22 mars 2011

"Sîleya" Sabahat Tuncelê Erdogan har kir...

Parlamentera BDP-ê Sabahat Tuncelê bi ”sîleya” xwe Anqere hejand.
Wek li gelek bajarên din, li Silopiyê jî pûlisan di Newrozê da bi panzêran û gazê êrîş birin ser gel. Gelek kes birîndar bûn.
Li ser van êrîşên pûlis yên kêfî û bêsebeb, parlementera BDP-ê Sebahat Tuncelê hew tehamul kir û di esneya minaqeşê da ”sîleyek” avêt ji qumsêr da.
Vê bûyerê Anqere rakir ser niga, wezîrê hundur Atalay bi gotinên gelkî ne xweş parlamenterên BDP-ê Bengî Yildiz û Sabah Tuncel rexne kir.
Serokwezîr Erdogan jî xwe tevî bûyerê kir û wî jî Tuncel him tehdît kir û him jî heqaret lê kir, gotinên bi serokwezîrekî nakeve jê ra got.
Lê li alî din him Erdoga û him jî wezîrê hundur Beşîr Atalay, bi yek gotinê be jî êrîşên pûlis rexne nekirin, tiştek li ser negotin. Ji dêlî vê, bang li mahkemeyan kir ji bo ku di heqê Sabahat Tuncelê da dozê vekin.
Erdogan derbarê ”sîleya” parlamenetera BDP-ê Tucelê da wiha got:
”Ma mebûsek dikane heysiyet û şerefa mebûsiyê hewqasî bigre bin nigan? Êdî wan bi xwe dest bi şîdetê kirine. Di bin xêliya masûmiyeta mebûsiyê da sîleavêtina ji pûlis da bi gotina herî sivik cilqî ye. Derbarê vê bûyerê da em dixwazin tavilê doz were vekirin. Hesabê vê cilqiyê di çarçeweya huqûqî da miheqeq were pirsîn.”
Ev gotinên Erdogan, bi rengekî eşkere midaxelaya edaletê û dadê ye. Serokwezîrê welatekî bang li dozgeran dike, dibê dozê vekin.
Erdogan gava mesele dibe kurd û BDP, fermanê radike û tavilê ban dozgeran dike. Lê dema mebûsên partiya wî li hember şexsan û pûlisan şîdetê bikar tînin qet dengê xwe nake.
Zebtên Meclîsê û yên pûlisan nîşan didin ku heta nuha gelek mebûsên AKP-ê jî tevî bûyerên wiha bûne, him li hember siwîlan û him jî li hemberî pûlis û mamûrên dewletê zor û şîdet bikar anîne....
Lê Erdogan yek carê jî ji ber van kirinên mebûsên xwe ne ew rexne kirine û ne jî ji bo dozvekirinê gazî dozgeran kiriye.
Min di telewîzyonê da dît, pûlisan li ciyê rehetiyê milet, bi taybetî jî hin grûb tahrîk û proveqe dikirin.
Newroz rojeke şahîyê ye, însan bi cil û bergên xwe yên xweş û netewî ji xwe ra bi kêf û şahî diherin qadên Newrozê.
Bi kesî ra sîleh tuneye, kes şer nake, kes li hev naxe. Yanî tu problemeke tuneye...
Lê li gel vê jî bi hezaran pûlisên bi cop, maske û bi panzer bi dor gel dikevin û însanan nerehet dikin, tahrîk dikin.
Di esasê xwe da tu sebeb tuneye ku hewqas pûlis û panzer bi dû milet kevin, dora qadên Newrozan bigrin û wan nerehet û tahrîk bikin.
Erdogan ji pûlisên xwe ra nabêje, hûn cima wiha dikin, hûn ji milet çi dixwzin?
Çima hûn bi hezaran, bi hewqas panzêr û maske, cop û mertal bi dû milet dikevin û dora wan digirin?
Ma herb e?
Wiha dikin ji ber ku dixwazin bûyeran derxin, milet çavtirsiyayî bikin, însanan bêzar bikin.
Heger bi rastî jî bixwazin bûyer dernekevin, ewê li ciyê rehetiyê bi hezaran pûlis û hewqas panzêran neşînin ser gel.
Heger hukûmet dixwaze bûyer dernekevin, dibê vê îcrîata pûlisan biguherîne û milet serbest û azad bihêlin.
Sîleya ku Tuncelê li ruyê qumsêr xist weke ku li ruyê Erdogan û dewleta wî keve, Erdogan wisa qebûl dike.
Û wisa ye jî.
Erdogan û hemû rêvebirên dewletê naxwazin kurd li hember dewletê cesûr hereket bikin, dest bibin xwe û dema hewce lêxin jî...
Ew dixwazin kurd li hember dewletê tim reben û hustuxwar bin, newêribin li hember cendirmeyekî dewletê rabin û doza mafê xwe bikin.
Lê ew dewran borî, kurdan ji zûdaye dîwarê tirsê hedimandine.
Copên pûlisan yên gav û saetê li ser serê kurdan radibin û datên Erdogan qet nerehet nake, lê "sîleya" Tuncelê wî dîn û har dike...

Îcar ev ji me kêm bû!Li gorî nûçeya kovara heftenameya Agosê, ku li Tirkiyê bi zimanê tirkî û ermenî tê weşandin, goya ermenî, tirk, kurd, suryanî û cihû li gorî testên DNA yê merivên hev in.
Xwedêgiravî li gor netîceyên lêkolînên ku ji aliyê navenda lêkolîna DNA yan Armenian DNA Projectê ve hatine kirin, koka ermeniyan, tirkan, kurdan, cihuyan û suryaniyan yek e, hemû merivên hev in.
Bi îdîayeke wiha tenê kenê meriv tê…
Tişt nema, îcar em û tirk bûn ”merivên” hev?
Ev, vireke pir mezin e û bi îhtîmaleke pir mezin tiliya tirkan di vê lokolînê da heye, tirkên bêkok, mahcir dixwazin xwe bikin merivên kurdan û xwediyê Kurdistanê.
Suryanî, ereb û cihû merivên hev in me fêm kir, ev rast e, lê kurd û tirk, cihû û suryanî dereweke mezin e.
Hema hezar DNA îspat bike jî ez merivantiya tirkan qebûl nakim û ji xwe ev yek ne rast e jî…
Xwendevanê bi navê Ayhan Taş gotiye, ”tirk digerin nagerin nikanin bavekî ji xwe ra bibînin”.
Berê ”gurê boz” dîtin, diyar e nuha jê aciz bûne, îcar dixwazin xwe bikin ehlê herêmê û merivên kurdan…
Bes bi Xwedê ne kurd tenê, kes wan weke merivê xwe qebûl nake. Çimkî zulm û neheqî li hemû gelên herêmê kirine.
Fêsadiya wan li herêmê û li Balkan li pey xwe hîştin hîn û hîn jî berdewam e û ewê tu carî jî neqede.
Lê rastiyeke heye ku li Tirkiyê tirkên bi eslên xwe tirk pir hindik in. Qala ji sedî dehê nufûsa Tirkiyê dikin.
Ev rast e.
Nufûsa din bi piranî xerîb in. Ew kesên ku îro ji xwe ra dibêjin ew tirk in, bi koka xwe ne tirk in, miletên balkanî, kafkasî, ereb, asûrî, ermenî û hinek jî jê kurd in…
Piranî mahcir in, lê beşekî ji kurdan, ereban, ermeniyanyan, cihû û asûriyan jî asîmîle bûne û xwedêgiravî bûne tirk.
Yanî donme ne. Hinekan him dîn û eslê xwe û hinekan jî tenê eslê xwe guhertine û bûne tirk.
Lê ev nayê wê maneyê ku kurd û tirk koka wan yek e û merivên hev in.
Ev, îspata wê yekê ye ku li Tirkiyê di esasê xwe da nufûsa tirkan pir hindik e, piraniya nufûsê xerîb in, ne tirk in…
Li Tirkiyê qala 20 milyon miletên balkanî dikin.
Kurd jî bi kêmanî 20 milyon hene.
Yên mayî jî ereb, bosnî, alban, ermenî, asûrî, suryanî, gurcî, çerkez, çeçen û hwd in…
Welehî hezar û yek DNA jî bibêjin tirk hurd û tirk merivên hev in ez bi xwe mervantiya Satilmiş Dîlbaz qebûl ankim….))!
Kî qebûl dike bira bike, lê ez nakim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE