27 mars 2011

Gurên Tirsonek

Dibêjin mala bar kiribûn, çûbûn zozanan. Li dewsa wan kerak, dîkek û beranek mabûn. Dû ra kêrguyek jî çû gihîşt wan. Herçar ji xwe ra li dewsa waran, li mêrgê diçêriyan û bi hev ra rojên xweş diborandin.

Pir derbas nebû du gur bi wan hesiyan. Qerde qerde çûn nêzîkî li wan kirin, bala xwe danê ku wa ye kerek, dîkek, beranek û kêrguyek ji dinyayê bêhay ji xwe ra diçêrin û didin çindik û lotikan.

Gurekî ji yê din ra got:
- Tu li vir çavdêriyê bikî, ezê herim yekî ji wan bikujim û têra xwe bixwim û vegerim. Dû ra tu yê jî herî yekî ji xwe ra bikujî û têr bixwî.

Hevalê wî got:
- Baş e. Lê belê hinkî zû bike ji bo ku dora min jî zû were. Va ye ji nuha de ji birçîna zikê min dike qurrequrr.

Gurê pêşîn bi xareke mezin berê xwe da lawiran. Cara pêşî êrîş bir ser kerê.

Dema ji par ra xwe çindî kerê kir, kerê hema serê wî kir nav rahnê (şeqa) xwe û heta jê hat givaşt.

Beran jî çû bi serî û qiloçan kişyayê û lêxist.

Kêrgu gava gur di vî halî de dît ji tirsan zirav qetyayî bû û baz da û berê xwe da waran.

Dîk qet haya wî ji tiştekî tunebû, bi nikilan bi erdê ketibû, ji xwe ra kurm dixwarin.

Dawiya dawî gur bi zor ji destê kerê û berîn(beran) xelas bû. Bi lez û bez û bi halekî xerab çû xwe gîhand hevalê xwe.

Hevalê wî ji pirsî, got: - Bira, te çawa kir? Maşalê te têr xwar?

Gurê ji mirinê xelas bûbû lê vegerand û got:
- Ma min çawa kir? Wexta ez çûm gîham wan,
Yekî serê min kir nava du goman,
Yek hate min bi du gopalan,
Yekî tirba min dikola,
Yekî jî gazî û hawar bir şênî û malan.
Li ser vê serpêhatiya gurê ji mirinê rizgarbûyî, gurê din jî tirsiya û êdî hew nêzîkî kerê, berên, kêrgu û dîk bûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE