07 april 2011

Ji bo bîranîna du hevalên kurdperwer

Hivde(17) sal berê, di 7-ê nîsana 1994-an da gelê kurd du welatparêz û kurdperewerên hêja Abûqat Kazim Ekîncî û Fexrî Înan wenda kir; qatilên ”dewleta kûr” Fexrî û Kazim bi qeleşî kuştin.

Abûqat Kazim Ekîncî û hevalê wî Fexrî Înan, li Wêrfanşarê di 7-ê nîsana 1994-an da di otomobîla wî da bi kelenşînkofê hatin gulebarankirin. Herdu walatparêzên kurd ji vê êrîşê xelas nebûn û şehîd ketin.

Kazim Ekîncî û Fexrî Înan herdu jî DDKD-yî bûn. Kazim Ekîncî di eynî wextê da endamê KIP-ê (partiya Dr. Şivan) bû, endamekî pariyê yê hêvîdar bû.

Li Wêranşarê xelkê ji Kazim pir hez dikir. Kazim ji bo ku ji gelê xwe û bajarê xwe ra bêtir bi feyde be û xizmeteke baştir bike dev ji sawcîtiya dewletê berda û li Wêranşarê dest bi abûqatiyê kir.

Kazim merivekî zana, bîrewer û xwedî fikir û raman bû, dûrbîn bû, li ser welatê xwe difikirî û li riyên çareseriyê digeriya. Loma jî dewleta kûr Kazim li hemberî xwe tahlûke dît û bi qatilên xwe ew da kuştin.

Di ser bûyerê da 17 sal derbas bûne lê qatilên Kazim Ekîncî û Fexrî Înan û bi hezaran kurdên din hîn nehatine girtin û cezakirin.

Ez van herdu welatparêzên hêja û hevalên xwe yên têkoşînê bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim...

Emê tu carî wan ji bîr nekin, ewê tim di dilê me da bjîn. Emê rojekê miheqeq hesab ji qatilên wan bipirsin.
Kazim Ekîncî û Fexrî î înan ewê tim û tim di dilê min û gelê kurd bijîn...
Ew şehîdên kurd û Kurrdistanê ne.
Emê xewn û xeyala wan miheqeq birast bigerînin....
                                                                      ***

Mahkimeyên Tirkiyê li hemberî kurdan weke Mahkimeyên Engînîzîsyonê yên serdema navîn dixebitin                                                        
Behrûz Sucaî û Serhat Yukesekê gerîlayên PKK-ê, di sala 2007-an da li Şirnexê di şerekî da êsîr ketin destê dewleta tirk.

Mahkimeya Cezayê Giran ya Diyarbekrê, îro bi 8 caran cezayê muebetê ra, li ser hev 398 sal jî cezayê hefsê daye Serhat Yuksekê kurd.

Û ji bo Bejrûz Sucaîyê ji Kurdistana Îranê jî carê cezayê mubeta giran û 31 sal jî cezayê hefsê daye.
Mahkimeya tirk cezayên wiha dane herdu gerîlayên kurd ku li cîhanê jiyana tu benderuhî ne mimkûn e ku têrê nake.

Mahkimeyên Tirkiyê li hemberî kurdan bi kîn û nefret e, weke Mahkimeyên Engizisyonê yên serdema navîn dixebitin.

Hewqasî ji ”qanûn” û însaniyetê dûr ketine ku êdî ne muebetekê, 8 caran muebetê didin keç û xortên kurdan.

Lê bi viya jî dilê hakimên tirk rehet nabe, cend salên din jî li 8 car muebetê zêde dikin….

Dibê kurd rojekê hesabê vê barbarî û wahşetê ji vê dewleta xwînxwar û pînc bipirse…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE