22 mars 2011

Mişkxatûn

Dibêjin hebû tunebû, mişkxatûnek hebû. Mişkxatûn yeka pir pozbilind û ji nava xwe razî bû. Wê xwe ji mişkan gişkan mezintir û kubartir didît.

Ji ber ku xwe pir mezin didît, lema jî bi tu mişkî qayil nedibû û pê ra nedizewicî, tim digot:

- Ezê bi yekî wiha ra bizewicim ku dibê ew xurt û bihêztirê dinyayê be, dibê tu kes ji wî ne bi hêztir û xurttir be. Ma çi qeweta mişkekî heye ku ez rabim pê ra bizewicim?

Rojekê mişkekî jê ra got:

- Baş e, tu her tim wiha dibêjî, wê demê bi ya te li dinyayê yê herî bi hêz kî ye?

Mişkxatûn demekê fikirî, dûra got:

-Ez dibêjim ewê ba be. Lema jî ez difikirim bi bê (ba) ra bizewicim. Ji ber ku ba kane daristanan kavil bike, qesir û qonaxan wek holikên zarokan bihedimîne.
Lema jî li dinyayê ew yê herî bi hêz e, kes ji wî bihêztir tuneye. A ji ber vê yekê jî ez dixwazim bi wî ra bizewicim.

Piştî van gotinan, mişkxatûnê rabû nabênciyek, elçîyek şand, daxwaza xwe gîhand bê.
Bê ji mişkê nabêncî pirsî, got:

- Ji bo çi mişkxatûna we dixwaze bi min ra bizewice?

Mişko got:

-Ji ber ku li dinyayê tu yê herî bi hêz î loma.

Ba keniya, got:

- Ev ne rast e, li dinyayê yê herî bi hêz ne ez im. Li vê daristana hember birceke çavdêriyê heye. Ev sed sal e li hember hemû hêza min li ber xwe dide, nahedime. Ez dikim nakim, ez nikanim wê hulşînim. Dema ez dixwazim wê bi ser hev da bihedimînim ya jî wek kertalekî bi hewa xim, ew bi min dikene, guveguv û vizeviza min jê ra dibe wek bayê baweşînkê, tu tesîrê lê nake.

Mişko çû ev gotinên bê ji mişkxatûnê ra got. Mişkxatûnê got:

- Wê demê ezê bi bircê ra bizewicim. Hema here vê daxwaza min bigihîne bircê.
Mişkê nabêncî îcar jî rabû çû ba bircê, tiştê jê ra hatibû gotin, pêşkêşî bircê kir...
Bircê jî wek bê got:

- Ji bo çi mişkxatûna we dixwaze bi min ra bizewice?

Mişko got:

- Ji ber ku li dinyayê kes ji te bi hêztir tuneye loma. Çimkî tu ji bê jî bi hêztir e.

Bircê got:

- Erê ez ji bê bi hêztir im. Lê li dinyayê ez ne ya herî bi hêztir im. Dawiya dawî, ezê jî rojekê tar û mar bibim û hilweşim. Hema carê çavên xwe li der û dora xwe bigerîne, tu yê bi çavê xwe bibînî ku kî ji min bi hêztir e…

Mişkê nabêncî çavên xwe li der û dora xwe gerand. Bala xwe dayê bavo çi bibîne, di her dera bircê da qulikên wek kewaran vebûne û terkên mezin lê ketine. Textên dîwaran, stûnên ku bircê li hewa digrin hemû kurrisîne. Bi kurtî her dera bircê bûye serad.
Bircê got:

-Ma tu nikanî texmîn bikî ku kê ez xistime vî halî?
Mişk ez xistime vî halî, mişk!
Here ji mişkxatûna xwe ra bibêje, bira bi yekî ji qewmê xwe ra bizewice. Dibê meriv xwe biçûk û xelkê pir mezin nebîne. Mişk ji kesî ne zeîftir û bêbêhêztir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE