12 mars 2011

Tîna agirê şoreşa kurdan çerkezan jî ji xewa mirinê şiyar dike

Di dîroka Tirkiyê da ev cara pêşîye ku li Tirkiyê bêyî kurdan mensûbên miletekî din jî ji bo mafên xwe yên netewî dadikevin kolanan û ji dewletê mafên xwe yên netewî dixwazin, doza telewîzyon û perwerdeya bi zimanê xwe dikin.
Xwepêşndana çerkazan di pêşengiya rêxistina ”Însîyatîva Mafên Çerkezan” da îro li Anqerê tê çêkirin.
Nuha di înternetê da min li rojnamevanekî çerkez(Fuat Ugur)guhdarî kir. Kanala Net Haberê, li ser mafên çerkezan yên zimên û kultirî bi rojnamevan Fûat Ûgûr ra hevpeyvîn dikir.
Li gor agahdariyên Fûat Ûgûr, piştî kurdan li Tirkiyê grûba netewî ya herî pir, herî mezin çerkez in.
Nifûsa wan di nabêna 3, 5 û 5 milyonan da ye, lê kesên bi çerkezkî dizanin li dora 400-500 hezar kes mane ya nemane.
Fûad Ûgûr digot, berê çerkez jî li dijî kurdan bûn, lê di van 10 salên dawiyê da tevgera kurd tesîr li wan jî kir. Ew jî êdî bi girîngiya ziman û nasnameya xwe hesiyan û dîtin ku zimanê wan dihele.
Li Tirkiyê gelek hindikayiyên etnîkî hene, lê heta nuha bêyî kurdan tu grûbeke din ji dewletê doza nasname û mafên xwe yên netewî dikir, hemû jî bi xurtî li dijî daxwazên kurdan bûn.
Bêguman di vê dijayetiya wan da rola dewletê pir e, dewletê bi zanetî ferdên van hindikayiyan li dijî kurdan gur dikir.
Lê di van salên dawî da tevgera kurd ya netewî miletên din jî şiyar kir û bi nasnameya wan hesand.
Ev şiyarbûna miletên din ji bo kurdan piştgiriyeke pir baş e. Bi şiyarbûna çerkez û miletên din ra eniya dewletê teng û ya kurdan firehtir dibe.
Nivîskar, ronakîbîr û siyasetmedarên çerkez, çeçen, gurcî yanî yên kafkasî ji nuha û pê va ji dêlî ku êrîşî kurdan bikin, bere bere ewê bibin dost û mitefikên kurdan.
Li Tirkiyê ev rewş û zemîna nuh ewê karê kurdan li gor berê hêsantir bike. Heta nuha tim kurd tenê bûn, lê ji nuha û pê va ewê mitefikên kurdan jî zêde bibin.
Li gor gotinên Fûad Ûgûr, du daxwazên çerkezan yên esasî ji dewletê hene. Ji alî dewletê va perwerdeya bi zimanên çerkezan û radyo û telewîzyoneke ku 24 saetan bi zimanên wan weşanê bike.
Tiştê min fêm kir çerkezkî ne zimanek tenê ye, belkî çend ziman ya jî çend lehçeyên wan hebin.
Wisa xuyaye ku dîrokê wezîfeya rizgarkirina van milatan ji bin destê tirkan daye kurdan.
Tîna agirê şoreşa miletê kurd dide miletên din jî...
Miletê kurd bi rizgariya xwe ra li Tirkiyê ewê gelek miletên din jî ji helandin, wendabûn û tirkbûnê xelas bike.
Kurd bi azadbûna xwe ra, ewê azadiyê û demokrasiyê bîne Tirkiyê û Rojhilata navîn jî…
Dîrokê ev rol û wezîfeya dîrokî daye miletê kurd.
Ev yek li Îraqê, li Sûriyê û li Îranê jî wiha ye...
Li Îraqê yê ben xistiye zalimekî weke Saddam Husên û rejîma wî ya dîktator têk bir kurd bûn.
Bêyî têkoşîn û liberxwedana miletê kurd ne mimkûn bû ku rejîma celadekî weke Saddam bihata hilweşandin.
Helbet ev yek hêsan nebû, di vê riyê da miletekê kurd bedekên pir mezin dan.
Dîrok şahidê vê ye.
Lê ji ber ku celad cenawarekî pir mezin bû, loma jî dîlgirtin û kuştina wî jî ne reht bû, bû sebebê bobelatên pir mezin…
Li Tirkiyê Kemalîzim jî îdeolojî û cenawarekî bi qasî Bassîzimê mezin e û pir dirindiye, kuştin û ji ser hukum xistina vî cinawirî jî ewê pir zor û bi bedelekî zêde be…
Lê miletê kurd miheqeq rojekê ewê Kemalîzmê jî bivirvirîne ser sergoyê dîrokê…
Dîrokê ewê bibe şahidê vê mezinayiya miletê kurd jî.
Li Tirkiyê etnîsîteya li hember kurdan ya herî negatîv û di pêşerojê da jî ewê zû bi zû nebe mitefikê kurdan ereb in.
Dibê tevgera kurd ya siyasî cî û îmkanan bide ronakbîr û siyasetmedarên ereb, wan bikşîne nava xebatê.
Ji bo me kurdan dostayî û hevkariya bi gelê ereb ra ji ya çerkez û hindikayiyên din gelkî girîngtir e...
Ji ber ku qismekî wan yê mezin hemwelatiyên Kurdistanê ne, loma jî dibê em vê axê, vî welatî bi hev ra azad bikin û bi hev ra azad bibin.
Dîrokê qedera me jî û pêşerejoa me jî bi hev va girêdaye…
Dibê ereb û miletên din jî weke çerkezan ji dewletê doza mafên xwe yên netewî bikin, ew nekin jî dibê em vî mafî tim bi bîra dewletê xin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE