10 mars 2011

Yûnanîstanê perê penaberan jî xwariye

Li gor malpera ANFê dinivîse, Yûnanîstanê perê penaberan jî xwariye û pênc pere nedeya wan...
Ji bo başkirina jiyana penaberan Komisyona Ewrûpayê ji sala 2008-an û virda 17 milyon Euro daye hukûmeta Yûnanîstanê.

Lê yûnanan pere bera bêrîka xwe da ne, pê kêf kirine, xwarine, vexwarine û li ber muzîkê dans kirine û teyfik şikandine, lê qurişek jî nedane penaberên di kampên wek yên nazîyan da dijîn...
Li hember vê zalimiyê meriv matmayî dimîne...

Tirkan pir davîtin ji yûnanan da min bawer nedikir, min digot bêbextiya li wan dikin, yûnan miletekî medenî û demokrat e.

Lê dema meriv muameleya wan(him milet û him jî hukûmet) ya li hember xerîban, penaberan dibîne, meriv fêm dike ku tirkan kêm gotine zêde negotine.

Kurro vana kalpazan û virekên profesyonel in, kil ji çavan didizin, deve tevî hawidê wî dadiqultînin kes ne dibîne û ne jî pê dihese.

Ev hewqas sal in ji kîsê ewrûpiyan dixwin, vedixwin û kêfê dikin haya Yekîtiya Ewrüpayê jê tunebû.
Bi derewa
n, di derbarê başiya ekonomiya wan da rapor li ser raporê didan Yekïtiya Ewrûpay, digotin okonomiya me super e.

Lê ewrûpî hew pê hesiyan ku hemü rapor derew bûne, di kasa wan da filisek jî tuneye, wek çêlê pepûkê tim ji xelkê xwarine…

Yekîtiya Ewrûpayê, 17 milyon Euro daye wan ji bo ku ji penaberan ra ser bikin û şertên jiyana wan baştir bikin.

Lê zaliman rabûne ew jî xwarina û agahiyên şaş dane Yekîtiya Ewrûpayê.
Meriv ancax hewqasî bêexlaq û bêûjdan dibe…

Xwarina pereyên penaberan û yê zarokên wan ku hemû jî di nava şertên pir xerab û neînsanî da dijîn ji xwarina malê sêwiyan jî xerabtir e.

Lê ne xema hukûmeta Papandreou ye .

Dema bi însan ra exlaq û ûjdan nemîne her tiştî dike.
Heger bi wan ra zeriyê exlaq, însaniyet û camêrî hebûya Ocalan bi wê bêbextiyê teslîmî Tirkiyê nedikirin.

Dikanîbûn qebûl nekirina, weke Sûriyê bi zor ji welatê xwe derxistina, ev heqê wan bû, meriv dikanîbû fêm bikira.

Lê dibê bi tu hawî teslîm nekirana.
Însanê xwe avêtibe bextê meriv, dexlê meriv, neriv teslïmî neyarê wî nake….
Îcar dewleteke vê bêexlaqiyê bike, xwarina pereyên penaberan tew ne tişteke, dikanin tiştên hîn xerabtir bikin.

Ez nizanim ev virekî, sextekarî, bêexlaqî ji wan di tirkan geriya ye, ya jî ji tirkan sîrayetî wan kiriye…

Tiştê ez dizanim bêxlaqî, bêûjdanî, dizî, sextekarî, bêbextî ji bo şexsan jî û ji bo dewletan jî fiîlên pir xerab û ne ba baş in.

Dema kirin û fiîlên wiha tên bihîstin û derdikvin holê, şexsan jî û dewletan jî fedîkar û rûrş dike, serê wan ditewîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE