30 maj 2011

Mirinê Ekrem jî ji me stend !

Gelî xwendevanan, di normalê da weke do, îşev jî minê nivîsa xwe ya li ser gera xwe ya Kurdistanê bidomanda. Lê ji ber wefata hevalê min ê gelkî hêja û gelkî ezîz Ekrem Karahan, ez îşev nabênê didim vê nivîsa xwe û ji dêlî wê ve bi çend gotinan be jî dixwazim vî kurdperwerê hêja û hevalê xwe yê têkoşînê bibîr bînim.
Ez û Ekrem Karahan me di dema avabûna(1977)DDKD-ê da hevûdu nas kir û em bûn dost û hevalên hev.
Em herdu jî endamên komîteya giştî(birêvebir) bûn. Lê hevaltiya me tenê ne di warê siyasî da, di warê şexsî da jî xurt bû, em du hevalên gelkî nêzî hev bûn.
Ekrem hevalekî zîrek û xebatkar bû, zêde nedipeyivî. Merivekî cidî û sergiran bû…
Ekrem, xortekî pir zarîf û çeleng bû, gelkî xweş li xwe dikir û pir jî ji xwe hez dikir.
Ez dikanim bibêjim ku di nava endamên komîteya giştî da yê herî bedew û çeleng Ekrem bû.
Ji ber ku em herdu jî endamên komîteya giştî bûn, loma jî gelek caran em bi hev ra diçûn civînan û carnan jî me bi hev ra rêwîtî dikir.
Ez dibêjim sala 1978-an bû, dîsa ez, ew û Erdem Gencan, me ji Anqereyê bi hev ra bi otobozeke Mêrdînê rêwîtî dikir.
Ez diçûm Wêranşarê, Ekrem û Erdem jî ewê li Rihayê daketana. Em ya bi şev ya jî gelkî dereng ji Anqerê bi rê ketin.
Piştî çend saeet rêwîtî otoboza me li derekê sekinî. Otobozeke din ya eynî şîrketê xera bûbû, şufêrên xwestin alîkariya wan bikin.
Otoboz ya mala Şakirê Xatê bû.
Vê alîkariya şufêrê me gelkî dirêj kir. Loma min jî xwe nêzî şufêran û qelebalixê kir û got, ma hûn li vir çi dikin, emê heta kînga li vir bin, tiştekî bê vê maneyê min got.
Şufêrê otoboza me berê xwe bi min da kir û got:
-Em li vir hirçê didin lîstikandin, dixwaze tu jî were bilîze...
Min jî got:
-Weleh ez nizanim bilîzim, lê ji min bêtir durfê hirçan bi te dikeve, tu bilîze ezê ji te ra li çepikan xim...
Bi vê gotina min ra mêrik hutikek avêt ji min da, min xwe da alî û min jî yek dawşandê. Tepûrep me li hev xist.
Ekrem û Erdem bi min girtin, hinekan jî bi wî girt, nehîştin em bihihîjin hev. Lê wî bênabên xeber dida, gotinên pir ne xweş dikir.
Netîce min got:
-Law şerm e, xeberan nede, tu zilam î. Xelk nahêle em bigihîjin hev. Nuha gava tu gihîştî Wêranşarê heger min ev otoboz neşewitand tu yê bibînî…
Gava min wiha got, tavilê deng jê biliya û êdî hew xwe rakişand.
Şufêrekî din di dawiya otobozê da raketibû, jê ra digotin Hexî, ew jî rabû hat ba me û got, nizanîbûye hûn kurd in û ji Wêranşarê ne. Ezê bînim ba we li hev werin. Di sohbeta me derket ortê ku birayekî wî jî telebe (Hecî navê wî jî got. Ez bawer dikim ew jî endamê DDKD-ê bû)û endamê DDKD-ê bû.
Min got na, ez uzrê wî qebûl nakim, lê Hecî û hinekên din pir israr kirin ew anîn ba me û uzrê xwe xwest.
Em bi rê ketin. Ji Anqerê heta Rihayê otoboz li ku sekinî, tiştên ji xwe ra xwestin ji mer ra jî xwestin. Me her çiqas dida jî garsonan qebûl nedikirin, digotin, ”ji kaptan” e.
Heta Rihayê me belaş xwar û vexwar û kêf kir.
Mehek berê(dawiya nîsanê bû)dema ez û Vîldan Tanrikulu li Diyarbekrê çûn nexweşxaneya Alman serdana wî, min ev bûyer jê ra qal kir û em keniyan. Me hin bîranînên xwe teze kirin.
Bi dîtina me gelkî kêfa wî hat, me barek henek kir, me rojên berê bibîr anîn û bi hev ra çend risim jî kişandin.
Piştî ez vegeriyam Swêd, roja îniya borî min telefonî wî kir. Xanima wî bersîv da, got em li malê ne û rewşa wî baş e. Min xwest pê ra bipeyivim, lê got nuha raketiye, dema şiyar bû ezê bibêjim te telefon kiriye.
Mixabin mirina bêbext nehîşt em careke din hevûdu bibînin û bi hevûdu ra bipeyivin.
Mirin ne surprîzeke, zû dereneg herkesê bimre, lê dema zû tê meriv nikane qebûl bike.
Loma jî dema min xebera mirina Ekrem xwend, min nexwest ji çavên xwe bawer bikim, ji ber ku hîn mehek berê em li ba hev bûn, me henek kir, min ji xanima wî ra got, Ekrem wek berê hîn jî pir çeleng e.
Keniya...
Mirina bêbext, çavê te kor be, çima tu wiha bêujdan û bêbextî?
Bira serê me hemuyan sax be...

"Hevdîtinên" derewîn

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan do êvarî di kanala telewîzyona Samanyoluyê da hevdîtinên bi Ocalan ra piştrast kir û û got:
”Hevdîtinên li Îmraliyê bi Ocalan ra dibin ne ji alî hukûmetê ji alî dewletê ve tên kirin.
Bi vê bersîvê Erdogan him xwe dike pêkenîn û him jî nêta xwe ya xerab nîşan dide.
Tu dibêjî qey dewlet dezgeheke bêxwedî û serbixwe ye, ji alî hukûmetê ve nayê îdarekirin.
Ev çawa dewlete ku bi serê xwe û bêyî destûra hukûmetê dikane bi Ocalan ra ”hevdîtinan” bike min fêm nekir.
Ev gotineke vala û beradayî ye.
”Hevdîtin” bi emrê hukûmetê û di bin kontrola hukûmetê da tê kirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, dû ra jî sebebên ”hevdîtinên” bi Ocalan ra bi van gotinên jêrîn îzah kir:
”Heta ku pêdivî hebe, wê ev hevdîtin bêne kirin. Dibe ku demek were êdî nema bêne kirin. Li vir, armanca dewletê ji hevdîtinan parastina berjewendî û yekêtiya welat e.”
Maneya van gotinên Erdogan ev e: em van ”hevdîtinan” ji bo xapandinê û qezenckirina wextê dikin. Û heta ku hewcedariya me bi awiqandinê hebe emê vê taktîkê bikar bînin. Lê roja ku hewcederiya me bi awiqandinê nema emê dev ji vê taktîka awiqandinê berdin. Ji ber ku bi van ”hevdîtinên” awiqandin û xapandinê armanca me parastina berjewendî û yekîtiya Tirkiyê ye.
Siyasetmedarê ku van gotinên Erdogan bi vî rengî fêm neke bira dev ji siyasetê berde û here ji xwe ra karekî din bike.

29 maj 2011

Ez Hewlêrê himêz dikim

Min û Mistefa êvarî li hev kiribû, ewê bihata ez ji otêlê bigirtama û li nava Hêwlêra rengîn bigeranda.


Li otêlê xurînî dihat dayin. Saet piştî nehan min çû xurîniya xwe kir û ji otêlê derketim der, bîstekê li der û dora otêlê geriyam.


Min bala xwe dida hetiştî, lê bi taybetî jî guhê xwe dida axaftina kurdî û hebûna alayên kurd.


Li gelek ciyan ala kurd hêl dibû, însan li kolanan bi soranî dipeyivîn.


Wasite pir bûn û hema hema hemû jî wasiteyên nuh bûn.


Piştî bîstek ger vegeriyam otêlê. Li lobiya otêlê çend şufêrên ji Kurdistana bakur rûniştibûn. Bi devoka bedlîsê dipeyivîn.


Wasiyeyek hat ber derî ew birin.


Bîstekê ez tenê rûniştim. Dû ra Mistefa bi erebeya xwe hat. Ez li kêleka wî siwar bûm û me xwe bera nava Hewlêrê da.


Em bîstekê di nava bajêr da doş bûn. Li her derê înşîat hebûn, avahiyên nuh, pir mezin û pir modern li kêlek hin bînayên kevn û xerabe bilind dibûn. Bîna qediyabûn lê peyarê û der û dora avahiyan hîn tevlihev bûn.


Bi her hawî xuya bû ku Hewlêr ne bajarekî pir mezin û kevn e, her dera min didît nuh bû, ji eser û mîmariya bajarekî kevn dûr bû.


Gundekî pir mezin dibû bajarekî modern.


Kolanên bajêr hin der paqij û hin der jî gelkî gemarî bûn, kesên li kolanan paqijî dikirin reşik bûn, dişibiyan bengladaşî û hindiyan.


Tiştê bala min dikişand piraniya otêl û bînayên pir mezin bûn. Li gor Steckholmê trafîqeke zêde û tevlihev hebû.


Di dema gerê da Mistefa der û dor bi min dida naskirin, digot vira filan ciye, vira bîvan ciye û her wekî din.


Dû ra em çûn parka Samî Evdirahman. Me ereba xwe li derekê park kir û em ketin hundur partê.


Di nava parkê da piştî bîstek ger, ez heyran û matmayiyê parkê mam. Di orta bajêr da çawa kanîbûna parqeke hewqas mezin û hewqas xweş çêbikin.


Mistefa dibêje park bi destê gorrbuhuşt Samî Evdirehman hat avakirin, loma jî navî wî lêkirine.


Park, li ser qadeke pir mezin hatiye avakirin, bi gerê naqede. Hertişt bi dûzan û întîzam hatiye plankirin, tu kêmasiyekê wê ji parqeke Ewrûpayê tunebû. Her babet çîçek û kulîlk tê da hebûn.


Li bajarekî weke Hewlêrê germ, ku havînan germiyan dikane bigihîje 50-60 dereceyê, di nava bajêr da hebûna parqeke hewqas mezin û xweş ji bo însanan weke Cinnetê ye.


Ji xwe Mistefa jî got, di rojên germ da meriv axê jî bavêje ji însanan li erdê nakeve.


Em di parkê da gelkî digerin û ez gelek risim jî dikşûnim.


Li Hewlêrê hebûna parqeke hewqasî xweş û bi dûzan kêfa min tîne.


Dereke din ya xweş ku Mistefa min dibê Çarşiya Sergirtî ya Hewlêrê ye. Çarşî li herêma bajarê kevn û nêzî Kela Hewlêrê ye.


Çarşî dişibe Çarşiya Şewiyî ya Diyarbekrê. Lê Çarşiya Şewitî nuha hatiye restorekirin, loma jî hinekî biser û bertir bûye.


Çarşiya Hewlêrê ne wiha ye, ser wê bi hin naylon û teneke menekeyên êretî hatiye girtin.


Çarşî pir mezin e, lê bêxwedî ye, jê ra lênerîn û restorasyoneke baş lazim e. Weke hemû çarşiyên bi vî rengî însan li bin guhên hev dikevin, tu çi bixwazî tê da heye.


Mezinbûn û tevliheviya çarşiyê min matmayî dihêle, ez ji Mistefa ra dibêjim, yaho van dikandaran çawa dikanin dikanên xwe bibînin?


Mistefa dikane, dibêje rehet e...


Li çarşiyê zêdeyiya dikanên êmîş û şîranîfiroş bala min dikşînin. Ez li ber çend heban radiwestim û çend risman dikşînim.


Hin şîranî hene cara pêşîye ez dibînim, navê wan ji min ra dibêjin lê nuha nayê bîra min.


Mistefa dibêje ereb û hewlêrî şîraniyê pir dixwin.


Ev çarşî û Hewlêra nuh bi tu hawî li hev nakin.


Ji çarşiyê em dertên meydaneke pir xweş. Meydan di ber Kela Hewlêrê da ye. Dora meydanê li gor mîmariya kelê hatiye avakirin.


Li meydanê gelek hewzên avê û hin pra hatine çêkirin, bi sedan însan di nava fîskiyeyên avê da digerin.


Hinek rûniştine û sohbet dikin.


Ciyekî pir xweş e, bîna meriv lê dertê, meriv dixwaze lê rûne û li dengê avê guhdarî bike.


Û li milê çepê yê meydanê jî Kela Hewlêrê bi hemû heybeta xwe, xwe bi ser meydanê da xûz kiriye û xweşikiyek mezin daye herêmê.


Min ev meydan gelek caran di telewîzyonan da dîtiye, ji ber ku ez nuha li wir im kêda min tê. Em çend risman dikşînin. Tam di wê esnayê da çend pûlis di ber me ra derbas dibin. Ew îcar nayên bi gewriya min nagrin. Qamareya min di destê Mistefa da ye, ez dibêjim bi pûlisan ra rismekî min bikşîne. Pûlis îtîraz nakin, Mistefa dikşîne.


Piştî bîstek ger, em berê xwe didin Kela Hewlêrê.


Weke vê meydanê, min Kela Hewlêrê û heykelê nivîskarê li ber jî di gelek risim û telewîzyonan da dîtiye.


Ez dixwazim zû herim têkevim hundur kelê û îcar wê bi şiklekî rastî û fizîkî bibînim.


Kela li ser girekî pir bilind ava bûye, di jêrî kelê da hin dikan mikanên xerabe hene. Em bi kaşê kelê da hildikşin.


Herder pir qilêr e, ava genî li kolanê diherike, bîneke pîs jê tê…


Berî ku em têkevin hundur kelê, li ber wî heykelê mezin û bi heybet em rismê xwe dişînin û dû ra dikevin nava kelê û dest bi gerê dikin.


Piştî ketina hundur li milê çepê dikanek tiştmiştan difroşe heye, em bîstekê bala xwe didin tiştan.


Ji wir em diherin muzeya di nava kelê da. Muzeyek biçûk e, cil, xalîçe û cilûbergên eşîrên kurdan nîşan didin. Em bîstekê di nava muzeyê da digerin. Lixwekirin û kumê eşîran bala min dikşîne, kumê her eşîrê cihêye. Yê zane dizane ku kîjan kum yê kîjan eşîrê ye.


Dû ra em dest bi gera xwe ya nava kelê dikin.


Heta çend sal berê însan di nava kelê da jiyane, weke bajarakî bûye, lê nuha ji bo restaorasyonê valakirine.


Kela wêran bûye, herder hedimî ye.


Di nava kelê da aleke kurd ya pir(fena yên tirkan)mezin û bilind heye, ji her alî va xuya dike. Ez li ber wê rismekî xwe dikşînim û gera xwe ya nava kelê didomînim.


Du deriyên kelê hene, em nej i deriyên em ketin hundur, ji deriyekî din derdikevin. Gava meriv ji hundur kelê derdikeve û xwe bera jêr dide bajar dikeve bin nigê meriv. Li vir jî ez çend risman dikşînnim.


Dîmenekî pir xweş e.


Em him diwestin û him jî birçî dibin. diçin li erebeya xwe siwar dibin û diçin aşxaneyekê ji bo zikê xwe têr bikin.


Mistefa dibêje xwediy wê yekî Batmanî ye û xwarinên wan pir paqij û xweş in.


Em ereba xwe li ber aşxaneyê park dikin û bi derdikevin qatê joraşxaneyê. Aşxane li qatê duduyan e.


Dema em dikevin hundur xwediyê aşxaneyê yekî navsale tê pêrgî me û bi tirkî xêrhatinê dide me.


Wisa diyar dibe ku ew Mistefa nas dike. Mistefa destê xwe didê û derbas dibe. Bi destê min jî digre, ez dibêjim tu çima bi tirkî xêrhatinê didî me, tu çi zanî ez bi tirkî dizanim?


Li ser van gotinên min dişeqize, dibêje li qusûrê mêze neke, dibê min bi kurdî bigota.


Dide pêş me û ciyekî nîşanî me dide. Li ser masê jî dîsa uzrê xwe dixwaze. Ez çend tiştan dibêjim û dû ra diçe.


Aşxaneyek mezin û pir paqij xuya ye, hundur tije mişterî ne, garson li bin guhên hev dikevin.


Mistefa dibêje rabe bala xwe bide xwarinan, hela ka dilê te çi dixwaze. Ez radibim diçim bala xwe didim xwarinên bi av, yanî tirşikan. Bi dehan xwarin hene.


Ez paşda têm ser masê û em temiyên xwe dikin.


Ez bala xwe didimê ku hemû garson û aşpêj bi hev ra bi tirkî dipeyivin, garson temiyên xwe bi tirkî dibêjin.


Wek li hemû bajarên Kurdistana bakur, li vir jî kurdên me dev ji tirkiya xwe bernedane, li Hewlêrê jî tirkiya xwe didomînin.


Ji ber ku ne xwediyê aşxanê tenê, hemû karkir kurdên Kurdistana bakur in, loma jî zimanê wan jî her tirkî ye.


Ez dibînim ku ev yek li hemû ciyên kurdên bakur wiha ye, yanî zimanê wan tirkî ye...


Yanî kurmê şîrî heta pîrî...

Gur û ker

Dibêjin rojekê li perê gundekî gurek rastî kerekê hat. Gur dema çav li kerê ket, tama devê xwe xweş kir û ji kerê ra got.

- Ezê te bixwim.

Kerê tirsa xwe neda der û bi dengekî sakin got:

- Ma tu rast dibêjî?

Gur got:

-Helbet ez rast dibêjim. Ma heta nuha te dîtiye ku min henek kiriye? Ez merivekî cidî me, tu carî henek meneka nakim.

Kerê got:

- Wê çaxê rica min ji te, min li vê rastê nexwe. Li vir her kes kane me bibîne. Jixwe berê navê te li dinyayê bi harî belav bûye, îcar dema li vê rastê, li ber çavê her kesî tu min bixwî ji te ra ewê qet ne baş be.Ya çêtir ew e ku em herin nav daristanê, li wir min bixwe. Lê bira tu carî neyê bîra te ku ez dixwazim te bixapînim. Û ji bo ku tu ji min baş bawer bikî a ji te ra vî hefsarê min baş li dora hustiyê xwe bipiçikîne û bi kurtanê min ve girê bide. Emê herin dereke xewle, xalî û sakin. Li wir êdî tu kanî bi kêfa dilê xwe, bi bîneke fire min bixwî.

Pêşniyara kerê ket serê gur. Rabû hefsarê kerê baş li dora hustiyê xwe gerand û dûra jî bi kurtanê wê ve girê da. Dema kerê bala xwe dayê gur baş bi kurtanê wê ve hat girêdan, ji gur ra got:

- Nuha tu kanî bi dilekî rehet bidî dû min.

Gur bi hêrs û bi dengekî jixwbawer got:

- Zû min bibe dereke xalî û sakin! Ji birçîna dilê min dixerbile.

Kerê got:

- Ser serê min, hema tu emir bikî!

Û kerê dûra jî rasterast berê xwe da nava gund, mala xwediyê xwe. Dema ew nêzî gund bûn, gur li kerê ket şikê û bi hêrs jê re got.

- Ev rê ne riya daristanê ye, riya gund e. Tu min dibî gund, xwest bi diranên hefsêr biqetîne û xwe xelas bike.

Kerê bi zimanekî şîrîn jê ra got:

- Tu şaş î mamê gur, ez te di vê xaçeriyê ra dibim ji bo ku em zû bigihîjin nava daristanê.

Gur hîn dixebitî ku hefsêr biqetîne, kerê da çargaviyan û gur li dû xwe kişand, heta ew bir nava gund. Gur kir, nekir, xwe ji ben xelas nekir, hew carê mêze kir ku wa ye li ber deriyê xwediyê kerê ye. Xwediyê kerê, jina wî, zarokên wan bi hev re êrîş birin ser gur. Ji zarokên wan yekî, kêrek mezin avêt jê de. Şansê gur hebû kêr lê neket, çû li hefsarê hustiyê wî ket û hefsar qetiya. Bi qetandina hefsêr ra gur baz da û ji mirinê xelas bû…
Xemîşoka min li dîyaran, rahme li dê û bavê guhdaran



Ez li paytexta Kurdistanê me

Piştî xirecira li balafirxaneyê, teşxeleya bi pûlisan ra ez pasaporta xwe muhr dikim û bi Siyamed ra derdikevim der.
Bi rê da ez tim bi çavekî heyranmayî li balafirxaneyê temaşe dikim. Em bawilên xwe digrin û derdikevin der.


Li ber derî gelek munîbûs sekinîne û rêwî lê siwar dibin.


Ez dibêjim belkî hevalê min ewê li vir were pêrgî min, lê fêr dibim ku hatina vir ji alî ewlekariyê ve qedexeye.


Em li munîbûsan siwar dibin. Lê ji ber ku bawilên rêwiyan pir in îcar cî ji însanan ra namîne. Hinek li ser bawilan, hinek li hewa, axir em bi zor xwe di ber hev ra dikin û munîbûs bi rê dikeve.


Em diçin şeş heft  kîlometir ji balafirxaneyê wê da li derekê radiwestin. Çoleke vekirîye. Barîqat danîne û leşkerên çekdar li der û dorê hene. Çend munîbûs bi hev ra disekinin. Welweleyek çê dibe, haşermahşer radibe, herkes li merivê xwe digere.


Siyamed birayê xwe dibîne, ew li hev dipiçikin, ez li wê ortê bi tenê û bêxwedî dimînim.


Ya xerab ez Mistefa Ozçelîk jî nas nakim û min rismê wî jî nedîtiye. Ez ji xwe ra dibêjim ez hêvî dikim ku ew min nas bike. Ez çavên xwe li der û dorê digerînim.


Ji nişka ve çavê min li ser kaxetekê bi navê min dikeve. Li ser kexatekê bi herfên mezin navê min Zinarê Xamo nivîsî ye.


Ez diçim ba yê kaxet di dest da. Yekî xort e, ez texmîn dikim ku ne Mistefa ye. Dema dipeyive ez ji devoka wî fêm dikim ku şirnexî ye, merivê xanima Mistefa ye.


Dibêje Mistefa ez şandime. Ez li erebê siwir dibim û berê xwe didim Hewlêrê paytaexta Kurdistanê.


Hewake pir ecêb heye, herder wek zerika hêkê zer dike, ne asîman û ne jî roj xwanê dike.


Xortê min dibe dibêje ev çend roj in qûm dibare. Meriv rengê otomobîlan ji hev nagerîne.


Xort min dibe li otêla Bejan Palazê datîne, dibêje Mistefa ewê bîstek din were.


Ez derdikevim oda xwe. Lê li odeyê sebra min nayê, dadikevim jêr. Li lobiyê rûdinim. Lobî ne xerab e.


Li salona otêlê du rismên Mele Mistefa Barzanî bidardane. Li rast û çep du telewîzyon hene.


Di telewîzyona milê çepê da programeke erebî û di ya rastê da jî fîlmekî Îbrahîm Tatlises yê reş û sipî nîşan dide.


Mişterî bala xwe didin programa erebî, filmî Îbo jî karkirên resepsiyonê lê temaşe dikin.


Bîna min teng dibe. Qahweyekê dixwazim. Lê programên bi erebî û tirkî dom dikin. Piştî bîstekê hew tehamul dikim, radibim diçim resepsiyonê û dibêjim, vira Kurdistan e û paytaxte Kurdistanêye. Lê di telewîzyoneke we da erebî û di yekê da jî tirkî heye. Li gel ku yek mişteriyê tirk jî li vir tuneye hûn dîsa jî vê kanalê nagrin. Ma ne dibê berî erebî û tirkî kanalek bi kurdî bûya?


Yê resepsiyonê matmayî dimîne, fena ku qet ne li bende vê reaksiyona min be, destpêkê nizane çi bibêje, hema kanala tirkî diguhere, dibe ser kanaleke kurdî.


Û dû ra jî dibêje ji bo me pir ne mihîm e, mişterî kîjan kanalê bixwazin em wê kanalê vedikin.


Em vê mijarê hinekî din jî sohbet dikin. Ez dû ra diçim li ciyê xwe rûdinim û li programa kurdî temaşe dikim.


Bîstek derbas dibe Mistefa tê. Ez wî dişibînim Osman Ozçelîk. Em diçin lep û ruyên hev. Bîstekê rûdinin û dû ra jî ji bo şîvê diçin aşxaneya Sîpanê.


Aşxaneyek pir mezin û paqij e. Lê vala ye, bêyî me çend masên din jî tijene, wekî din aşxane vala ye.


Garson tê. Mistefa dixwaze xwarinê û araqê temî bike. Lê garson bi kurdî baş nizane, dibêje ez erebim.


Em dibêjin here bira yekî kurd were.


Garsonekî kurd û xwediyê aşxaneyê tên. Xwediyê aşxaneyê Mistefa nas dike. Hurmeteke mezin nîşanî wî dide.


Mistefa xwarinê û araqa me temî dike.


Araqa me û hin meze tên. Em him vedixwin û him jî sohbetê germ dikin û hêdî hêdî hevûdu nas dikin...


Sibe gera nava Hewlêrê û hin çavdêriyên min…



28 maj 2011

Gur û însan

Dibêjin rojekê rûvî ji gur ra qala hêz û zalimiya însên kir û got:

-Însan mexlûqatekî pir zalim û pir bi hêz e, heger li hember wan fen û hîle neyê bikaranîn ez bawer nakim tu lawir bikanibe bi wan ra derkeve serî.

Gur keniya, got:
- Ez xalê te me. Hela carê tu însanekî nîşanî min bide, tu yê bi çavên serê xwe bibînî xalê te çi tîne serî. Ezê wek guran xwe çindî ser bikim û bi yek derbê ra li hewa dabarînim.

Rûvî got:

Wele qet nakeve serê min, lê heger tu bixwazî ez kanim alîkariyê bi te ra bikim. Hema sibe zû were ba min, ezê yekî ji wan nîşanî te bidim.

Gur got baş e.

Roja din, serê sibê zû, gur çû ba rûvî. Ji rûvî ra got, de were însên nîşanî min bide.

Rûvî rabû da pêş gur û ew bir ser riya nêçîrvanan. Bîstek derbas bû, kalekî piştxûzê gopal di dest da hat ji wir bihurî. Gur ji rûvî ra got:

- Însanê te digot ev e?

Rûvî got:

- Na, ne ev e, ewê nuha were.

Bîstek din derbas bû, îcar lawikekî biçûk hat, di ber wan ra derbas bû. Gur dîsa got:

- Ma qey ev e?

Rûvî got:

- Na, ne ev e jî. Hinekî sebir bike, ewê nuha were.

Bîstekê li wir man, nêçîrvanekî bi rext û tiving ji hember da xuya kir. Rûvî berê xwe bi gur da kir û got:

- A evê ji hember da tê însan e. Lê dibê tu fersendê nedê û nehêlî ku dest bibe xwe, ya na ewê te bikuje. Lê ez bi xwe bi te ra nayêm, ez diherim dikevim qulika xwe.

Piştî ku nêçîrvan hinekî din nêzî wan bû, gur xwe kir gilok û wek gurekî har bi derbekê da êrîş bir ser nêçîrvan.

Nêçîrvan hew dît ku wa ye gurek êrîşê tîne ser.

Hema di cî da tivinga xwe kir sînga gur û derbeke ji saçman berdayê.

Gur bi derbê ra hejiya û ji ber êşê awirê wî tûjomûjo bû, lê dîsa jî nesekinî û êrîşa xwe domand, dîsa ajot ser nêçîrvên.

Dema nêçîrvan dît gur dîsa tê ser, derba din jî lê girê da.

Gur êşa xwe bera hundurê xwe da, paş da nereviya, xwest xwe çindî ser nêçîrvan ke.

Nêçîrvan dît gur bela xwe jê venake, hema kêra xwe ji ber xwe kişand û rastoçep, çend derb lêxist

Gur di nav xwînê da ma, birîndar, qutifî paş da reviya, çû ba rûvî. Rûvî jê ra got:

- Xalê gur tiştê ez dibînim halê te ne tu hal e. Ma te çawa kir?

Gur got:

- Tew qal neke, min hêza însên hew qasî texmîn nedikir. Berê tiştekî wek gopalan ji milê xwe danî û pê pifî min kir. Hin tiştên hûrik ketin çavên min û çavên min şewitî, min baş ber xwe nedî, min nizanîbû çi hat serê min.
Dû ra bi wî gopalê xwe careke din pifî min kir, vê carê jî wek ku zîpik bi ser min da bibare û birûsk li min keve, janê da her dera min. Lê min dîsa li ber xwe da û ez çûm ser, hindik mabû min xwe bigîhandayê.
Dema fêm kir ku gopalê wî li min pere nake, îcar rabû hesinekî birqokî ji ber xwe kişand û bi wiya çend derb li min xistin, bi derban ra janê da dilê min û xwîn bi ser min ket. Min bi zor xwe ji nav lepên wî xelas kir, heger min hinekî din jî li ber xwe bida, bajota ser, ewê ez bikuştama.
Xwarzê, bi rastî jî tiştê te got rast e, însan gelekî zalim in. Xwedê hevza meriv ji wan bike.

Dibê kêfa me ji vê hevkariya kurdan ra were

Ji ber ku ez 35 rojan ne li mal bûm, loma jî haya min qet ji xirecira siyasî tunebû, min nizanîbû kê li kê rexne girtiye, kê şûrê xwe tûj kiriye û bi egîdiyeke mezin serê "teslîmîyetçiyan" difirînin.
Ev du roj in ez çavên xwe li malperên kurdan digerînim û nivîsên di heq tifaqa hêzên kurd ya ji bo hilbijartinên 12-hezîranê dixwînim.
Bi matmayiyeke mezin ez dibînim ku hin kurd bi xurtî li dijî vê tifaqa kurdan e, gelek kil û kêmasiyên vê tifaqê rêz dikin û loma jî bi zimanekî pir êrîşkar kes û partiyên bi BDP-ê ra ev tifaq kirine rexne dikin.
Çawa ku mafê hinekan heye vê tifaqê rast bibînin û biparêzin, helbet mafê hinekan jî heye ku rast nebînin û rexne bikin.
Lê ez bala xwe didimê hin kes ji rexneyeke medenî wêdetir ji hin kesan ra xeberan didin, gelek gotinên ne xweş dibêjin.
Bi dîtina min ev şêleke ne rast e û ne xweş e.
Di tifaq û hevkariyê da tu carî zirara kurdan tuneye; hetta gelek kêmasî û nezelaliyên tifaqê hebin jî vê rastiyê naguhere.
Lê di berberî û dijminatiyê da gelek zirara kurdan heye û heta nuha jî kurdan tim û tim ji vê bêtifaqiyê zirar dîtine.
Ya herî girîng li Kurdistanê di 12-ê hezîranê da rayên AKP-ê kêm û yên namzedên serbixwe zêde bibe.
Û ev jî bi riya tifaq û hevkariyê dibe.
Dijminê me yê sereke ne BDP û PKK, dewlet û AKP, CHP û MHP ye, li hember van hêzan dibê em hêzan xwe bikin yek.
Tu tişt bi carekê da li gor dilê meriv nabe, guherandin jî hêdî hêdî û wextê dixwaze. Dibê meriv dûr û dirêj bifikire, ev gava biçûk û tifaqa ne li gor dilê me dikane bibe destpêka tifaq û hevkariyeke hîn baştir, hîn tekûztir, hîn bi rêk û pêktir.
Serkeftina kurdan wek li başûrê Kurdistanê ji dostanî, hevkarî û tifaqa hêzên kurd derbas dibe.
Li Kurdistana başûr ev 13 sal in YNK û PDK hewil didin ku nakokiyên nabêna xwe çareser bikin lê hîn û hîn jî tam biserneketine.
Loma jî ne rast û realîst e ku em kurdên bakur jî hemû dijayetiyên xwe bi carekê da çareser bikin, ji bo vê yekê xebat, wext û tehamul dixwaze.
Dîtina em kes û hêsên li derî PKK-ê û BDP-ê hemû rast in û PKK û BDP jî şaş û neheq in û loma jî dibê ew xwe rast bikin û werin îmanê ne rast e.
Di siyasetê da carnan meriv ji raqibê xwe tawîzan digre, lê carnan jî dide.
Ev tifaqa di nabêna kurdan da destpêka diyalogekê ye, dibê em ji bîr nekin ku diyaloga herî xerab ji monologê baştir e...

27 maj 2011

Destbirtiya şêr û rûvî

Dibêjin hebû tunebû, şêrekî pir kal hebû. Rojekê rûvî çû ba wî û jê ra got: - Birakê şêr, ma tu nayê em bibin destbirakê hev û bi hev ra herin nêçîrê?
Şêr got:
- Law rûvî, tu dibînî ez di çi halî da me, ez êdî kal bûme û wek berê nêçîr ji min nayê.
Rûvî got:
- Xem nake. Ezê nêçîrê bikim û emê bi hev ra bixwin. Navê destbiratiya te besî min e.
Şêr got:
- Baş e, ku tu wiha qebûl bikî, min jî qebûl e.

Û rabûn bûn destbirakên hev. Demekê rûvî tim çû nêçîr kir û anî da şêr, herduyan bi hev ra xwarin. Bi vî hawî şêr hêdî hêdî hat ser hukim û hêla xwe. Rûvî bala xwe dayê şêr roj bi roj xurt dibe û tê ser hêza xwe. Vê yekê rûvî hinekî tirsand. Rojekê ji şêr ra got:
- Bira, hûn şêr bi çi bend dibin?
Şêr got:
- Heger pişta me bidin dareke qalind û baş pê va girê bidin, wê demê em bend dibin, nikanin bilibitin.
Rûvî got:
- Ez bawer nakim. Ji bo ku ez bawer bikim dibê ez bi çavên serê xwe bibînim.
Galgalek ji vir, yek ji wir, rûvî bi hawakî şêr xapand û pişta wî sipart darekê û bi benekî ew baş bi darê va girê da.
Piştî ku şêr zexm girê da, bû tiqetiqa wî û henekên xwe bi rewşa şêr kir. Şêr hêrs bû, xurrînî pê ket û bi yek hejandinê ra hemû ben û werîsên rûvî ew pê girê dabûn qetandin.

Rûvî dest bi şalûziyan kir, li ber şêr geriya, got:
- Ez henekan dikim. Ji bo ku ez bizanibim hela ka çiqasî baweriya te bi min tê, lema min wiha kir. Em dibêjin em destbirakên hev in, lê wa ye tu rastiya xwe ji min vedişêrî, tu ji min ra rast nabêjî tu bi çi tê bendkirin?
Gotinên rûvî ketin serê şêr û ji rûvî ra got:
- Baş e, ezê ji te ra bibêjim. Dema herdu tiliyên min yên beranî(tiliyên girikê) bidin ser hev û bi jîka kevên* ji paş ve baş girê bidin wê gavê ez têm bendkirin û nikanim xwe xelas bikim.
Rûvî got baş e, dibê ez biceribînim.
Rabû herdu tiliyên şêr yên beranî(girikê) dan ser hev û bi jîka kevên ji paş da baş girê da. Û dûra jî dîsa bû tiqetiqa wî û bi halê şêr keniya. Şêr dîsa xurrînî pê ket û gelkî hêrs bû, bi hemû hêza xwe, xwe li ba kir, xwest jîkê biqetîne. Lê jîk neqetiya. Her ku wî xwe li ba kir, jîkê bêtir tiliya wî birî û çû gihîşt hestî. Şêr êdî hatibû bendê û nikanîbû xwe xelas bikira.


Rûvî têr bi halê şêr keniya û dûra jî lêxist çû.
Şêrê feqîr çend rojan wer girêdayî ma. Rojekê bi qûnkişkê çû li ser qûnçekê rûnişt û ji xwe ra ket xem û xeyalan. Ji xwe ra difikirî  ewê çawa ji vê bendîtiyê xelas bibe?
Ji nişka ve mişkek ji nav qûnçê derket û ji şêr ra got:

- Şahê daristanan, serdarê hemû lawiran, tu li vir çi digerî? Çima gewzê te tuneye, tu wiha mirûztahl î?
Şêr keserek kûr kişand, got:
- Ya mişkê delal, derdê min pir giran e, qet tev ranede. Ez derdê xwe ji te ra bibêjim jî tu nikanî jê ra bibî derman.
Mişk got:
- Ê hela tu bibêje, belkî ez li gor qeweta xwe kanibim ji te ra bibim alîkar û qenciyekê bi te bikim.
Şêr bala xwe da mişk, dîsa keserek kûr kişand û bi hustuxwarî, bi dengekî şermok ji mişk ra got:
- Ma ez çi bibêjim, mişkê delal? Rûvî bi bêbextî ez girê dam û çû. Ev çend roj in ez wiha girêdayî, perîşan û belengaz mame. Ne kanim nêçîrekê bikim û ne jî xwe xelas bikim. Îcar ezê nefikirim ma kî ewê  bifikire?
Mişk got:
- Baş e, ez te ji vî halî xelas bikim tu yê çi bidî min?
Şêr got:
- Ez bawer nakim ku tu bikanibî min ji vî halî xelas bikî.
Mişk got:
- De tişt nabe, hela ka carê bizîvire û pişta xwe bide min, ezê binêrim hela ka ez kanim ya nikanim?
Şêr rabû ji neçarî pişta xwe bi mişk da kir. Mişk xwe çindî ser lepên şêr kir û bi wan diranên xwe yên wek şûrekî tûj jîk kurisand, kurisand, heta ku got çirp û qetand.

Şêr rizgar bû. Malavayî li mişk kir û lêxist, çû daristanê, ji jin û zarokên xwe ra got:

- Zû rabin, emê ji vî warî bar bikin, êdî ev war ji me ra nabe.

Zarokên wî, xanima wî şepalê û şêrên din şaş man, gotin:

- Çima emê herin? Vira daristana me ye, warê me ye. Ma tu yê warekî ji vira çêtir bibînî?

Şêrê kal got:

- Na, li dera ku ez bendîyê(girtiyê) rûvî û berdayê mişk bim, bira ew der li min heram be, ez hew li wir dimînim.

Û dûra jî wî û zarokên xwe serê xwe hilanîn û ji wir çûn û hew vegeriyan wira.

*Jîk, ji rûviyê heywîn tê çêkirin, dibe wek têlek, yayek saxlem û naqete. Berê di tîrkevanan da dihat bikaranîn.

26 maj 2011

Gerra min a Kurdistanê bi girtinê dest pê kir

Serê salan bû min xeyala dîtina Kurdistana azad dikir. Bi derengî be jî dawiya dawî ew roj hat û ezê biçûyama wê axa azad.


Rojek berî çûyinê(19-ê nîsanê)min bawila xwe hazir kir, pasaporta xwe kir bêrîka xwe û texsiya ku ewê ez bibirama Arlandayê(balafirxaneya Stockholmê)temî kir.

Ji ber ku di rêwîtiyê da ez merivekî pir ne şareza me loma jî min texsiya M. Alî Kut girt, ji bo ku ew li balafixaneyê bi min ra bibe alîkar.

Lê M. Alî ez li ber derî danîm û got here bawila xwe teslîm bike û têkeve dorê. Vê tenêbûnê hinekî ”tirsandim” lê ez çûm.

Li hundur ez rastî hevalekî(Siyamed) ji Kurdistana Îranê hatim. Ew û xanima xwe diçûn Hewlêrê.

Ez pir kêfxweş bûm, min di dilê xwe da got, min ji xwe ra rêberek dît.

Min got tu berê çûyî Kurdistanê, got belê.

Berî balafir rabe ez çûm ketim dikanên tiştmiştan difroşin, min ji hevalê xwe yê ku ez diçûm bawî(Mistefa Ozçelîk)hinek hûrmûr kirî.

Lê hîn wext pir bû, ji heyecanê tebatî nedihat min, di ekranê da gav û saeetê li wextê dinêrim.

Axirê wext hat û ez çûm ketim balafirê.

Li kêleka min a çepê xortekî asûrî û li ya rastê jî keçeke ji Amediyê rûdinin. Ez di orta heduyan da me.

Xortê asûrî bi kurdî dizane, ji ber ku destûra rûniştinê negirtiye vedigere Kurdistanê.

Keçika Amedî li Swêd mezin bûye, ew û malbata xwe diçin Amediyê.

Em bîstekê sohbetê geş dikin.

Ez geh bi xortê asûrî ra, geh bi keça kurd ra sohbet dikim. Lê piştî demekê keçika Amedî kompîtora xwe derdixe û surfa dike.

Dimîne ez û xortê asûrî.

Ez bala xwe didimê tu tiştekî ku ez û wî sohbet dikin tuneye, ew qet napeyive, ez dipirsim ew tenê bersîvê dide.

Piştî bîstekê ez dev jê berdidim.

Lê rê dûr e, li dora 6 saetan e, nayê kişandin, dibê meriv ya rakeve ya jî bi tiştekî mijûl bibe.

Ji heyecanê xewa min nayê.

Fewaz Husên kitêba Parîsabad îmze kiriye û bi M. Alî ra ji min ra şandiye, ji bo ku ez di balafirê da bixwînim.

Ez Parîsabadê ji çentê xwe derdixim û dest bi xwendinê dikim. Lê tiştê ez dixwînim di hişê min da namîne. Ez tim lê vedigerim. Hişê min li dereke din e, ez Hewlêrê, Silêmaniyê, Kerkûkê, Helebçeyê û Kurdistana azad xeyal dikim.

Ez gera xwe ya li van deran xeyal dikim.

Hevalên ezê wan bibînim yeko yeko tînim ber çavên xwe…

Piştî demekê keçika ji Amediyê radibe û yekî din tê dewsa wê.

Yekî kal e, nêzî heftê salî ye.

Îcar ez û wî dest bi sohbetê dikin. Ez fêr dibim ku ew jî Asûrî ye, diçe Hewlêrê.

Roja din cejna wan e, Paskalya ye.

Ji Arlandayê 2 balafir rabûn, herdu jî ji sedî 90-ê wan asûrî suryanî ne, rêwiyên kurd pir hindik in.

Kalê asûrî di heqê kurdan da tiştekî xerab nabêje, pir siyasî û dîplomatîk dipeyive.

Piştî demekê sohbeta me diqede, cîranê min şûşeyek wîskî dikere û dû ra radikeve.

Ji mecbûrî ez jî çavên xwe digrim.

Nîvşiyar xewnên tevlihev dibînim.

Dîsa dest bi xwendinê dikim.

Ez hew dibînim hostes anos dike, dibêje kemberên xwe girê bidin, emê nêzî balafirxaneya Hewlêrê dibin.

Him kêfa min tê û him jî heyecana min zêde dibe.

Balafir bi rehetî dadikeve, ez radihîjim çenteyê xwe yê biçûkû kîsikê ku diyariyên min tê da û bi heyecan derdikevim der.

Dema dikevim nava avahiya balafirxaneyê matmayî dimînim, ez dibêjim belkî hatime Balafirxaneya Begledaşê.

Karkirên li der û dorê dixebitin, kesên paqijiyê dikin, yên diherin û tên hemû bengladaşî û hindî ne.

Lê bêtir jî bengledaş î.

Balafirxane bêqusûr e, pir paqij û modern e. Ez wek dînan çavên xwe li der ûdorê digerînim, ez dibêjim ev ya kurda ye.

Ez pê kêfxweş û serbilind dibim.

Ji bo kontrola pasaportê weke her kesî ez jî diçim dikevim dorê.

Dor pir dirêj e.

Di vê nabênê da telefona min li ser hev lê dixe, yê telefon dike hevalê min Mistefa ye.

Ez dixwazim bersîvê bidimê lê nikanim, telefon tim qut dibe. Diyar etelefona min li wir nakşîne ya jî naxebite.

Ev yek dom dike, ez dibêjim elo û deng qut dibe. Dibê ez çareyekê bibînim…

Du pûlisên resmî di nava milet da digerin.

Ez ban wan dikim û dibêjim, hevalê min telefon dike, lê ez nikanim bersîvê bidim, bibêjim meraq neke, vaye ez hatime, di dorê da me. Gelo li van deran telefonek tuneye ku ez telefonî hevalê xwe bikim?

Pûlis yek kurmanc û yek jî soran e. Yê kurmanc ji min ra dibêje, tu ji ku yî?

Ez dibêjim ez ji Swêd têm.

Dibêje na na, tu bi eslê xwe ji ku yî?

Ez dibêjim ez bi eslê xwe ji Kurdistana bakur, ji Rihayê me. Lê li Swêd dijîm.

Li ser vê, bersîva min dibêje hela ka pasaporta xwe…

Ez dibêjim tu yê pasaporta min çi bikî?

Dibêje ka ezê lê binêrim û alîkariya te bikim.

Ez destpêkê bi dudilî hinekî îtîraz dikim lê ew jî îtîraz dike. Li ser vê, ez pasaporta xwe didimê.

Yê kurmanc lê dinêre dû ra bi hevalê xwe ra hêdîka dipeyive û dû ra ji min ra dibêje:

Tu ji bo çi hatiyî Kurdistanê?

Ez dibêjim ez hatime gerê, ji bo ku welatê xwe bibînim.

Li hevalê min dipirse, dibêje navê wî çi ye, çi karî dike?

Ez jê ra dibêjim.

Dû ra ji min ra dibêje:

-Tu nikanî têkevî Kurdistanê!

Ez dibêjim henekan neke…

Dibêje ez henekan nakim, tu nikanî têkevî Kurdistanê.

Ez dibêjim ji bo çi?

Dibêje ji ber ku kefîlê te tuneye.

Ez dibêjim kefîlê çi?

Dibêje em ji tirkan kefîl dixwazin?

Ez diqeherim, dibêjim ji min ra nebêje tirk, ez ne tirk im…

Dibêje yanî kurdên ji Tirkiyê.

Ez dibêjim, ez ne ji Tirkiyê me, ez kurd im û ji Kurdistanê me.

Dibêje axir bêyî kefîl tu nikanî têkevî kurdistanê û dibê tu bi me ra werî qereqolê.

Ez him diqeherim û him jî ditirsim, dibêjim bide pasaporta min, heqê te tuneye tu wiha bikî.

Lê pasaporta min nade û dixwazin min bibin qereqolê.

Tam di vê esna xirecira me da Siyamed û xanima wî tên. Dibêjin xêr e, çi mesele ye?

Ez meselê jê ra dibêjim.

Siyamed dibêje kaka şerm e, ev mamoste nivîskarekî kurd e, ez dibim kefîlê wî.

Li ser vê, pasaporta min dide min. Lê ji hêrsa ez diricifim, ez dibêjim çima tu kefîl ji Siyamed naxwazî?

Dibêje, em kefîl ji kurdên Îranê naxwazin, tenê ji kurdên Tirkiyê dixwazin.

Ez dibêjim tu merivekî bêexlaq î, te ev rêwîtiya min li min kir jahr. Te bi dostî ez xapandim û pasaporta min ji min stend. Ez ne mecbûr bûm ji te ra bibêjim eslê min ji ku ye, te got ezê alîkariya te bikim, loma min pasaporta xwe da te. Min got belkî tu yê bibî mohr bikî.

Neyse, dora min hat, min pasaporta xwe mohr kir û derbas bûm.

Piştî ez derbas bûm, pûlisê kurmanc hat, got qanûn wiha ye, li qusûra min nenêre, min efû bike.

Min got, ez te efû nakim, te ev gera min li min kir jahr, ez çer herim Swêd nivîsa xwe ya pêşî ezê li ser te binivîsînim.

Bi vê nivîsê ez soza xwe tînim cî.

Min ev bûyer ji hevalê xwe Mistefa ra qal kir, got tu carî tiştekî wiha nebûye, ev cara pêşî ye ku tiştekî wiha diqewime.

Cara pêşî ya na, lê tirkan ez negertim kurdan ez girtim…

Qey ev jî şansê min e…

PARVE BIKE