05 april 2011

Tevgera Goran dike belayeke mezin bîne serê kurdan

Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) îro daxwaza xwe ya ”hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmeteke demî” careke din dubare kirine.

Serokên Tevgera Goranê, yên KÎK-ê û YÎK-ê, îro li Silêmaniyê li hev civiyan û bûyêrên van demên dawî guftugo kirin.

Piştî civînê nûnerên hersê grûban di civînek çapemeniyê da, daxuyaniyek dana û daxwaza hilweşandina hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmetek demî dubare kirine.

Yanî tiştê ku bi raya gel nikanîbûn bidestxin, dixwazin bi darê zorê ji koalîsyona li ser hukum bigrin.
Muxalefet, bi mesûliyet hereketkirina PDK-ê û YNK-ê îstîsmar dike û dixwaze ji vê rewşê îstîfade bike.

Yanî bi gotineke din, muxalefet bêmesûliyetiya xwe li hemberî hukûmetê weke qoz û tehdîdî bikar tîne.
Ji ber ku bêyî îstîfaya hukûmetê tu tiştekî din qebûl nake. Beşdarî hukûmetê nabe, hilbijartinên pêşwext red dike.

Ê yanî çi?

Biserketina muxalefetê bi vê riyê ne rast e û pir tahlûkeye. Sibe hinekên din jî dikanin çend hezar însanî bînin ba hev û ew jî eynî daxwazan bikin. Heger ev xet biserkeve ewê li başûr bibe kultur, bibe adet û gelek kesên din jî ewê metodên wiha ne demokratîk û zorbayî biceribînin.

Muxalefet bi vê israra xwe neheq e û zorbatiyê dike. Çawa ku leşker bi silehên xwe li hin welatan bi zorê îktîdarê digrin, Goran, KÎK û YÎK jî dixwazin bi çensed xortên organîzekirî ”darbeyeke siwîl bikin.”

Heta nuha hukûmetê gelek tawîz dan, lê diyar e muxalefet bêyî îstîfayê tiştekî din qebûl nake.

Bi dîtina min dibê hukûmet vê zorbatiya mauxalefetê qebûl neke, qebûl bike ne rast e û ji bo pêşeroja miletê kurd ne numûneyeke baş e.

Lê ez hêvî dikim ku ev bêmesûliyeta muxaleetê belayeke mezin neyne serê miletê kurd…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE