28 mars 2011

Mişkê daristanê û mişkê malê

Dibêjin hebû tunebû, du mişkên pismamên hev hebûn. Ji wan yek li daristanê û yê din jî li bajêr, di mexzena (zêrzemiya, kîlera) maleka pir dewletî da dijiya.

Rojekê mişkê malê biryar da here serdana pismamê xwe yê daristanê, wî bibîne.

Pismamê wî di nav daristaneka mezin da, di bin koka darekê da dijiya.

Mişkê daristanê bi serdana pismamê xwe gelkî kêfxweş bû. Ji bo ku li hember pismamê xwe mişkê malê şermezar nebe çi ji destê wî hat kir, li mala wî çi hebû anî danî ber pismamê xwe.

Li ser sifrê ji givîj û tuhokan bigire, heta bi belot û bihîvan, her tişt hebû. Vexwarina li ber xwarinê jî çirek ava di qoziyeke beruyê da bû. Piştî şîvê, mişkê daristanê ji mişkê malê pirsî, got:

- Pismam, ez hêvî dikim xwarin bi dilê te bû?

Mişkê malê hinekî mizicî, got:

- Pismam, ji bo vê mîvanperweriya te mala te ava, çi ji destê te hat, te texsîr nekir. Lê heger tu rastiyê dixwazî, xwarina te ne tu xwarin bû. Erê min zanîbû halê we mişkên daristanê gelkî xerab e û tiştekî we tuneye. Lê belê hûnê hewqasî jî feqîr bin, min qet texmîn nedikir. Rojekê dema wexta te çê bû, were serdana min, wê gavê tu yê bibînî halê min çiqasî xweş e. Ji qelî bigire, heta bi penêr, ji qinê gûzan bigre, heta bi bastêq û benî û zeytûna her tiştê me heye.

Piştî vê serdana mişkê malê bi demekê, rojekê mişkê daristanê jî rabû lêxist, çû mîvaniya pismamê xwe.

Mişkê malê di mexzeneke wiha da dijiya, bi rastî jî tê da hertişt hebû, ji penêr bigire, heta bi qelî, ji qinê gûzan bigire, heta bi bastêq, rûn, mewîj, hejîr hertişt tê da hebû.

Li hember hewqas xwarinên xweş û tahm tahmî, mişkê daristanê mit û mat ma, şorik ji devê wî çû. Wek pismamê wî jê ra qal kiribû, bi rastî jî her tahm hebû.

Mişkê daristanê di jiyana xwe da tu carî xwarinên hewqas xweş nedîtibû. Ji pismamê xwe ra got:

- Heyran bawer bike, ev xwarinên hewqas xweş heta nuha min di xewna xwa da jî nedîtine! Çima tu nabêjî em di mirinê da ne bavo! Bi rastî jî kêf kêfa te ye. Hûn di ser serê xwe ra davêjin.

Mişkê malê got:

- Pismam, tiştê tu dibêjî rast e, vira gelkî baş e, xwarin li qirikê ye. Ji vî alî tu gazinek min tuneye. Lê tiştê vira yê herî xerab, dergevanekî vira yê pir zalim heye. Qet rahm û merhemet di dilê wî da tuneye. Û di ser da jî nêçîrvanekî pir baş e. Ji tirsa wî meriv newêre yek kêlîkê jî ji xwe ra serbest bigere. Ji ber vê yekê jî bira tim haya te ji te hebe.

Piştî van agahdariyan rabû sifra xwe raxist û xwarinên xweş, yeko yeko ji pismamê xwe ra li dû hev rêz kirin. Herduyan têr xwarin û vexwarin. Piştî xwarinê mişkê malê ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, gerek em vê serdane te bi qedehek şerab pîroz bikin! Şeraba me şerabeke gelkî xweş e, dibê tu hinekî jê vexwî! Şeraba we tuneye.

Mişkê daristanê ji tirsa notirvan newêrîbû şerab vexwara. Lema jî got, na ez venaxwim. Mişkê malê herçiqas israr kir jî, lê mişkê daristanê venexwar. Ji ber vê yekê jî mişkê malê bi tenê vexwar. Piştî çend gulman serxweş bû û dest bi govendê û sitranan kir. Bi hawakî mest û bi zimanekî giran ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, bi rastî jî li ba we jiyan mirî ye lo... Li vir jiyan pir bi xof be jî, tije kemîn û talûke bin jî lê dîsa jî xweş e, ji jiyana we çêtir e!

Mişkê malê hîn wiha dipeyivî, pisikê hema ji nişka ve xwe çindî ser kir û ew di cî da girt.

Ji ber ku mişkê daristanê ne serxweş bû, kanîbû bireviya, xwe xelas bikira. Reviya, çû xwe gîhanda qulika xwe ya di bin koka darê da. Piştî ku di qulika xwe ya tarî da rûnişt ji xwe ra got:

- Li vir erê ez di nav tunebûnê da dijîm, lê li alî din jî dergevanekî min ê ku ez jê biqutifim tuneye. Û ev serbestî û azadî jî ji qelî û penêrê bi tirs û xof gelkî xweştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE