31 mars 2011

Sê mîhî û gur

Dibêjin hebû tunebû, sê mîhî hebûn. Yek sipî bû, yek reş bû, yek jî sor bû. Hersê jî hevalên hev bûn, bi hev ra dijiyan, bi hev ra diçêriyan.
Rojekê mîha sipî got:
- Ez êdî naxwazim li vir bi we ra bijîm. Ez dixwazim herim ji xwe ra xaniyekî lêkim bi tenê bijîm.
Mîha sor got:
- Ez jî naxwazim li vir bi we ra bijîm. Vira him ne xweş e, him jî çêra wê êdî kêm e. Bi ya min herkes ji xwe ra bi tenê bijî çêtir e.
Mîha reş mirûzê xwe tirş û tal kir, got:
- Ez wek we nafikirim. Bi ya min em hersê bi hev ra bijîn çêtir e. Em kanin alîkariya hev bikin, sebra me bi hev tê, em hersê bi hev ra xurttir in.
Mîha sipî û mîha sor li dij derketin, gotin na, em dixwazin bi tena serê xwe bijîn. Heta nuha em bi hev ra jiyan e bes e.
Mîha reş herçiqas israr kir, xwest ew ji hev neqetin, lê nexist serê wan, mîha sipî û ya sor qebûl nekirin.

Wan tim got na, dibê em ji hev biqetin û bi tena serê xwe bijîn. Û rabûn ji hev qetiyan, heryekê berê xwe bi derekê da kir.
Mîha reş pir çû hindik çû, bi rê da rastî kevirtiraşekî hat. Ji kevirtirêş ra got:
-Hoste, ma tu nikanî hinek kevir bidî min, ji bo ku ez ji xwe ra xaniyekî lêkim?
Kevirtirêş got:
- Ez didim, çima nadim. Kerem ke çiqas ji te ra lazim e bibe.
Kêfa mîha reş pir ji vê comerdiya kevirtirêş ra hat, rabû têra xaniyekî kevirên şehkirî girtin, ji xwe ra pê xaniyek lê kir.
Herdu mîhên din jî ji xwe ra xanîyên xwe lêkirin.
Mîha sor xaniyê xwe ji qirş û qal û mîha sipî jî ji kayê û ji pûş û pelaş lêkir.
Demak derbas bû, rojekê gur çû li deriyê mîha sipî xist, got:
- Ma destûra te heye ez werim hundur, bîstekê bi te ra bipeyivim?
Mîha sipî got:
- Na, ez naxwazim tu werî hundur.
Gur qeherî, rabû bi hemû hukim û hêla xwe pifî xaniyê mîha sipî yê ji kayê, pûş û pelaş kir û ew bi ser wê da hedimand.
Dûra jî xwe çindî ser kir, ew xwar.

Piştî gur mîha sipî xwar û şûn da, çû li ber deriyê mîha sor sekinî, bi dengekî hêdî ban kirê, got:
- Ma destûr heye ez werim hundur û bi te ra hinekî bipeyivim?
- Mîha sor ji tirsa qutufî, got:
- Na, ez naxwazim tu werî hundur. Tu karê te li hundur tuneye.
Gur pir qeherî, çuqa hukim û hêl tê hebû pifî xaniyê mîha sor yê qirş û qalîn kir û ew bi ser wê da hulşand. Û dû ra ew jî xwar.
Piştî ku mîha sor jî xwar, rabû çû ber deriyê mîha reş û ban wê jî kir, got:
- Ma destûr heye ez werim hundur û bîstekê bi te ra bipeyivim?
Mîha reş gelkî tirsiya, ji hundur bersîva wî dayê, got:
- Ez ne destûrê didim te û ne jî derî li te vedikim. Ez naxwazim tu werî hundur. Ji ber deriyê min here.
Gur qeherî, dîsa bi hemû hêza xwe pifî xênî kir. Lê ji ber ku xanî bi keviran hatibû lêkirin hilneweşiya.
Rabû careke din pif kirê û careke din û careke din.
Lê xanî her li ciyê xwe bû û hilnediweşiya. Ji qahran rabû bi pencan bi kevirên xênî ket, lê dîsa pere nekir. Xanî ne bi hewa diket û ne jî hildiweşiya.
Dema dît ku bi pifkirinê nikane xênî xera bike, har bû û bi xênî da hilperikî. Lê ji ber ku kevirên xênî şehkirîbûn, bi hêsanî nikanîbû pêda hilperikiya, di nîvî rê da şemitî û got gurm û li erdê ket.
Dema wek zebeşekî got gurm û li erdê ket, zikê wî qelişî û mîha sipî û mîha sor, berê kaliyan û dû ra jî gotin çirp û ji zikê wî yê qelişî bazdan der, xwe xelas kirin.

A dibêjin loma jî ji wê rojê û vir da ye mîhî tu carî ji hev naqetin û wer bi hev ra dijîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE