08 mars 2011

Minaqeşeyek li ser tifaqa kurdan

Di facebookê da carnan li ser hin mijaran bi kesan ra meriv dikeve minaqeşê.
Lê ev minaqeşe tenê ji teref kesên hevalên wan kesane ve tê xwendin.
Do êvarî min bi du kurdan ra sohbetek kin kir. Navê yekî Kenan Hazar e û navê yê din jî Kenan Fanî Dogan e.
Min xwest vê sohbeta xwe di bloga xwe da jî biweşînim.
Lê nuha min dît ku nivîsên Kenan Fanî Dogan ya ji alî Fehîm Işik ve ya jî ji alî wî bi xwe ve ji panoya minaqeşeyê hatine derxistin. Loma jî ez nikanim hemû nivîsên wî biweşînim. Nivîs bi tirkî bûn.
Minaqeşeyê li ser dïtina Îsmaîl Beşîkçî ku gotibû, ”Dibê di hilbijartinan da kurd werin ba hev, bi hev ra tifaqê bikin, di vê yekê da feyde heye. Ev tifaq ewê tesîreke sînerjî bixuliqîne, ewê rayên kurdan zêde û topî ser hev bike.”
Fehîm Işik ev gotinên Îsmaîl Xoce di facebooka xwe da weşand.
Hinek kes li dijî vê dîtina Îsmaîl Xoce derketin, gotin dibê BDP bi hêzên kurda ra tifaqê neke. Hinekan jî gotin ”parlamento kemîn e, dibê kurd parlamentoyê
red bikin.û minaqeşeyê dest pê kir.
Ez beşekî vê minaqeşeyê li jêr diweşînim.

Kenan Hazar:”ismail hocaya saygim var ama bu gorusune katilmiyorum ben sahsen BDP ye oy veren biri olarak boyle bir ittifaka son derece karsiyim turk soluyla olabilir ona bir sey dedigim yok EMEPLE,ODP veyehut digerleriyle. tabiki CHP haric CHP ile a...sla olmaz yerle gok bir olsa olmaz.. bu sozde diger kurt partilerylede,kurt ismini kullanarak gecinen belescilerle asla ve kata olmaz.. acik soyliyim eger BDP bu kurt gecinen TENEKE kurtlerle TRT 6 siyasetcileriyle ittifak yaparsa benden bir daha oy alamaz.. onlarin klasi neki BDP onlarla ittifak yapacak.. kurtlerin onlara verdigi bir siyasi irademi var? kendi kendilerine gelin guvey oluyorlar iste..”

Zinarê Xamo:Birayê Kenan, weleh tu kew î...
Tu zanî kew dijiminê qewmê xwe ye...
Tu dixwazî BDP bi Ergenekonciyan ra tifaqê bike, ku bi her hawî neyarê kurda ne lê tu naxwazî bi kurdan ra biki...
Malnekt, tu çawa dikanî hewqasî neyarê qewmê xwe bî?

Kenan Hazar“keki zinare xamo beri her tisti ez hurmete xo pe$ke$a te dikim, le tu ji min pirs bi ki baweri bike dijmin wek wihawa dosta daha citire.. a duduya ez ne kew ime, wek wihewa kurdan yekitiya kurda parce parce dikin dawiye dibin weren em parcan bikin bi yek behevra be zelikinin em yekitiya kurdan cikibikin, ma meriv pirs nake keki zinari xamo cima tu parce diki bela diki dawiye to ittifak duxazi.”

Zinarê Xamo:Birayê Kenan, gelek sipas ji bo bersîvate ya dostane...
Birayê ezîz, çawa ku meriv nikane dê û bavê xwe biguhere, her wisa meriv nikane miletê xwe ûsiyasetmedar û ronakbîrên xwe jî bigugere. Malê me ev e, dibê em bi vîmiletî û bi van siyaset...nmedar û ronakbîran bixebitin, têkoşînê bidin.
Siyasetmedarên tirkan ji yên me çiqasî baştir bin jî(ku qet na baş in, pir xerabtir in, tu dibînî piraniya wan çete û ergenekoncî derketin)ne miletê te ne, tu nikanî biwan Kurdistanê ava bikiî. Hemû çepên tirk li dijî Kurdistaneke serbixwe ne, naxwazin kurd jî weke wan bibibn xwedî dewleteke serbixwe.
Ne tenê li Tirkiyê, naxazin li Îraqê jî kurd bibin xwedî dewlet.
Îcar tu çawa dikanî HAK-PAR-ê, KADEP-ê, Tevkurdê û yên din ji tirkan xerabtir bibînî.
Heger riya wan şaş e dibê em wan bînin ser riya rast, heger daxwazên wan neheq dibê em wan îqna bikin.
Yanî bi kurtî, em nikanin siyasetmedarên xwe dijmin îlan biikin û dijminê xwe jî bikin mitefikê xwe.
Em mecbûr in riya hevkarî û tikqê bînin. û ev bar jî ji her kesî bêtir îro dikeve ser milê BDP-ê-.
Pir ne girîng e hêzên din çiqasî xurt in, ya grîng sîmbolîka tifiqa miletê kurd e, tesîra wê ya siyasî û netewî ye.
Li Kurdistana Îraqê bêyî tifaqa netewî kurdan nikanîbûn van mafên îro bidest xistine bidest xin.
Ez çiqaî xerab û ne li gor fikrê te bim jî tu mecbûr î bi min ra bijî, bi min ra hevkariyê bikî û têkosîna welatê xwe bidî.
Ji bîr neke, dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan...
Rî dibe bihost, dijmin nabe dost...
Kurdê herî "xerab" ji tirkê herî "baş" çêtir e...
Bêguman qesta min kesên siyasî ne....
Bi hêviya me ku em ji hev fêm bikin…

Zinarê Xamo: Li ser nivisa Kenan Fanî DoganBirêz Kenan Fanî Dogan, bi destûra te, ezê pirsekê ji te bikim: madem tu merivekî hewqaî kurdperwer û dilışewatê kurda yî, çima tu bi kurdî nanivîsînî?
Tu li dijî parlamento û hertiştê tirka yî, lê ne li dijî zimanê wan û asîmîlasyonê yî.
Ji ...bo çi?
Te di nivîsa xwe da gotiye:
"Cîgirtina di vê parlamentoyê da, qebûlkirina hebûna dewleta kolonyalist ya li Kurdistanê ye."
Ez vê dîtinê zêde rast nabînm lê hurmeta min ji fikrên wiha radîkal ra jî heye...
Lê bi şertê ku dibê di fikrê meriv da îstîkrarek hebe.
Dema tu mebûsiyê weke qebûlkirina kolonyalîzmê û îxanetê bibînî, dibê di warên din da jî tu bi vê dîtina xwe ra lihevbî(tutarli bi).
Yanî ne meclîsê tenê, dibê tu her tiştê vê dewleta kolonyalîst red bikî.
Dibê tu neçûya mektebên vê dewleta kolonyalîst û te dîplomayên wan negirta.
Çima te dîplomeya wan girt?
Hadê em bibêjin wê demê te nizanî bû.
Lê nuha?
Te zarokên xwe şand mektebên wan y ana?
Te ji vê dewletê ra mamurtî kir ya na?
Tu çû leskeriyê ya na?
Û ya herî girîng jî ji bo çi tu hîn jî zimanê vê dewleta kolonyalîst, ku tu endametiya meclîsa wê weke sûc dibînî, bikar tînî û pê dipeyivî?
Bi dîtina min li hember dewleta tirk mixalifiya herî mezin û herî bizanîn û watedar peyvîn û nivîsandina bi kurdî û devjêberdana tirkî ye.
Tu bi tirkî ”ajîtasyona” kurdîtiyê dikî.
Heger bi rastî tu dixwwazî em li hember hertiştê vê dewletê derkevin, dibê berî hertiştî, tu dev ji tirkiya xwe ya ”edebî” berdî û bi kurdan ra bi kurdiya edebî minaqeşe bikî….
Dema te ev kir, ezê bawer bikim ku tu bi gotinên xwe ra samîmî yî…
Li gel silavên dostaniyê…
Visa mer
Ha, min ji bîr kir bibêjim, heger "Parlamento ji bo kurdan kemîn be", axaftin û belavkirina zimanê tirkî ji bo kurdan çi ye?

Kenan Fanî Dogan:”Kek Zinar pêşi jibo pirsa te ez pir spas dikim. Ez dimilime u kurmanciye mi ne başe eger zazaki binivisim te fahm nakin, kurmanciye mi ji kifayet nakin. Ew ne mukaddereta ez çi bikim? Mêze ke ez nabêjim çuma te zazaki nizanin. Bi fermo peşniyar bike u ez weke te bikim. Bi silav u rez."

Zinarê Xamo:Pir basît e, tu yê bi zazakî û ezê jî bi kurmancî binivîsim. Û emê ji fêm bikin.
Ez nikanim bi zazakî rast binivîsînim, lê dixwînim û jê fêm dikim.
Soranî jî wisa .
Ez nabêjim bi kurmancî binivîse, ez dibêjim bi tirkî nenivîse…
Heger "parlamen...to ji bo kurdan kemîn be", asîmîlasyon qedandina miletê kurd e, dibê meriv ji wê ra jî xizmetê neke.
Yanî dibê tu bi zarokên xwe ra jî bi tirkî nepeyivî. Ez nabêjim tu dipeyive, çimkî ez nizanim. Tenê wek fikir dibêjim.
Dema te parlamento red kir, te got ev kemîn e, wê demê dibê tu nebî mamûrê vê dewletê, neçî leşkeriya wan, li Stenbolê, di nava tirkan da nejî, li welatê xwe bijî, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivî û gelek tiştên weke van.
Ez nizanim tu vana dikî ya nakî.
Lê heger tu van şertan hemûyan bicî tînî, wê demê heqê te heye ku tu bibêjî ” "Cîgirtina di vê parlamentoyê da, qebûlkirina hebûna dewleta kolonyalist ya li Kurdistanê ye."
Lê heger tu li Stenbolê dijî û bi zarokên ra bi tirkî dipeyivî û endametiya parlamentoyê jî weke îxanetê dibînî nabe.
Kesê mele, dîndar nabe ku ”qulhuwela” nizanibe û nimêjê neke.
Parlamento jî dezgeheke vê dewletê ye, carnan dema pêwîst be meriv dikane bikar bîne, carnan jî boykot bike.
Lê wek tu dibêjî, meriv bi wî çavî lê binêre, wê demê jî dibê meriv zimanê vê dewletê jî red bike, zarokên xwe asîmîle neke.
Nuha tu bi zarokên xwe ra, bi xanima ra bi zazakî ya bi tirkî dipeyivî?
Heger tu bi zarokên xwe ra bi tirî dipeyivî û van gotinan dibêjî nabe, dibê di fikir, jiyan û praktîka te da îstîkrarek hebe…
Li gel silavên biratiyê…

Bersîva Kenan Hazar”ez ji dimilime le ez cawa hin bum kurmanci bira brez fani dogan ji hin bibe.. eger dile merovda bi rasti picik welatparizi hebe merov kari pir asani kurmanci bi axife.. fakat ez baweri dikim brez fani bi rasti dimilkizi nezane, cunku dile wida welatparezi tune keke zinare, ev gotine we gi$tik vire vir.. zazaki dibene zuri zuri.”

Zinarê Xamo:Na, ez weke te nafikirim.
Bêguman dibê ronakbîrên kurd lehçeyên hev fêr bibin. Lê ne ku tenê zaza kurmancî fêr bibin û kurmanc zazakî fêr nebin.
Ev ne rast e.
Dibê herdu serî jî lehçeyên hev bizanibin.
Lê dema yek bixwaze bi lehçeyeke din jî b...inivîsîe ew tiştekî din e.
Ez dibêjim bira ew bi zazakî û ez jî bi kurmancî binivîsim û dibê em ji hev fêm bikin.
Ya din dibê em li dijî asîmîlasyonê jî derkevin û zarokên xwe û miletê xwe asîmîle nekin.
Rawestandina li dijî asîmîlasyonê redkirina îşxala dewleta tirk e.
Îcar meriv li alîkî perlamentoyê red bike û li aliyê din jî tahlûkeya asîmîlasyonê nebîne nabe, di vir da kêmasiyeke heye...
Û ya din jî dibê meriv heqaretê li hev neke, bi rengekî medenî minaqaşe bike...
Loma jî gotinên te yên derbarê Fanî da ez rast nabînim, dibê meriv bînfireh be...
Hûn mêrikên "zaza" hinekî sert in û carnan hevalê xwe diêşînin...:))
Bi çavê dijmin li mirovên xwe nenêre...
Di nava rêvebiya BDP-ê da gelek kes heta çend sal berê jî walî û mamûrê dewletê bûn lê îro bûne kurd...
Yanî însan tên guhertin...
Bi silavên dostaniyê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE