoşt bi destê min keve min jî ji fortên te ra digot belê tu şêr î! Lê diyar bû ku bi fortan rûvî tu carî nikanin bibin şêr…


21 juni 2011

Li ser sonda meclîsa Tirkiyê

Sonda mebûsiya Tirkiyê tiştekî pir ne li rê ye û li gorî dîtin û felsefeyeke nîjadprest û faşîst hatiye hazirkirin. Ev pir vekirî ye...

Li tu welatekî demokratîk sond û sosireteke wiha tuneye.

Li welatên demokratîk parlamenter sond mondê naxwin.

Li welatên medenî û demokratîk tiştên wiha pir eyb e, zorabtiyeke wiha prîmîtîv li dijî azadî û serxwebûna însan e.

Loma tuneye û tu kes jî qebûl anke.

Mesela li Swêd parlamenter tu carî mecbûrî sond û heqareteke wiha nabin, ji ber ku merasimeke wiha nedemokratîk û li dijî hemû hêjayiyên însanî tuneye.

Merasimên wiha ancaqx di rejîmên dîktator, nazîst û faşîst da dibin.

Kemalîstan di esasê xwe da ev sond ji bo kurdan çêkirine. Ji bo ku kurd bibêjin em tirk in.

Bêguman dibê kurd vê sonda nîjadperest û faşîst rexne bikin û têxin rojeva meclîsê û ji bo rakirina wê bixebitin.

Lidijbûna xwe ya li hemberî vê sondê diyar bikin.

Lê weke hinek dibêjin, sondnexwarin tiştekî din e.

Sondnexwarin neçûna meclîsê ye û ev jî ne rast e. Dibê ev yek di serî da ji hilbijêran ra bihata gotin.

Heger emê "sondê" nexwin, wê demê dibê em partiyan ava nekin û nekevin hilbijartinan û neçin meclîsê.

Berî hilbijartinan her kesî dizanîbû ku ev sond heye.

Û ne ev sond tenê, hemû sîstem û piraniya qanûnên Tirkiyê nîjadperest in û li dijî kurdan e.

Ma hemû zarokên me li mekteban her sibe sonda nîjadperest ”ez tirk im, rast im, xebatkar im” naxwin?

Ma bi milyonan kurd naçin leşkeriyê, marşên ji ji vê sondê xerabtir naxwînin, nabin mamûrê dewletê?

Ji ber ku li mekteban ev sond heye kes nabêje çima hûn zarokên xwe dişînin mekteban?

Kes, dê û bavan bi îxanetê sûcdar nakin.

Kes nabêje, dibê meriv zarokên xwe neşînin mekteban…

Bi dîtina min di mesela ”sondê” da propagandeya li dijî parlamenterên BDP-ê ne rast e û propagandyeke neheq e.tu c

Ji xwe kesên hatine hilbijartin wa ye ji nuha da diyar kirin ku ew li dijî vê sondê ne û ewê tu carî sadiqî vê sondê nemînin.

Ev beyan ji bîr û raya giştî ra eşkere dike ku parlamenterên kurd li dijî vê sondê ne û ewê girêdayî wê nemînin.

Tiştê dikin ne bi dilxwazî, bi darê zorê ye.

Ev şêl û protesto têrê dike.

Heta ku kurd bindestê dewleta tirk bin ewê tim marûzî zilm û zorbatiyên wiha bibin. Ji bo ku em sondên wiha nîjadperest nexwin dibê em weke milet azad bibin…

Şerê şêr û berêz

Dibêjin rojeke havînê ya pir germ bû, şêrek û berazek* çûn ser çemekî ji bo ku avê vexwin û têr tîna xwe bişkînin. Her du jî pir tî bûbûn û lema jî dixwestin ku yek berî yê din avê vexwe.

Berêz ji nişka ve riya şêr birî û jê ra got:

 - Xwe di ber min ra neke! Ez berî te hatime ser avê, lema jî dora min e.

Li hember van gotinên berêz, şêr pir qeherî, xurrînî pê ket û bi hêrs ji berêz ra got:

- Ez serdarê hemû lawiran û daristanê me. Loma jî dor tim ya min e. Ez nikanim bi tu hawî qebûl bikim ku tu têkevî pêş min û bi wê totika xwe ya pîs ava min şolîn bikî.

Serhişkiya berêz pê girt û dîsa li hember şêr rabû û got na, dor ya min e, ezê berî te vexwim.

Yek ji wî, yek ji wî, herduyan xwe çindî hev kirin û li hev xistin. Û hev û du gerandin û gerandin, heta ku her du jî ji hal da ketin.

Bi helkehelk û bi halekî perîşan herduyan dest ji hev berdan û xwe dan hember hev. Piştî ku hinekî westa xwe girtin şêr dîsa êrîş bir ser berêz û li hustiyê wî suyar hat û di erdê da û bi vî alî û wî alî da vegevizand.

Di vê herşanê da ji nişka ve çavên şêr bi zinarê hember ket. Şêr carê bala xwe dayê ku bavo çi bibîne, ku wa ye refên sîsark, qijik û qertelan li ser zinarê hember bûne rext û li şerê wan temaşe dikin. Şêr hema di cî da hustiyê berêz ber da û jê ra got:

- Hela carê bala xwe bide zinarê hember!

Berêz berê xwe bi zinêr da kir.

Şêr domand û got:

- Ez bawer dikim ku ev qijik û qertelên hember li benda wê yekê ne ku ya berata min, ya jî ya te bixwin. Em kî zora kê bibin ji bo wan qet ferq nake. Çimkî dawiya dawî emê yekê ji wan ra bibin berate. Û jixwe ji bo wan ya muhîm jî ev e. Yanî berate ye.

Berêz careke din berê xwe da teyrên hember, hinekî bi wan da tima bû û dû ra jî ji şêr ra got:

- Birakê şêr, tiştê tu dibêjî rast e. Îcar piştî ku wiha ye were em dev ji şer berdin û bibin dost û hevalên hev.

Şêr got:

- Dibê em bibin. Yan na ya ez ya jî tu, emê ji wan ra bibin berate û di nav çend saniyan da ewê hestiyên me rût bikin û berdin. Û ji xwe ava çem jî heta û hetayê têra me herduyan jî dike. De îcar şerê me ji bo çi ye?
*Beraz:Xenzîr

20 juni 2011

Di wexteke herî kin da dibê komîsyoneke lêkolînan were avakririn

Li gor çapemeniya tirk dinivîsîne Erdogan emir daye ku li bajarên ku BDP biserketiye lêkolînan bikin. Ji bo ku bizanibin çima û ji bo çi BDP li hin bajar, qeza û herêman biserketiye û li hin deran jî biserneketiye?
Ji bo ku ji nuhada tedbîrên xwe bigrin û ji bo guherandina wan sebeban têkevin nava hewildanan.

Esas dibê vê xebat û lêkolînê berî dewlet û AKP-ê kurd bikin.

Dibê bi qasî dewletê em jî bizanibin ku ji bo çi li hin bajarên Kurdistanê AKP hîn jî ji mer bêtir rayam digre?

Li welatê me sebebên vê xurtiya AKP-ê yên aborî, siyasî û sosyolojîk çi ne û çiqasî xurt in?

Gelo em çawa û çiqasî dikanin tesîrê li van şertan bikin û wan di lehê da biguherînin?

Em çawa û çiqasî dikanin elewiyên kurd ji bin tesîra kemalîzmê û CHP-ê derxin û bikşînin nava tevgera kurd ya netewî?

Em Dêrsimê û bajarên din yên Kurdistanê çawa dikanin bikin Culemêrg?

Yanî bi kurtî di demek kin da dibê ji bo van xebatan komisyonek were avakirin. Û ev komisyon dibê bi rengekî profesyonel wer li ser van mijaran raweste, lêkolînan bike û li gor netîceyên lêkolînên xwe pêşniyaran bibe ji siyasetmedaran ra.

Ji bo ku em bikanibin li welatê xwe siyaseteke rast û serkeftî bimeşînin dibê em rewşa welatê û gelşên civata xwe baş nas bikin.

Û ji bo naskirina civatê û dijmin jî lêkolînên ilmî lazim in. Ji bo siyaseteke rast û serkeftî bingeheke saxlem lazim e.

Bêyî bingeheke wiha ne mimkûn e ku em kanibin zora dijmin bibin...
e Û karekî wiha jî ancax BDP  dikane bike, bêyî BDP-ê kes nikane ji bin vî barî rabe. Loma jî di demeke kin da dibê BDP komîsyoneke lêkolînan ava bike....

Serpêhatiya piling

Dibêjin piling rojekê ji xwe ra got:

 - Ez bi roj û şev wer di nav vê daristanê da me, bêyî vê daristanê min dereke din nedîtiye. Hela ka ez ji xwe ra herim hinekî bigerim û dinyayê bibînim.

Û dû ra jî ket rê û çû.

Pir çû hindik çû, gihîşt deştekê. Bala xwe dayê ji hember da pisikek ber bi wî va tê. Wî heta wê çaxê qet pisik nedîtibû, lema jî şaşmayî ma, di dilê xwe da got ev çi teba ye? Pisikê jê pirsî, got:

- Birayê delal, xêr e, ma tu û van deran?

- Piling got:

- Weleh ez ji xwe ra hinekî digerim. Lê bira min jî tiştek meraq kir. Dema ez bala xwe didim bejn û bal, şikil û şemala te, weke ku tu ji malbata me bî. Lê nizanim çima tu wiha biçûk mayî. Gelo tu nexweş î, ya jî derdekî te heye?

Pisikê got:

- Rast e, bav û kalên min jî tim digotin ku em û piling ji yek malbatê ne. Lê ji qedera min ya xerab ra ez ketime ber destên tebayekî zalim, ku jê ra dibêjin însan. Îcar ji ber kul û derdên vî tebayê zalim cîl bi cîl, bavik bi bavik em heliyan û dawiya dawî wek tu dibînî em ketin vî halî. Derdê min tenê ev e, wekî din tu derdekî min tuneye.

Piling keserek kûr kişand û bi hêrs got:

- Ez çawa piling bim û yek kanibe vê neheqiyê li pismamê min bike û wî têxe vî halî? Hela ka tu vî tebayê zalim zû nîşanî min bide, ku ez heyfa te û bav û kalan jê hilînim.

 Pisikê got baş e, wê demê bide dû min, ezê nîşanî te bidim.

 Pir çûn hindik çûn, rastî cotkarekî hatin.

Pisikê got:

- Ew tebayê ku ez xistime vî halî ev e. Wa ye cot dike.

Piling çû ba cotkêr û bi hêrseke mezin jê ra got:

- We însanan heta nuha zulmeke mezin li pismamê min kiriye. Îro ez hatime heyfa pismamê xwe ji te bigrim. Ez wek we ne zalim û ne jî bêbext im. Hema çi sîleha te heye bîne. Tu îro ji destê min xelas nabî, ji bo ku tu ji yên din ra jî bibî ibret ezê te zîfêl zîfêlî bikim!

Cotkêr bala xwe dayê ku mesele ne henek e, ciddî ye, dibê çareyekê ji xwe ra bibîne. Ya na xelasiya wî tuneye, ewê wî bikuje. Rabû ji piling ra got:

- Baş e li vir bisekine, ezê herim ji malê şûrê xwe bînim emê dû ra şerê xwe bikin.

 Piling got:

 - Here û zû were. Ez li vir li benda te me.

 Cotkêr got:

 -Lê ezê çawa bawer bim ku tu yê nerevî?

 Piling got:

 - Tu çi sondê dixwazî ezê ji te ra bixwim ku ezê li benda te bim.

Cotkêr got:

 - Em neyarên hev in, ez bi sonda te bawer nakim. Lê ku tu bihêlî ez te li vira girê bidim, hîngê ezê bawer bikim ku tu narevî, tu yê li benda min bî.

 Piling got:

 - Law tu çi bixwazî ezê bikim. Lê dibê tu baş bizanibî ku tu îro ji destê min xelas nabî.

Û dû ra jî got were girê bide.

Cotkêr rabû her çar nigên wî baş bi hev va girê dan û dû ra jî bi misasa destê xwe hatê, lêdaneke baş lê kir, heta ku xewirand. Û dû ra jî bi nigê wî girt û ew ji ser cotê xwe bi dûr xist, bir avêt daristanê.

 Piştî demekê hişê piling hat serî. Bala xwe dayê ku pisik li ber serê wî rûniştiye û kûrre kûrre digrî.

Piling, bi hustiyekî xwar û bi dengekî melûl ji pisikê ra got:

 - Aniha ez fêm dikim ku ev teba ji hebû tebayên din bêbexttir û zalimtir e. Bi ya min dîsa şikir bike ku tu nebûyî kêzik û neketiyî qulikên dîwaran...

19 juni 2011

Gera xwe ya Mêrsînê jî diqedînim

Mixabin ji mecbûrî min dîsa nabên da nivîsên li ser gera xwe. Diyar e ezê nikanibim her roj nivîsekê binivîsînim.

Lê dema wiha nebe û dem têkeve nabênê jî tama wê namîne. Loma jî heta ji min bê ezê dirêj nekim û zû biqedînim.

Di nivîsa dawî da ez çûm Mêrsînê ba birayê xwe Berzan.

Ez çar rojan li Mêrsînê mam.

Normal mêrsîn bajarekî pir germ e, meriv lê debar nake. Lê ji ber ku ez di orta gulanê da çûbûm dinya pir xweş  bû, ne germ û ne jî sar bû. Meriv bi rehetî bi tena îşlig ve digeriya.

Loma jî ji alî hewayê ve tu problem tunebû, kêf kêfa min bû, min yek rojê jî şemsiye neda destê xwe.

Birayê min her çiqas nuha mamoste be jî lê di esasê xwe da arkeolog e. Ji ber xwediyê nav û paşnavekî ”tahlûke” bû loma jî wê demê weke arkeolog kar nedanê.

Piştî çend salên virda û wêda dû ra bû mamoste.

Belê, ji ber ku arkeolog e loma jî baş dizanîbû ku kîjan cî û der hêjayî dîtinê ye. Û ji bo min jî ev şansek bû.

Êdî ne hewce bû ku min navên ciyên dîrokî bizanîbûya û jê bixwesta ku min bibe wir.

Bêyî haya min, wî bi xwe der û warên, sîteyên hêjayî dîtinê xistibû rêzê û ez dibirim digerandim.

Li vir dibê ez fedekariya Firat Acar jî binitirînim. Du rojan ji sibê hetanî êvarî camêr bi erebeya xwe em(ez, Berzan û Yilmaz Elçî)baş gerandin. Wan herdu rojan me gelek cî, sîte û bajarên antîk dîtin.

Rojekê jî bûrayê birayê min (birayê xanima birê min)Seyid ez li nava bajêr gerandim. Ew ji Awusturalyayê hatibû îznê.

Ji ber ku ew li Mêrsînê mezin bûbû, loma jî Mêsrsîn baş nas dikir.

Wek min got, min Mêrsîn cara dawî di sala 1968-an da dîtibû. Wê demê ez 18 salî bûm.

Hevalekî minê ji Wêranşarê(Zeher Atîla) li Mêrsînê kar dikir. Ez çûbûm ba wî.

Heta wê demê min derya nedîtibû. Cara pêşî min derya li Mêrsînê dît.

Gava çavên min li keştiyên mezin ketibû ez matmayî mabûm, heta wê demê min ji nêz ve keştiyên wiha mezin nedîtibû.

Tiştê ji wê demê di bîra min da maye Mêrsîn bajarekî pir xweş bû, park û hişnayî lê pir bûn. Kuçe û kolan paqij, bi dûzan bûn û keçikên wan yên xweşik pir bûn, li gor bajarên me pir vekirî bûn.

Destpêka bajêr ne têda, wira ciyê kurdan bû, Mêrsîn dîsa jî xweş bû û pir mezin bûbû.

Dera herî xweş perava deryayê bû, bi dehkîlometroyan derya dagirtibûn û kiribûn ciyê gerê, park, aşxane û qahwexane.

Ji bo gerê û rûniştinê ciyekê pir xweş bû.

Li Mêrsînê cî û warên kevn, bajarên antîk hemû bi alî Edremli, Silîfke Antalyayê ve bû.

Min nizanîbû li Mêrsînê hewqas derên antîk hene, bi ger û dîtinê nediqediyan.

Wêranşar, Tiyatroya Antîk, Îbadetgeha Romayê, Deriyê Romayê, Goristana Kevn, Kizkalesî(kela keçikê), Îbadetgeha Zeus, Dîwarê Reş çend ciyên em lê  geriyan ku hemû jî pir xweş û harîqe bûn.

Tiştê herî dilê meriv pê diêşiya di orte û nava van cî û warên dîrokî û antîk da li gelek deran xanî lêkiribûn, kevirên wan biribûn û li vir û li wir ji xwe ra xaniyên weke holikan ava kiribûn..

Li Kizkalesiyê em rastî du wêranşariyan hatin,  li ber deryayê du aşxane û pansiyonên wan hebûn. Yek kûrî û yek jî xidrekî bû.

Yekî ji wan gava dît ku em bi hev ra bi kurdî dipeyivin, ew jî bi me ra bi kurdî peyivî û xwest rismê me bikşîne. Min ji devoka wî fêm kir ku wêranşarî ye. Û rast jî wisa derket.

Li derê wiha dema meriv rastî kurdan tê kêfa meriv tê, li xerîbiyê aîdîyet xwe bêtir nîşan dide.

Em li ba wan rûniştin me qahwe vexwar, min got bira perê me têkeve bêrîka kurdan.

Ji Mêrsînê 60-70 km dûr, bi alî ciyan da em çûn aşxaneyeke masiyan, me li wir masî xwar. Gundekî pir dûrî bajêr bû, lê aşxane dîsa jî tije bû.

Li Mêrsînî gelek Wêranşarî dijîn, heta komeleyeke Wêranşariyan jî heye, lê ez neçûmê. Ji ber ku wexta me tunebû.

Ji wêranşariyan min tenê hevalekî xwe, Mehmet Soken(birayê Ahmet Sokenê şehîd ku li Erzeromê ji alî faşîstan ve hate kuştin) Ez bi xwe lê geriyam û çûma ba wî. Bi dîtina wî ez gelkî kêfxweş bûm.

Ez bajarên din yên Tirkiyê nizanim, lê li Mêrsînê jî weke Stenbolê kurd pir bûn. Min li her derê kurd didîtin û gelekê caran jî li kuçe û kolanan dengê kurdî diket guhê min. Carnan bi telefonê dipeyivîn û carnan jî bi hev ra bi kurdî dipeyivîn.

Ji xwe jinên kurd meriv ji cil û bergên wan nas dikir ku kurd in.

Li kolanan gelek kurdên pir feqîr bala meriv dikşand. Her yekî ya çend pakêt cixare, ya jî çend lîstokên zarokan, morî û mircan dabûn ber xwe. Hemû tiştên li ber ya 40-50 dolar dikir ya nedikir.

Yanî weke li Stenbolê, li vir jî kurdên feqîr bala meriv dikşand.

Li gor Berzan ji min ra got li Mêrsînê kurdên elewiyên ji Meraşê, Meletyê, Dêrsimê û Adiyamanê pir in. Herî zêde jî elewiyên Meraşî ne.

Ji ber ku dema hilbijartinan bû loma jî em carnan siyasetê û li ser hilbijartinan jî dipeyivîn.

Texmîna Berzan ew bû ku BDP-ê îcar ewê parlamenterekî ji Mêrsînê derxista (texmîna wî rast derket)lê piraniya kurdên elewî ewê rayên xwe nedana namzedê BDP-ê.

Ez îro bi Berzan ra peyivîm, min ev pirs jê kir, mixabin ev texmîna wî jî rast derketiye, ji herêmên piraniya wan elewî ne ji kurdan ra ray derneketine, rayên xwe weke Dêrsimê dane CHP-ê.

Diyar e ku kurdên elewî wisa bi rehet ji CHP-ê qut nabin, namzetê kurdan elewî û sed qatî ji yê CHP-ê baştir be dîsa jî rayên xwe nadinê, didin yê CHP-yî.

Li vir dibê meriv ji kal, pîr û kesên navsala bêtir li ser zarok û keç û xortan raweste, mezin carê çûne, guherandina wan pir û pir zahmet e.

Ev yek ji bo hemû elewiyên Kurdistanê jî wiha ye, hêvî zarok û xort in, dibê kurd dest bavêjin wan, ruh û evîna Kurdistanê kurdayetiyê di dilê wan da gurr û geş bike.

Ez hinekî ji meselê dûr ketim, lê çi bikim, ev jî beşekî jiyana kurdan ya girîng e.

Li Mêrsînê navê xwarinekê bala min kişand, ”Tantûnî”.

Min bi xwe navê ”Tantûnî” qet nebihîstibû, piştî kul i her derê bi ber çavê min ket, min meraq kir û ji Berzan pirsî.

Berzan got, viya xwarineke Mêrsînê ya pir meşhûr e, erzan e, xwarina feqîra ye, dikin etor û didin destê meriv.

Ji meraqan min du caran xwar. Sorgoşt hûr hûr dikin, di sêlekê da sor dikin û dû ra bi pîvaz, bexdenos, firingî û hinek leymûn ra dikin etor û didin destê meriv. Mesela zelete û hişnayiyê di destê meriv da ye, dilê meriv çawa bixwaze meriv wer dike.

Û bîranînek

Şevekê ez û Berzan li peravê(sahîlê)li pastexaneyeke bi nav û deng(bawer dikim navê wê Beyaz Sut bû) rûniştibûn û me qahwe vedixwar. Berzan got, ez û Yilamz jî eynî li vê derê rûniştin.

Li ser wê, min rabû telefonî Yilmaz kir û got, ez li filan derê rûniştime û qahwê vedixwim.

Tam di wê esnayê da qelebalixek sporciyan(ji ber ku taximê Mêrsînê derketibû lîga yekem)ji ber me derbas dibûn. Qelebalixeke mezin mezin bû. Ez bi Yilmaz(Selîm Bakac)ra bi kurdî dipeyivîm. Îcar ji ber qelebalixê min dengê xwe pir bilind kir. Di wê esnayê da yekî tu dibê porsipî û çend kes jî lip ê ji ber masa me derbas û bû, silav da me û û çûn li kêleka me rûniştin.

Min fêm nekir ku silav da me, loma jî min silava wî negirt û axaftina xwe domand.

Min dît Berzan dikene, lê min tu maneyek nedayê.

Piştî axaftina min qediya Berzan got, abê te evê silav da me nas kir?

Min got na, sîma wî ji min ra xerîb nayê lê nizanim kî ye?

Berzan dîsa kenê xwe domand û got, viya cêgirê serokê MHP-ê û namzetê MHP-ê yê Mêrsînê Mehmet Şandir e…

Min got baş bû ku min silava wî negirt…

Em bîstekedin jî rûniştin û dû ra rabûn çûn mal…

Netîce, Mêrsîn xweş bû, lê min xwe lê weke li Rihayê û Amedê dilşa û bextewar his nekir...

Sibe xatir ji Mêrsînê dixwazim û berê xwe didim Anqereyê…