19 april 2011

Toz Beg

Dibêjin carekê rûvî dîsa gur xapandibû û dijminatî ketibû nabêna wan. Gur li her derê li rûvî digeriya. Rûvî jî dizanîbû ku gur li pey wî ye. Lema jî rûvî tim bi semt û tedbîr digeriya.
Dawiya dawî rojekê gur li ser çemekî rastî rûvî hat. Dema çavên gur li rûvî ket, hema di cî da êrîş bir ser.
Rûvî baz da û gur jî da ser piştê. Rûvî ji hewla ruhê xwe çû xwe avêt hundurê aşekî li serê çiyê.
Qerêş carê hew dît ku wa ye rûviyek bi helkehelkeke mezin xwe avêt ji hundur êş da. Qerêş bi hawakî matmayî got:
- Birakê rûvî te xêr e, çima wiha helkehelka te ye?
Rûvî got:
- Birakê Qeraş qet mepirse, gur li pey min e, ku min bigre ewê min perçe perçe bike. Ez ketime bextê te zû min veşêre, hîn ku gur nehatiye.
Qerêş bala xwe dayê ku bi rastî jî rûvî dike ji tirsan biqutife. Rabû bir ew di axurê kerên aşvanan da veşart û derî li ser girt.
Bîstek derbas bû, îcar gur hat ket hundurê êş. Ji qerêş ra got:
- Ka rûvî li ku ye, zû nîşanî min bide. Ezê îro wî zîfêl zîfêlî bikim.
Qerêş got:
-Birakê gur, hela hinekî westa xwe bigre û bîna xwe fire bike. Dû ra emê bi hev ra li rûvî bigerin.
Bîstek derbas bû qeraş hêdî hêdî li ber rûvî geriya û jê ra got:
-Birakê gur, tu bi ya min dikî tu yê xwe bi ber teqala rûvî nexînî. Ji bo te şermeke mezin e ku tu didî pê rûviyekî şekalan û dixwazî jê heyfê bistînî. Ma rûvî hempayê te ye? Ez di dewsa te da bim ezê rûvî efû bikim. Ku tu pêşniyara min qebûl bikî emê her sê wek biran bi hev ra bijîn. Va ye arvanê me pir e, sibe dusibe ewê etar jî werin, emê ji xwe ra hinek fêkî jî ji wan bikirin. Yanî tu kêmasiyeke me namîne, ewê kêf kêfa me be.
Dema qala xwarinê bû, tamarên gur tavilê sist bûn û pêşniyara qerêş qebûl kir, got baş e, min ew efû kir.
Bi vî hawî qeraş, rûvî û gur bûn destbirakên hev û demekê bi hev ra jiyan. Lê rûvî ji alî gur va ne piştrast bû, tim jê hesab dikir û dixwest bi hawakî jê xelas bibe.
Rûvî rojekê qeraş xewle kir û jê ra dest bi fesadiya gur kir, heta jê hat paşgotiniya gur kir û dû ra jî got:
- Birakê qeraş, were em xwe ji gur xelas bikin. Heta gur li vir be ji me ra tu rehetî tuneye.
Qerêş bi tirs got:
- Law rûvî, malneket, tu çawa diwêrî wiha bibêjî? Ma ne gur bibihîze ewê min jî û te jî bixwe.
Rûvî got:
- Tu tenê bibêje belê û bi ya min bike bes e, ya din pir hêsa ye.
Qerêş got:
- Çawa, hela ka ji min ra bibêje:
Rûvî got:
- Tu ji min ra bihêle. Tu yê nuha herî ba gur û jê ra bibêjî dibê em kevire aşê xwe niqar bikin. Û ji bo ku em kanibin niqar bikin jî dibê yekî bi qewet tayê êş (kevirê êş) bilind bike û têkeve binî. Îcar di nav me da jî yê herî bi qewet û xurt tu yî. Lema jî dibê tu ji me ra tayê êş bilind bikî. Gur ehmeq e, ewê bi van gotinên te bixape û bibêje erê. Îcar dema ket bin kevir, emê kevir berdin ser û ewê di binî da bibe nanik û bimre. Bi vî hawî emê jê xelas bibin.
Qerêş bi dudilî got baş e û lêxist çû ba gur. Gotinên rûvî jê ra gotibûn bi zimanekî nerm û şîrîn hemû ji gur ra gotin. Û bi rastî jî gur pêşniyar qebûl kir. Piştî ku gur pêşniyara qerêş qebûl kir, hersê rabûn bi hev ra çûn ku kevirê xwe rakin û niqar bikin.
Wek ku berê li hev kiribûn, gur çû ji bin da ket bin kevir û qeraş û rûvî jî ji jor da bilind kirin.
Dema kevir bilind bû û gur baş ket binî, rûvî û qerêş ji jor da ew bera ser gur dan, gur di bin da pelixî, bû nanik.
Piştî mirina gur bi çendakê rojekê rûvî ji xwe ra got, qerêş heta nuha gelek çêyî bi min kir, ez ji mirinê xelas kirim. Dibê ez jî çêyiyeke baş pê bikim.
Ji xwe ra kûr û hûr fikirî, got ez çi bikim, çi nekim? Ji nişka va hat bîrê ku qeraş î azib e. Got weleh ya herî baş ew e ku ez wî bizewicînim û him jî bikim zavê mîr û paşan.
Piştî ku rûvî ev biryara xwe da, rabû ket rê û berê xwe da bajarê paşê. Pir çû, hindik çû, çû gihîşt qesra paşê.
Di oda paşê da du kursî hebûn, yek ji zîv bû û yek jî ji zêr bû. Ya zîv ji bo mîvanan û ya zêr jî ji bo xwazgîniyên keça paşê bû. Rûvî rast çû li ser kursiya zêrîn rûnişt. Bîstek derbas bû yawer û xulamên paşê bi hatina rûvî hesiyan, hatin bala xwe danê ku wa ye rûvî xwe li ser kursiya zêrîn xwe pik kiriye. Yawer û xulam aciz bûn, bi rûvî da qeherîn, gotin:
- Zû ji ser wê kursiyê rabe.
Rûvî ji ser kursiyê ranebû û bi hawakî bêtirs ji wan ra got:
-Çima hûn xwe wiha dixeyidînin? Ez jî wek her kesî xwazgînî me, hatime qîza paşeyê we ji paşeyê xwe Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa ra bixwazim.
Dema rûvî wiha got hemû wezîr, yawer û xulamên paşê mit û mat man. Ji mecbûrî rabûn çûn xeber dan paşê, gotin hal mesele wiha ye, rûvî li ser kursiya zêrîn rûniştiye û dibêje ez xwazgîniyê qîza we me.
Paşê emir da, got rûvî bînin ba min. Rabûn rûvî birin huzûra paşê. Rûvî ji paşê ra got:
- Paşayê min, ez bi emrê Xwedê û bi qewlê Pêxember keça te ji paşayê xwe Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa ra dixwazim.
Paşê, navê Toz Begê lawê Çeqçeq Paşa qet nebihîstbû. Lê di dilê xwe da dixwest ku keça wî bi mîr û paşakî ra bizewice û ew jî bibe xezûrê paşan. Lema jî ji rûvî ra got:
- Ez keça xwe bi vî hawî nadim. Here Toz Begê xwe bîne vir, bira ew û keça min hev û du bibînin, hela ka keça min bi wî qayil dibe ya na. Dema hev û du ecibandin emê biryareke xêrê bidin.
Rûvî got baş e û rabû berê xwe da ba destbirakê xwe yê qeraş. Çû ji qerêş ra got zû deriyê êş bigre û bide dû min. Qerêş got:
-Law rûvî, malxerab, tu dikî min rebenî bi ku da bibî?
Rûvî got:
- Qet dengê xwe neke û zû bide dû min, ezê te bikim zavayê paşan.
Qerêş rabû da dû rûvî. Rûvî bir qeraş xist nav çem û bi nahpirûkan vêket, ew baş şuşt, kir wek pîvazeke nûqeşartî.
Piştî ku qeraş ji qilêr, ard û teniya qeraşiyê baş paqij bû, her du ketin rê û berê xwe dan mala paşê. Dema ketin nav tixûbê paşê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Va ye em diçin mala paşê û min gotiye ku zavê we beg e û lawê Çeqçeq Paşa ye. Îcar dema em bi van qerpalan herin kê ji me bawer bike ku ev beg e û lawê paşê ye. Lema jî dibê em ji van kincan xelas bibin.
Piştî ku ji xwe ra wiha fikirî, vegeriya ser qerêş û jê ra got:
- Zû van kincan ji xwe bike!
Qeraş şaş ma, her çiqas nexwest xwe tazî bike jî lê rûvî israr kir û got:
- Dibê tu kincan ji xwe bikî. Dema tu van qerpalan ji xwe nekî, tu nikanî bibî zavayê paşan.
Axir rûvî kincên wî bi zor jê kirin û giş şewitandin. Û dû ra jî jê ra got:
- De tu di vê newalê da li benda min be heta ku ez têm.
Qeraşê feqîr rabû xwe şût û tazî da ber tûmekî û rûnişt û rûvî jî yek nekir dudu, berê xwe da mala paşê. Dema paşê, wezîr û xulaman dîtin ku rûvî bi tenê ye, Toz Beg ne pê ra ye gelkî meraq kirin û bi hawakî meraqdar jê pirsîn, gotin:
- Rûvî, ka Toz Beg? Ma ne te yê ew jî bi xwe ra bianîya?
Rûvî hinkî xwe xemgîn û bêmad kir û got:
- Qet nebêjin, tiştê hat serê me neyê serê dijminê min jî.
Milet bêtir meraq kir, gotin:
- Hela zû bibêje, mesele çi ye?
Rûvî got:
- Ez û Toz Beg, em bi hev ra dihatin. Li wê jora han em ketin newalekê. Me hew carê dît ku deh panzde rêbiran dora me girtin. Çiyê me hebû hemû ji me standin. Hespên me, perên me, zêr û zîvên me, xişir û diyariyên ku me bi xwe ra anîbûn giş bi darê zorê ji me standin. Heta bigihîje kincên Toz Beg jî jê standin. Lema jî niha ew li wir şût û tazî li benda min e ku ez jê ra qatek kinc bibim. Me qet bawer nedikir ku ewê li ser erd û ava we tiştekî wiha were serê me. Heger me bizanîbûya me yê çend çekdar û leşker bi xwe ra bianîna…
Li hember van gotinên rûvî, paşa gelkî li ber xwe ket. Hema di cî da ban yawer û xulaman kir, emir da wan û got:
- Zû qatek kincê herî baş, bi çel suyaran ra bişînin ji Toz Beg ra. Bira zû wî bînin vira.
Rûviyê me rabû bi qatek kincê paşan û çel siwarî ra berê xwe da newala qeraş lê bû. Birin kinc li qerêş kirin û dû ra jî vegeriyan qesra paşê.
Paşa bi merasimek mezin çû pêrgî Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa û rûvî.
Piştî xêrhatin û vir da û wê da, hemû bi hev ra derketin qesrê, oda mîvanan. Piştî xwarin û vexwarinê, cimat geriya û dest bi xeberdanê kirin. Toz Beg ji ber ku cilên wiha xweşik tu carî ne li xwe kiribû û ne jî di xewna xwe dîtibû, lema jî ji kêfa tim li kincên xwe dinêrê û dikeniya. Vê timabûna wî bi kincan da hewqas dubare kir ku êdî bala her kesî kişand. Di cimatê da milet dest pê kir, ji hev ra gotin:
- Ev paşa çi paşakî dinyanedîtî ye, ji vêsê da ye wer li kincên xwe dinêre.
Dema milet bi kurtepist ji hev ra wiha digot û bi şêla Toz Beg qerfê xwe dikirin, deng çû rûvî jî. Rûvî tavilê berê xwe bi wan kesan da kir û got:
- Hûn şaş in. Bira we kincên Toz Begê min bidîta we yê wiha negota. Ew van kincan layiqî xwe nabîne, bi wan qayil nabe, lema tim li wan dinêre. Ne ku ev cara pêşîn e ew kincên wiha li xwe dike. Nuha ew ji xwe ra dibêje:
-Ez Toz Beg bim û rabim van kincên sivik li xwe kim!
Ev gotinên rûvî çûn gihandin paşê jî. Paşê rabû tavilê emir da, got herin qatek cilên hîn baştir jê ra bînin.
Rabûn çûn qatek kincê hîn baştir jê ra anîn. Toz Beg rabû kincên xwe bera ser bejna xwe da.
Rûvî hêdîka di guhên wî da got:
-Heger tu îcar li van kican binêrî ezê herdu çavên te derxim!
Qerêş ji tirsa rûvî careke din hew li kincên xwe nenêrî. Çend roj derbas bûn êdî her tişt qediyabû, keçikê û Toz Beg hev û du ecibandibûn û bavê wê jî gotibû erê. Paşê ji rûvî û Toz Beg ra got:
-Ez ji we tu cihêz û qelinî naxwazim. Tenê tiştekî dixwazim. Dibê keça min di qesreke wek ya min da bijî û cariyên wê nehêlin ku ew destê xwe di ava sar û germ da neke. Ji ber ku keça min pir nazik mezin bûye, ew ne ya kar û xebatê ye. Herçî daweta wê ye ewê çel roj û çel şev bin û ezê bi destê xwe çêkim.
Paşê rabû daweteke bi hêl û mêl ji keça xwe ra li dar xist.
Dawetê bi rastî jî çel roj û çel şevan ajot. Piştî ku dawet qediya rabûn zava û bûk, her yek li hespeke kihêl kirin û çel berbû û çel çekdar jî dan dora wan û ew xistin rê.
Bi rê da rûvî ji xwe ra got:
-Min mesele bi fen û fûtan anî heta vir. Min qeraş kir Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa, ew zewicand û kir zavayê mîr û paşan. Lê ji niha û pê va ezê çi bikim? Dibê ez bûkê bibim têxim qesrekê. Lê qesra Toz Begê min jî aş e û ew jî qeraş e…
Rûvî bi van raman û fikaran di serê xwe da ji xwe ra li riyekê, li çareyekê geriya.
Dû ra hat bîrê ku li ser riya wan qesreke gelek xweşik ya Pîra Cahdû heye. Ji xwe ra got:
-Dibê ez zû herim xwe bigihînim pîra uncûzî û bi hawakî wê bixapînim û qesrê ji destan derxim.
Piştî ku ji xwe ra ev biryar da, rabû ji berbûyan ra got:
- Hûn dizanin dibê ez hinekî berî we herim mizgîniyê bidim qesrê, ji bo ku ew jî haziriya xwe bikin.
Rûvî rabû da lotikan û berê xwe da qesra Pîra Cahdû. Rûvî bi rê da rastî keriyek pez hat, ji şivên pirsî, got:
- Ev keriyê kê ye?
Şivên got:
- Keriyê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, ewê bibêjin ev pez yê kê ye? Dibê tu bibêjî pezê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Dû ra dîsa ket rê û çû. Bi rê da rastî naxirek mezin hat. Ji gêvên pirsî, got:
- Ev naxira dewêr ya kê ye?
Gêvên got:
- Dewarê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, bibêjin ev dewar yê kê ye? Dibê tu bibêjî dewarê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Gêvên ji tirsa got baş e.
Dû ra bi rê da rastî keriyek berx hat. Ji şivanê berxan ra jî eynî tişt got.
Dû ra rastî colek bizin hat. Ji şivanê bizinan ra jî eynî tişt got, li wî jî eynî temî kir, got heger tu nebêjî ev bizin hemû yên Toz Beg in, bi Xwedê ewê te bikujin.
Îcar dema berbû û çekdarên bi Toz Beg ra ji şivan, gavan pirsîn, wan jî wek ku rûvî temî li wan kiribû, gotin:
- Keriyê Toz Beg e.
- Dewarê Toz Beg e.
- Colê Toz Beg e.
- Berxên Toz Beg in.
Her cara ku bûkê, berbû û leşkerên bi Toz Beg ra ev bersîv dibihîstin şaş diman û ji xwe ra digotin, “lawo ev Toz Beg merivekî çiqasî dewletî ye bavo?”
Rûvî bi helkehelk, çû xwe gîhand ba Pîra Cahdû. Dema Pîra Cahdû çav li rûvî ket, got:
- Rûvî te xêr e, wiha bîn li te çikyaye
Rûvî got:
- Wey mala te neşewite, ma te hîn nebihîstiye?
Pîra uncûzî bi tirs got:
- Na min tu tişt nebihîstiye. Hela ka bibêje, çi bûye, çi qewimîye?
Rûvî qeflê suyarên ji hember da dihatin nîşanî Pîrê da û got:
- Ev leşkerên ji hember da tên leşkerên paşê ne. Paşa gelkî nexweş e. Hekîman gotiye dermanê wî kezeba Pîra Cahdû ye. Tên vir ji bo ku te bikujin û kezeba te jî bibin ji paşê ra. Îcar ez hatim ku xeberê bidim te.
Dema rûvî wiha got, pîrê ji tirsan biziya, ji rûvî ra got:
- Rûvî, ez ketime bextê te û Xwedê, zû riyekê nîşanî min bide, ez çawa bikim?
Rûvî got:
- Hema here têkeve loda kayê û xwe di wir da veşêre. Ewê werin li te bigerin û te nebînin. Dû ra jî ewê herin. Dema ew çûn tu yê jî ji lodê derkevî û dîsa werî mala xwe.
Gotinên rûvî ketin serê Pîra Cahdû û çû xwe di nav loda kayê da veşart. Piştî ku Pîrê xwe di nav kayê da baş veşart, rûvî rabû agir bi lodê xist û lod şewitand. Pîra Cahdû di lodê da bû rejik.
Rûvî piştî ku Pîrê şewitand ban xulam û xizmetkarên qesrê kir û ew jî wek pîra Cahdû tirsandin. Ji wan ra jî got, ev suyarên tên leşkerên Toz Beg in. Heger hûn qedir û qîmeteke baş nedin wan ewê serên we hemûyan bifirînin. Lê ku hûn xizmeteke baş bikin ezê we gişan xelat bikim.
Xulam û xizmetkaran gotin baş e, tu çi dibêjî bira wek te be.
Demek derbas bû Toz Beg, bûk û suyarên pê ra hatin.
Xulam û xizmetkaran xizmeteke wiha baş kirin ku wek Toz Beg bi rastî jî xwediyê qesrê û begê wan be. Yanî di xizmet û qedirdayinê da tu qusûr nekirin.
Rûvî ji vê yekê gelkî memnûn bû.
Piştî du sê rojan rûvî û Toz Beg mîvanên xwe giş bi qedrekî mezin û bi xelat bi rê kirin.
Bi vî hawî qeraşê ber aşan bû Toz Beg û xwediyê qesir û qonaxan.
Êdî kêf kêfa Toz Beg bû, ew her roj serê sibehê zû radibû diçû nêçîrê û êvarî jî dereng dihat mal.
Vê rewşê demekê wiha dom kir. Rojekê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Min gelek qencî bi vî merivî kir. Min ew ji qeraşiya ber aşan anî kir zavê mîr û paşan, kir xwedî qesir û qonax. Gelo piştî vê dewlemendiyê jî ewê dîsa bi min ra rast be ya na? Lema jî dibê ez wî biceribînim.
Û dû ra jî rojekê rabû çû xwe li hewşa qesrê mirar kir. Bûka nû gava derket derve bala xwe dayê ku wa ye rûvîyê wan miriye. Bûkê du sê caran ban rûvî kir, lê rûvî ranebû ser xwe, te digot qey ev heft sal in ku miriye. Dema bûkê bawer kir ku rûvî miriye hema rûnişt û dest bi girî kir û porê xwe kişand û li xwe xist. Êvarî Toz Beg ji nêçîrê hat. Bala xwe dayê ku rûvî li erdê ye û xanima wî jî li ser şîn e û li xwe dixe. Toz Beg bi hêrs ji xanimê ra got:
-Tu çima wiha hêsiran dibarînî û li xwe dixî?
Bûkê got:
- Ma ne rûvîkê me miriye, lema ez digrîm.
Toz Beg dîsa bi hêrs got:
- Miriye qîra wî kiriye! Îcar tu yê rabî ji bo rûviyekî şekalan bigrî û bike şîn? Hema bi nigê wî bigre û bikşîne binya wî kaşê han.
Dema Toz Beg wiha got, rûvî di cî da çavên xwe vekirin û got:
-Wey qeraşê ber aşan,
Min tu kir zavayê mîr û paşan, îcar tu yê nuha jî bi nigê min bigrî û min bavêjî binya kaşan!
Dema rûvî ji Toz Beg ra wiha got, hema qîrînî bi bûkê ket û got:
- Wey li min pepûkê, çima tu nabêjî ez bi qeraşekî ra zewicîme! Ez qîza paşa bim û werim bi qeraşan ra bizewicim. Ma qey ez mirime?!
Û dû ra jî rabû daw û delingê xwe hilkir, buxçika xwe avêt ji pişta xwe da û ket rê û berê xwe da mala bavê xwe.
Toz Beg bala xwe dayê ku jinik çû û rûvî jî ji destbiratiya wî derket, ew ma bi tik û tenê. Îcar poşman bû. Rabû li ber rûvî geriya, xwe avêt bextê wî, got:
- Birakê rûvî, min kir, tu nekî, tu yê min efû bikî û herî jina min vegerînî.
Rûvî got:
- Baş e, ezê vê qenciyê jî bi te bikim.
Û dûra jî rabû bi pê xatûnê ket. Çû xwe gîhand xatûnê. Jê ra got:
- Vegere, min henek kiriye. Mêze, ku tu venegerî, min çawa yekî wek Toz Beg kir qeraşê ber aşan, ezê bavê te jî bikim gurrîkê ber qazan...
Xatûnê ji rûvî bawer kir, ji xwe ra got, weleh rûvî bêbav e, her tişt jê tê. Çawa ku wa ye li ciyê rehetiyê mêrê min kir “qeraşê ber aşan”, ewê bavê min jî bike “gurrîkê ber qazan.” Ya baş ew e ku ez vegerim malika xwe.
Û rabû bi rûvî ra vegeriya mal.
Wext û zamanek derbas bû, rojekê rûvî îcar bi rastî jî mir. Dema êvarî Toz Beg ji nêçîrê vegeriya, bala xwe dayê ku wa ye rûvî li hewşê dirêj bûyîye û xatûn jî li ser digrî. Toz Beg ji xatûnê pirsî, got:
- Çi bûye, tu ji bo çi digrî?
Xatûnê got:
- Ma ne rûvîkê me îro mir.
Dema xatûnê wiha got, Toz Beg jî hema di cî da dest bi girî kir. Herduyan sê roj û sê şevan li ser termê rûvî kirin şîn û hêsir barandin. Piştî sê rojan bala xwe danê ku rûvî şiyar nabe, bi rastî jî miriye. Li ser vê, rabûn di hewşa xwe da jê ra gorrek kolan û ew li wir veşartin

Not:
Varyaneteke vê çîrokê ya kin berê min weşandibû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE