12 mars 2011

Nîjadperestên Bessî sipasiya Goranê dikin

"Heyeta Ulemayên Musilman" ku di dema rejima Baasê da ji bal Saddam Husên ve hatibû damezirandin, bi daxwuyaniyekê piştgirî dane xwepêşandanên li Silêmaniyê.

”Heyeta Ulemayên Musilman” yên ereb, di beyana xwe da kêfxweşiya xwe ji xwepêşndanên li Silêmaniyê ra anîne û gotine:

”Em pîrîrozbayê li raperîna kurên gelê me yên li Bakurê Iraqê dikin. Ev raperîn jî teyîd dike ku gelê me, piştgiriyê dide têksoşîna me ya ji bo derxistina wan hêzên ku li ser pişta tankên dagirkeran (qesd jê raperina kurdan ya salên 90-î û 2003-an e)hatin."

”Heyeta Ulemayên Musilmanên Ereb”, raperîna Silêmaniyê ji bo Îraqeke yekbûyî wek mizgîniyeke bixêr nirxandine û gotine:

”Em li dijî Îraqeke fedarl derdikevin û dibêjin, em bi hemû hêza xwe li dijî wan hêz û kesan radiwestin ku bi navê federalîzmê dixwazin Iraqê perçe bikin.”

Heyetê her wiha gotiye "Em hewlên şoreşgerên bizava Goranê yên ji bo rizgarkirina bakurê me(qesd ji Kurdistan e) yê ezîz ji destê herdu partiyên kurd û yên ku ji wan ra pêşmerge tên gotin bilind dinirxînin…

Gava dijminê meriv pesnê meriv û tevgera meriv bide ne elameta xêrê ye, dibê meriv fêm bike ku meriv li ser riyeke şaş e.

Bi xêra çalakiyên Tevgera Goranê, ruh ji nuh ve da bi erebên şoven, faşît û Bassî da jî hat û dixwazin li Hewlêrê û derûdora wê li dijî kurdan dest bi terorê û serkutkirinê bikin.
Çimkî bi xwepêşndanên Silêmaniyê ji wan ra jî mane xweş bû.

Lê serokên Goranê hîn bi xwe nehesiyan e û nabînin ku bi van kirin û çalakiyên xwe dibin sebebê çi tahlûleyên pir mezin.

Ev beyana ”Heyeta Ulemayên Musilman” jî nîşan dide ku riya Goranê daye ber xwe riyeke şaş e û dibê di vê riya zorê da israr neke.

Gelş çi dibin bira bibun, dibê çareserî ne bi zorê, bi peyvê, bi danûstendinê û bi diyalogê be.
Kî riya zorê û şîdetê hilbêjêre şaş e û ewê zirareke mezin bigihîne gelê xwe..

Bi hêviya ku ev beyana ”Heyeta Ulemayên Musilman” ji bo Goranê û hemû mixalefetê bibe zengilê şiyarbûnê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE