02 april 2011

Kûçik û însan

Dibêjin kûçik berî ku were kedîkirin li çol û çepelan, tim bi tena serê xwe digeriya. Lê dawiya dawî bêhevalîyê û tenêtiyê ew aciz kir. Rojekê rabû çû xwe bera nava daristanê, rez û bexçan da ji bo ku ji xwe ra hevalekî bibîne.
Pir geriya, hindik geriya, nêzî danê êvarê rastî korgîyekî(kerguhekî) hat. Ji korgî ra got:
- Korgîyê delal, ma tu naxwazî em bibin heval û bi hev ra bijîn?
Korgî got:
- Erê, ez dixwazim, çima naxwazim.
Û bi vî hawî herduyan biryar dan bibin hevalên hev û bi hev ra bijîn. Rabûn di nav rezekî da ji xwe ra ciyek çêkirin ji bo ku bi şev lê rakevin. Bi şev korgî raket, lê kûçik hişyar ma û berbî nîvê şevê dest bi reyînê kir. Korgî bi tirseke mezin ji xew hol bû û ji kûçik ra got:
- Ev çi reyîn e? Nuha gurê dengê te bibihîze û ewê were me herduyan jî bixwe. Bes bireye(biewte), rakeve!
Kûçik qeherî û ji xwe ra got:
- Min ji xwe ra hevalekî çewt hilbijartiye. Korgî tirsonek e, ez herim bibim hevalê gur çêtir e. Wer xuya ye ew ji kesî natirse.
Û dûra jî rabû dev ji korgî berda û berê xwe da çolê, ji bo ku gur bibîne û pê ra bibe heval.
Pir geriya, hindik geriya, dawiya dawî rastî gur hat. Gur çû û kûçik da dû, gur çû û kûçik da dû. Dûra kûçik fêm kir ku gur jê ditirse, lema jî newêre xwe bispêrê. Kûçik ban gur kir û jê ra got:
- Heyran ji min mereve. Tu nêteke min a xerab tuneye. Ez dixwazim bi te ra hevaltiyê bikim. Heger tu bixwazî em kanin bibin hevalên hev û wek bira bi hev ra bijîn.
Li ser van gotinên kûçik, gur sekinî. Bala xwe dayê bi rastî jî kûçik dilpak xuya dike, tu nêteke kûçik ya xerab tuneye, tenê dixwaze pê ra hevaltiyê bike.
Gur got:

- Baş e, ez daxwaza te ya hevaltiyê qebûl dikim. Hema were ji nuha û pê ve em bi hev ra bijîn.
Û bi vî hawî herdu bûn hevalên hev.
Pir çûn hindik çûn, berî ku roj here ava gihîştin dereke xalî(tenha). Biryar dan wê şevê li wir bimînin. Bi şev piştî bi hev ra şevbêrkek xweş derbas kirin, gur raket, lê kûçik dîsa raneket, şev nîvê şevê ji nişka ve dîsa dest bi reyînê(ewtînê) kir.
Gur bi tirseke mezin ji xew veciniqî, ji kûçik ra got:
- Huş be, nereye/neewte! Me xwe di vê talda xalî da veşartiye ji bo ku hirç bi me nehese. Ji dêlî ku tu rakevî, tu diewtî. Heger hirç bi me bihese ewê were me bikuje, bixwe.
Kûçik ji gotinên gur aciz bû û di dilê xwe da got:
- Min jî digot qey gur î mêrxas e, ji kesî natirse. Lê wa ye ne wiha ye, ji hirçê hinavê vî diqete û newêre rakeve.
Kûçik rabû gur li wir hîşt û berê xwe da newal û şikeftan, çol û çepelan, ji bo ku rastî hirçê bê. Dawiya dawî, li rex rezekî rastî hirçê hat. Kûçik deng li hirçê kir, jê ra got:
- Hirça xurt û bi hêz, ma tu nayê em bibin hevalên hev û bi hev ra bijîn?
Hirçê got:
- Baş e, ez qebûl dikim.
Û bûn hevalên hev.
Ew û hirç wê rojê hetanî êvarê têr bi hev ra geriyan. Bi şev hirç raket. Lê kûçik dîsa raneket. Piştî ku şev hinekî zîz bû, kûçik wek her tim dîsa dest bi reyînê kir. Hirç ji xew veciniqî, bi kûçik da xeyidî, jê ra got:
- Dînê heram, xêr e vê şev nîvê şevê ewta ewta te ye, tu diewtî! Nuha însanek ewê dengê te bibihîze û ewê were me bikuje.
Kûçik di dilê xwe da got:
-Himmm, hirç jî newêreke, dibê ez herim li însanekî bigerim, wî bibînim û bi wî ra bibim heval.
Û dûra rabû da rê û ji ba hirçê çû. Çû xwe bera nav daristanê da. Wê rojê pir geriya, lê rastî tu însanî nehat.
Rabû ji nav daristanê derket û da ser riyekê. Pir çû hindik çû, dawiya dawî rastî cotkarekî hat. Kûçik rasterast çû ba mêrikê cotkar û jê ra got:
- Însanê(mirovê) delal, ma tu qebûl nakî ez û tu, em bibin hevalên hev û bi hev ra bijîn?
Mêrikê cotkar di cî da cotê xwe rawestand, baş bala xwe da kûçik û bi ruyekî biken jê ra got:
- Ez qebûl dikim, çima nakim. Hema were bide dû min, ez te bibim mal û em bi hev ra bijîn.
Û rabû kûçik da pey xwe, bi xwe ra bir mal.
Dema bû êvar mêrik raket, lê kûçik dîsa wek her tim hişyar ma. Derengiya şevê kûçik dest bi ewtînê kir, lê mêrik şiyar nebû. Kûçik hîn pirtir ewtiya. Bi vê ewtînê pir, mêrik ji xew şiyar bû û ji kûçik ra got:
- Tu çima diewtî ?  Ma tu birçî yî, tu tî yî loma?
Kûçik dengê xwe nekir.
Mêrik rabû çû hinek nan û goşt anî xist korma ber wî û hinek jî av danî ber.
Kûçik têr xwar, têr vexwar û dûra jî ji xwe ra got:
- Welehî ji însên xurttir, cesûrtir û biaqiltir kes tuneye, hema ya herî baş ez bibim hevalê wî. Wiha got û dûra jî bi dilekî rehet di xew ra çû.
A dibêjin ji wê şevê û vir da ye kûçik kedî bû û ma li ba însên, bû dost û hevalê însên yê herî sadiq û dilpak.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE