09 mars 2011

Her qadeke Newrozê dibê bibe wek "Meydana Azadiyê" ya Misrê

Abdullah Ocala di hevdîtineke xwe ya destpêka meha sibatê da li ser bûyerên Misrê jî rawestiyabû û di vî warî da analîzeke pir girîng û pir cidî kirbû û dû ra jî ji kurdan û ji hevalên xwe daxwazeke dîrokî kiribû, gotibû, ”kînga Diyarbekir jî bû weke Misrê, wê demê ewê aştî pêk were…”Lê mixabin ne kurdan, yanî ronakbîr, hêz û partiyên derî PKK-ê û BDP-ê û ne jî BDP-ê û PKK-ê di vî warî da tiştek kirin.
Bi kurtî ser wê daxwaza Ocalan hete nixumandin…
Piştî xwepêşndan û liberxwedana gelê Misrê ya demokratîk û ketina Mubarek, Ocalan di hevdîtineke xwe da ji abûkatên xwe ra gotibû:
”Heger li Amedê jî gel weke li Misrê bi rojan kolanan neterikîne û daxwazên xwe bîne zimên, a wê demê ewê aştî were. Wê demê hûnê bibînin hela ka AKP dimîne ya na. A wê çaxê Erdoganê bi xwe çareseriya meselê daxwaz bike. Û ya din jî hêza wan heye li Amedê bi milyonan însanan bînin ba hev.”
Ev, tespîteke rast û dîrokî ye.
Û tam jî li gor şertê welat û civata me ye.
Piştî serkeftinên gel yên li Tunis û Misrê, tesîra bûyeran hemû welatên ereb û gelek welatên din dan ber xwe.
Li gelek welatên erb, Îranê, Kafkasan û heta li Kurdistana başûr, gel û siyasetmedaran ji bûyerên Tunisê û Misrê îlham girtin û wan jî li welatên xwe dest bi çalakiyên bi wî rengî kirin, bi riya van meş û protestoyan daxwazên xwe yên siyasî û demokratîk anîn zimên û tînin zimên.
Li Kurdistana başûr netîcîyên xwepêşandanên gel û Tevgera Goranê li ber çavan e. Hukûmet mecbûrî hin tawîzan û qebûlkirina hilbijartinên pêşwext kir.
Tenê li Kurdistana bakur, li ba siysetmedarên kurd bûyerên Tunisê û Misrê tesîra xwe nîşan nede.
Esas dibê berî her ker kesî, siyasetmedarên me tesîr û îlham ji bûyerên Misrê bigirtana û li Kurdistanê dest bi xwepêşndanên bi wî rengî bikirana.
Lê gelek heyf û mixabin nekirin….
Ji ber ku siyasetmedar û serokên di kapasîteya dîtina van momentên dîrokî da tuneye.
Kesên ku kanibe van rewşên dîrokî bibîne û li gor wê gavan bavêje tuneye.
Heger hebûya ewê heta nuha tiştek bikirana.
Yê ev rewş û fersenda dîrokî dît û mesajeke girîng da der dîsa Abdullah Ocalan e…
Lê ev yek derbasî pratktîkê nebû…
Bes ne dereng e, wext derbas nebûye, nuha jî meriv dikane dest pê bike…
NEWROZ, ji bo çalakiyeke wiha îmkaneke herî baş û herî mezin e, dibê kurd vê îmkanê baş bikar bînin.
Di Newrozê da bi sedhezaran, belkî jî milyoneke însan li Amedê kom dibin.
Piştî pîrozkirinê dibê gel belav nebe û neçe, ji hukûmet û dewletê daxwaza resmîbûna zimanê xwe û nasnameya xwe bike.
Bibêje heta ku hûn me weke kurd qebûl nekin û perwerdeya bi kurdî qebûl nekin, em ji vir naçin.
Him şiklê çalakiyê pir demokratîk e, zor tuneye, sîleh tuneye, bi riyeke demokratîk mafê xwe yê herî însanî dixwaze.
Weke Ocalan jî gotibû, bi rastî dema bi sedhezaran însan, bi rojan, bi hefteyan li meydaneke Diyarbekrê rûnin û ji hukûmetê tenê doza perwerdeya bi zimanê xwe bikin, wê demê ewê aştî were.
Di rewşeke wiha da dewlet dikane çi bike?
Ma qey ewê xelkê sivîl gulebaran bikin, ya jî bi tank û topan bajon ser gel?
Tiştekî wiha nikanin bikin û bikin jî ewê li zirarê derkevin.
Hilbijartin nêz in, AKP ewê li Kurdiustanê biqede.
Partiyên alîgirên zor û şîdeteê bin ewê rayan wenda bikin, gelê ji wan dûr keve…
Bi tevgereke wiha cîhanê bibîne ku kurd miletekî feqîr, bêmaf û aştîxwaz e, tenê doza nasname û zimanê xwe dike.
Gelek siyasetmedarên derî PKK-ê, li dijî şerê çekdarî derdikevin, dibêjin ”wexta şerê çekdarî derbas û bûye”, loma jî dibê PKK jî dev ji şer berde.
Baş e tam şert û fersenda tevgereke aştiyane hatiye meydanê.
Kerem bikin, hûn jî weke siyasetmedarên ereb û kurdên başûr tevgera demokratîk têxin dewrê û bi riya van tevgerên demokratîk û aştîxwaz gel rakin pêdarê û dengê xwe bigihîn cîhanê.
Bêguman xwepêşndanên wiha ne şert e ku li Diyarbekrê tenê bibe, dikane li çend bajarên din jî bibin.
Weke gelê Misrê, dibê milet ji qad û meydanên Newrozan naçe, heta ku dewlet daxwazên wan qebûl dike…
Bi dîtina min dibê kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin.
Dinya jî ji tevgereke wiha ra nuha pir musaîd e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE