21 mars 2011

Li Kurdistana bakur kurd heta nuha çima nebûn tirk?

Mamoste Ahmet Aliş çendakî berê bi min ra hevpeyvînek kir. Piştî sohbeta me, li ser pirsên wî ez hinekî fikirîm û min do ev nivîs jê ra şand.
Ez nivîsa xwe li jêr diwşînim.

”Merheba Ahmedê xoşewîst
Tu çawa yî, baş î?
Ez hêvî dikim ku siheta te li cî ye û xebata te baş dimeşe.
Piştî tu çû, li ser wan pirsên te ji min kirin, ez ji xwe ra hinekî fikirîm.
Min ji xwe ra got, gelo tiştê, faktorên ji salên 1940-î heta salên 1980-î li Kurdistana bakur(Kurdistana Tirkiyê)kurdayetî li ser niga hîşt û nehîşt hestên kurperweriyê di dilê kurdan da bimire çi bûn?

Wek tê zanîn piştî serîhildana Dêrsimê heta destpêka 1950-î CHP li ser hukum e û li seranserê Kurdistanê bêdengiyeke mezin heye.

Hemû serîhildanên kurdan hatine şikandin, Kurdistan wêran bûye û kurd weke milet qudûmşikestî bûne.

Kes newêre gotina kurd bigre devê xwe.
Ev bêdengî û tirsa ji deswletê heta 1970-î jî dom dike lê ne bi wê dereceya salên 1950-î.
Îktîdara CHP-ê û Înonu dîktatoriyeke mezin bû û çavê kurdan pir tirsandibû. Ji ber ku serîldina Şêxseîd, Agirî û Dêrsimê bi destê rejîma CHP-ê hatibûn şikandin.

Di rejîma CHP-ê da bi hezaran kurd hatibûn kuştin û bi hezaran jî reviyabûn dervayî welêt ya jî teslîmî kemalîzmê bûbûn.

Dema di sala 1950-î da DP(Partiya Demokrat)hat ser hukum û Menderes bû serokwezîr, kurdan hinekî bîna xwe girtin.

Mûsa Anter di sala 1959-an da li Amedê rojnameya ”Îlerî Yurt” derxist.
Dû ra Edîp Karahan di sala 1962-an da rojnameya Dîcle-Firat derxist. Hin kurdên din di hin kovar û rojnameyên din da bi rengekî sergirtî qala kurdan kirin, yek helbestên kurdî weşandin.
Yanî bi kurtî him di îktîdara DP-ê da û him him jî piştî darbeya 1960-î li gor dema CHP-ê kurdan êdî diwêribûn qala hin tiştan bikin.

Kurdan li hemberî CHP-ê bi xurtî piştgirya DP-ê kiribûn. Ji ber ku ji her kesî bêtir kurdan dixwestin ji CHP-ê xelas bibin.

Kurdan digotin, ”heta Îsmetê kerr sax be, nanê genimî ewê li kurdan heram be…”
Di 10 salên îktîdara Menderes da teror, zulm û îşekenceya cendirman û hêzên komando li ser kurdan hinekî kêm bû û milet hinekî rehet kir. Lê piştî darbeya 1960-î teror û çwisandina li hember heta salên 1970-î dîsa dest pê kir.

Bi avabûnê TIP-ê û tevgera xortan ya Ewrûpayê(bûyerên 1968-an)ra li Tirkiyê jî tevgera xwendevanan xurt bû. Gelek xortên kurd jî xwe di nava van tevgeranda cî girtin û serkêşî kirin.
Di dawiya salên 60-î da li Stenbol û Anqerê di nabêna hin xwendevanên kurd da hêdî hêdî fikrên çepîtiyê û kurdayetiyê peyda bû.

Di vê şiyarbûna xortan da rola hin girtiyên Bûyera 49-an, kesên weke Mûsa Anter û Dr. Saîd Kirmizitoprak pir bû.

Yanî hin ronakbîr û xortên kurd di nava lêgerînekê da bûn.
Lê di vê nabênê da di dîroka kurdan da bûyereke pir mezin û bi tesîr qewimî û di şiyarbûna kurdan da roleke pir mezin lîst.

Di sala 1958-an da general Abdulkerîm Qasim li Îraqê darbeyeke leşkerî kir û bû serokwezîrê Îraqê yê pêşî.

Mele Mistefa Barzanî piştî têkçûna Komara Mahabadê derbasî Sovyetê bûbû û 12 sal bûn ku li Sovyetê bû.

Abdulkerîm Qasim, Mistefa Barzanî dawetî Îraqê kir û Barzanî bi hin kesên din ra di sala 1958-an da ji Sovyetê vegeriya Kurdustanê.

Vegera Barzanî li Kurdistana Îraqê, Îranê û li Tirkiyê olanke pir mezin da. Rojnameyên tirkan carnan rismên wî diweşandin û tim li ser dinivîsandin. Wan dizanîbû ku Barzanî ewê tesîrê li kurdên Tirkiyê jî bike.

Vegera Mistafa Barzanî û hevdîtinên wî ji bo otonomiyê yên bi rejîma Îraqê ra ruh bi kurdan da anî, li ba hin xwendevanên kurd, mele û feqiyên kurdan hestên kurdayetiyê şiyar û geş kir.

Ji têkçûna Dêrsimê û virda ev cara pêşî bû ku navê kurdan û serokekî wan di çapemeniya tirk da dihat nivîsîn.

Her çiqas bi xerabî qala Barzanî dikirin jî lê dîsa jî kurd bi van minaqeşeyan bi kurdayetiya xwe dihesiyan.

Vegera Barzanî, agirê ku di dilê kurdan da vemirî bû ji nuh ve gurr kir û bû sebebê peydabûna fikrên micadelê.

Mele Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergeyî li hemberî 3 dewletan bi qehremanî şer kiribû û bi wî hawî derbasî sînorêrên Sovetê bûbû.

Fêrbûna vê yekê xurûreke mezin dida kurdan û pê serbilind dibûn, bi kurdbûna xwe îfîxar dikirin.

Û di vegerê da jî ji alî kurdan ve Barzanî weke qehremanekî mezin hatibû pêşwazîkirin.
Vê yekê him gelkî kêfa kurdan dianî û him jî kurdbûn aktul û zindî dikir, herroj li ser dihat peyivîn.

Yanî vegera Barzanî, li Kurdistana Tirkiyê jî kurd rakirin ser piya û ruh bi wan da anî.
Piştî têkçûna Dêrsimê faktora pêşî ya di şiyarbûna kurdan da rola herî mezin lîstiye yek jê ev e, vegera Mele Mistefa Barzanî ye.

Dewletê ev şiyarbûna di nava gel û xwendevanan da dît û loma jî di sala 1959-an da 50 kurd girtin û bi doza îdamê ew mahkime kirin.

Di dîrokê da ji vê dozê ra ”Bûyera 49-an” tê gotin.
Û ji xwe piştî wê jî darbeya 27-ê Gulana 1960-î kirin. Ev darbe di esasê xwe da li hemberî kurdan hatibû kirin.

Ji ber ku leşker ji pêşketinên demokratîk ne razîbûn.
Bûyera 49-an mesele kurd bêtir legalîze û belav kir, êdî nedihat veşartin. Hin kes bi doza ”perçekirina Tirkiyê” hatibûn girtin. Di dema mahkemeyan da dost, heval û malbatên girtiyan jî di meselê geriyan.

Fikrê kurd, Kurdistan di nava milet da bêtir belav bû.
Û girtiyên 49-an jî bi girtinê dev ji kurdbûna xwe bernedan, bi eksê wê, di hefsê da bêtir bûn kurd, bêtir tûj bûn, hatin sûyin(bîlendîler)û bêtir hevûdu nas kirin û bûn hevalên hev. Ji wan hin bûn kadirên tevgera kurd ya pêşerojê.

Mesela kesên weke Saîd Elçî û Dr. Şivan girtiyên vê bûyerê ne.
Û piştî berdanê jî di dîroka kurdan da van herdu kesan jî gavên girîng avêtine, partiyên kurd ava kirine û di şiyarbûna kurdan da roleke pir mezin lîstin.

Dû ra di sala 1962-an da TIP(Turkiye Işçi Partîsî)ava bû û gelek kurd ketin vê partiyê.
TIP-ê jî mesela kurd û mafê kurdan aktulel û legalîze kir, hinekî bi pêş xist û ji xwe dû ra ji ber vê yekê jî piştî darbeya leşkerî, di sala 1971-ê da hate girtin, serokên wê cezayên giran xwarin.
Yanî ji sala 1965-an û heta darbeya 1971-ê TIP-ê jî di şiyarbûna kurdan da pir hindik tesîreke pozîtîf lîst.

Ji ber ku gelek kurdên kurtçî, heta bigihîje gelek mele û kesên dîndar jî di TIP-î da dixebitîn û piştgirî didan TIP-ê.

Dû ra di sala 1969-ê da DDKO ava bû.
Piştî vegera Mistefa Barzanî, faktorê duyem yê ku di şiyarbûna kurdên Tirkiyê da tesîreke mezin kiriye DDKO-ye.

DDKO-yê jî di şiyarbûna kurdan da roleke pir mezin lîst. DDKO, gelek mitîngên li dijî zulma dewletê û terora komandeyan çêkir.

Li çend bajaran şûbeyên DDKO vebûn. Li van deran tenê mesela kurd û Kurdustanê dihat peyivîn.

Heta meriv dikane bibêje ku piştî têkçûna Serîhildana Dêrsimê, DDKO li dijî dewletê bû fîşekê pêşî ya herî bi tesîr.

Hemû serok û kadirên tevgera kurd ya salên 1980-î ji DDKO-yê tên, di doza wê da hatine dadgehkirin.

Ji ber ku gelek însan hatibûn girtin û hemû girtiyan jî parastinên siyasî kirin. Di makemeyan da gotin zimanê kurdî, kurd û Kurdistan heye.

Parastinên DDKO-yê xortên kurd, bi taybetî jî telebeyên kurd hejand, fikir û hestên kurdayetiyê li ba wan xurt kir.

Ji ber ku kesên hatibûn girtin pir bûn û hemû jî kesên zana û ronakbîr bûn, loma jî dewletê vê carê bivir li nigê xwe xist.

Ji dêlî ku kurdan bitirsîne û kurdan serkut bike, kurdan di dadgehên wan da ew mahkime kirin û mesela kurd bêtir belav bû, bi hezaran malbat bi riya zarokên xwe bi kurdiya xwe hesiyan û bûn kurdperwer.

Bêyî van herdu faktorên jorîn(vegera Mistefa Barzanî û DDKO)di nabêna salên 1940 û 1970-î da du faktorên din jî di nava kurdan da hestên kurdayetiyê tim zindî hişt, tim vejand û nehîşt agirê kurdayetiyê di dilê kurdan da vemire.

Ji wan yek, muzîka kurdî, DENGBÊJÎ û radyoyên kurdî yên Bexdayê, Erîvanê û Tehranê ye.
Dengbêjan û radyoyên kurdî yên Tehranê, Erîvanê û Bexdayê kurdayetiya kurdan û serîhildanên wan yên li hember Tirkiyê bi riya hin kilaman tim bi bîra kurdan dixist û nedihîşt kurdbûna xwe ji bîr bikin.

Ev jî faktorê sêyem e.

Loma jî di dîroka kurdan ya siyasî da dengbêjiyê û muzîka kurdî hetanî salên 1970-î roleke pir mezin lîstiye.

Nehîştiye kurdî û dîroka kurdan were jibîrkirin.
Faktora din ya çarem jî, feqe û helbestên hin şairên kurd in.

Lê bi taybetî jî helbestên Cîgerxwîn bi tamara dilê kurdan digirt, dilê kurdan radikir pêdarê.
Ji ber ku helbestên wî bi zimanekî hêsa ku herkes jê fêm bike hatibûn nivîsîn û raste rast doza Kurdistaneke serbixwe dikir, digot kurino, rabin wealtê xwe rizgar bikin.

Heta wê demê tu şairekî din yê kurmanc bi wî rengî den gli kurdan nekiribû.
Loma jî ked û tesîra Cegerxwîn di tevgera kurd ya îro da pri mezin e.
Û ev helbest jî hemû bi riya mele û feqiyan di nava kurdan da belav dibûn.

Hetanî orta salên 1970-ê jî piraniya meleyan kurdperwer bûn, bi riya helbestên Cegerxwîn fikir û ramanên kurdperweriyê di nava gel da belav dikirin.

Li hember helbest û qesîdeyên Cegerxwîn kurd bi cuzbê diketin.
Û di vê çarçewê da rola medreseyên dînî jî ne hindik e.

Berê meleyan dersên dînî di medreseyan da didîtin û dibûn mele. Îcar di wan medreseyan da fikrên kurdayetiyê xurt bû, ji ber ku hertitşt bi kurdî bû. Ev yek dibû sebebê zindîmana zimanê kurdî jî.

Li mizgeftan xutbe û weaz bi kurdî dihat dayin.
Lê piştî darbeya 1971-ê dewletê ev tahlûke dît û rabû Lîseyên Îmam Xetîban ya jî hin mektebên resmî vekir û hemû mele jî mecbûrî van mektebên dewletê kirin….

Û bi vî hawî jî medresyên kurdî tasfiye kirin, çimkî di medreseyan da fikrên kurdayetiyê belav dibû.

Yanî dema meriv topî ser hev bike, meriv dikane bibêje ku di şiyarbûna kurdên Kurdistana bakur da:
-Vegera Mele Mistefa Barzanî.
-Bûyera 49-an.
-Xebat û parastinên DDKO-yiyan
-Radyoyên kurdî yên derveyî Tirkiyê.
-Medreseyên dînî.
-Û helbestên Cegerxwîn rolên esasî lîstin, nehîştin agirê kurdayetiyê di dilê kurdan da bi temamî vemire.

Helbet bêyî van, dû ra ji 1975-an heta 1980-î gelek partî û komelên din jî ava bûn, van komel û partiyan jî gelek xizmetên bêhempa kirin.
Ev jî mijareke din e.

Dewletê tim wisa bawer kiriye ku ew çuqasî terorê zêde bike, kurdan zêde bigre ewê hewqasî zûtir kanibe mesela kurd bitefîne.

Lê tim eksê vê bûye, bi terora zêde û girtinên bi hezaran ra, bi hezaran malbat jî tevî meselê bûne û bi vî rengî bingeha tevgera kurd ya netewî jî roj bi roj firehtir bûye.

Mesele heger di darbeya 1980-î da bi 10 hezaran însan negirtana û wahşeta Zindana Diyarbekrê nekirana, bi sedhezaran kurd ewê tevî tevgera kurd ya netewî nebûna.

Zulma dewletê miletê kurd mecbûrî kurdbûnê û serîhildanê kir. Kurd mecbûr bûn li zarokên xwe xwedî derkevin û bi wan ra doza mafên xwe yên netewî bikin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE