04 april 2011

Helwesta Selahattin Demirtaş dîrokî ye

Sê roj berê hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, daxwaznameyek da Muduriyeta Perwerdeyî ya Millî ji bo ku qîza wî Delal ku diçe sinifa yekê, ji sîrûda "Andimizê" azad bibe.
Piştî eşkerebûna vê helwesta Demirtaş,, çapemeniya tirk li ser bûyerê pir sekinî. Demirtaş di beyana xwe da got, gotinên sirûdê gotinên nîjadperest in û hger ev gotin bi kurdî jî werin gotin ewê li dij be û nehêle keça wî wê bixwîne.
Ev helwesta Demirtaş hêdî hêdî di nava kurdan û hin tirkan da jî belav dibe û piştgiryê dibîne.
Nivîskarê rojnameya Sabahê Engîn Ardiç jî di nivîsa xwe ya do dagot ev sirûd(marş) ”nîjadperest e, faşîst” e.
Ardiç, di nivîsa xwe da pirsiye, gotiye, ”tirk rast e û karkir e, ê ma qey kurd xwar û tembel e?
Bi rastî jî Demirtaş bi vê helwesta xwe gaveke pir di cîda û dîrokî avêt û dibê hemû kurd jî eynî helwestê nîşan bidin û nehêlin zarokên wan vê sirûda nîjadperest û faşîd her sibe dubare bikin.
Wek Ardiç jî gotiye, li welatekî normal ne mimkûn e ku her sibe bi zarokên biçûk sond were xwarin, sirûdên nîjadperest pê were gotin.
Li welatekî normal, kes bi sondên ”ez fransizim, rastgom e, karkir im” fexir nabe.
Di vê sîstema perwedeya nîjadperest da bi darê zorê her sibe zarokan mecbûr dikink ku bibêjin, ”bira hebûna min fedayî hebûna Tirkiyê be”.
Ev dîtineke faîşst e. Li tu wekatekî pêşketî, medenî ne mimkûn e ku tu kes sondeke wiha di dibistanan da bi zarokên xwe bidin xwarin.
Vana fikrên dema Musolînî û Hîtler e.
Esas sîstema Tirkiyê ya perwerdeyê li ser asasê felsefe û îdeolojiyeke nîjadperest û faşîst ava bûye.
Û armanca vê îdeolojiya faşst jî helandina zarokên kurda ye, dixwazin bi darê zorê, bi sondên wiha nîjadperest mejiyên zarokên kurdan bişon, ji koka wan û kultur û zimanê wan dûr bixin û bikin tirk.
Û ne sîstema perwerdeyê tenê, di hemû qanûnan da ev felsefe û îdeolojiya faşîst esas e.
Hertişt li gorî fê îdeolojiya faşîst ya ku înkar û îmha kurdan ji xwe ra kiriye armanca esasî hatiye çêkirin.
Loma jî dibê kurd êdî bere bere li dijî van qanûnên faşîst derkevin û wan qebûl nekin, di platformên mavnetewî da li Tirkiyê gilî bikin.
Kurd van qanûn, sond û sirûdên nîjadperest û faşîst bibin kîjan dadgeha navnetewî ewê Tirkiyê mahkûm bikin.
Ji bo Temirtaş ev gava dîrokî avêt û êdî nahêle ku keça wî her sibe vê sonda faşîs bixwe ez wî pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE