27 maj 2011

Destbirtiya şêr û rûvî

Dibêjin hebû tunebû, şêrekî pir kal hebû. Rojekê rûvî çû ba wî û jê ra got: - Birakê şêr, ma tu nayê em bibin destbirakê hev û bi hev ra herin nêçîrê?
Şêr got:
- Law rûvî, tu dibînî ez di çi halî da me, ez êdî kal bûme û wek berê nêçîr ji min nayê.
Rûvî got:
- Xem nake. Ezê nêçîrê bikim û emê bi hev ra bixwin. Navê destbiratiya te besî min e.
Şêr got:
- Baş e, ku tu wiha qebûl bikî, min jî qebûl e.

Û rabûn bûn destbirakên hev. Demekê rûvî tim çû nêçîr kir û anî da şêr, herduyan bi hev ra xwarin. Bi vî hawî şêr hêdî hêdî hat ser hukim û hêla xwe. Rûvî bala xwe dayê şêr roj bi roj xurt dibe û tê ser hêza xwe. Vê yekê rûvî hinekî tirsand. Rojekê ji şêr ra got:
- Bira, hûn şêr bi çi bend dibin?
Şêr got:
- Heger pişta me bidin dareke qalind û baş pê va girê bidin, wê demê em bend dibin, nikanin bilibitin.
Rûvî got:
- Ez bawer nakim. Ji bo ku ez bawer bikim dibê ez bi çavên serê xwe bibînim.
Galgalek ji vir, yek ji wir, rûvî bi hawakî şêr xapand û pişta wî sipart darekê û bi benekî ew baş bi darê va girê da.
Piştî ku şêr zexm girê da, bû tiqetiqa wî û henekên xwe bi rewşa şêr kir. Şêr hêrs bû, xurrînî pê ket û bi yek hejandinê ra hemû ben û werîsên rûvî ew pê girê dabûn qetandin.

Rûvî dest bi şalûziyan kir, li ber şêr geriya, got:
- Ez henekan dikim. Ji bo ku ez bizanibim hela ka çiqasî baweriya te bi min tê, lema min wiha kir. Em dibêjin em destbirakên hev in, lê wa ye tu rastiya xwe ji min vedişêrî, tu ji min ra rast nabêjî tu bi çi tê bendkirin?
Gotinên rûvî ketin serê şêr û ji rûvî ra got:
- Baş e, ezê ji te ra bibêjim. Dema herdu tiliyên min yên beranî(tiliyên girikê) bidin ser hev û bi jîka kevên* ji paş ve baş girê bidin wê gavê ez têm bendkirin û nikanim xwe xelas bikim.
Rûvî got baş e, dibê ez biceribînim.
Rabû herdu tiliyên şêr yên beranî(girikê) dan ser hev û bi jîka kevên ji paş da baş girê da. Û dûra jî dîsa bû tiqetiqa wî û bi halê şêr keniya. Şêr dîsa xurrînî pê ket û gelkî hêrs bû, bi hemû hêza xwe, xwe li ba kir, xwest jîkê biqetîne. Lê jîk neqetiya. Her ku wî xwe li ba kir, jîkê bêtir tiliya wî birî û çû gihîşt hestî. Şêr êdî hatibû bendê û nikanîbû xwe xelas bikira.


Rûvî têr bi halê şêr keniya û dûra jî lêxist çû.
Şêrê feqîr çend rojan wer girêdayî ma. Rojekê bi qûnkişkê çû li ser qûnçekê rûnişt û ji xwe ra ket xem û xeyalan. Ji xwe ra difikirî  ewê çawa ji vê bendîtiyê xelas bibe?
Ji nişka ve mişkek ji nav qûnçê derket û ji şêr ra got:

- Şahê daristanan, serdarê hemû lawiran, tu li vir çi digerî? Çima gewzê te tuneye, tu wiha mirûztahl î?
Şêr keserek kûr kişand, got:
- Ya mişkê delal, derdê min pir giran e, qet tev ranede. Ez derdê xwe ji te ra bibêjim jî tu nikanî jê ra bibî derman.
Mişk got:
- Ê hela tu bibêje, belkî ez li gor qeweta xwe kanibim ji te ra bibim alîkar û qenciyekê bi te bikim.
Şêr bala xwe da mişk, dîsa keserek kûr kişand û bi hustuxwarî, bi dengekî şermok ji mişk ra got:
- Ma ez çi bibêjim, mişkê delal? Rûvî bi bêbextî ez girê dam û çû. Ev çend roj in ez wiha girêdayî, perîşan û belengaz mame. Ne kanim nêçîrekê bikim û ne jî xwe xelas bikim. Îcar ezê nefikirim ma kî ewê  bifikire?
Mişk got:
- Baş e, ez te ji vî halî xelas bikim tu yê çi bidî min?
Şêr got:
- Ez bawer nakim ku tu bikanibî min ji vî halî xelas bikî.
Mişk got:
- De tişt nabe, hela ka carê bizîvire û pişta xwe bide min, ezê binêrim hela ka ez kanim ya nikanim?
Şêr rabû ji neçarî pişta xwe bi mişk da kir. Mişk xwe çindî ser lepên şêr kir û bi wan diranên xwe yên wek şûrekî tûj jîk kurisand, kurisand, heta ku got çirp û qetand.

Şêr rizgar bû. Malavayî li mişk kir û lêxist, çû daristanê, ji jin û zarokên xwe ra got:

- Zû rabin, emê ji vî warî bar bikin, êdî ev war ji me ra nabe.

Zarokên wî, xanima wî şepalê û şêrên din şaş man, gotin:

- Çima emê herin? Vira daristana me ye, warê me ye. Ma tu yê warekî ji vira çêtir bibînî?

Şêrê kal got:

- Na, li dera ku ez bendîyê(girtiyê) rûvî û berdayê mişk bim, bira ew der li min heram be, ez hew li wir dimînim.

Û dûra jî wî û zarokên xwe serê xwe hilanîn û ji wir çûn û hew vegeriyan wira.

*Jîk, ji rûviyê heywîn tê çêkirin, dibe wek têlek, yayek saxlem û naqete. Berê di tîrkevanan da dihat bikaranîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE