02 april 2011

Xwezî min TEVKURD di vî halî da nedîta

Ji nivîsa Îbrahîm Guclu ya di malpera Rizgariyê da em fêr dibin ku TEVKURD li ber belavbûnê ye.
Kongreya TEVKURD-ê ya îstîsnaî di 26-ê adarê da ji bo fesihkirinê civiyaye, lê ji ber ku piranî çênebûye biryara belavkirina TEVKURD-ê maye civîneke din.
Di kongreyê da ji bo fesihkirina TEVKURD-ê . dengdan çêbûye. Nozde (19) nûneran gotiye “erê”, 13 nûneran gotiye “na” û 10 nûner jî bêdeng mane. Lê ji bo ku li gorî destûra TEVKURD-ê piraniya dengan di kongreyê da amade nebûne loma jî biryar hatiye girtin ku TEVKURD xebata xwe bide rawestandin û navenda xwe tasfiye bike.,
Lê pênç kes li ser navê TEVKURD-ê bên hilbijartin û ew kes ji bo fesihkirinê kongereyeke din çêbikin û di wê kongreyê da TEVKURD-ê fesih bikin.
Wek şexs ez pir li ber vê xeberê ketimn û pê dilşikestî bûm. Xwezî 110 nûnerên TEVKURD-ê mecbûrî biryareke wiha nebûna, TEVKURD neaniyana vê nuxteyê.
TEVKURD, weke platfortmeke ronakbîrî jî bima bi dîtina min ji fesihkirinê gelkî baştir bû. TEVKURD-ê di jiyana xwe ya 4 salan da gelek nirx û hêjayiyên girîng li tevgera kurd ya netewî zêde kir, cesareteke medenî di nava siysetmedar û ronakbîrên kurd da belav kir. Di warê qedexeya li ser navê Kurdistanê û daxwaza Kurdistaneke serbixwe da roleke pir hêja û girîng lîst û di van waran hin tabû şikandin.
Ji civateke weke ya me da ku dost û hevalbendên dijmin pir in, hebûna platformeke, hêzeke ku cihêbûnê, veqetandinê dixwaze ya jî parastina Kurdistaneke serbixwe weke mafekî kurdan yê demokratîk û rewa dibîne gelkî girîng bû, loma jî min pir dixwest ku TEVKURD bijiya û belav nebûya.
Lê wa ye nebû û temenê wê jî pir kin ajot.
Îcar TEVKURD çima hat vê nuxteyê, sûc û berpirsiyariya kê di vê netîceyê da çi ye, ji ber ku ez ne di nav da bûm ez nizanim.
Lê li gel vê jî bi dîtina min hemû endamên TEVKURD-ê berpirsiyarê vê netîceyê ne. Miheqeq berpirsiyariya hinekan pir û ya hinekan jî hindik e, lê ev yek necîyê naguhere. Netîce 110 robakbîr û siyasetmedarên kurd piştî xebateke 9-10 salan nikanîbûn platformeke netewî ava bikin û tiştê avakirin jî bidin domandin.
Diyar e dilpakî, daxwaz, hebûna hedefên miştereke têr nakin, bînfirehî, esnekî û ya ji van jî girîngtir zîrekiya siyasî jî lazim e.
Siyaset ji ilim bêtir sinet e, dibê meriv weke sinetkar tiştekî bixuliqîne, dema meriv nexuliqand maneya xwe ew e ku meriv ne senetkar e, ne hoste ye, hîn şagirt e.
Şagirt, carnan xwe li karê hosteyan rakişînin jî di dawiyê da nikanin berhemekê bînin meydanê, malzemeyê destê xwe heram dikin û karê xwe nîvçe dihêlin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE