05 mars 2011

Rûvî û pisik

Rûvî û pisik li kêlek hev rûniştibûn û ji xwe ra ketibûn şêwr û mişêwran.
Rûvê tim pesnê konebûn û fenên xwe dida, digot tu kes nikane bi ser min xe û zora min bibe….
Ji ber ku ew yekî pir kone bû, wî bi gelek hîle û xurdeyî zanîbû, di şertên herî xerab da jî kanîbû bi hîleyekê xwe xelas bikira…
Li hembr van quretiyên rûvî, pisikê got:
-Birakê rûvî, weleh fenên min yên zêde qet tunene. Ji bo ku ez xwe ji destên dijminên xwe xelas bikim ez bi tiştekî tenê zanim. Ew jî rev e…
Rûvî keniya û ji pisikê ra got:
-Tew, wele ez kanim di her talûkê da bi fenekê xwe xelas bikim. Lê dilê min bi halê te dişewite. Ez ditirsim rojekê reva te têrê neke û te bigrin.
Tam di wê bîstikê da dengê tajiyan hate wan. Hew dîtin ku birrek nêçîrvan berbî wan ve tên.
Pisik tavilê bi darê da hilperikî, çû ser guliyekî darê, xwe di nava pelan da veşart.
Ji ber ku fen û hîleyên rûvî pir bûn, lema jî nikanîbû biryara xwe bida, nizanîbû kîjan fen ji bo wî baş e, kîjan xerab e ?
Hîn rûvî wiha difikirî, hew dît ku tajiyan xwe gîhandinê û ew girtin jî…
Pisikê li ser darê li halê rûvî temaşe dikir, ji xwe ra got:
-Xwedê kir ku ez wek rûvî zêde ne kone û fenek im…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE