19 april 2011

Bi xatirê we!

Erê erê, nîhayet va ye ew rojî hat û ez sibe diçim Kurdistana Federe.
Min dixwest di vê nivîsa xatirxwestinê da bi we ra hin laqirdiyan û qala eksî û serpêhatiyên xwe yên do û îro yên berî çûyinê bikim, lê nuha qet ji dilê min nayê.
Biryara Heyeta Hibijartina Bilind ya Tirkiyê (YSK)ya do bîna min pir teng kir û zewq û şeqa min a nivîsê daxist dereceya sifirê.
Ev du roj in li gelek bajarên Kurdistanê bi sedhezaran kurd daketine kolanan û vê biryara YSK-ê protesto dikin, di van protestoyan da bi sedan kurd hatine girtin û birîndar bûne.
Di rojeke wiha da hema qet ji dilê min nayê ku ez henekan û qala hisên xwe yên rêwîtiyê bikim.
Ya rast ez nuha dixwazim tenê li ser vê zulma dewletê rawestim û tenê wê ji kûrayiya dilê xwe şermezar bikim.
Vê dewletê ev serê 90 salî ye ku destê xwe kiriye gewriya kurdan û nahêle kurd weke her miletî serbest û azad bijîn.
Jiyan li me kirine zindan.
Heta em mafê xwe yî herî însanî, herî demokratîk jî ji wan distînin, di zar û bîvila me ra tînin.
Ev biryara YSK-ê siyasî ye, tu têkiliya wê bi huqûq miqûqê ra tuneye.
Dewlet dibêje em nahêlin hûn kurd siysetê bikin û têkevin meclîsê.
Girtiyên doza Ergenekonê ji CHP-ê dibin namzet û namzediya wan red nakin, ya Erdoganê ku wî jî berê ceza xwariye red nakin, lê yên kurdan red dikin.
Ev mesele ne mesela BDP-ê tenê ye, meseleyeke milî ye, loma jî dibê hemû hêz û partiyên kurdan û hemû kesên welatparêz li dijî vê biryara YSK-ê derkevin.
Bala xwe bidinê, xwedêgiravî min dikira qala rêwîtiya xwe bikira lê ez çûm di kuve derkerim, min qala çi kir...
Bi rastî vê biryara YSK-ê ez ji kêf da xistim.
Ku ez vegerim ser mesela rêwîtiya xwe.
Wek min got ez sibe diçim Kurdistana başûr.
Heta nuha min wira nedîtiya, dibê ez herim dewleta kurd ne tenê di xewn û xeyalan da, bi fizîkî û di rastiyê da jî bibînim.
Weke kurdekî, cara pêşî li bajarên kurdan bi kurdî bijîm, bi her kesî ra bi kurdî bipeyivim û tu carî mecbûrî axaftina tirkî nebim.
Yek carê jî rastî leşker û pûlisên tirkan neyêm.
Li her derê, li her kolanê ala wan ya sorsorik weke şûjinan nekeve çavê min…
Çend rojan hilm û bîna azadiyê tenefuzê dil û hinavê xwe bikim û dû ra jî berê xwe bidim Diyarbekrê ba kokima diya xwe û ji wir jî xwe bigihînim Wêranşara xopan, bajarê xaroktiya xwe.
Ezê çend rojan li van deran bimînim ez baş nizanim.
Ji ber ku ez merivekî bêmal û bêhal im, heger yê xelkê ”pisikeke” wan tunebe, yê min jî bira pisik li wir bimîne, dareke min ya çandî jî tuneye ku ez li ber siya wê rûnim.
Wêranşara ku min 31 sal berê li pey xwe hîşt zûda çûye rahmetê, loma jî Wêranşara nuh min nas nake, deriyê dilê xwe ji min ra venake û min nahebîne.
Loma jî ez li Wêranşarê xwe pir tenê, weke sêwiyekî bêsitrar yê li kuçamayî his dikim…
Lê dîsa jî destê min jê nabe, ez dikim û nakim nikanim vî bajarê ku min 30 salî di xewn û xeyalên xwe da bi evîndariyeke mezin xwedî kir û da jiyandin ji bîr bikim û ji dilê xwe bavêjim…
Destê min lê nagere, ezê cara duyem jî herim xwe bajim bextê wî, hela ka ez binêrim îcar dilê me ewê çiqasî li hevûdu rûne?

Toz Beg

Dibêjin carekê rûvî dîsa gur xapandibû û dijminatî ketibû nabêna wan. Gur li her derê li rûvî digeriya. Rûvî jî dizanîbû ku gur li pey wî ye. Lema jî rûvî tim bi semt û tedbîr digeriya.
Dawiya dawî rojekê gur li ser çemekî rastî rûvî hat. Dema çavên gur li rûvî ket, hema di cî da êrîş bir ser.
Rûvî baz da û gur jî da ser piştê. Rûvî ji hewla ruhê xwe çû xwe avêt hundurê aşekî li serê çiyê.
Qerêş carê hew dît ku wa ye rûviyek bi helkehelkeke mezin xwe avêt ji hundur êş da. Qerêş bi hawakî matmayî got:
- Birakê rûvî te xêr e, çima wiha helkehelka te ye?
Rûvî got:
- Birakê Qeraş qet mepirse, gur li pey min e, ku min bigre ewê min perçe perçe bike. Ez ketime bextê te zû min veşêre, hîn ku gur nehatiye.
Qerêş bala xwe dayê ku bi rastî jî rûvî dike ji tirsan biqutife. Rabû bir ew di axurê kerên aşvanan da veşart û derî li ser girt.
Bîstek derbas bû, îcar gur hat ket hundurê êş. Ji qerêş ra got:
- Ka rûvî li ku ye, zû nîşanî min bide. Ezê îro wî zîfêl zîfêlî bikim.
Qerêş got:
-Birakê gur, hela hinekî westa xwe bigre û bîna xwe fire bike. Dû ra emê bi hev ra li rûvî bigerin.
Bîstek derbas bû qeraş hêdî hêdî li ber rûvî geriya û jê ra got:
-Birakê gur, tu bi ya min dikî tu yê xwe bi ber teqala rûvî nexînî. Ji bo te şermeke mezin e ku tu didî pê rûviyekî şekalan û dixwazî jê heyfê bistînî. Ma rûvî hempayê te ye? Ez di dewsa te da bim ezê rûvî efû bikim. Ku tu pêşniyara min qebûl bikî emê her sê wek biran bi hev ra bijîn. Va ye arvanê me pir e, sibe dusibe ewê etar jî werin, emê ji xwe ra hinek fêkî jî ji wan bikirin. Yanî tu kêmasiyeke me namîne, ewê kêf kêfa me be.
Dema qala xwarinê bû, tamarên gur tavilê sist bûn û pêşniyara qerêş qebûl kir, got baş e, min ew efû kir.
Bi vî hawî qeraş, rûvî û gur bûn destbirakên hev û demekê bi hev ra jiyan. Lê rûvî ji alî gur va ne piştrast bû, tim jê hesab dikir û dixwest bi hawakî jê xelas bibe.
Rûvî rojekê qeraş xewle kir û jê ra dest bi fesadiya gur kir, heta jê hat paşgotiniya gur kir û dû ra jî got:
- Birakê qeraş, were em xwe ji gur xelas bikin. Heta gur li vir be ji me ra tu rehetî tuneye.
Qerêş bi tirs got:
- Law rûvî, malneket, tu çawa diwêrî wiha bibêjî? Ma ne gur bibihîze ewê min jî û te jî bixwe.
Rûvî got:
- Tu tenê bibêje belê û bi ya min bike bes e, ya din pir hêsa ye.
Qerêş got:
- Çawa, hela ka ji min ra bibêje:
Rûvî got:
- Tu ji min ra bihêle. Tu yê nuha herî ba gur û jê ra bibêjî dibê em kevire aşê xwe niqar bikin. Û ji bo ku em kanibin niqar bikin jî dibê yekî bi qewet tayê êş (kevirê êş) bilind bike û têkeve binî. Îcar di nav me da jî yê herî bi qewet û xurt tu yî. Lema jî dibê tu ji me ra tayê êş bilind bikî. Gur ehmeq e, ewê bi van gotinên te bixape û bibêje erê. Îcar dema ket bin kevir, emê kevir berdin ser û ewê di binî da bibe nanik û bimre. Bi vî hawî emê jê xelas bibin.
Qerêş bi dudilî got baş e û lêxist çû ba gur. Gotinên rûvî jê ra gotibûn bi zimanekî nerm û şîrîn hemû ji gur ra gotin. Û bi rastî jî gur pêşniyar qebûl kir. Piştî ku gur pêşniyara qerêş qebûl kir, hersê rabûn bi hev ra çûn ku kevirê xwe rakin û niqar bikin.
Wek ku berê li hev kiribûn, gur çû ji bin da ket bin kevir û qeraş û rûvî jî ji jor da bilind kirin.
Dema kevir bilind bû û gur baş ket binî, rûvî û qerêş ji jor da ew bera ser gur dan, gur di bin da pelixî, bû nanik.
Piştî mirina gur bi çendakê rojekê rûvî ji xwe ra got, qerêş heta nuha gelek çêyî bi min kir, ez ji mirinê xelas kirim. Dibê ez jî çêyiyeke baş pê bikim.
Ji xwe ra kûr û hûr fikirî, got ez çi bikim, çi nekim? Ji nişka va hat bîrê ku qeraş î azib e. Got weleh ya herî baş ew e ku ez wî bizewicînim û him jî bikim zavê mîr û paşan.
Piştî ku rûvî ev biryara xwe da, rabû ket rê û berê xwe da bajarê paşê. Pir çû, hindik çû, çû gihîşt qesra paşê.
Di oda paşê da du kursî hebûn, yek ji zîv bû û yek jî ji zêr bû. Ya zîv ji bo mîvanan û ya zêr jî ji bo xwazgîniyên keça paşê bû. Rûvî rast çû li ser kursiya zêrîn rûnişt. Bîstek derbas bû yawer û xulamên paşê bi hatina rûvî hesiyan, hatin bala xwe danê ku wa ye rûvî xwe li ser kursiya zêrîn xwe pik kiriye. Yawer û xulam aciz bûn, bi rûvî da qeherîn, gotin:
- Zû ji ser wê kursiyê rabe.
Rûvî ji ser kursiyê ranebû û bi hawakî bêtirs ji wan ra got:
-Çima hûn xwe wiha dixeyidînin? Ez jî wek her kesî xwazgînî me, hatime qîza paşeyê we ji paşeyê xwe Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa ra bixwazim.
Dema rûvî wiha got hemû wezîr, yawer û xulamên paşê mit û mat man. Ji mecbûrî rabûn çûn xeber dan paşê, gotin hal mesele wiha ye, rûvî li ser kursiya zêrîn rûniştiye û dibêje ez xwazgîniyê qîza we me.
Paşê emir da, got rûvî bînin ba min. Rabûn rûvî birin huzûra paşê. Rûvî ji paşê ra got:
- Paşayê min, ez bi emrê Xwedê û bi qewlê Pêxember keça te ji paşayê xwe Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa ra dixwazim.
Paşê, navê Toz Begê lawê Çeqçeq Paşa qet nebihîstbû. Lê di dilê xwe da dixwest ku keça wî bi mîr û paşakî ra bizewice û ew jî bibe xezûrê paşan. Lema jî ji rûvî ra got:
- Ez keça xwe bi vî hawî nadim. Here Toz Begê xwe bîne vir, bira ew û keça min hev û du bibînin, hela ka keça min bi wî qayil dibe ya na. Dema hev û du ecibandin emê biryareke xêrê bidin.
Rûvî got baş e û rabû berê xwe da ba destbirakê xwe yê qeraş. Çû ji qerêş ra got zû deriyê êş bigre û bide dû min. Qerêş got:
-Law rûvî, malxerab, tu dikî min rebenî bi ku da bibî?
Rûvî got:
- Qet dengê xwe neke û zû bide dû min, ezê te bikim zavayê paşan.
Qerêş rabû da dû rûvî. Rûvî bir qeraş xist nav çem û bi nahpirûkan vêket, ew baş şuşt, kir wek pîvazeke nûqeşartî.
Piştî ku qeraş ji qilêr, ard û teniya qeraşiyê baş paqij bû, her du ketin rê û berê xwe dan mala paşê. Dema ketin nav tixûbê paşê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Va ye em diçin mala paşê û min gotiye ku zavê we beg e û lawê Çeqçeq Paşa ye. Îcar dema em bi van qerpalan herin kê ji me bawer bike ku ev beg e û lawê paşê ye. Lema jî dibê em ji van kincan xelas bibin.
Piştî ku ji xwe ra wiha fikirî, vegeriya ser qerêş û jê ra got:
- Zû van kincan ji xwe bike!
Qeraş şaş ma, her çiqas nexwest xwe tazî bike jî lê rûvî israr kir û got:
- Dibê tu kincan ji xwe bikî. Dema tu van qerpalan ji xwe nekî, tu nikanî bibî zavayê paşan.
Axir rûvî kincên wî bi zor jê kirin û giş şewitandin. Û dû ra jî jê ra got:
- De tu di vê newalê da li benda min be heta ku ez têm.
Qeraşê feqîr rabû xwe şût û tazî da ber tûmekî û rûnişt û rûvî jî yek nekir dudu, berê xwe da mala paşê. Dema paşê, wezîr û xulaman dîtin ku rûvî bi tenê ye, Toz Beg ne pê ra ye gelkî meraq kirin û bi hawakî meraqdar jê pirsîn, gotin:
- Rûvî, ka Toz Beg? Ma ne te yê ew jî bi xwe ra bianîya?
Rûvî hinkî xwe xemgîn û bêmad kir û got:
- Qet nebêjin, tiştê hat serê me neyê serê dijminê min jî.
Milet bêtir meraq kir, gotin:
- Hela zû bibêje, mesele çi ye?
Rûvî got:
- Ez û Toz Beg, em bi hev ra dihatin. Li wê jora han em ketin newalekê. Me hew carê dît ku deh panzde rêbiran dora me girtin. Çiyê me hebû hemû ji me standin. Hespên me, perên me, zêr û zîvên me, xişir û diyariyên ku me bi xwe ra anîbûn giş bi darê zorê ji me standin. Heta bigihîje kincên Toz Beg jî jê standin. Lema jî niha ew li wir şût û tazî li benda min e ku ez jê ra qatek kinc bibim. Me qet bawer nedikir ku ewê li ser erd û ava we tiştekî wiha were serê me. Heger me bizanîbûya me yê çend çekdar û leşker bi xwe ra bianîna…
Li hember van gotinên rûvî, paşa gelkî li ber xwe ket. Hema di cî da ban yawer û xulaman kir, emir da wan û got:
- Zû qatek kincê herî baş, bi çel suyaran ra bişînin ji Toz Beg ra. Bira zû wî bînin vira.
Rûviyê me rabû bi qatek kincê paşan û çel siwarî ra berê xwe da newala qeraş lê bû. Birin kinc li qerêş kirin û dû ra jî vegeriyan qesra paşê.
Paşa bi merasimek mezin çû pêrgî Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa û rûvî.
Piştî xêrhatin û vir da û wê da, hemû bi hev ra derketin qesrê, oda mîvanan. Piştî xwarin û vexwarinê, cimat geriya û dest bi xeberdanê kirin. Toz Beg ji ber ku cilên wiha xweşik tu carî ne li xwe kiribû û ne jî di xewna xwe dîtibû, lema jî ji kêfa tim li kincên xwe dinêrê û dikeniya. Vê timabûna wî bi kincan da hewqas dubare kir ku êdî bala her kesî kişand. Di cimatê da milet dest pê kir, ji hev ra gotin:
- Ev paşa çi paşakî dinyanedîtî ye, ji vêsê da ye wer li kincên xwe dinêre.
Dema milet bi kurtepist ji hev ra wiha digot û bi şêla Toz Beg qerfê xwe dikirin, deng çû rûvî jî. Rûvî tavilê berê xwe bi wan kesan da kir û got:
- Hûn şaş in. Bira we kincên Toz Begê min bidîta we yê wiha negota. Ew van kincan layiqî xwe nabîne, bi wan qayil nabe, lema tim li wan dinêre. Ne ku ev cara pêşîn e ew kincên wiha li xwe dike. Nuha ew ji xwe ra dibêje:
-Ez Toz Beg bim û rabim van kincên sivik li xwe kim!
Ev gotinên rûvî çûn gihandin paşê jî. Paşê rabû tavilê emir da, got herin qatek cilên hîn baştir jê ra bînin.
Rabûn çûn qatek kincê hîn baştir jê ra anîn. Toz Beg rabû kincên xwe bera ser bejna xwe da.
Rûvî hêdîka di guhên wî da got:
-Heger tu îcar li van kican binêrî ezê herdu çavên te derxim!
Qerêş ji tirsa rûvî careke din hew li kincên xwe nenêrî. Çend roj derbas bûn êdî her tişt qediyabû, keçikê û Toz Beg hev û du ecibandibûn û bavê wê jî gotibû erê. Paşê ji rûvî û Toz Beg ra got:
-Ez ji we tu cihêz û qelinî naxwazim. Tenê tiştekî dixwazim. Dibê keça min di qesreke wek ya min da bijî û cariyên wê nehêlin ku ew destê xwe di ava sar û germ da neke. Ji ber ku keça min pir nazik mezin bûye, ew ne ya kar û xebatê ye. Herçî daweta wê ye ewê çel roj û çel şev bin û ezê bi destê xwe çêkim.
Paşê rabû daweteke bi hêl û mêl ji keça xwe ra li dar xist.
Dawetê bi rastî jî çel roj û çel şevan ajot. Piştî ku dawet qediya rabûn zava û bûk, her yek li hespeke kihêl kirin û çel berbû û çel çekdar jî dan dora wan û ew xistin rê.
Bi rê da rûvî ji xwe ra got:
-Min mesele bi fen û fûtan anî heta vir. Min qeraş kir Toz Beg lawê Çeqçeq Paşa, ew zewicand û kir zavayê mîr û paşan. Lê ji niha û pê va ezê çi bikim? Dibê ez bûkê bibim têxim qesrekê. Lê qesra Toz Begê min jî aş e û ew jî qeraş e…
Rûvî bi van raman û fikaran di serê xwe da ji xwe ra li riyekê, li çareyekê geriya.
Dû ra hat bîrê ku li ser riya wan qesreke gelek xweşik ya Pîra Cahdû heye. Ji xwe ra got:
-Dibê ez zû herim xwe bigihînim pîra uncûzî û bi hawakî wê bixapînim û qesrê ji destan derxim.
Piştî ku ji xwe ra ev biryar da, rabû ji berbûyan ra got:
- Hûn dizanin dibê ez hinekî berî we herim mizgîniyê bidim qesrê, ji bo ku ew jî haziriya xwe bikin.
Rûvî rabû da lotikan û berê xwe da qesra Pîra Cahdû. Rûvî bi rê da rastî keriyek pez hat, ji şivên pirsî, got:
- Ev keriyê kê ye?
Şivên got:
- Keriyê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, ewê bibêjin ev pez yê kê ye? Dibê tu bibêjî pezê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Dû ra dîsa ket rê û çû. Bi rê da rastî naxirek mezin hat. Ji gêvên pirsî, got:
- Ev naxira dewêr ya kê ye?
Gêvên got:
- Dewarê Pîra Cahdû ye.
Rûvî got:
- Va ye Toz Beg bi leşkerekî giran ve ji hember da tê. Ewê ji te bipirsin, bibêjin ev dewar yê kê ye? Dibê tu bibêjî dewarê Toz Beg e. Ku tu wiha nebêjî bi Xwedê ewê te bikujin.
Gêvên ji tirsa got baş e.
Dû ra bi rê da rastî keriyek berx hat. Ji şivanê berxan ra jî eynî tişt got.
Dû ra rastî colek bizin hat. Ji şivanê bizinan ra jî eynî tişt got, li wî jî eynî temî kir, got heger tu nebêjî ev bizin hemû yên Toz Beg in, bi Xwedê ewê te bikujin.
Îcar dema berbû û çekdarên bi Toz Beg ra ji şivan, gavan pirsîn, wan jî wek ku rûvî temî li wan kiribû, gotin:
- Keriyê Toz Beg e.
- Dewarê Toz Beg e.
- Colê Toz Beg e.
- Berxên Toz Beg in.
Her cara ku bûkê, berbû û leşkerên bi Toz Beg ra ev bersîv dibihîstin şaş diman û ji xwe ra digotin, “lawo ev Toz Beg merivekî çiqasî dewletî ye bavo?”
Rûvî bi helkehelk, çû xwe gîhand ba Pîra Cahdû. Dema Pîra Cahdû çav li rûvî ket, got:
- Rûvî te xêr e, wiha bîn li te çikyaye
Rûvî got:
- Wey mala te neşewite, ma te hîn nebihîstiye?
Pîra uncûzî bi tirs got:
- Na min tu tişt nebihîstiye. Hela ka bibêje, çi bûye, çi qewimîye?
Rûvî qeflê suyarên ji hember da dihatin nîşanî Pîrê da û got:
- Ev leşkerên ji hember da tên leşkerên paşê ne. Paşa gelkî nexweş e. Hekîman gotiye dermanê wî kezeba Pîra Cahdû ye. Tên vir ji bo ku te bikujin û kezeba te jî bibin ji paşê ra. Îcar ez hatim ku xeberê bidim te.
Dema rûvî wiha got, pîrê ji tirsan biziya, ji rûvî ra got:
- Rûvî, ez ketime bextê te û Xwedê, zû riyekê nîşanî min bide, ez çawa bikim?
Rûvî got:
- Hema here têkeve loda kayê û xwe di wir da veşêre. Ewê werin li te bigerin û te nebînin. Dû ra jî ewê herin. Dema ew çûn tu yê jî ji lodê derkevî û dîsa werî mala xwe.
Gotinên rûvî ketin serê Pîra Cahdû û çû xwe di nav loda kayê da veşart. Piştî ku Pîrê xwe di nav kayê da baş veşart, rûvî rabû agir bi lodê xist û lod şewitand. Pîra Cahdû di lodê da bû rejik.
Rûvî piştî ku Pîrê şewitand ban xulam û xizmetkarên qesrê kir û ew jî wek pîra Cahdû tirsandin. Ji wan ra jî got, ev suyarên tên leşkerên Toz Beg in. Heger hûn qedir û qîmeteke baş nedin wan ewê serên we hemûyan bifirînin. Lê ku hûn xizmeteke baş bikin ezê we gişan xelat bikim.
Xulam û xizmetkaran gotin baş e, tu çi dibêjî bira wek te be.
Demek derbas bû Toz Beg, bûk û suyarên pê ra hatin.
Xulam û xizmetkaran xizmeteke wiha baş kirin ku wek Toz Beg bi rastî jî xwediyê qesrê û begê wan be. Yanî di xizmet û qedirdayinê da tu qusûr nekirin.
Rûvî ji vê yekê gelkî memnûn bû.
Piştî du sê rojan rûvî û Toz Beg mîvanên xwe giş bi qedrekî mezin û bi xelat bi rê kirin.
Bi vî hawî qeraşê ber aşan bû Toz Beg û xwediyê qesir û qonaxan.
Êdî kêf kêfa Toz Beg bû, ew her roj serê sibehê zû radibû diçû nêçîrê û êvarî jî dereng dihat mal.
Vê rewşê demekê wiha dom kir. Rojekê rûvî fikirî, ji xwe ra got:
- Min gelek qencî bi vî merivî kir. Min ew ji qeraşiya ber aşan anî kir zavê mîr û paşan, kir xwedî qesir û qonax. Gelo piştî vê dewlemendiyê jî ewê dîsa bi min ra rast be ya na? Lema jî dibê ez wî biceribînim.
Û dû ra jî rojekê rabû çû xwe li hewşa qesrê mirar kir. Bûka nû gava derket derve bala xwe dayê ku wa ye rûvîyê wan miriye. Bûkê du sê caran ban rûvî kir, lê rûvî ranebû ser xwe, te digot qey ev heft sal in ku miriye. Dema bûkê bawer kir ku rûvî miriye hema rûnişt û dest bi girî kir û porê xwe kişand û li xwe xist. Êvarî Toz Beg ji nêçîrê hat. Bala xwe dayê ku rûvî li erdê ye û xanima wî jî li ser şîn e û li xwe dixe. Toz Beg bi hêrs ji xanimê ra got:
-Tu çima wiha hêsiran dibarînî û li xwe dixî?
Bûkê got:
- Ma ne rûvîkê me miriye, lema ez digrîm.
Toz Beg dîsa bi hêrs got:
- Miriye qîra wî kiriye! Îcar tu yê rabî ji bo rûviyekî şekalan bigrî û bike şîn? Hema bi nigê wî bigre û bikşîne binya wî kaşê han.
Dema Toz Beg wiha got, rûvî di cî da çavên xwe vekirin û got:
-Wey qeraşê ber aşan,
Min tu kir zavayê mîr û paşan, îcar tu yê nuha jî bi nigê min bigrî û min bavêjî binya kaşan!
Dema rûvî ji Toz Beg ra wiha got, hema qîrînî bi bûkê ket û got:
- Wey li min pepûkê, çima tu nabêjî ez bi qeraşekî ra zewicîme! Ez qîza paşa bim û werim bi qeraşan ra bizewicim. Ma qey ez mirime?!
Û dû ra jî rabû daw û delingê xwe hilkir, buxçika xwe avêt ji pişta xwe da û ket rê û berê xwe da mala bavê xwe.
Toz Beg bala xwe dayê ku jinik çû û rûvî jî ji destbiratiya wî derket, ew ma bi tik û tenê. Îcar poşman bû. Rabû li ber rûvî geriya, xwe avêt bextê wî, got:
- Birakê rûvî, min kir, tu nekî, tu yê min efû bikî û herî jina min vegerînî.
Rûvî got:
- Baş e, ezê vê qenciyê jî bi te bikim.
Û dûra jî rabû bi pê xatûnê ket. Çû xwe gîhand xatûnê. Jê ra got:
- Vegere, min henek kiriye. Mêze, ku tu venegerî, min çawa yekî wek Toz Beg kir qeraşê ber aşan, ezê bavê te jî bikim gurrîkê ber qazan...
Xatûnê ji rûvî bawer kir, ji xwe ra got, weleh rûvî bêbav e, her tişt jê tê. Çawa ku wa ye li ciyê rehetiyê mêrê min kir “qeraşê ber aşan”, ewê bavê min jî bike “gurrîkê ber qazan.” Ya baş ew e ku ez vegerim malika xwe.
Û rabû bi rûvî ra vegeriya mal.
Wext û zamanek derbas bû, rojekê rûvî îcar bi rastî jî mir. Dema êvarî Toz Beg ji nêçîrê vegeriya, bala xwe dayê ku wa ye rûvî li hewşê dirêj bûyîye û xatûn jî li ser digrî. Toz Beg ji xatûnê pirsî, got:
- Çi bûye, tu ji bo çi digrî?
Xatûnê got:
- Ma ne rûvîkê me îro mir.
Dema xatûnê wiha got, Toz Beg jî hema di cî da dest bi girî kir. Herduyan sê roj û sê şevan li ser termê rûvî kirin şîn û hêsir barandin. Piştî sê rojan bala xwe danê ku rûvî şiyar nabe, bi rastî jî miriye. Li ser vê, rabûn di hewşa xwe da jê ra gorrek kolan û ew li wir veşartin

Not:
Varyaneteke vê çîrokê ya kin berê min weşandibû.

18 april 2011

Li ser gazinên xortekî

Zarokên Bênav, xortê hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên ji dil. Mala te ava xortê delal.
Xortê delal, heger karê meriv dike, meriv jê hez bike û cidî bigre netîce baş dibe. Ev, ne ji bo nivîsê tenê, ji bo her karî wiha ye.
Sebêbê ku tu nivîsên min dixwînî û ji wan hez dikî ziman e. Heger min zimanekî naylon û çêkirî bikar bianiya bi baweriya min te yê piştî çend caran nivîsîn min nexwenda û weke nuha jê hez nekira.
Mijar çiqasî girîng dibe bira bibe, heger ziman ne zelal û sivik be ew nivîs zêde nayê xwendin û ji bal xwendevanan ve nayê hezkirin.
Te ji hin gotinên min yên ne kurdî gazin kirine û di vî warî da çend nimûne dana. Wek ”kitêb, saet, belge û însan”.
Bêguman haya min ji ”pirtûkê”, ”demjimêrê” û ”mirov” heye.
”Demjimêr” ne têda, lê mirov, meriv û pirtûk ez bikar tînim. Lê carnan jî li gor rewşa hevokê ez hin sînonîmên din jî bikar tînim.
Yanî hemû gotin li ba min azad in, ez tu gotinê ”sansor” nakim.
”Demjimêr” ya jî ”katjimêr” soran bikar tînin lê ez bikar naynim û rast jî nabînim.
Nuha bala xwe bidê te gotiye”demjimêr”, lê soran dibêjin ”katjimêr”!
De îcar kîjan rast e û dibê meriv kîjanê bikar bîne?
Ez weke şexs, bikaranîna gotinên biyanî ji bikaranîna gotinên ”kurdî” yên çêkirî û naylon baştir û rasttir dibînim.
Ez naxwazim di nava kurdan da bibim sebebê belavkirina gotineke şaş.
Bêyî çend kurdên xwedî fantazî, ji milet yek kurd jî di jiyana rojane da ”demjimêrê” bikar nayne, her kes dibêje saet.
Yek kurd jî nabêje ez diçim ”demjimêrekê” dikirim ya jî ev sê demjimêr in ez li bende te me.
Çêkirina gotina wisa ne hêsaye, dibê meriv zimanzan be, etîmîlojiya gotinê bizanibe.
Ji ber ku gotina ”saetê” ne tenê nav e û meriv ji bo wextê tenê di haletekî da bikar nayne, haletê sifet heye,  tewandina wê heye û gelek forên din heye.
Yanî dema meriv gotinekê çêke dibê meriv ne li nav tenê li gelek tiştên din jî bifikire, gelo dibe ya na?

Û ya din jî meriv nikane û ne rast e jî ku hemû gotinên biyanî ji zimanê xwe bavêje û qet bikar neyne.
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Ez bi piranî gotina ”kitêbê” bikar tînim, lê ”pirtûk” jî min bikar aniye. Lê bi rastî ez nizanim ev gotina ”pirtûk” ji ku hatiye û gelo rast e ku meriv di dewsa ”kitêbê” da bikar bîne?
Dema ez dinivîsînim ez zêde bi pey gotinan nakevim. Derdê min yê esasî ne ew e ku hemû gotinên ez di nivîsa xwe da bikartînnim dibê bi kurdî bin.
Na, derdê min yê esasî dibê nivîsa min ji alî hemû xwendevan ve were fêmkirin, zimanê min sivik û zelal be, însan neçin li ferhenga negerin.
Ez qurritiyên wiha nakim.
Ji ber ku wexta min pir hindik e, tenê li dora 2 saetan wexta min heye, loma jî dibê ez bi lez bixwînim û binivîsînim.
Mesela te gotiye ku tu nizanî maneya ”belge” yê çi ye?
Belge, yanî dokuman û ez kurdiya belgeyê jî nizanim. Belkî hin kurdan çêkiribin lê ez tu carî li kurdiya wê negeriyame.
Bi dîtina min ya girîng ew e ku dibê ziman zelal û sivik be, hevok li gorî sentaksa kurdî bin, îmla rast be.
Lê çend gotinên biyanî di nivîsekê da hebûne ew pir ne girîng e. yanî ne şert e ku meriv tim bibêje ”girîng”, meriv dikane bibêje muhîm jî, dikane bibêje însan jî.
Ma kî dikane gotina ”însan” li kurdan qedexe bike?
Bi gotina ”însan” bi hezaran biwêj, gotinên pêşiyan, helbest, tiştanok û hwd hene, ma qey emê vana hemûyan biguherînin?
Xortê delal, em kurd hîn di destpêkê da ne, berî her tiştî dibê em xwe fêrî rastnivîsê bikin.
Gelek kes ferqa herfa biçûk û mezin nizanin, xwe li zimanzaniyê radikşînin, dixwazin zimanê kurdî ji gotinên biyanî paqij bikin.
Bi dîtina min, karê ne karê meriv be dibê meriv xwe lê neke bela. Tiştên wiha ji karê bêtir zirarê dide zimên, rê li ber belavbûn û xwendina kurdî digre.
Kes ji zimanê ”naylon” hez nake û naxwîne.
Di vê qonaxa îro da ji bo ku kurdî di nava milet da belav bibe dibê em giraniyê bidin kurdiyeke fesîh, zelal, rast û sivik.
Bikaranîna gotinên biyanî zêde ne gelş e…
Mesela herfa ”A” ez nizanim, ez ji ilmê zimên qet fêm anikm. Ez tenê hewil didim ku rast binivîsînim û hew...
Ji te ta ser keftinê dixwazim

Hesp û pezkûvî

Dibêjin gelkî berî nuha, di wext û zemanekî pir kevn da li seranserê hemû dinyayê hemû hesp serbest û azad dijiyan. Ne kesî barên xwe li wan dikir û ne jî li wan siwar dihatin. Ew li çol û beyaran, li deşt û zozanan li gor kêfa dilê xwe digeriyan û diçêriyan. Tu kes têkilî wan nedibû.
Ji van hespan yek her roj diçû li mêrgekê diçêriya. Bêyî wî tu heywanekî din nedihat wê mêrgê.
Ew her roj ji sibê hetanî êvarî di nav çayir û çîmenan da diçêriya, dida lotikan û ji xwe ra kêf dikir.
Ji ber vê yekê jî wî digot belkî mêrg milkê wî tenê ye, tu mafê heywanekî din tuneye were lê biçêre.
Lê belê rojekê pezkûviyek hat mêrgê û wî jî ji xwe ra li qoziyekê dest bi çêrê kir. Dû ra wî jî wek hespê di nav mêrgê da da lotikan.
Hesp bi vê yekê pir qeherî, xwest pezkûvî ji mêrgê derxe. Lê pezkûvî got ez dernakevim, mêrg gelkî mezin e, têra çêra min jî dike û têra ya te jî dike, em herdu wek biran dikanin ji xwe ra lê biçêrin.
Lê hespê qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî rabû çû ba qirimçiyê li wir gîha diçinî û jê alîkarî xwest, got vî pezkûvî ji mêrgê derxe.
Mêrik got:
- Baş e, ezê alîkariya te bikim. Lê dibê tu berê bihêlî, ez vê lixabê (gemê) têkim devê te û li te siwar bêm, dû ra ezê wî ji mêrgê derxim.
Hespê ev daxwaza mêrik qebûl kir û hîşt ku ew lixabê têke devê wî û li wî siwar bê.
Lê ji dêlî ku qirmçî(yê gîha diçinî) here pezkûvî ji mêrgê derxe, rabû rasterast, hesp ajot malê, li ber mala xwe girêda û dû ra kar û barê xwe pê kir.
Û ji wê rojê û vir da ye ku hesp bûye dîlekî destê mirovan û wer kar û barên wan û himaliya wan dike.
Dibêjin heger hêsp wê rojê çavnebarî nekira û bihîşta ku pezkûvî jî wek wî ji xwe ra li mêrgê biçêriya, ewê nuha ne li ber deriyê însên bûya û ji wan ra bi şev û roj xizmet nekira.
Weke pezkûvî, hespê jî nuha di nava daristanan da û li serê çiyan azad û serbest bûya...

Mizgîn li me hemû kurdan!

Li gorî nûçeya malpera ANF-ê Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) xwe ji hilbijartinên 12-ê hezîranê vekişand.

Daxwaznameya ku ji aliyê îgirê serokê giştî yê HAK-PAR-ê Fehmî Demîr ve ji YSK-ê(Heyeta Hilbijartinan ya Bilind)ra hatibû şandin, hate qebûlkirin û bi vî rengî HAK-PAR beşdarî hilbijartinên 12-ê hezîranê nabe.

Di daxwaznameyê da tê diyarkirin ku biryara vekişînê ji aliyê Meclisa Partiyê ve hatiye dayin.

Ji ber vê biryarê ez hemû berpirsiyar û birêvebirên HAK-PAR-ê ji dil pîroz dikim. Wa biryareke dîrokî û di cî da dane.

Ev jî şiklekî hevkarî û piştgiriyê ye.

Dibê miletê kurd di vê hilbijartinê da derske baş bide AKP-ê û bi taybetî jî serokê wê Erdoganê durû, teqlebaz û nîjadperest.

Erdogan, di axaftina xwe ya do da dîsa zirt daye xwe û gotiye ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat, yek ziman” û dû ra jî gotiye, ”mesela kurd êdî tuneye.”

Yanî êdî ne rast e ku kurd tu hêviyê ji virên megalomanekî wek Erdogan bikin û li hêviyê bin ku ew mesela kurd çareser bike.

Erdogan pir vekirî dibêje, ”mesela kurd êdî tuneye”, wî ev mesele çareser kiriye, tenê mesela ”terorê” heye û ewê viya jî bi alîkariya kurdên hevalbendên xwe, bi alîkariya sabûnê, makarnayê, rûn û birincê çareser bike.

Yanî kurdên ku hîn jî hêviyekê ji Erdogan dikin him xwe û him jî gelê xwe dixapînin.

Dibê êdî dev ji piştgirî û propagendeya Erdogan berdin û piştgiriyê bidin BDP-ê, bidin kurdan û pariyên kurdan.

Azadiya me girêdayî xurtbûna me û zeîfbûna Erdogan û AKP-ê ye.

Careke din ez sipasî HAK-PAR-ê dikim û dibêjim ji bo vê biryara bi berpirsiayrî û netewî mala we ava

Îro jî ji min ra lê hat

Sernivîsa nivîsa min ya do, ”Îro kabê min mîr hat” bû.
Weleh îro jî ”kabê min mîr hat” û him jî çawa…
Malmîsanij telefon kir kir, got heger karê te tuneye were em li bajêr hevûdu bibînin û bi hev ra qahweyekê vexwin.
Di nivîseke xwe ya çend roj berê da min qala kitêba Malmîsanij ya li ser Îsmaîl Beşîkçî û belgeyeke li ser asîmîlasyona kurdan kiribû.
Min kitêb nexwendibû, lê min tenê qala wê belgeya ku Malmîsanij weşandibû kiribû.
Malmîsanij got kitêb li ba min heye ezê bitim te.
Îro piştî telefona wî, me li bajêr hevûdu dît.
Li Stockholmê jî hewa pir xweş bû, ez bawer dikim dinya li dora 10-12 dereceyan germ bû.
Yanî tam rojeke ku dibê meriv bigeriya û xwe bida ber qoziyên dîwaran.
Ez merivekî pir qlasîk û entîke me, Malmîsanij heger ne bi qasî min be jî axirê ew jî merivekî ne “modern” ne, zêde “modern” nebûye, di pîvan, fikir û zewqên xwe da hîn wek berê ma ye.
Yanî weke hin teyrên li ber qedandinê, ez û wî jî pir qlasîk mane.
Me herduyan hevûdu dît. Me got vê roja xweş em kuda herin? Got, tê bîra te, qahweyek berê em diçûnê “Hurtig” hebû, ez dibêjim em herin wir.
Qahweya wî qal dikir û dema em diçûnê salên 1980 û 1990-î bû. Min got baş e, em herinê.
Me berê xwe da mekanê xwe yê 20-30 sal berê.
Em çûn, erê, qahwa me hîn li ciyê xwe ye.
Lê kolana qahwe lê sî bû, meriv nikanîbû li der ve rûnişta, sar bû, dibê em biçûyana hundur.
Ji mecbûrî wê dinya xweş em çûn li hundur rûniştin.
Me li dora 2 saetan sohbet geş kir.
Me ji hev ra qala hin çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên welêt kir.
Lê bi piranî wî qala hin serpêhatiyên xwe yên gelkî xweş kir. Ji ber ku ew pir dihere welêt û tê, beşdarî civînan dibe û gelek însanan dibîne.
Ez carê tenê çûme û bi qasî wî jî negeriyame.
Bi xêra sohbetên wiha meriv li gelek herêmên Kurdistanê digere û li gelek dîtin û fikrên însanên cihê cihê guhdarî dike.
Ew, çendakî berê li Çewligê beşdarî civînekê bûbû. Got berî civînê faşîstan antî propagande kiribûn û gotibûn Malmîsanij merivekî ataîst e hûn merivên dîndar çawa bi merivekî wiha ra civînê çê dikin û minaqeşê dikin?
Malmîsanij merivekî hazircewab e, bersîvên wî carnan pir xweş û weke dermanê çavên kul in...
Got di civînê da min qala vê propagandeya faşîstan kir û got:
-Ma kesên di “Turk Dîl Kurumu/Dezgeha Zimên ya Tirk” da dixebitin hemû xwedî yek bîrûbaweriyê ne? Dema tirk be hûn dibêjin em hemû musulman û birayên hev in, bi hev ra bin, bi hev ra dost û heval bin. Lê dema mesele tê ser kurdan, hûn dibêjin, çima kurdên ne di fikrên hev da bi hev ra civînekê çê dikin?
Qala çend bûyerên wiha kir.
Li gor dîtina min jî û ya jî wî jî asîmîlasyonê pişt li miletê kurd şikanidiye û roj bi roj ev rewş xerabtir dibe.
Dewlet jî êdî weke berê ne sist e, ji bo helandina kurdan di her warî da pir aktîv dixebete.
Loma jî, kurdên di her bîr û bawriyê da jî di mesela zimên da dibê hêz û zanîna xwe bikin yek û bi hev ra li dijî asîmîlasyonê hin tedbîran bigrin.
Kurdan bikin xwedî dezgeh û berhemên netewî û termînolojiyeke muşterek.
Fikrên xwe yê di vî warî da di nivîseke din da ezê qal bikim.
Ez werim ser kitêba xwe.
Ez li hêviyê bûm ku ewê kitêba ”Îsmaîl Beşîkçî” tenê bide min, lê min hew dît ku 2 kitêbên din jî(Yîrmincî yuzyilan Başinda Diyarbekir de kurt ulusçulugu û Îlk kurt Gazetesî Kurdistan i Yayimlayan Abdurrahman Bedîrhan) bi xwe ra anîne.
Min dû ra li lîsteya berhemên wî nêrî bavo, camêr ji gelê xwe ra weke mûriyan/gêrikan xebitiye, çend kitêbên wî derketine tew haya min jê tuneye.
Axir li ciyê rehetiyê min du kitêbên din jî kar kir.
Hevalên meriv zana û berhemdar bin, weke fêkiyê daran rojekê miheqeq feydeya wan digihîje meriv jî.
Ezê bi xwendina van lêkolînên Malmîsanij, dîroka xwe ya rast û çend derew û sextekariyên dewleta tirk yên din jî fêr bibim û nas bikim.

17 april 2011

Mêzîna rûvî

Dibêjin hebû tunebû, du pisik hebûn. Rojekê herduyan bi hev ra seriyek penêr ji kozekê dizîn. Lê kirin nekirin, nikanîbûn li ser parkirinê li hev bikirana, ji wan yek jî bi para xwe nedihat serî.
Dawiya dawî gotin, em xwe bi xwe li hev nakin, ya çêtir ew e ku em herin ba mamê rûvî, bira ew bi hawakî adil penêrê me li me par bike.
Wiha gotin û rabûn rahîştin penêrê xwe û çûn ba rûvî. Ji rûvî ra gotin:
-Mamê rûvî, em hatine ba te ji bo ku tu vî seriyê penêr bi hawakî adil li me herdutan par bikî, çimkî em bi xwe li hev nakin.
Rûvî di dilê xwe da bi vê pêşniyara pisikan gelkî şa bû û got:
- Wey ser seran û ser çavan. Ji xwe edalet û tiştên wiha karê min e. Ji bav û kalan da ye em rûvî vî karî dikin û edaletê bicî tînin.
Û rabû seriyê penêr kir du perçe, ji bo ku biwezinîne.
Lê dema perçe kir, seriyek biçûk û seriyek jî mezin jê kir. Herdu perçe danîn ser mêzînî û mêzîn kişand. Dît ku yek giran e. Rabû rahîşt seriyê mezin, gepek mezin jê xwar û dû ra dîsa danî ser mêzînê û cardin mêzîn kişand.
Lê îcar jî aliyê mêzînê yê din giran bû.
Rûvî rabû vê carê jî ji wî perçeyî gepek baş xwar û dîsa mêzîn kişand.
Welhasil, gepek ji vî alî, gepek ji wî alî, rûvî tişt di penêr da nehîşt, bir ber qedandinê.
Pisikan bala xwe dayê ku wiha here mamê rûvî tu penêrî li wan par nake. Lema jî jê ra gotin:
-Heyran mala te ava, em alîkariya te naxwazin. Tu ka penêrê mayî bide me, emê bi xwe li hev par bikin.
Rûvî qeherî, bi awirekî tûj ji pisikan ra got:
-Heger we yê li hev par bikira we berê li hev par bikira. Ji vêsê da ye min kar û barê xwe berdaye û ji we ra penêr diwezinînim. Ma qey ez xulamê bavê we me ku vî karî ji we ra belaş bikim? Ev penêrê ma ye jî heqê wezna min e.
Wiha got û penêrê mayî jî avêt ji devê xwe da .
Û dû ra jî rabû siktirî herdu pisikan kir, ew ji ba xwe qewitandin û penêr jî bi hawî giş li xwe heland...

16 april 2011

Îro kabê min mîr hat

Weleh îro kabê min mîr hat û min bi gelek dost û hevalan ra rojeke xweş buhurand.
Fewaz Husên îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî ewê li ser nivîskariya xwe û kitêba xwe ya dawî Parîsabadê( roman, Avesta, Istanbul, 2010)sohbetk bikira.
Fewaz dostekî minê kevn e, ji salên 1990-î da ye em hevûdu nas dikin. Di salên 1990-î da di Armancê da me hin berhemên wî weşandin.
Berî ku were Stockholmê ji dawiya salên 1970-î da bû li Parîsê dijiya.
Lê di sala 1993-a da da dû dîlbereke swêdî û ji nişkave hat Swêd û li Stockholmê bicîbû. Dûra çû bajarekî din...
Hunermend û nivîskarên Kurdistana rojava bi piranî diltenik in, zû teslîmî evînê dibin û zû jî serî li hember hildidin.
Îcar Fewaz Husên nuha nizanim, lê li gor gotina fesad û gelacan, di xortaniya xwe da yekî herî serxweş(di maneya evînê da) û herî dilzîz bû.
Weke moza hingiv, kulîlekek herî xweş li ku bidîda, digot çip û diçû li ser vedinişt…
Loma jî me hew carê dît ku bû zavê swêdiyan.
Lê zava û xezûrtiya wî û swêdiyan zêde neajot, piştî 6-7 salan ji nişka ve xwe ji bindestiya Swêd û swêdiyan rizgar kir û dîsa vegeriya Parîsa xwe ya ku bi qasî Amûda şîrîn jê hez dike.
Ev 10 sal in, piştî ku vegeriya Parîsê(bêyî carekê)me hevûdu nedîtibû. Dema min agahdariya Kitêbxaneya Kurdî dît kêfa min het, min got ezê herim him lê guhdarî bikim û him jî emê hinekî sohbet bikin.
Ji kesên bi gotin û zarxweş ra kurd dibêjin ”geriyaye diriyaye”, yanî ji heqê xwe derdikve, tu carî li xwe naetire.
Fewaz Husên yekî wiha ye, camêr xeş destpêkir û xweş qedand.
Wî û Mistefa Aydogan, ji Parîsdabadê çîrokek xwendin. Çîrok pir xweş bû. Çîrok qala xewn û xeyala mirovekî biyanî ya vegera welatê xwe dike.
Kêfa min gelkî ji çîrokê ra hat, bêqusûr bû û min ev yek li wir got.
Min got, kîjan kurd Parîsabadê bixwîne ewê hinekî din bibbe kurd, hestên wî yê kurdayetiyê ewê hinekî din geş bibe.
Ji bo ferdên miletên din muzîk jî û edebiayt jî ji bo kêf û zewqeke ferdî ye, însan li muzîkê guhdarî dikin û romanekê, helbestekê, çîrokekê dixwînin ji bo ku kêfekê jê bigrin, wexteke xweş biborînin.
Lê ji bo kurdan ev ne wihaye, ji bo kurdan rola muzîk û edebiyatê ya siyasî ji ya kêf û zewqa ferdî pir mezintir e.
Kurdê herî ji kurdayetiyê dûrketî û bêkêr jî dema ji dengê Şivan li helbesta Cegerxwîn ”Kîme Ez” ya jî li kilama Kawis Axa ”Çemê Çetelê” guhdarî dike tavilê tamara namûsê pêdigre û kurdayetiya wî serîhildide.
Edebiyateke xweş, serketî û bedew jî dema wer xwendin û gudarî kirin eynî tesîrê li dil hûninavê mirovê kurd dike...
Kurdek çiqasî ji kurdayetiya xwe dûr ketibe jî muzîk û berhemeke kurdî ya xweş wî nêzî kurdayetiyê dike.
Min di beşê pirsan da ev dîtina xwe li wir jî anî zimên.
Piştî ziyafet û sohbetke edebî ya pir xweş em 7-8 heval(Fewaz Husên, M. Alî Kût, Laleş Qaso, Hesenê Metê û xanima wî, Paşa Ûzûn, Mistefa Aydogan û ez) bi Enwer Karahan ra rabûn çûn aşxaneya wî...
Çimkî piştî sohbetke hewqas germ û xweş me xwarineke xweş jî heq kiribû.
Adeteke kurdan ya ne xweş heye, dema diçin aşxaneya dost û hevalekî bi piranî ji dêlî ku ew bi xwe ji menuyê tiştekî hilbijêrin, ji wî dost û hevalî ra dibêjin ”de hema ji me ra tiştekî bîne.”
Ya jî gava yekî xwarinek xwest yê din jî hemû eynî xwarinê dixwazin.
Milet îcar jî wisa kir, tenê Mistefa Aydogan got ”mantî” lê yên din hemûyan gotin nanê goşt...
Îcar bê hela Mistefa çiqasî pesnê ”mantiya” xw dida, tu nemabû ku ez jî bixapiyama û min jî bigota ” ”mantî”!
Lê ji ber ku alerjiya min li hemberî navên tirkî(belkî  mantî ne tirkî be jî)min got NA !, ez ji nêza jî dimrim û ”mantiyê” naxwim.
Enwer camêr menu ji min ra da anîn ji bo ku ez tiştekî ji xwe ra hilbijêrim. Min got, Enwer weleh ez bi tiştekî nayêm serî, hema ji min ra ji girîlê/izgarayê hertiştî tevhevke û bîne.
Camêr got baş e, wê demê bira ji te ra ”mîxê” çêkin, yanî tevlihev.
Piştî ku me hemûyan daxwazên xwe gotin, me dest bi şêwir û mişêerê kir, em çûn salên borî serboriyên xwe yên vegera welêt.
Dema heval li gor dilê meriv û sohbet xweş be wext zû dibuhure, me hew carê dît ku xwarinên me hatin jî.
Xwrinên gişan berî ya min hat.
Nanê goşt ji xwe hûn giş dizanin nanê goşt e, tu tiştekî vê xwarinê ku mriv matmayî bihêle tuneye. Loma jî ne hewceye ku ez zêde qal bikim.
Bes ez gelkî li ber ketim ku Fewaz jî nanê goşt xwest.
Lê dema min ”mantiya” Mistefa Aydogan dît, min gelkî şikir kir ku ez bi wan pesnên wî nexapiyam û min jî malik li xwe neviritand û negot ”mantî”!
Dawiya dawî dor hat xwarina min.
Dema keçika servîtrîs sêniya tije goştên babet babetî û zeleteyên rengorengo danî ber min, çavên hevalên min bûn tas, Fewaz û Mehmet Alî Kût bi rengekî matmayî gotin, wehew !, ma ev xwarina merivekîye ya jî ya du merivan e?
Min bi henek got, heyran Enwer camêr qedrê rîsipiyên xwe dizane, loma jî camêr ji min ra torpîl kiriye, ma we xêr e?
Henek li alîkî, lê xwarina îro Enwer da min pir mikemel bû. Berê jî min carê li wir eynî xwarin xwaribû, lê ne wiha bû.
Li gor berê îcar him ji alî kvantîtêtê(zêdayî, pirayî) û him jî ji alî kvalîtêtê(qalîtê) ve bêqusûr bû, tahm û lezeta wê hîn û hîn jî di devê min da ye.
Weke dostekeî temiya min li we hemû dost û hevalan, heger hûn rojekê çûn ”EMPATΔ yê dibê hûn ji ”mix barbecue” qet şaş nebin.
Do bi şev ez pir dereng hatim mal û îro pir bêxew bûm, heger ne ji bo xatirê Fewaz bûya nêta min ew bû ku ez çend saetan xewa xwe bigrim.
Bi rêda min bawîşk li ser bawîşkan dianî.
Lê piştî dîtina gelek dost û heval û wê sohbet û xwarina xweş min bêxewî ji bîr kir û hatim ser hukim û hêla Zinarê 20-30 salî…
Rojên wiha ji bo kesên li biyanîstanê dijîn weke trapiyê ye, ji bo demeke kin be jî meriv xem û xeyalên xwe ji bîr dike…
Bi hêviya dîtin û jiyana gelek sohbet û rojên bi vî rengî…

Rûvî û qaz

Rojekê dema rûvî ji xwe ra li nêçîrekê digeriya, hew bala xwe dayê ku wa ye birrek qazên tu dibê ecêb li mêrgê xwe dane kêleka hev.
Rûvî hema di cî da tama devê xwe xweş kir û ji xwe ra got:
- Baş e, wa ye qismetê min hat ber nigê min. Tu dibêjî qey giş ji bo min kom bûne. Ezê yek bi yek hemûyan bixwim.
Dema qaz pê hesiyan ku wa ye rûvî qerde bi qerde xwe nêzî wan dike, giş li hev kom bûn û ji tirsan bû qaqeqaqa wan. Lê dereke ku pê da biçûyana û xwe xelas bikirana jî tunebû. Lema jî hustuyê xwe li ber rûvî xwar kirin û gotin:
- Em ketine bextê te, tu yê me nexwî, em gune ne.
Lê rûvî yekî zalim bû û rica û bergerê lê tesîr nedikir. Bi awirekî tûj bi qazan da xeyidî û got:
- Qet li ber min negerin û tu rica micayê ji min nekin. Efûya we tuneye, ezê we hemûyan bixwim.
Li ser van gotinên rûvî, qazeke biçûk got:
- Piştî ku te biryara xwe daye tu yê me hemûyan bixwî, wê gavê destûrê bide, berî mirina xwe em dua xwe ya dawî bikin. Dema em dua xwe ya dawî nekin, emê gişê gunehkar bimrin. Ev yek ji bo te jî ne baş e. Bihêle em berê dua xwe bikin, dû ra tu dikanî li gor dilê xwe me yeko yeko bixwî.
Rûvî got:
- Baş e, ez vê reca we qebûl dikim. Zû dua xwe bikin. Karê min heye, ez nikanim zêde bipêm.
Qaza serî dest bi duayek dirêj kirin: Qaa qaa, qaa qaaa…
Dû ra jî yeka din eynî wek wê dest bi dua xwe kir, qa qa qa,qaaa...
Û yeka din û yeka din û yeka din.
Welhasil hemûyan bi hev ra kirin qaa qaa qaa qaaa…
Û dirêj kirin û dirêj kirin.
Rûvî her çiqas çend caran got, zû dua xwe biqedînin jî lê wan guh nedayê û “qaqe qaqa” xwe domandin.
Bi vî hawî dengê wan çû gund. Rûvî hew carê bala xwe dayê ku wa ye yek ji hember da kûçikê wî li pê û ber bi wan ve tê. Rûvî fêm kir ku êdî nikane tu nêçîrê bike. Ji qazan ra got:
- Heyran dua we jî gelkî dirêj ajot, karekî min heye, dibê ez herim.
Û dû ra jî got xirp û baz da û qaz jî bi vî hawî ji mirinê xelas bûn.
Dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ku qaz rûvî dibînin, tim dest bi wê dua xwe ya dirêj dikin: Qaaa qaaa qaaa qaaa…

Rebenan newêrin dengê xwe jî bikin

Xêr guneh li hustuyê Erdogan, li gorî gotina wî 75 parlamenterên kurd endamên AkP-ê ne.

Lê di hilbijartinên 12-ê îlonê da Erdogan, ji sedî 90-ê van 75 parlamenterên kurd xêz kir, yanî riya derî nîşanî wan da û ji wan ra got, ”karê we qediya herin malên xwe”!

Li Tirkiyê di rewşên wiha da tim teşxeleyên mezin derdikevin, weke qertelên li ser beratê bi hev kevin, serokê partiyê û namzetên neketine lîsteyê bi hev dikievin, di nabêna namzetan, partiyê û serok da teşxeleyên pir mezin derdikevin.

Parlamenter li pey hev ji partiyan vediqetin, diherin partiyên din ya jî weke namzetên serbixwe dikevin hilbiratinan.

AKP-ê lîsteya xwe ya aliyê Tirkiyê ji sedî 50 guhirandiye, lê di ya Kurdistanê guherandin ji sedî 90-î zêdetir e.

Lê li gel vê jî heta nuha li hembrî vê tasfiyeya Erdogan ya ji sedî 90-î zêdetir tu protestoyeke mezin, tu îtîrazeke cidî cênebû.

Tiştekî pir ecêb e, piraniya parlamenterên kurd yên ku ji xezeba Erdoganê mahcir xelas nebûn û nikanîbûn cara duyem jî xwe têxin çavê wî qet tiştekî nabêjin, newêrin bibêjin.

Ji kesî kirt dernakeve.

Kî devê xwe veke Erdoganê zimanê wï dax beke, ji partiyê jî biwewirîne, di rojên pêşda yihaleyekê jî nedê...Loma jî herkesî xwe weke pisika şîrê xanimê rijandibe xwe qurnisandiye, naxwazin xezeba Erdogan bikşînin ser xwe. Ji tirsa pesnê wî didin.

Weke sîstema Mafyayê, ”Bavo” çi bibêje û bike ew dibe, ji hedê kesî zêdeye îtîraza bike!

Heta nuha tenê li du ciayn, li Rihayê Zulfukar Îzol û li Bazîdê wezîrê tendurustiyê yê berê Yaşar Eryilmaz serî li hemberî Erdogan hildan û ji AKP-ê îstîfa kirin.

Zulfukar Îzol diyar kir ku ewê li Rihayê serbixwe û Yaşar Eryilmazî got ew û malbata xwe, ewê piştgirriyê bidin BDP-ê

Bêyî van herdu parlamenteran heta nuha ji yek kesî jî çit derneketiye, yek kesî jî newêrîbûye bigota weleh te li me neheq kir.

Piraniya parlamenterên ku ji teref Erdogan va hatine qewitandin li gel vê tasfiyê jî qet xwe naxeyidandine û gotine, ”ev teqdîra serokwezîr e, em li hemberî vê biryara serokwezîr bi hurmet in, qey birêz serokwezîr wisa maqûl dîtiye, ew çi wezîfê bide min ez hazir im…” û hwd.

Dema meriv van bersîv û şiroveyên jorîn dixwîne meriv dibîne ku ev sîstema hilbijartinan çi sîstemeke rezîl e.

Serokê partiyê weke padîşahekî ye, ew kê hilbijê re û çi bibêje weke wî dibe, kes newêre îtîraz bike.

Û rebenên parlamenteran jî weke emirqûliyan û şelafan tenê dîsa jî pesnê ”serok” didin, dibêjin wî wisa teqdîr kiriye…

Kî di van partiyan da carê bibe parlamenter û têkeve nava sîstemê zû kedî dibe, ji bo dagirtina bêrîkê zû fêrî serîtewandinê û zeytkirina serok dibe.

Di van bersîvên jorîn da meriv şexsiyeteke serbixwe, xwedî fikir û dîtin nabîne, hemû jî weke reben û feqîrê li ber deriyê Erdogan dipeyivin.

Dibê kurd van însanên xwe ji vê bindestiya tirkan rizgar bikin, şexsieyta wan paşda bidin wan.

Li her bajarî partiyên tirkan xwe dispêrin çend eşîr û malbatan. Li Rihayê çend malbat û eşîrên din jî ji AKPê biqetin mesele diqede, bingeha wan a raya namîne.

Ev li her dera Kurdistanê wiha.

Partiyên kurdan hêdî hêdî xurt dibin, kurd çiqasî xurt bibin ew jî hewqasî zeîf dibin.

Di hilbijartinên 12-ê îlonê da dibê em hemû partiyan tirkan ji welatê xwe buqewitînin.

14 april 2011

Ji bo yadkirina şehîdên 1925-a

Serokê Rêxistina Azadî Mîralay Xalid Begê Cibrî û Yuûsuf Ziya Beg, di 14-ê nîsana 1925-a da ji alî rejîma kemalîst ve li Bedlîsê hatin îdamkirin. Xalid Begê Cibrî yek ji rêber û serokê miletê kurd yê herî bi nav û deng e û ji bo azadî ûserxwebûna gelê xwe canê xwe feda kiriye.
Xalid Beg, piştî têkçûna Peymana Sewrê û îmzebûna Peymana Lozanê dem dît ku rejîma kemalîst kurdan dixapîne û ewê tu mafî nede wan û ev dewlet jî weke digotin bi rastî ne dewleta kurd û tirka ye, loma jî gelek ronakbîr û kurdperwerên kurd di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî da dest bi xabatê kirin rêxistina bi navê Rêxistina Azadîyê(rêxistina azadiya kurd) ava kirin û ji bo serîhildaneke netewî dest bi xebatê kirin.
Xalid Beg, ronakbîr û şexsiyetekî di nava kurdan da pir dihat nasîn û hezkirin. Û loma jî piraniya ronakbîrên kurdan xwe li dora wî dan hev.
Lê piştî demekê bi saya hin xayinên kurd rejîma kemalîst bi hebûn Rêxistina Azadiyê û xebatên serok û rêberên kurdan hesiyan û xalid Beg û Yûsuf Ziya Beg li Bedlîsê girtin.
Bi saya îxaneta hin kurdan lîsteya komîteya Azadiyê jî ketibû destê rejîma kemalîst û wan diznîbû ke Xalid Beg serok e û kî jî endamên komîteyê ne. Loma jî dest bi girtina serokên kurdan kirin.
Ji ber ku bi îmzekirina Peymana Lozanê ra êdî hewcedariya kemalîstan bi kurdan nema û loma jî dest bi girtin, kuştin û terorê kirin.
Di 14ê nîsana 1925an da gava Şêx Seîd û hevalên wî jî li Vartoyê hatine girtin, rejîma kemalîst di eynî rojê da Xalid Begê Cibrî, Ziya Beg û çar hevalên wan bi lez bi qerara ”Dîwana Herbê ya Bedlîsê” dan îdamkirin û cenazeyên wan jî nedan malbatên wan.
Di ser vê bêbextî û zulma dewletê ra tam 86 sa derbas bûne lê dewlet hîn jî gorrên van şehîdên kurdan nîşanî neviyên Xalid Beg, Ziya Beg, Şêx Seîd û yên hemû şehîdên din nadin.
Arşîvên Dîwana Herbê ya Bedlîsê û ya Diyarbekrê û arşîvên hemû Mehkemeyên Îstîqlalê hîn nehatine vekiriin, hîn kurd nizanin ku di van mahkomeyên terorê û derewîn da robakbîr û serokên wan çi gotin û çi temî li ewlad û miletê xwe kirin?
Lê ev çend sal in meriv û zarokên van şehîdan êdî li dewletê doza dîtina gorên pêşiyên xwe dikin, dixwazin arşîvên mahkimeyan vebin û tiştên dewletê aniye serê bav û kalên wan fêr bibin.
Dibê em hemû kurd piştgiriya vê daxwaza kurdan bikin, ev daxwazeke însanî ye, dibê kurd bikanibin herin ser gorên şehîdên xwe.
Ez van herdu rêber û canfîdayên miletê kurd di 86 saliya îdamakirina wan da bi giramî û bi hurmet yad dikim.
Miletê kurd ewê ewê tu carî serok û rêberên xwe ji bîr neke. Kurdistana ku Xalid Begê Cibrî, Yûsuf Ziya Beg û Şêx Sedîd canên xwe ji bo wê feda kirin, miheqeq rojekê ewê were rizgarkirn.
Ev, temiya hemû rêber û serokên kurda ne…
Bira gorra wan û yên hemû şehîdên Kurdistanê bihişt be.

Kuftiko

Hebû tunebû, kûçikek hebû.
Rojekê bîna wî pir teng û kêfa wî qet ne li cî bû, hema ji xwe ra li der û dora melûl melûl vir da û wê da diçû û dihat.
Dêla wî wek darikekî ziravokî bû.
Pûrta wî qilêrokî û gijomijo bû.
Guhên wî pirr biçûk bûn.
Nigên wî xwaromaro û kin bûn. Û lema jî jê ra digotin KUFTIKO.

Rojekê ji rojan, gava KUFTIKO ji xwe ra dîsa nermik nermik digeriya rastî dîkekî hat.

KUFTIKO ji xwe ra got:
-Çi pindeke/dêleke wî ya xweşik heye,
ew qet naşibe dêla min a wek darikekî .
Xwezî dêla min jî wek ya wî xweşik bûya!
Û çer weha got û negot, hema di cî da
got şelp! û pindeke/dêleke wek ya dîk bi dêla wî ve zeliqî.

Êdî dêla Kuftiko jî wek ya dîk xweşik bû.
Kuftiko kêfxweş bû û giran giran riya xwe dom kir, çû ber golekê.

Li wir weke ku xwe bide ber neynikê,
xwe da ber şewqa avê
û bi wê dêla xwe ya xweşik û rengomengo çû û hat
û xwe li ba kir.

Tam wê bîstikê da masiyekî xwe ji nav avê xwe holî hewa kir û li ber rojê biriqî…

Dilê Kuftiko bijiya wî jî. Ji xwe ra got:
-Pûrta/pirça min çi qilêrokî û gijomijo ye,
xwezî ez jî wek vî masîyê hanê paqij û birqokî bûma!

Ew hîn ji xwe ra wiha difikirî,
hew carê dît ku wa ye ew jî dibrûse û dibriqe,
eynî wek wî masiyê ku nuha dîtibû.

Kuftiko kêfxweş bû û qerde qerde riya xwe dom kir...
Pir çû hindik çû, rastî berazekî guhmezinê guhşekal hat.

Dilê Kuftiko bijiya guhên berêz û dîsa di dilê xwe da got:
-Guhên min çi pîsik û biçûk in,
xwezîka guhên min jî wek yên vî berazî bûna!

Û hema dîsa ji nişka ve hew carê dît ku guhên wî jî
wek yên berêz mezin bûn, bûn şekalî.

Kuftiko riya xwe dom kir...
Pir çû hindik çû, rastî kîroşkeke ku ji xwe ra dabû çindikan hat. Dilê Kuftiko weke hertim îcar jî bijiya nigên kîroşkê. Ji xwe ra got:
-Xwezîka min jî kanîbûya wek vê kîroşkê xwe çind bikira.
Bi van nigên xwe yên biçûk û weke darikan ez ne kanim bidim çindikan û ne jî dikanim pê bigihîjim tu derê!

Û ew çer wiha fikirî nefikirî, dîsa hema ji nişka ve nigên wî jî dirêj bûn
û wî jî wek kîroşkê da çindika...

Piştî ku bi çindikan hinekî çû,
bala xwe dayê ku waye kevokek di ser ra difire.
Dilê Kuftiko îcar jî bijiya fira kevokê.
Di dilê xwe da got:
-Meriv bikanibe bide çindikan baş e,
lê firîn hîn baştir e.

Û çer wiha fikirî nefikirî, hema di cî da bask pê va çêbûn û bi wan baskên weke yên kevokên spî got pirr û bi hewa ket.

Dêla wî ya weke punda ya dîk li hewa, li ber bê li ba bû.
Ew wek masiyakî li ber rojê birûsî û çirisî.
Guhên wî yên şekalî wek yên berêz li hev ketin.
Û bi wan nigên xwe yên dirêjokî wek yên kîroşkê jî zîtik davêtin.

Tam di wê bîstikê da li jêr, li kêleka rê çavên wî li dêlikeke biçûk ket.
Dêla wê wek darikekî ziravikî bû,
pûrta wê gijomijo û qilêrokî bû,
guhên wê pirr biçûk bûn
û nigên wê jî kin û xwaromaro bûn.

Kuftiko di dilê xwe da got:
-Ev dêlikeke çi şîrîn e!
Xwezî nuha min bi wê ra bilîsta!
Ew hîn ji xwe ra wiha difikirî,
hema got gujj û hat jêr û çû ba dêlika biçûk...
Lê çaxa çavên dêlika biçûk bi Kuftiko ket,
dêlikê kir HIMME HIMMM û bi Kuftiko da EWTIYA
û DIRANÊN xwe bi wî da qîç kirin…

Ji ber ku heta wê demê wê heywanekî wek Kuftiko
wiha ecêb û tevlihev tu carî nedîtibû.

Îcar jî Kuftiko li ber xwe ket û ji xwe ra got:
-Xwezî ez dîsa bibûma Kuftikoyê berê!

Wî çer wiha got û negot,
PINDA/DÊLA DÎK tavilê wenda bû
û dû re jî PÛLÊN MASÎ
û dû ra jî GUHÊN BERÊZ
û NIGÊN KÎROŞKÊ
û BASKÊN KEVOKÊ...
GiŞ wenda bûn.
Bi vî hawî ew dîsa bû Kuftikoyê weke her tim.
Wê çaxê dêlika biçûk hew kire himme himmm
û hew pê da ewtiya.
Û hew diranên xwe pê da qîç kirin.
Û dû ra jî herduyan ji xwe ra li mêrgê dest bi lîstikê kirin û dan çindik û lotikan.

Not:
Min ev çîrok ji swêdî wergerandiye. Bi swêdî navê çîrokê “Klunsen” e. Navê nivîskêr Per Beckman e. Çîrok cara pêşî di sala 1971-ê da weşiyaye.

13 april 2011

Ji ber tifaqa BDP-ê û KADEP-ê hin kurd şînê dikin!

Dema BDP bi rêxistinên din ra tifaqê nake, hin kurd BDP-ê rexne dikin, dibêjin çima hûn bi rêxistinên din ra nakevin nava hevkarî û tifaqê?
Û dema BDP tifaqê dixwaze û dike jî îcar eynî derûdor, eynî însan li dij derdikevin, dibêjin na, tifaqa bi BDP-ê ra şaş e, ne rast e, dibê meriv bi BDP-ê ra tifaqê neke, ji ber ku di wext û zemanekî da filankesê wan, ji bo filankesê me tiştên pir ne xweş gotibû ya jî filan, filan neheqî li me kirine.
Ê çare?
Ma qey emê heta û heta gulleyan ji hev ra bihelînin?
Diyar e dijminatî kîn û nefreta van kesan weke ya devê ye, tu carî dawî lê nayê, ewê heta û heta dom bike...
BDP bi wan ra tifaqê nake gaznin dikin, dibêjin çima hûn nakin û dema dike jî dibê qebûl nakin, qal û qîlan jê ra dibînin.
Di felsefeyê da ekolek heye, jê ra dibêjin "antî-tez", meriv çi bibêje, çi bike jî ew tim li dij in, ji tiştên hatiye gotin ra miheqeq kêmasiyekê, qusûrekê dibînin û dibin “antî-tez”
Li kurdistana bakur jî mixabin rewş wiha ye, PKK û BDP çi bike jî miheqeq xerabiyek, nerindiyek, hesabekî veşartî tê heye û loma jî dibê meriv li dij derkeve.
Ez bi xwe vê şêlê şaş dibînim.
Bi van gotinan bêguman ez nabêjim ku PKK-ê û BDP-ê heta nuha qet şaşî û tiştên ne baş nekirine, kirine û him jî gelek caran.
Helbet dibê meriv li dijî van şaşiyên BDP-ê û PKK-ê derkeve û di cî da bi şîdet rexne bike.
Lê bi vê rexneyê ra dibê meriv bixwaze tiştê baş bikin û dema tiştê baş kirin jî dibê meriv kêfxweş bibbe û teqdîr bike.
Û vê yekê jî weke rexneyan eşkere bibêje û pê kêfxweş bibbe.
Yê min kî dibe kîjan partî dibe bira bibe, li gor baweriya min dema “şaşiyekê” ya jî tiştekî ne li rê dike, ez pê xemgîn dibim û firê xwe dibêjim.
Lê dema tiştekî baş û xizmetekê jî dike kêfa min tê, ez pesnê wê xebat û xizmeta wan didim.
Çimkî ez bi çavê “dijin” li tu partiyeke kurd nanêrim, ji bo min hemû jî hêzên wealtparêz in.
Heta nuha min di dilê xwe da digot belkî hemû partî, hêz û kurdên welatparêz bi dil û can dixwazin rêxiztinên kurdan li hember dewleta tirk di platformeke netewî da werin ba hev û hêza xwe bikin yek.
Loma jî bi tifaqa BDP-ê, KADEP-ê û hin hêzên îslamî ra gelkî kêfa min hat û min wisa texmîn dikir ku ewê kêfa her kurdî jî were,
Helbet min pir dixwest ku di hilbijartinên 12-ê îlonê da ev tifaqa nabêna kurdan hîn mezintir bûya, hîn berfirehtir bûya.
Lê pir mixabin nebû.
Ez wek şexs, bi qismê bûyî kêfxweşiya xwe û bi qismê nebûyî jî xemgîniya xwe tînim zimên.
Tiştê bûyî diparêzim, rast dibînim û dibêjim we baş kiriye û tiştê nebûye jî rexne dikim, dibêjim we ne baş kiriye, dibê di vê jilbjartinê da tu hêzeke netewî li derî vê platformê nema.
Lê bala min lêye hin kurdên me wisa nafikirin, hinek, Şerefettîn Elçî û hinek jî BDP-ê rexne dikin, dibêjin çima ew tifaq çêkir, şa e.
Gerek tiştekî wiha nebûya, gerek ne mimkûn bûya....
Ji ber ku berê BDP-ê ji Elçî ra wiha gotiye, Elçî ji BDP-ê û PKK-ê r awiha gotiye, loma jî dibê vana tu carî neyên ba hev û li hev neyên.
Yanî mesela xwînê ye...
Heyran, dewletê qira kurdan aniye, gû bi me daye xwarin, her babet zul, heqaret û xerabî bi me kiriye, lê dîsa jî em dibêjin werin em li hev werin, werin em bi hev ra bijîn...
Ma qey dijminatiya Elçî bi BDP-ê ra ji ya dewletê xerabtir e ku nikanibe bi wan ra here tifaqekê?
Min wisa bawer dikir ku weke min, her kesê bi vê tifaqê dilşa bibe.
Lê mesele qet ne wiha ye.
Ez mrivekî pir saf im...
Ez nuha dibînim ji dêlî ku her kes bi vê tifaqê kêf bike, hin kes li çonga xwe dixin, porê xwe dirûçikîni, çima ku di nabêna BDP-ê KADEP-ê da tifaq çê bûye...
Meriv dibêjî qey BDP û Elçî ne tifaq, bi dehan mêr ji hev kuştine, loma van kes û hêzan hewqasî pê diqeherin.
Hela hela, Xwedê Teala aqilekî selîm bide we...
Helbet mafê her partiya siyasî heye ku bi hin partiyan ra tifaqê bike ya jî neke, têkeve hilbijartinê ya jî nekevê.
Lê di têkoşîn û xebata siyasî da hevkarî û tifaq jî heye.
Hevkarî û tifaq ne di nabêna partî û kesên ku di eynî bîr û baweiyê da ne dibe, di nabêna kes û partiyên ku weke hev nafikirin, programên wan ji hev cuda ne de dibe.
Di rewşên wiha da dibê herdu alî jî tawîzê bidin hev, herdu alî jî ji hin daxwazên xwe feraxet bikin.
Hilbijartinên 12-ê îlonê ji bo miletê kurd pir girîng in, heger AKP li Kurdistanê rayên xwe kêm û eniya kurdan jî zêde bike, ev li kara miletê kurd e, bi dewlet û hukûmetê ra şansê me yê bazarê zêde dike.
Ji hilbijartinên 12-ê îlonê xurt derketina eniya kurd ewê çareseriya mesela kurd rehettir û nêztir bike.
Kes ne bi kes û hêza zeîf û bêhêz ra rûdine û ne jî tu heqî didê.
Ji bo ku dewlet bi me ra rûne, dibê gelê me li pişta me be, piştgiriyê bide daxwazên me.
Û ev jî bi gotinê nabe, bi rayên gel dibe.

Rûvî û dîkê biçûk

Dibêjin rojekê rûvîyekî fenek bi dizîka çû nêzî maleke li perê gund, ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike, belkî bikanibe xwe bigihîne pîna mirîşkan.
Rûviyê me yê fenek bala xwe dayê ku wa ye dîkekî biçûk li ser dîwarê hewşê lûsiyaye. Rûvî di cî da tama devê xwe xweş kir û ji dîk ra got:
- Ez dikanim ji te ra sond bixwum ku bavê te ne tê da, li vê dinyayê tu dîkê herî çeleng, bedew û xweşik î. Lê ez nizanim gelo dengê te jî wek te xweş e ya na? Min rahmetiyê bavê te baş nas dikir, li vê cîhanê deng di ser dengê wî ra tunebû. Li hember wî, tu dîkî newêrîbû azan bida. Ez bawer nakim ku li vê dinyayê meriv kanibe dengekî wek yê wî xweş û zelal dîsa bibihîze. Axxx, axxx, bira te bizanîbûya çi deng li ser bû!
Li ser van gotinên rûvî, dîk xwe gij kir û got:
-Wele dibêjin dengê min jî gelkî xweş e. Heger wexta te hebe ezê çend dengan azan bidim, hela xêra xwe guhdarî bike. Hela mêze dengê min jî bi qasî yê rahmetiyê bavê min xweş dibe ya na?
Rûvî ji kêfan ra careke din dora devê xwe alast û got:
-Wele wexta min zêde tuneye, lê ji bo xatirê bavê te, ez nikanim ji te ra bibêjim na. Ji ber ku rahmetiyê bavê te dostekî min yê gelkî baş bû. De kerem bike, ez li te guhdarî dikim...
Dîk bi dilşadiyeke mezin xwe gijomijo kir, baskên xwe çend caran li hev xist, herdu çavên xwe girtin û dû ra jî bi hemû hêza xwe dest bi azandanê kir.
Rûvî dema dît ku dîk çavên xwe girtin, hema di cî da xwe çindî ser kir, bi qorikê girt û baz da.
Qîjînî bi dîk ket.
Bi qîjîniya dîk ra xwediyê malê bi rûvî hesiya. Mêrik hema rahîşt misasekê û da ser pişta rûvî.
Rûvî baz da û wî jî da dû. Li pey rûvî, bi rûvî da qîriya, got:
-Law rûviyê şekalan, dizê mirîşk û hêkan, zû dîkê min berde, ya na ezê te bikujim.
Rûvî guh neda fortên mêrik û dîk berneda û beza xwe domand. Dizanîbû ku mêrik nagihîjê.
Lê mêrik jî ji dû rûvî neqetiya, rûvî çû û wî jî her da dû. Di wê qereperê da dîk ji rûvî ra got:
-Ez di dewsa te da bûma, minê jê ra bigota, ji dû min vegere, ew qismetê min e. Dema tu jê ra wiha bibêjî ewê ji pey te vegere.
Gotinên dîk ketin serê rûvî û rûvî devê xwe vekir ku ji mêrik ra bibêje “ji dû min vegere...!”
Lê çer devê xwe vekir, dîk hema got, pirrr û ji devê wî firiya, çû li ser qotê darê venîşt. Rûvî şeqizî, di ciyê xwe da sar bû û bi hêrs ji xwe ra got:
-Heq û misteheqê min e! Min devê xwe venekira ev yek nedihat serê min. Careke din dinya jî xera bibeb ez devê xwe venakim
Deng çû dîk. Dîk li ser darê keniya û got:
-Min jî çavên xwe negirta te nikanîbû ez bigirtama. Careke din ez jî çavên xwe nagirim...

12 april 2011

Derbarê asîmîlekirina kurdan da belgeyeke dîrokî.

Sekreterê Partiya Kominîst yê Kevn(TKP) Nabî Yagci, di nivîsa xwe ya di malpera Kurdînfoyê da qala nivîsa Malmîsanij ya di kitêba Îsmaîl Beşîkçî da dike.
Çendakî berê li Tirkiyê li ser sosyolog Îsmaîl Beşîkçî kitêbek hat weşandin. Gelek nivîskarî di vê kitêbê da li ser Îsmaîl Beşîkçî dîtinên xwe gotine.
Ji van nivîsakar û lêkolîneran yek jî Malmîsanij e.
Nabî Yagci, di vê nivîsa xwe da li ser nivîsa Malmîsanij rawestiyaye û derbarê siyaseta dewletê ya asîmîlasyona kurdan da jê nimûneyeke pir balkêş daye.
Kitêba li ser Îsmaî Beşîkçî hîn bi destê min neketiye, loma jî min nivîsa Malmîsanij bi tevayî nexwendiye.
Min bi meylekê nivîs ji Malmîsanij xwest, lê got ji dêlî nivîsê were ezê kitibê bidim te.
Lê min firsend nedît ku li derkê em hevûdu bibînin, him bîstekê sohbet bikin û him jî kitêba xwe jê bistînim.
Li dîsa jî ez dixwazim bi çend gotinan qala wê belgeya ku Malmîsanij weşandiye bikim.
Ji ber ku belegeyek pir girîng e.
Ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye dewleta tirk li ser kurdan û civata kurd gelek lêkolînên ilmî yên bi dizî kirine.
Lê haya kurdan û raya giştî ji van lêkolînan û naveroka wan tuneye, hemû jî pir bi dizî hatine girtin. Dewletê ev lêkolînên li ser kurdan pir hindik çap kirine û bi sernivîsa ”pir bi dizî ye, mexsûsî şexs e” weke kitêb, broşor û rapor şandine ji rêxistin û kesên peywendîdar yên ku li ser mesela kurd dixebitin û ”pisparên” kurda ne.
Malmîsanij, di nivîsa xwe ya di kitêba li ser Îsmaîl Beşîkçî da ji van babet xebat û lêkolînên dewletê ra dibêje xebatên ”Kurdolojiya bi Dizî”
Lê ”kurdolojiyeke” dewletê ya ji bo derve jî heye.
Wek tê zanîn vekirî, eşkere dewlet dibêje, ne miletekî bi navê kurd û ne jî zimanekî bi navê kurdî heye.
Malmîsanij ji bo vê "kurdolojiya" dewletê ya derve dibêje, ”antî kurdolojî” yanî ”kurd tunene”, zimanê wan tuneye.
Malmîsanij di nivîsa xwe da dibêje, di warê ”Kurdolojiya bi Dizî” da ji lêkolînên dewletê ya herî girîng û meşhûr, xebata Ziya Gokalp* ya sala 1922-a ye…
Malmîsanij, ji wezîrê komara Tirkiyê yê perwerdê yê pêşî û faşîst yê wê demê Dr. Riza Nûr, derbarê ewê kurdan çawa bihelînin, çawa asîmîle bikin û bikin tirk ev rêzên jêrîn neqil kiriye:
Min kurd bi Ziya Gokalp dan tetkîkkirin. Armanca min ew bû, piştî ku ez malûmatên bi vî rengî bi şiklekî ilmî, îktîsadî fêr bûm û şûnda, ji bo ku min bikanîbûya ji kurdan ra bigota hûn tirk in min ê rêxistinke çêkira û minê dest bi xebatê bikira(…)mesela kurd min xemgîn dike. Nuha tiştek tuneye, lê rojekê ewê rabin doza netewî bikin. Dibê em vana asîmîle bikin…”
Dr. Riza Nûrê faşîst û heta sala 1926-ê mervê Ataturk yê herî nêz, hîn di sala 1922-a da texmîn dike ku kurd ewê serî hildin û doza netewî bikin û loma jî dixwaze ji bo asîmîlasyonê zû tedbîrê bigre.
Û ji bo ku dewlet bikanibe kurdan asîmîle bike, bibêje hûn ne kurd in, hûn tirk in dibê kurdan bi şiklekî ilmî, di warê sosyolojîk, kulturî û aborî da baş nas bikin...
Yanî dibê derewa xwe têxin qalibekî ”ilmî” û li ser bingeheke saxlem ava bikin...
A ev Dr. Riza Nûrê hewqasî neyarê kurdan, dû ra di sala 1926-ê da piştî ”Bûyera Îzmîrê” ji ber Ataturk reviya derve û ancax piştî mirina wî kanîbû vegere Tirkiyê.
Heta van salên dawî çepên tirk di heqê kurdan da çi difrotin me, me ew dikirî û me siyaset û îdeolojiya xwe li ser van dîtinên antî-kurd ava dikir, me bi çav û perspektîva çepên tirk yên nîjadperest û antî-kurd li dîroka xwe dinêrî.
Lê di van 20 salên dawî da çend dîroknas û lêkolînerên kurd, ku Malmîsanij ji van lêkolîneran yê herî cidî û bi dîqet e, van dek û dolabên dewletê, derew û sextekariyên wan yek bi yek derdixe ortê û pêşkêşî gelê xwe dike.
Bi saya xebata lêkolînerên weke Malmîsanij, em gelek plan, dek û dolab û durûtiyên dewletê, yên siyasetmedar, ronakbîr û rast û çepên tirkan fêr dibin.
Ev belegeya jorîn jî nîşanî me dide ku ji bo asîmîlekirina kurdan, dewleta tirk ev 90 sal in ku di nava xebateke pir mezin da ye û di vî warî da gelek mesafe jî girtine.
Gelek sipas û mala Malmîsanij ava ku ev belgeya girîng û dîrokî derxist ortê.

*Lêkolîna Dr. Riza Nûr qal dike navê wê ”Derbarê eşirên kurdan da lêkolîneke sosyolojîk” e û piştî mirina Ziya Gokalp(1875-1924) hat weşandin.
Weşanxana KOMAL-ê ev lêkolîna Ziya Gokalp di sala 1975-an da li Anqerê weşand.
Ziya Gokalp kurdeki zazayê ji Çermûkê ye û navê î yê rastî ”Mehmet Ziya” ye, kemalîstan dû ra paşnavê ”Gokalp” lêkirin

Ker û gur

Dibêjin malan bar kiribûn, çûbûn zozanan, kerekî piştkurmî bi tenê li dewsa waran mabû. Kerê piştkurmî ji xebat û barkişandinê xelas bûbû û ji xwe ra rehet kiribû. Ji bo ku ji xwe ra mêrgeke baş bibîne û lê biçêre ket rê û çû. Pir çû hindik çû, rastî beranekî hat. Berên got:
- Birakê ker, ma tu wiha diçî ku?
Ker hêrs bû û got:
-Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Beran li hemberî vê qehra ker şaş ma û got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sêniyeke ceh li ber, tu diçî ku?
Berên got:
- Kero, kerê kurtanzer, sêniyek ceh li ber, tu diçî ku?
Ker got:
- Ez li mêrgekê digerim.
Berên got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Ez dibim, çima nabim?
Ker û beran ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, rastî dîkekî hatin. Dîk got:
- Birakê ker, ma tu wiha bi ku da diçî?
Ker qeherî û got:
- Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Dîk şaş ma û got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sêniyek ceh li ber, tu diçî ku?
Dîko got:
- Kero, kerê kurtanzer, sêniyek ceh li ber, tu diçî ku?
Ker got:
- Ez ji xwe ra li mêrgeke baş digerim.
Dîk got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Ez dibim, çima nabim?
Ker, beran û dîk bi hev ra ketin rê û çûn. Pir çûn, hindik çûn, bi rê da rastî kîroşkekê hatin. Kîroşkê got:
- Birakê ker, ma tu wiha bi ku da diçî?
Ker dîsa hêrs bû û got:
- Wey quzulqurta bavê birakê ker!
Kîroşkê bi rengekî şaş mayî got:
- Le ez bibêjim çi?
Ker got:
- Bibêje kero, kerê kurtanzer, sêniyek ceh li ber, tu diherî ku?
Kîroşkê got:
- Kero, kerê kurtanzer, sêniyek ceh li ber, tu bi ku da diçî?
Ker got:
- Ez ji xwe ra li mêrgekê digerim .
Kîroşkê got:
- Ma tu min jî bi xwe ra nabî?
Ker got:
- Dibim, çima nabim.
Ker, beran, dîk û kîroşk bi hev ra ketin rê û çûn, ji bo ku ji xwe ra mêrgekê bibînin.
Pir çûn, hindik çûn, dawiya dawî rastî mêrgekê hatin. Çend rojan ji xwe ra di nav çayir û çîmenên mêrgê da têr çêriyan û kêf kirin.
Rojekê ker hemû hevalên xwe li dora xwe civandin û ji wan ra got:
-Welle zirra min hatiye û ez hew dikanim xwe ragirim, dibê ez bizirim.
Dîk, beran û kîroşk li ber geriyan, jê ra gotin:
- Ma tu dîn bûyî çi yî? Tu yê ji bo çi rabî bizirî? Em bi zor ji xwe ra li vir stirî ne. Dema tu bizirî, li van der û doran gur pir in, ewê bi me bihesin û werin me bixwin
Ker got:
- Nabe, carê zira min hatiye û dibê ez bizirrim.
Kirin nekirin, nexistin ser ker. Ker got, dinya jî xera bibe ezê bizirim. Û hema ji nişka ve serê xwe bilind kir û ziriya û ziriya û got:
- Hîîîr! û hîîîr! û hîîîr!
Tam wê gavê çend gur jî ji wir dibihurîn. Zirîna ker tavilê çû guran. Guran guhên xwe mûç kirin û ji hev ra gotin:
- Ev deng wek zirra kerê ye, gelo dengê wî ye?
Gurekî got:
- Hûn li vir bisekinin, ezê herim saxî bikim û werim.
Gurên din gotin:
- Baş e.
Gur qerdeqerde çû, bala xwe dayê ku wa ye ker di nava çayir û çîmenan da diçêre. Dema çavên wî li ker ket xwe ranegirt, sebir nekir ku here xeberê bide gurên din. Hema ji par ra xwe çindî rahnê kerê kir.
Dema wî xwe ji par ra çindî kerê kir, serê wî ket nava her du rahnên ker. Û kerê her du rahnên(şeqa) xwe wek mengeyekê li hustiyê gur jidandin û berneda. Beran jî hat, ew jî bi seriyan kişyayê.
Kîroşêkê gava gur di vî halî de dît ji tirsan ziravqetiyayî bû û berê xwe bi çolê da kir û baz da.
Dîk qet haya wî ji tiştekî tunebû, nikilê xwe li erdê dixist û ji xwe ra kurm dixwarin û carnan jî bang(azan) dida.
Ker û berên hingî li gur xistin ku ew gêj kirin û ji taqet da xistin. Paşê gur bi zor û bi halekî pir xerab serê xwe ji nava şeqa ker xelas kir û bi lez çû xwe gîhand hevalên xwe.
Gurên din bi rengekî bêsibir jê pirsîn, gotin:
- Bira, te çawa kir? Maşlê te têr xwar?
Gurê reben ku bi zor ji mirinê xelas bûbû, bi helkehelk got:
- Tew qal nekin! Gava ez çûm gîham wan,
Yekî di cî da serê min kir nava du latan,
Yek hate min bi mîkut û gopalan,
Yekî tirba min dikola
Û yekî jî gazî û hawar bire malan.
Li ser vê serpêhatiya gur, gurê din jî tirsiyan û êdî hew nêzîkî kerê, berên, kîroşk û dîk bûn, lêxistin ji wir çûn.

11 april 2011

Hilbijartin

BDP-ê îro berendamên xwe yên parlamentoyê yên serbixwe eşkre kirin.

Min hêvî dikir û pir dixwest ku HAKPAR jî di vê tifaqa netewî da hebûya.

Lê pir mixabin wa ye tuneye.

Em ji nivîsa birêz Îbrahîm Kureken ya di Kurdînfoyê da fêr dibin ku berpirsiyarên BDP-ê û yên HAKPAR-ê li hev nekirine.

Xwezî li hev kiribûna, xwezî HAKPAR jî di vê palatforma kurd ya netewî da hebûya.

Lê hêviya me têr nake, dibê siyasetmedarên me li hev bikin, li gor hin şert û momentan dîrokî biryarên rast bigrin.

Bi baweriya min ne ez tenê, piraniya kurdan û şertên civata kurd ya îro jî hevkarî û tifaqeke netewî li ser kurdan û hêzên siyasî ferz dike.

Bêguman em bi temamî nizanin ku berpirsiayrên HAKPAR-ê û BDP-ê ji bo çi li hev nekirine û di vê lihevnekirinê da kî bi heq û kî neheq e.

Ji berpirsiyarên HAKPAR-ê Îbrahîm Kureken di nivîsa xwe da qala hin tiştan kiriye, lê ez naxwazim li ser wan îdîayan tiştekî bibêjim.

Û ji xwe gotina min jî ne rast e, ji ber ku em meselê baş nizanin.

Lê li gel vê jî bi dîtina min ew tiştên ku wî qalkirine ne gelşên pir mezin in û dibê bi hawakî bihata çareserkirin.

Bi baweriya min heger ew îdîayên birêz Kureken hemû rast bin jî û bi rastî jî BDP li ser HAKPAR-ê hinekî neheq be jî dibê HAKPAR-ê him ev neheqiya BDP-ê ji bîrrûraya kurd ra bigota û him jî di vê hilbjartinê da ji vê platforma netewî venekişiya.

Em ferz bikin ku BDP-ê di bin ra nexwestiye ku ji HAKPAR-ê kes were hilbijartin û loma jî ciyên ku ewê lê neyên hilbijartin pêşkêşî wan kir.

Ê ji xwe dema HAKPAR bi serê xwe jî têkeve hilbijartinan ewê nikanibe li tu derê parlamenterkî derxe.

Yanî ji tifaqê vekişîn û bi serê xwe ketina hilbijartinan ji HAKPAR-ê ra ne baştir û ne li karê ye û derxistina çend parlamenteran jî bi xwe ra nayne.

Wê demê vekişîna ji tifaqê pir bêmaneye.

Helbet mafê HAKPAR-ê ye ku weke partî têkeve hilbijartinên 12-ê îlonê.

Lê siyaset dibê li gorî şert û mercên civatê were kirin. Bi dîtina min şertên welatê me yê îro li hemberî AKP-ê û dewletê hevkarî û tifaqeke netewî li ser me ferz dike.

Di hilbijartinên 12-ê îlonê da bi beşdariya eniyeke kurd, kurdên li karê û bi beşdariya perçe perçe jî kurdê li zirarê bin.

Nimûneya kurdistana başûr li ber çava ye. Kurdan bi hevkarî û tifaqê tim qezenc kirine û bi belovaciyê wê jî tim li zirarê derketine.

Di vê tifaqa hilbijartina 12-ê îlonê da hebûna KADEP-ê û ji hêzên îslamî jî hebûna Altan Tan tiştekî pir baş e û biryareke di cî da ye. Kurdê ji vê tifaqê li karê derkevin.

Ji bo kurd li hemberî dewleta tirk biserkevin dibê destên xwe bidin hev û hevkariya xwe xurt bikin. Dibê HAKPAR teng nefirkire.

Riya serketinê ji tifaqê derbas dibe…

Hin însan qet li ber xwe nakevin!

Ev çend caran di kanalên telewîzyonên tirk da ez li minaqeşeyên Mehmet Metîner bi kurd û tirkan ra temaşe dikim.
A nuha jî min li minaqeşeya wî û Altan Tan temaşe kir.
Weke hercar, Altan Tan jî ew rezîl kir û riswa kir, got te perê PKK-ê xwariye û tixtor destûr daye te, du dikanî her pîsiyê bixwî û gelek heqaretên din…
Heta nuha min gelek caran li minaqeşeyên vî Metînerî temaşe kiriye, çi bi tirkan ra û çi jî bi kurdan ra, bi kê ra jî minaqeşe bike wî rezîl û riswa dikin, dixin binê erdê, gotinên nemayî jê ra dikin.
Lê ev binîadem qet ne xema wî ye, tu dibê jî qey ruyê wî ji çermê gê ye, ne fedî dike, ne jî li ber xwe dikeve.
Her roj derdikeve telewîzyonekê û hercar jî xelk eynî tiştî tînin serî, gotinên wiha jê ra dibêjin ku kûçik pê har dibin!
Lê qet nexema wî ye.
Weke pêlewanê ji têkçûn û gevizandinê têr nebe, ew jî tu carî ji pîsbûnê têra nabe.
Xelk çuqasî pişta wî didin erdê, wî di erdê digevizînin, pozê wî difirikînin jî qet li ber xwe nake, nabêje weleh ez merivekî bi sabîqe me, herkes poxê min dizane û dema gotin li gotinê dikeve xelk van kêmasiyên min didin ruyê min û ji min ra dikin serhevde, ya baş ew e ku ez hevza xwe bikim.
Di her minaqeşeyê da xelk, min li hemberî milyonan pîs dike, malbata min, jina min, zarokên min li van gotin û heqaretên xelkê guhdarî dikin.
Loma jî ya baş ew e ku ez ne derkevim minaqeşeyên wiha û ne jî bira xelk tim wiha min boyax bike, bi xurûr û heysiyeta min bilîze…
Li hemberî vê bêariya Mehmet Metîner ez matmayî mame, çend teorî meorî û tişt miştên ez li ser qerekter û psîkolojiya însên dizanim yek jî tê ra fêmkirina şexsiyeta vî camêrî nake.
Xwedê kir ez ne merivê wî me, ez merivê wî, bav û ya jî birayê wî bûma minê ya ew bikuşta ya jî xwe…
Xwedê dujminê min jî nexwe vî halî!
Nuha piştî wan gotin û serhevdeyên Altan Tan ku îşev jê ra gotin, gelo lawê wî, bira, bav û xanima wî çi hîs dikin û çi difikirin?
Bawer bikin, xanima wî ne meriva min, hema Wêranşarî jî bûya, min nedihîşt rojekê jî li ba wî bimîne, minê tavil jê bistenda.
Min qebûl nedikir ku li hemberî milyonan her roj li zavayeyekî wêranşariyan wiha heqaretê bikin û wiha di çamûrê vegevizînin….
Hûn rastiyê dixwazin Metîner çiqasî pîs be jî ez bi vê pîsbûna wî kêfxweş nabim, ez dibêjim heyf, xwezî kurdek neketa vî halî û loma jî pê diqeherim…

Suwarê hespê xelkê tim peyaye.

Li gorî xebera ajansa ANF-ê, AKP-ê, çixîz kişandiye ser ji sedî 90-ê 75 mebûsên xwe yên kurd û ji nuh va ew nekirine namzedên AKP-ê yên parlamentoyê.
Bi dîtina min ev yek dîsa baş e, bira dua û şikir bikin ku Erdogan hemû ji partiyê neqewitandine.
Dijmin wiha ye, piştî ku karê xwe bi wan qedand, bi saya wan du caran bû îktîdar û baş cî da nigê xwe, loma jî êdî hewcedariya wî bi wan nema, dibê ji xwe ra hin hespên hîn can, hîn zînde û ji çavên gel da neketine bibîne û demakê jî li wan siwar be, karê xwe bi wan bide kirin.
Ev îş wihaye, siwarê hespê xelkê tim peya ye.
Kî di dewsa van kesên hatine tasfiyekirin da be ewê jî ji Erdoganê mahcir ra bibêjin bixatirê te û herin li welatê xwe ”AKP” xwe ya kurd avabikin.
Lê bi îhtîmaleke mezin ewê wiha nekin, ji dêlî wê, ewê berê xwe bidin namzetên nuh û têkevin gewriya wan û bi wan ra bibin dijmin.
Lê ya rast, çawa ku hin kurdan BDP, HAK-PAR, KADEP avakirine, dibê ew jî dev ji zilamtiya xelkê berdin û partiya xwe ava bikin.
Riya rast ev e, kurdayetî ev e û welatparêzî jî ev e.
Çimkî dibe ku partiyên kurd yên hene ne li gor wan in, ew îdeolojî û siyaseta wan şaş dibînin, wan pir radîkal dibînin…
Wê demê dibê ew jî partiyeke moderat yeka li gor dîtinên xwe çêkin. Ne şert e bibêjin serxwebûn, federesayon, bira bibêjin otonobî, ya jî bira otonomiyê jî neparêzin, bira tenê hin mafên kulturî û perwerdeya zimên biparêzin.
Tenê bira dev ji tirkan berdin û partiya xwe çêkin û bibêjin em partiya miletê kurd in.
Em kurd dibê êdî dev ji xizmetkarî û kirêcîtiya ber destên tirkan berdin, bibin xebatkarên xwe, xaniyên xwe ava bikin, mala xwe raxin, bibin xwedî partî û dezgehên netewî.
Dibê em çavê miletekî cihê li xwe binêrin û bixwazin weke miletelî cihê bimînin û bijîn…

Ez li bende mucîzeyekê me!
Bi qasî ku ez dibînim di hilbijartinên 12-ê îlonê da ji bo çêbûna tifaqeke netewî BDP-ê li gorî hilbijartinên berê siyaseteke maqûltir û lihevkir meşand, heta jê hat xwest bi grûbên din ra jî li hev bike.
Û loma jî vê siyaseta komprimisxwaz tifaqake tam ne li gor dilê min be jî dexist ortê. Min bi xwe pir û pir dixwset ku HAK-PAR jî di nava vê hevkariyê da hebûya.
Do piştî îlankirina lïsteya namzetên parlamentoyê, hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP-ê) Gultan Kişanakê, di beyana xwe ya AKnewsê da got, diyaloga wan ya bi HAK-PAR-ê ra berdewam e, ew dixwazin weke KADEP-ê, bi HAKPAR-ê ra jî di hilbijaratinan da bibin şirîk.
Ji vê beyana Kişanakê min wisa fêm kir ku ji bo îqnakirina HAK-PAR-ê hewildanên wan berdewam in.
Lê heta nuha min di çapemeniyê da di vî warî da tu pêşketineke nuh nedît. Û ez nizanim gelo ji nuha û pê va guherandin mimkûn e ya na?
Heger mimkûn be ez hêvï dikim ku HAKPAR were îqnakirin.
Di nivîsa xwe ya do da, (HAKPAR şaşiyê dike)min gotibû ku bi vekişîna ji vê tifaqa netewî HAK-PAR-ê rast nekir, dibê di vê tifaqê da miheqeq ciyê xwe bigirta…
Ez hîn jî di wê baweriyê da me, bi dïtina dibê HAK-PAR-ê riyeke lihevkirinê bidîdat û di vê hilbijartinê da ji platforma BDP-ê û KADEP-ê venekişiya.

10 april 2011

Serpêhatiya ga

Dibêjin rojekê şêrekî pir birçî derketibû nêçîrê, ji xwe ra li qûtekî digeriya. Pir geriya, hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê ku wa ye gayekî tu dibê ecêb, weke boxeyekî li mêrgekê diçêre.
Zikê şêr ji birçîna dikir qurequr, lê dîsa jî newêrîbû êrîş bibira ser gê. Bi hawakî ku ga wî nebîne çû xwe di pişt darekê da veşart. Bîstekê li gê (ga) temaşe kir û di dilê xwe da ji xwe ra got:
- Xwezî wan qiloçên gê tunebûna. Heger qiloçên wî tunebûna nuha minê bi rehetî bajota ser vî û ew bixwara û zikê xwe têr bikira. Nuha, dema ez êrîş bikimê ewê bi wan qiloçên xwe yên wek xençeran zikê min perçe bike û hûr û pizûrên min berde erdê.
Dû ra jî ji nişka ve aqilek hatê û rabû nermik nermik çû ba gê û bi zimanekî gelkî şîrîn jê ra got:
- Birakê ga, ji vêsê da ye ez bi dilbijokî û heyraniyeke pir mezin li te temaşe dikim. Ez hêvî dikim ku ewê tiştekî xerab neyê ber dilê te. Min baş bala xwe da bejn û bala te, serê te gelkî xweşik e, qet qusûr nayê ser. Sînga te wek çiyayekî pahn û bilind e, li hember bedewî û bilindbûna wê, devê meriv ji hev dihere. Nig û simên te jî heta tu bixwazî xweşk in, meriv dixwaze ji xwe ra bi seetan li wan temaşe bike. Çavên te wek yên xezalan reşbelek in. Lê ji ber ku ezê dibêjim li qusûra min nenêre, bes qiloçên te qet nexweşik in. Bêyî qiloçên te, tu qisûr nayê ser bejn û bala te. Ez fêm nakim tu çawa dikanî tehamulî wan qiloçên nexweşik, yên wek du singan bikî? Her dera te xweşik e, her tiştê te temam e, lê tenê qiloçên te vê çelengiya te ji çav da dixîne û pîs dike. Û ya din jî, ez bawer dikim ku nuha ew serê te jî pir diêşîne. Ma ne wiha ye?
Gotinên şêr tavilê ket serê gê, got:
- Ya ha, weleh tu rast dibêjî birakê şêr. Heta nuha ez qet lê nefikirîbûm. Lê wek te jî got, bi rastî jî gelek caran ew serê min diêşînin û min nerehet dikin. Û te got wa ye ew li bejn û bala min jî nayên, ne wisa?
Şêr got:
- Erê. Bi rastî jî ew herdu qiloç sipehîtiya te xera dikin.
Û dû ra jî şêr rabû xatir ji gê xwest û çû xwe di pişt darekê da veşart. Gê xwe ragirt(sekinî) heta ku şêr ji ber çavan wenda bû. Dema dît ku şêr xuya nake, rabû çû berê xwe da zinarekî û got gurm û ha gurm, gurm û ha gurm û bi hemû hêza xwe qiloçên xwe li zinêr xist. Heta ku her du qiloçên xwe jî şikandin. Êdî ew bê qiloç û eniya wî jî tep û dûz û tazî bû.
Gava şêr ev yek dît, bi xurrîniyeke mezin ji pişt darê derket û bi hemû hêza xwe êrîş bir ser gayê bêqiloç, yanî bêsîleh û jê ra got:
- A nuha temam e, êdî tu yê min î. Mala te ava ku te xwe bêqiloç hîşt. Çimkî wan rê li ber êrîşa min digirtin û ji min ra dibûn kelem. Ji ber hebûna wan min newêrîbû xwe bida ser te. Lê nuha, êdî tu tiştekî ku ez jê bitirsim tuneye….
Û dû ra jî êrîş kirê…

HAKPAR şaşiyê dike

BDP-ê îro berendamên xwe yên parlamentoyê yên serbixwe eşkre kirin.
Min hêvî dikir û pir dixwest ku HAKPAR jî di vê tifaqa netewî da hebûya.
Lê pir mixabin wa ye tuneye.
Em ji nivîsa birêz Îbrahîm Kureken ya di Kurdînfoyê da fêr dibin ku berpirsiyarên BDP-ê û yên HAKPAR-ê li hev nekirine.
Xwezî li hev kiribûna, xwezî HAKPAR jî di vê palatforma kurd ya netewî da hebûya.
Lê hêvî hêviya me têr nake, dibê siyasetmedarên me li hev bikin, li gor hin şert û momentan biryarên rast bigrin.
Bi baweriya min ne ez tenê, piraniya kurdan û şertên civata kurd ya îro jî hevkarî û tifaqeke netewî li ser kurdan ferz dike.
Bêguman em bi temamî nizanin ku ji bo çi li hev nekirine û di vê lihevnekirinê da kî bi heq û kî neheq e.
Ji berpirsiyarên HAKPAR-ê Îbrahîm Kureken di nivîsa xwe da qala hin tiştan kiriye, lê ez naxwazim li ser wan îdîayan tiştekî bibêjim.
Û ji xwe gotina min jî ne rast e, ji ber ku em meselê baş nizanin.
Lê li gel vê jî bi dîtina min ew tiştên wî qalkirine ne gelşên pir mezin in û dibê bi hawakî bihata çareserkirin.
Bi baweriya min heger ew îdîayên birêz Kureken hemû rast bin jî û bi rastî jî BDP li ser HAKPAR-ê hinekî neheq be jî dibê HAKPAR-ê him ev neheqiya BDP-ê ji bîrrûraya kurd ra bigota û him jî di vê hilbjartinê da ji vê platforma netewî venekişiya.
Em ferz bikin ku BDP-ê di bin ra nexwestiye ji HAKPAR-ê kes were hilbijartin û loma jî ciyên ku ewê lê neyên hilbijartin pêşkêşî wan kir.
Ê ji xwe dema HAKPAR bi serê xwe jî têkeve hilbijartinan ewê nikanibe li tu derê parlamenterkî derxe.
Yanî ji tifaqê vekişîn û bi serê xwe ketina hilbijartinan ji HAKPAR-ê ra ne baştir û ne li karê ye û derxistina çend parlamenteran bi xwe ra nayne.
Helbet mafê HAKPAR-ê ye ku weke partî têkeve hilbijartinên 12-ê îlonê.
Lê siyaset dibê li gorî şert û mercên civatê were kirin. Bi dîtina min şertên welatê me yê îro li hemberî AKP-ê û dewletê hevkarî û tifaqeke netewî li ser me ferz dike.
Di hilbijartinên 12-ê îlonê da bi beşdariyeke eniyeke kurd, kurdên li karê û bi perçe perçe jî kurdê li zirarê bin.
Nimûneya kurdistan başûr li ber çava ye. Kurdan bi hevkarî û tifaqê tim qezenc kirine û bi belovaciyê wê jî tim li zirarê derketine.
Di vê tifaqa hilbijartina 12-ê îlonê da hebûna KADEP-ê ji hêzên îslamî jî hebûna Altan Tan tiştekî pir baş e û biryareke di cî da ye.
Ji bo kurd li hemberî dewleta tirk biserkevin dibê destên xwe bidin hev û hevkariya xwe xurt bikin.
Riya serketinê ji vir derbas dibe…

Di şerê netewî da rola zimên û muzîkê

Carnan ev facebook bi ya min nake, li hemberî min radibe û min dîn û şeple dike. Ez dixwazim bersîva şiroveya Emîn Çelîkten bidim, lê qebûl nake, ez çi dikm jî serhişkiyê dike, dibêje na.
Dibêje ”Nûh” lê nabêje ”Pêxember”!
Lê ez jî merivekî pir serhişk im, ez teslîmî vî înada wê nabim û dev jê bernadim…
Ew çiqasî qebûl nake jî ez israr dikim…
Wê bersîva min di bin şiroveya Emîn Çelîkten qebûl nekir.
Bira neke, ezê li vir biweşînim.
Ku li vir jî neke ezê riyeke din bibînim.
Û ku ew jî nebe, weke ku berê jî min carekê kiribû, ezê kompîtorê bişkînim...:))
Loma jî ez hîn nehatime nuxteya şikandinê, ez ji mecbûrî bersîva xwe li vir diweşînim.
Birêz Emîn Çelîkten, ez nizanim tu bi kurdî dizanî ya ana, lê heger tu bi kurdî dizanî(şiroveya wî bi tirkî ye) dibê tu bi kurdî binivîsînî.
Bira şaş be, kurdiya herî şaş, ji tirkiya herî rast baştir û bi feydetir e.
Dîrokê îro ev wezîfe daye me, me diceribîne, dibê em navika xwe bi destê xwe bibirin...
Yanî bê mekteb, bê mamoste û bê unîwersîte dibê em fêrî zimanê xwe bibin û bidin fêrkirin.
Dibê em vê wezîfê û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bibînin û li gor wê gavan bavêjin û xwe organîze bikin.
Weke ku em çend kurd li giravake bêîns û bêcins in û ji bo ku em nemrin dibê em bi nebatên xwezayê îdareya xwe bikin, heta ku hinek tên gazî û hawara me û me rizgar dikin.
Teslîmiyeta şertan mirin e, dibê em teslîmî asîmîlasyona tirkan nebin, hin mûcîzeyan bixuliqînin.
Ma bi zimanekî bê mekteb, bê perwede, bê zanîngeh hebûna bi sedan nivîskarî û berheman ne mûcîzeye?
Ma ez li kîjan dibistanê û zanîngehê fêrî kurdî bûm?
Dibistana min jî, zanîngeha min jî mala min û xeyreta min bû.
Û helbet ne ez tenê, rewşa hemû nivîskarên kurd ev e?
Rewşa zimanê kurdî îro wiha ye…
Dibê em realîteyê bibînin û li bendî dibistan û zanîngehan nemînin.
Ewê jî rojekê bibin, lê ne îro.
Berî nuha bi 30 salî min felaketa îro em pê ra rûbirûne texmîn kir û hîn wê demê, min got piştî 20-30 salên din zimanê kurdî ewê rûbirûyî tahlûkeya mirinê bibe.
Lê mixabin kesî ev felaketa îro nedidît.
Bêguman bidîtana jî ewê rewşa îro zêde neguheriya, ji ber ku rawestandina pêşketina civakî ne di destê kurdan da ye.
Lê li gel vê jî siyasetmedar û ronakbîran dikanîbûn tirkî di mal û nava rêxistinên xwe da nekirana zimanê xwe yê yekem.
Ev di destê me da bû.
Çawa ku me li Swêd kurdî kir zimanê kurdan yê siyasetê û jiyanê, li welêt jî kurdan dikanîbûn wiha bikirana.
Ya din jî, tiştên te debarê tesîr û rola muzîka kurdî da gotine rast in.
Çendakî berê li ser tesîr û rola muzîkê di hişyarbûna kurdan da min nivîsek nivîsî.(Li Kurdistana bakur kurd heta nuha çima nebûn tirk)
Nivîs di bloga min da heye.
Bi dîtina min tu tiştekî din bi qasî muzîkê kurdayetî neparastiye û hestên kurdperweriyê xurt nekiriye.
Kurdê hestên wî yê kurdayetiyê herî zeîf jî dema li dengbêjekî kurd, li kilama "Lo Xalo" guhdarî dike, di cî da tamara wî ya kurdayetiyê xurt dibe, dilê wî radibe pêdarê û bêtir dibe kurd.
Tu tiştekî din nikane vê tesîrê li dil û hestê mirovê kurd bike.
Ev yek do jî wiha bû û îro ro jî wiha ye.
Loma jî dibê kurd pir li ser muzîka xwe rawestin, wê belav bikin û wê bikin xwedî dezgeheke netewî.
Di şerê me yê azadiyê da muzîk sîleha me ya herî girîng e. Dibê em vê sîleha xwe ji dest xwe bernedin û baş bikar bînin.

09 april 2011

Li ser mijarke girîng

Do di facebookê da li ser asîmîlasyonê û li Diyarbekrê rewşa zimanê kurdî bi çend dost û hevalan ra minaqeşeyek dirêj çêbû.
Hinek kesan qala serpêhatiyên xwe yên Diyarbekrê kirin, hinek dost û hevalan jî gotin bi van numûneyan hûn neheqiyê dikin, rastiya Diyarbekrê ne wihaye.
Min li wir jî got û li vir jî dibêjim, bi dîtina min, gelşa zimanê kurdî ne ya Diyarbekrê tenê ye, ya hemû Kurdistanê ye.
Li her dera Kurdistanê li gorî 30-40 berê asîmîlasyon pir pêşda çûye û dihere.
Ev rastiyeke berbiçav e û kes nikane vê rasyê înkar bike.
Helbet musebîbê vê rewşê ne kurd in, dewleta tirk e. Hêviya dewletê ew e ku bi bi riya asîmîlasyonê kurdan bihelîne, bike tirk.
Em hemû bi vê nêt û xebata dewletê dizanin.
Hema ez ji malbata xwe dest pê bikim, 30 sal berê, ji bera me Xamoya yek kesê bi kurdî nizanîbûya tunebû, lê îro belkî 100-200 zarok, xort bi kurdî nizanin.
Û em li ji Wêranşarê ne, eşîr û gundî ne.
Îcar ne malbata min tenê, hemû malbatên kurdan di vî halî da ne. Bira her kes li dora xwe, li malbata xwe mêze bike, ewê bibîne ku me çi zayîat daye û dewlet jî çiqasî biser ketiye.
Ev li her bajarê Kurdistanê û li di her malbatê da wiha.
Deme meriv viya bibêje meriv xebata kesî înkar nake, êrîşê nabe ser kesî û hêzekê, ev gelşa me hemû kurda ye.
Dewleteke weke hûtekî bi hemû hêz, îmkan û wasiteyên xwe bi şev û roj dixebite ku vî miletî asîmîle bike.
Ne ku hin grûb û partî baş in, zimanê hin hin partî û hêzan kurdî ye, tenê yê PKK-ê û hevalên wan ne bi kurdî ye.
Na, ev ne wiha ye, kî viya bibêje ne rast e.
Belkî PKK û hevalên wan dîsa ji hemû hêz û partiyên din bêtir di vî warî da hin gavan davêjin û hin xebtan dikin.
Ez par çûm Kurdistanê, min bi çavê xwe dît, kurdê herî kurdçî û şiyar jî(ji hemû hêz û grûban) bi hev ra bi tirkî dipeyivn, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivîn. Dema me bi wan ra bi kurdî israr dikir matmayî diman, fena ku em adeteke nuh bibin nava wan.
Li kurdistanê kurd li 3040 sal berê pir şiyar bûne, bi milyonan însan doza kurdayetiyê û mafên kurdan dikin.
Lê bikaranîn û axaftina zimên ne li gora vê tevgera kurd ya netewî ye, pir zeîf e…
Weke min got, bi milyonan kurd bi xwe hesiyane, bûne kurd, ev rast e, lê ziman tirkî ye...
Bi taybetî jî di nava keç û jinan da tirkî pir di rawjê da ye. Zimanê zarokan hema hema hemû bi tirkî ye. Meriv viya li kuçeyan dibîne.
Ez rastî hevalekî şirnexî hatim, dostê PKK-ê bû û li Şirnexê mamosteyê lîseyê bû. Wî bi xwe ji min ra got, li Şirnexê di nava telebeyan û bi taybetî jî di nava keçan da halê kurdî pir xerab e.
Dema meriv qala vê gelşa netewî bike dibê kes xwe aciz neke û weke înakara heqê hin kesan, hin hêzan fêm neke.
Ev derdekî me yê mişterek e, dibê em bi hev ra li çareyekê bigerin...
                                                                        ***
Xwşka Melîke Altan, te tiştên pir rast û pir di cîda gotine. Xwedê jinan ji cimata kurdan û ji serê me kêm neke.
Gotinên ne xweş û xeber tu carî ne sîleha jinê ye, ev sîleha pîs, zengarî û bi zirar ya mêran e.
Loma jî mêr zû radibin hev û gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin.
Dibê meriv ji kurdan bixwaze ku qedir bidin zimanê xwe, pê binivîsin û bipeyivin.
Ev rast e.
Lê weke te jî gotiye, ne rast e ku meriv nezanîna kurdî gav û saetê bi zimanekî ne xweş li serê kurdên kurdînezan tim bike serhevde.
Yanî dibê meriv bi zanîna kurdî xwe mezin û xelkê jî biçûk nebîne.
Ji ber ku hemû kesên kurdînezan ne weke hev in, hinekên wan bi rastî jî ne sûcê wan ê şexsî ye ku kurdî nizanin.
Lê hinek jî hene dizanin lê napeyin, nanivîsînin.
Li alî din helbet dibê meriv sûcê ronakbîr û siyasetmedaran jî ji bîr neke, vê kêmasiya wan jî tim bibîra wan xe...
Bi kurtî di rexneyên xwe da meriv çiqasî nerm û maqûl be hewqasî baş e...
Lê helbet di vî warî da sûcdarê herî mezin dewlewta tirk e, dibê meriv berê xwe bide dewletê û siayseta wê ya nîjadperest.
Lê dibê meriv wezîfeya xwe jî tu carî ji bîr neke...
                                                                    ***
Birayê Oruç Sural, dîtina te ya derbarê kurdên bakur da sedîsed rast e, meju û hestê kurdên bakur deforrm bûne, kurd qudûmşikestî bûne.
Hest û fikrên wan yê afirandina bi kurdî pir lawaz û seqet e. Loma jî nikanin berhemên kurdî biafirînin.
Mesele kurdên sûrî ji me gelkî kurdtir û netewîtir in û loma jî di warê berhemên kurdî da, weke muzîk, karîkator, risim, edebiayt û hwd din da pir li pêş me ne.
Yek hunermendekî kurdê Sûrî tueneye ku bi kurdî nizanibe.
Lê yên me ji sedî nodûnehê wan bi kurdî nizanin û yên dizanin jî xwe xwe lê nakin xwedî, dibêjin kurdiya min zeîf e.
Ancax ji sedî yek dudu bi temamî xwe daye kurdî.
Wê rojê Şêxhmûs Dîkenê nêzî 60 salî, dema di jiyana xwe da cara pêşî 7-8 rêzên çewto mewto û neqarat li hev ragirt, di çapemeniya kurd da olaneke mezin da, piraniya malperên kurdan ev zafera wî bi zilxit û lîrandin kirin xeber û gotin, mizgîn li we û çavê we hemû kurdan ronî be, wa ye Şêxmûs Dîken jî di taliya emrê xwe da nivîsa xwe ya kurdî ya pêşî nivîsî.
Dema malzeme ev be, bêguman berhem jî çênabe.
Pêşiyan gotine, ji hesinê xerab şûrê baş çênabe.
Ev rast e.
Lê li gel vê jî dibê em hewil bidin vî malzenmeyî baştir bikin, kalîteya wî bilind bikin, ji bo ku weke milet em kanibin bibin xwediyê şûrên baş…

Qertel û kund

Dibêjin hebû tunebû, qertelekî şahê hemû teyr û tuyan hebû. Ew di ser çiya, banî û newalan ra difiriya, çavên xwe li çûk û teyrên biçûk digerand û tavilê ew nêçîr dikirin.
Rojekê li ser qotê dareke çamê ya bilind çavên wî li hêlîna dayika kund ket. Di hêlîna wê da çar hêk hebûn. Şahê teyran gelkî kêfa wî hat, tavilê got guj û xwe bera ser hêlînê da û ji dayika kund ra got:
- Roja te bi xêr!
Kundê lê vegerand û got:
- Roja te jî bi xêr, şahê hemû teyr û tuyan! Ez hêvî dikim ku tu ne birçî yî.
Qertel got:
- Erê, ez birçî me û min nêt heye ku çêlikên te bixwim. Hema çer ji hêkê derkevin ezê wan bixwim.
Dayika kund got:
- Şahê hemû teyr û tuyan, ka were vê xerabiyê bi min neke. Em dikanin bi hawakî din li hev bikin. Heger tu dev ji çêlikên min berdî û wan nexwî, ez sozê didim te, ji nuha û pê ve ezê tenê bi şev bifirim û tenê mar û dûpişkan bixwim. Û ezê hemû çûk û mişk û heywanên din yên biçûk jî ji te ra bihêlim; çimkî ew bi roj difirin û bi roj digerin.
Qertel got:
- Pirr baş e, ez sozê didim te ezê çêlikên te nexwim. Lê belê ezê çawa bikanibim wan ji çûkên din bigerînim?
Dayika kund got:
- Ev yek ewê qet ne zehmet be. Ji ber ku ewê ji hemû çûkên dinyayê gelkî xweşiktir bin.
Qertel got baş e û firek da xwe û ji hêlînê bi hewa ket. Dîsa di ser çiya û newalan re bilind firiya û çavên xwe yên dûrbîn li nêçîreke din gerand.
Piştî demekê rojekê li ser qotê dareke çamê ya bilind çavên wî li hêlînekê ket. Di hêlînê de çar çêlikên biçûk yên spî boz hebûn.
Ji kêfa qîjînî pê ket û wek tîreke ku ji kevên bipengize xwe bera ser hêlînê da, ji bo ku wan bixwe.
Lê dema çû li ser hêlînê venişt, çêlikan gişan bi hev ra kirin qîjîn û vîçevîç! Qertel bala xwe dayê ku hemû jî pirr xweşik in. Destê wî lê negeriya ku wan bixwe. Wî ji xwe ra got:
- Ev çêlikên hewqasî xweşik miheqeq yên kundê ne. Ez wan naxwim.
Wiha got û bêyî ku dest bide wan ji hêlînê firiya.
Piştî demeke kin li ser serê dareke çamê ya gelkî bilind çavên wî li hêlîneke din ket. Û hema dîsa got guj û xwe bera jêr da.
Di vê hêlînê da jî çar çêlik hebûn. Lê ev çêlik pirr pîsik bûn, heta wê gavê wî tu carî çûkên wiha ne xweşik nedîtibûn. Û gişan deng kiribûn hev û bi hev ra diqîriyan, digotin: ”Kû-kûû! Kû-kûû-kûûû!”
Qertel ji xwe ra got:
- Temam! Ev çêlikên hewqasî ne xweşik ne mimkûn e ku yên dayika kund bin. Ezê wan bixwim. Û ew xwarin...
Tam di vê bîstikê da dayika kund hat hêlîna xwe û kir qêrîn û hawar û got:
- Wey li min pepûkê! Kû... kûûû! Wey li min pepûkê! Kû... kûûûûû! Şahê teyran, te çima li min wiha kir? Te qewl û peymana xwe xera kir! Te çêlikên min xwarin! Ezê pepûkê nuha çawa bikim û bi ku da herim?
Qertel got:
- Min efû bike dayika kund. Te ji min re gotibû ku çêlikên te ewê bibin çûkên dinyayê yên herî xweşik. Lê yên min xwarin çûkên dinyayê yên herî pîsik bûn, heta nuha min tu carî çûkên hewqasî nexweşik nedîtibûn. Ji ber ku nexweşik bûn min ew xwarin…
Dayika kund hêsir barandin û got:
- Wey li min pe-pû-kê… kû-kûûû! Tu şahê hemû teyran î, lê tu hîn nizanî ku li ber çavên her dayikê zarokên wê li dinyayê yên herî xweşik û delal in…!

Em ji xwe ra kûsiyan û ji xelkê ra jî masiyan digrin

Di konferansa ”avakirina aşitiyê” da Leyla Zana debarê çareseriye mesela kurd û referandûmê da gotiye:
”Pêşniyara birêz Îshak Alaton ya ji bo raferandomê kir, dibê ne tenê li rojhilata başûr be, dibê li temamê Tirkiyê bê kirin. Gelo miletê tirk dixwaze bi miletê kurd ra bijî y ana?.”
Siyasetmedarên me carnan tiştên dûrî aqilan û sedîsed li dijî berjewendiyên miletê xwe dibêjin.
Îshak Alatonê cihû, gotiye, ji bo ku meriv bizanibe kurd dixwazin bi tirkan ra bijîn ya na, dibê li Kurdistanê referandûmek were çêkirin.
Li gorî baweriya wî, piraniya kurdan ewê li dijî veqetandinêbin û bixwazin bi Tirkiyê ra bijîn.
Loma jî dibê Tirkiye ji gaveke wiha netirse.
Lê Leyla Zana xanim ji dêlî ku piştgiriyê bide vê pêşniyra Alaton, gotiye, ev referandûm dibê ne li Kurdistanê tenê, dibê li seranserê Tirkiyê were kirin, hela ka Tirk jî dixwazin bi kurdan ra bijîn ya na?
Meriv fêm nake siyasetmedareke kurd çawa dikane referandûma li ser qedera miletekî bindest ji miletekî serdest jî bixwaze?
Dewleta tirk û tirkan welatê me îşxal kirine û naxwazin em ji wan veqetin.
Îcar ji bo çi emê rabin di referandûmeke ji bo veqetandinê da biryara ji wan jî bipirsin û raya wan jî bigrin?
Raya miletê tirk diyar e, ew naxwazin em ji Tirkiyê veqetin û Kurdistaneke serbixwe ava bikin.
Û dema di referandûmeke derbarê mafê çarenûsa me da tirk jî bibin xwedî gotin, hemû kurd jî veqetandinê bixwazin, emê dîsa wenda bikin. Çimkî ew di piraniyê da ne.
Loma jî heger rojekê li ser veqetandina ji Tirkiyê referandûm were çêkirin, dibê ev referandûm tenê li Kurdistanê û di nava kurdan da were çêkirin.
Heger di vî warî da tirk jî bibin xwedî ray, emê wenda bikin.
Ji ber vê yekê jî li hemberî vê dîtina Leyla Zanayê ez matmayî mam.
Referandûma Alaton qal kiriye, ne ji bo fêmkirina hestên kurdan û tirkan yên derbarê hev da ye, gelo tirk û kurd di heqê hev da çi difikirin?
Referandûma Alaton qal kiriye, ku di vî warî da numûneya Qanadayê jî daye, ji bo mayin û veqetandina kurdan ya ji Tirkiyê ye.
Li gor baweriya Alaton, kurdên veqetandinê dixwazin di hindikayê da ne û loma jî dibê Tirkiye ji van kesan netirse, van dîtinan qedexe neke û zorê bikar neyne.
Ji dêlî qedexe û zorê, dibê Tirkiye li Kurdistanê di nava kurdan da referandûmekê çêke û piştgiriya piraniyê bigre û kesên xwediyê dîtina veqetandinê di warê huqûqî da pûç bike.
Yanî dema Alaton dibêje referandûm, ew bawer dike ku piraniya kurdan li dijî veqetandinê û Kurdistaneke serbixwe ne loma vê dîtinê pêşniyarî Tirkiyê dike, ji Tirkiyê ra dibêje netirse.
Bi dîtina min sibe Tirkiye bibêje were em herin referandûmê dibê meriv qebûl neke, demê bixwaze. Ji ber ku wan bi milyonan mahcir anîne li Kurdistanê bicî kirine û ev 90 sal in ku li hemberî kurdan siyaseteke asîmîlasîyonîst dimeşêne. Dewletê, bi vê siyseta xwe ya nîjadperest bi sedhezaran kurd ji kurdayetiyê dûr xistine, kirine hevalên xwe.
Û di rewşeke wiha da bibêjin werin em herin referandûmê. Ne hewceyî referandûmê ye, em mafên xwe yên netewî dixwazin, em dixwazin li welatê xwe bibin xwedî desthilat. Ji bo vê yekê referandûm ne hewce ye.
Ma ew li seranserê Qibrisê referandûmê diparêzin, dibêjin ka em ji gel bipirsin hela dixwazin veqetina y ana?
Bêguman tiştekî wiha qebûl nakin.
De îcar çima emê qebûl bikin?
Lê tiştê xerab, ne tirk siyasetmedara me ev yek xwestiye.
Mixabin, piraniya siyasetmedarên me ne jîr û xwedî tecrûbe ne, gelek caran tiştên li zirara miletê xwe dibêjin û dikin.