24 mars 2011

Mirin çavê te kor be!

Cenazeyê serokê pêşî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û sekreterê Polîtburoya PDK-ê yê berê Cewher Namiq Salim, vê sibehê ji Stockholmê rêkirin Hewlêrê.

Li gorî çapemenî dinivîse cenaze gihîştiye Hewlêrê û bi merasimeke resmî hatiye rakirin.

Piştî wefata Cewher Namiq, seokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berhem Salih, Celal Talabanî, serokê Meclîsê û gelek siyasetmedar û berpirsiyarên hukûmetê û hizban di heqê Cewher Namiq da tiştên pir baş gotin, gelkî pesnên wî û xebata wî dan.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî telefonî Stockholmê ciyê şînê kir û ji dost û hevalên Cewher Namiq yên li vir ra sersaxî xwest û got, ewê cenaze bi balafireke xusîsî bibin Kurdistanê.

Bêguman vana hemû delîlên wefadariyê û tiştên şayanî teqdîrê ne. Her wisa tiştên li ser jiyan, şexsiyet û xabata wî hatin gotin jî meriv kêfxweş dike.

Ji ber ku bi rastî jî Cewher Namik kurdperwerekî nefsbiçûk û siyasetmedarekî gelkî hêja bû.

Lê ez meraq dikim, gelo dema Cewher Namik nexweş bû û ketibû nexweşxanê, wê demê jî van dost û hevalên wî lê pirsîn, telefonî wî kirin, çûn serdana wî y ana?

Ev gelkî girîng e.

Helbet li cenaze xwedî derketin baş e, lê dibê hevaltî, dostî, wefadarî, qedirşînasî ne tenê piştî mirinê were nîşandan, dibê berî mirinê jî meriv eynî tiştî bike.

Heta dostî, hevaltî, wefadariya berî mirinê ji ya piştî mirinê girîngtir e, dibê însan bi çavên serê xwe bibîne ku keda meriv nebûye keda bersîs û bi avê da neçûye.

Dema ez van gotinan dibêjim ne ku haya min tiştekî heye û dibêjiim hevalên wî lê nepirsîne û pê ra bêwefayî kirine…

Ez wiha nabêjim ji ber ku nizanim.

Ez tenê dibêjim, ez hêvî dikim ku wiha nebûbe, dost û hevalên wî yên rojên teng û giran, yên sengeran berî mirinê jî lêpirsî bin û wezîfeyên xwe anîbin cî.

Ji ber ku ez dizanim ev çend sal bûn Cewher Namik ji PDK-ê dûr ketibû. Îcar nabêna wî û hevalên wî yên berê çawa bû ez baş nizanim.

Ez hêvî dikim ku Cewher Namik dilşikestî û bi kul û derd çavên xwe li jiyanê negirtibe...
Gelê kurd ewladekî xwe yê hêja, siyasetmedar û kurdperwerekî giranbuha wenda kir, bira serê din serê gelê kurd sax be û gorra wî buhşt be.

Berê ji wezîfê digirtin û nuha dixin hundurDewletê berê dema dixwest siyasetmearekî kurd ji ber xwe da bixîne, bi zor ji wezîfê digirt, nuha davêje zindanê....

Diyar e "çareseriya demokratîk" ya AKP-ê ev e.

Raportorê Konseya Ewrûpayê Van Staa, di minaqeşeya bi parlamenterên tirk ra tespîteke pir rast kiriye, gotiye, ” Îthama kesên girtî bi terorîstiyê ne rast e, berê ji wezîfeya xwe dihatin girtin, nuha davêjin hundur. Ji ber ku ev metot hîn hêsantir çavan boyax dike."

Bi rastî jî wiha ye. AKP, ji bo ku tevgera kurd ya netewî bişkîne nûnerên kurdan bi kîtleyî davêjin hundur.

Li dora 1500 siyasetmedarên kurd nuha di hundur ne. Tu sebebekî cidî yê girtina wan tuneye, zor e, çavbirîn e, bêhuqîqî û bêedaletî ye.

Ji kurdan ra dibêjin dernekevin serê çiya, şer nekin.

Lê nahêlin kurd siyasetê jî bikin. Dema kurd siyasetê dikin, çirt, pirt bahneyekê li hev radigrin û kurdan davêjin zîndanê.

Tiştê ev dewlet dike êdî hew tê tahamul dkirin, dibê em weke milet vê zulmê qebûl nekin û bi xurtî li dij derkevin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE