04 april 2011

Nêçîrvan û qertel

Dibêjin hebû tunebû, nêçîrvanek hebû. Rojekê qertelekî gelkî mezin ket feqa wî. Dilê wî bi qertel şewitî, rabû ew ji feqê derxist, kir himêza xwe, hinekî pê şa bû û dûra jî jê ra got:

- Ey şahê asîmanan! Tu teyrekî gelkî mezin û xurt î. Pir heyf e ku tu dawiya jiyana xwe wek şalûl û bilbilan di qefeseke biçûk da biborînî. Gerek tu li asîmanan, di ser çiya û baniyan ra tim bilind bifirî. Dibê tu tim azad û serbixwe bî û tu carî nekevî qefesan.

Dûra jî nigên qertel ji xafikê derxist û berda.

Qertel li hember vê çêyî û camêriya nêçîrvan him şaş ma û him jî gelkî kêfxweş bû. Dema ji nav lepên nêçîrvan rizgar bû, wek tîreke ji kevên bipengize, got guj û bi hewa ket û bilind bû û bilind bû, heta ku ji ber çavên nêçîrvan wenda bû.

Çend roj di ser vê bûyerê ra derbas bûn, nêçîrvan rojekê dîsa çû nêçîrê. Gelkî geriya lê tu nêçîr nekir. Bi hawakî ji hal da ketî çû xwe li ber siya pangekî (dîwarekî xerabe) dirêj kir; ji bo ku hinekî westa xwe bigre.
Ji ber ku pir westiyabû, piştî demeke kin di xew ra çû.

Ji nişka ve qertel got guj û xwe bera ser da û kumê wî ji serî revand. Nêçîrvan bi xofeke mezin ji xew hol bû.

Bala xwe dayê kumê wî di nav nikilên qertel da ye û qertel bi hewa dikeve. Nêçîrvan bi hawakî matmayî ji xwe ra got:

- Ev çi ecêb e? Ma tiştê wiha jî dibe? Û dûra jî ji ciyê xwe hol bû û da pê qertel. Bi hêrs û bi qîrîn ban qertel kir, jê ra got:

- Zû kumê min bide min, teyrê nankor û bêwefa! Çima ez te berdim, çima nuha jî tu li min wiha bikî? Qey ev jî heqê çêyiya min e?

Qertel, jê çend mîtroyan wê da firiya û kumê wî bera erdê da û ew jî li kêlek kum venişt, li dora kum xwe vir da û wê da hol kir. Fena ku dixwaze kêfa xwe bi nêçîrvan bîne.

Nêçîrvan bi hêrs ji ciyê xwe rabû, çû rahîşt kumê xwe. Kum carê, du caran daweşand û dû ra da serê xwe û bi qahreke mezin dîsa berê xwe da dewsa xwe, ber wî dîwarê li ber raketibû.

Lê hîn çend gav neavêtibûn, hew carê dît ku ji nişka ve xurrînî bi  dîwêr ket, dîwar bi ser hev da hedimî.

Nêçîrvên, li hemberî tiştê dît şaş ma, berê bala xwe da dîwarê hilweşiyayî û dû ra jî da qertel û got:

-Şahê hemû teyr û tuyan, te ez ji mirinê xelas kirim! Mala te ava! Û ezê tu carî vê çêyiya te ji bîr nekim.

Xwest çend gotinên din jî ji qertel ra bibêje, lê qertel ji zû da bi hewa ketibû û dîsa wek her tim bilind, bilind difiriya....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE