26 maj 2011

Gerra min a Kurdistanê bi girtinê dest pê kir

Serê salan bû min xeyala dîtina Kurdistana azad dikir. Bi derengî be jî dawiya dawî ew roj hat û ezê biçûyama wê axa azad.


Rojek berî çûyinê(19-ê nîsanê)min bawila xwe hazir kir, pasaporta xwe kir bêrîka xwe û texsiya ku ewê ez bibirama Arlandayê(balafirxaneya Stockholmê)temî kir.

Ji ber ku di rêwîtiyê da ez merivekî pir ne şareza me loma jî min texsiya M. Alî Kut girt, ji bo ku ew li balafixaneyê bi min ra bibe alîkar.

Lê M. Alî ez li ber derî danîm û got here bawila xwe teslîm bike û têkeve dorê. Vê tenêbûnê hinekî ”tirsandim” lê ez çûm.

Li hundur ez rastî hevalekî(Siyamed) ji Kurdistana Îranê hatim. Ew û xanima xwe diçûn Hewlêrê.

Ez pir kêfxweş bûm, min di dilê xwe da got, min ji xwe ra rêberek dît.

Min got tu berê çûyî Kurdistanê, got belê.

Berî balafir rabe ez çûm ketim dikanên tiştmiştan difroşin, min ji hevalê xwe yê ku ez diçûm bawî(Mistefa Ozçelîk)hinek hûrmûr kirî.

Lê hîn wext pir bû, ji heyecanê tebatî nedihat min, di ekranê da gav û saeetê li wextê dinêrim.

Axirê wext hat û ez çûm ketim balafirê.

Li kêleka min a çepê xortekî asûrî û li ya rastê jî keçeke ji Amediyê rûdinin. Ez di orta heduyan da me.

Xortê asûrî bi kurdî dizane, ji ber ku destûra rûniştinê negirtiye vedigere Kurdistanê.

Keçika Amedî li Swêd mezin bûye, ew û malbata xwe diçin Amediyê.

Em bîstekê sohbetê geş dikin.

Ez geh bi xortê asûrî ra, geh bi keça kurd ra sohbet dikim. Lê piştî demekê keçika Amedî kompîtora xwe derdixe û surfa dike.

Dimîne ez û xortê asûrî.

Ez bala xwe didimê tu tiştekî ku ez û wî sohbet dikin tuneye, ew qet napeyive, ez dipirsim ew tenê bersîvê dide.

Piştî bîstekê ez dev jê berdidim.

Lê rê dûr e, li dora 6 saetan e, nayê kişandin, dibê meriv ya rakeve ya jî bi tiştekî mijûl bibe.

Ji heyecanê xewa min nayê.

Fewaz Husên kitêba Parîsabad îmze kiriye û bi M. Alî ra ji min ra şandiye, ji bo ku ez di balafirê da bixwînim.

Ez Parîsabadê ji çentê xwe derdixim û dest bi xwendinê dikim. Lê tiştê ez dixwînim di hişê min da namîne. Ez tim lê vedigerim. Hişê min li dereke din e, ez Hewlêrê, Silêmaniyê, Kerkûkê, Helebçeyê û Kurdistana azad xeyal dikim.

Ez gera xwe ya li van deran xeyal dikim.

Hevalên ezê wan bibînim yeko yeko tînim ber çavên xwe…

Piştî demekê keçika ji Amediyê radibe û yekî din tê dewsa wê.

Yekî kal e, nêzî heftê salî ye.

Îcar ez û wî dest bi sohbetê dikin. Ez fêr dibim ku ew jî Asûrî ye, diçe Hewlêrê.

Roja din cejna wan e, Paskalya ye.

Ji Arlandayê 2 balafir rabûn, herdu jî ji sedî 90-ê wan asûrî suryanî ne, rêwiyên kurd pir hindik in.

Kalê asûrî di heqê kurdan da tiştekî xerab nabêje, pir siyasî û dîplomatîk dipeyive.

Piştî demekê sohbeta me diqede, cîranê min şûşeyek wîskî dikere û dû ra radikeve.

Ji mecbûrî ez jî çavên xwe digrim.

Nîvşiyar xewnên tevlihev dibînim.

Dîsa dest bi xwendinê dikim.

Ez hew dibînim hostes anos dike, dibêje kemberên xwe girê bidin, emê nêzî balafirxaneya Hewlêrê dibin.

Him kêfa min tê û him jî heyecana min zêde dibe.

Balafir bi rehetî dadikeve, ez radihîjim çenteyê xwe yê biçûkû kîsikê ku diyariyên min tê da û bi heyecan derdikevim der.

Dema dikevim nava avahiya balafirxaneyê matmayî dimînim, ez dibêjim belkî hatime Balafirxaneya Begledaşê.

Karkirên li der û dorê dixebitin, kesên paqijiyê dikin, yên diherin û tên hemû bengladaşî û hindî ne.

Lê bêtir jî bengledaş î.

Balafirxane bêqusûr e, pir paqij û modern e. Ez wek dînan çavên xwe li der ûdorê digerînim, ez dibêjim ev ya kurda ye.

Ez pê kêfxweş û serbilind dibim.

Ji bo kontrola pasaportê weke her kesî ez jî diçim dikevim dorê.

Dor pir dirêj e.

Di vê nabênê da telefona min li ser hev lê dixe, yê telefon dike hevalê min Mistefa ye.

Ez dixwazim bersîvê bidimê lê nikanim, telefon tim qut dibe. Diyar etelefona min li wir nakşîne ya jî naxebite.

Ev yek dom dike, ez dibêjim elo û deng qut dibe. Dibê ez çareyekê bibînim…

Du pûlisên resmî di nava milet da digerin.

Ez ban wan dikim û dibêjim, hevalê min telefon dike, lê ez nikanim bersîvê bidim, bibêjim meraq neke, vaye ez hatime, di dorê da me. Gelo li van deran telefonek tuneye ku ez telefonî hevalê xwe bikim?

Pûlis yek kurmanc û yek jî soran e. Yê kurmanc ji min ra dibêje, tu ji ku yî?

Ez dibêjim ez ji Swêd têm.

Dibêje na na, tu bi eslê xwe ji ku yî?

Ez dibêjim ez bi eslê xwe ji Kurdistana bakur, ji Rihayê me. Lê li Swêd dijîm.

Li ser vê, bersîva min dibêje hela ka pasaporta xwe…

Ez dibêjim tu yê pasaporta min çi bikî?

Dibêje ka ezê lê binêrim û alîkariya te bikim.

Ez destpêkê bi dudilî hinekî îtîraz dikim lê ew jî îtîraz dike. Li ser vê, ez pasaporta xwe didimê.

Yê kurmanc lê dinêre dû ra bi hevalê xwe ra hêdîka dipeyive û dû ra ji min ra dibêje:

Tu ji bo çi hatiyî Kurdistanê?

Ez dibêjim ez hatime gerê, ji bo ku welatê xwe bibînim.

Li hevalê min dipirse, dibêje navê wî çi ye, çi karî dike?

Ez jê ra dibêjim.

Dû ra ji min ra dibêje:

-Tu nikanî têkevî Kurdistanê!

Ez dibêjim henekan neke…

Dibêje ez henekan nakim, tu nikanî têkevî Kurdistanê.

Ez dibêjim ji bo çi?

Dibêje ji ber ku kefîlê te tuneye.

Ez dibêjim kefîlê çi?

Dibêje em ji tirkan kefîl dixwazin?

Ez diqeherim, dibêjim ji min ra nebêje tirk, ez ne tirk im…

Dibêje yanî kurdên ji Tirkiyê.

Ez dibêjim, ez ne ji Tirkiyê me, ez kurd im û ji Kurdistanê me.

Dibêje axir bêyî kefîl tu nikanî têkevî kurdistanê û dibê tu bi me ra werî qereqolê.

Ez him diqeherim û him jî ditirsim, dibêjim bide pasaporta min, heqê te tuneye tu wiha bikî.

Lê pasaporta min nade û dixwazin min bibin qereqolê.

Tam di vê esna xirecira me da Siyamed û xanima wî tên. Dibêjin xêr e, çi mesele ye?

Ez meselê jê ra dibêjim.

Siyamed dibêje kaka şerm e, ev mamoste nivîskarekî kurd e, ez dibim kefîlê wî.

Li ser vê, pasaporta min dide min. Lê ji hêrsa ez diricifim, ez dibêjim çima tu kefîl ji Siyamed naxwazî?

Dibêje, em kefîl ji kurdên Îranê naxwazin, tenê ji kurdên Tirkiyê dixwazin.

Ez dibêjim tu merivekî bêexlaq î, te ev rêwîtiya min li min kir jahr. Te bi dostî ez xapandim û pasaporta min ji min stend. Ez ne mecbûr bûm ji te ra bibêjim eslê min ji ku ye, te got ezê alîkariya te bikim, loma min pasaporta xwe da te. Min got belkî tu yê bibî mohr bikî.

Neyse, dora min hat, min pasaporta xwe mohr kir û derbas bûm.

Piştî ez derbas bûm, pûlisê kurmanc hat, got qanûn wiha ye, li qusûra min nenêre, min efû bike.

Min got, ez te efû nakim, te ev gera min li min kir jahr, ez çer herim Swêd nivîsa xwe ya pêşî ezê li ser te binivîsînim.

Bi vê nivîsê ez soza xwe tînim cî.

Min ev bûyer ji hevalê xwe Mistefa ra qal kir, got tu carî tiştekî wiha nebûye, ev cara pêşî ye ku tiştekî wiha diqewime.

Cara pêşî ya na, lê tirkan ez negertim kurdan ez girtim…

Qey ev jî şansê min e…

2 kommentarer:

  1. Mixabin ku ev muameleya xerab bi kurdan re li balafirgehê hebe, lê ez dibêjim ne sucê ev karmendê kurmanc e, sucê ew kesên ku ev kar dane wî.

    Ma ew nizanin ku bi sed hezaran kurd li diyasporayê hene ku ji bakurê Kurdistanê ne, çawa kefîl ji wan re dixwazin?.

    Heyf û mixabin ku ev bûyer li Kurdistana "Azad" rû bide.

    Zinar Ala

    zinarala.wordpress.com

    SvaraRadera
  2. Rast e, dibê nebûya lê mixabin hat serê min.

    SvaraRadera

PARVE BIKE