01 mars 2011

Qertel û kûsîyê bêhiş

Hebû tunebû, qertelek hebû. Rojekê pir birçî bû. Ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike pir geriya, lê tiştek bi dest nexist.
Her ku diçû birçîbûnê zor lê dikir. Nikanîbû tu nêçîr jî bikra.
Hêdî hêdî nêzî mirinê dibû.
Bi hawakî ji pertav da ketî, birçî çû xwe da ber siya gomakî û lûsiya.
Di wê nabênê da kûsiyek ji wir dibihurî. Melûlî û hustuxwariya qertêl bala kûsî kişand. Kûsî li qertel sekinî, jê ra got:
- Birakê qertel, xêr e, ji bo çi tu wiha bi hustuxwarî li ber vî kevirî sekinîyî? Derdê te çi ye?
Qertel lê vegerand, got:
- Birakê kûsî, qet li halê min nepirse. Ev çend roj in qet tiştek bi devê min nebûye, min tiştek nexwariye. Ez çiqasî digerim jî nikanim tu nêçîrê bikim. Ez dikim ji birçîna bimrim.
Kûsî got:
- Ez kanim tiştekî, nêçîrekê nîşanî te bidim û te ji mirinê xelas bikim. Lê ez ditirsim ku tu bi min ra bêbextiyê bikî.
Qertel got:
- Ebeden. Ez soz didim ez bi te ra bêbextiyê nakim. Zû bibêje ew tişt çi ye? Ez hew deyax dikim, ez dikikm ji nêza bimrim…
Kûsî got:
- Xwarineke xweş heye, li van deran tim jî peyda dibe. Tu ji min ra sond bixwe tu yê bêbextiyê bi min ra nekî, ezê nuha wî tiştî nîşanî te bidim.
Qertel tavilê jê ra sond xwar. Got de zû bibêje!
Piştî sond û lavayên qertel, kûsî jê ra got:
- Di nav van erdan da heta tu bixwazî kûsî pirr in. Hema wan têke nav pençên xwe û bi hewa keve, baş bilind bibe û dûra jî wan berde ser van keviran. Dema ew li keviran kevin ewê qalikê wan bişkê û goştê wan ewê derkeve derve. Hundurê qalikê wan tije goşt e, goştê wan jî gelkî xweş û lezîz e. Hema heta ji te tê bixwe…
Çaxa kûsî wiha got gelkî kêfa qertel hat, hema di cî da perr û baskên xwe daweşand, got:
- Birakê kûsî, tu dibînî ez ji hêz da ketime, ez nikanim herim bigerim. Bi Xwedê ji te çêtir tuneye, hema ezê ji te dest pê bikim…

Qertel wiha got û kûsî xist nav pençên xwe û bi hewa ket. Dema kûsiyên dorê kûsî di nav pençên qertel da dîtin, yek nekirin dudu û dest bi revê kirin, xwe veşartin.

Dibêjin hîn û hîn jî dema kûsî qertel li hewa dibînin, ev serpêhatî tê bîra wan û reva xwe didomînin, li vir û li wir xwe vedişêrin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE