14 mars 2011

Du bira

Dibêjin hebû tunebû, cotkarek û du lawên wî hebûn. Herdu birayan tu carî li hev nedikirin, nabêna wan tim şer û teşxele bû.

Li ser tiştê herî biçûk jî diketin gewriya hev û li hev dixistin. Ev dijminatiya wan ne tenê li hundur, li der jî her berdewam bû.

Dema wan û zarokan li hev dixistin tu carî alîkariya hev nedikirin.

Vê dijminatiya di nabêna herdu birayan da bavê wan gelek diêşand.

Ji bo ku herdu li hev nexin, ji hev hez bikin û xêra hev bixwazin bavê wan gav û seetê şîret li wan dikir. Ji wan ra digot:

- Lawo, dema hûn bi hev ra şer nekin û alîkariya hev bikin ji we ra baş e, wê demê kesê newêribe bela xwe di we bide.

Lê herdu birayan jî qet guh nedidan van şîretên bavê xwe, wan dijminatiya xwe her didomandin.
Rojekê bavê wan ji xwe ra got:

- Ev wiha nabe. Dibê ez nîşanî wan bidim ku çima ez li dijî şerê wan im û zirara wan tê da çi ye?
Rabû ban herdu birayan kir û baqek qamîş danî orta wan. Berê ji lawê xwe yê biçûk ra got:

- A ji te ra vî baqê qamîşan bişkîne. Hela ka tu kanî ya na?

Qamîş yeko yeko ziravik bûn, lê wek baq ew pir zexm bûbûn. Peyê herî xurt jî nikanîbû ew bişkanda.

Lêwik rabû baq da ber çonga xwe û bi hemû hêza xwe hewil da ku bişkîne. Lê kir nekir qamîş neşikiyan.

Bavê îcar rabû baqê qamîşan da ber yê mezin û xwest ku ew xwe biceribîne, ew bişkîne.
Lê wî jî nikanîbû. Çiqaasî zor da xwe jî bê feyde bû.

Piştî ku herduyan bi dor, çend caran xwe ceribandin û baş ji hêz da ketin, bavê wan rabû baq ji destên wan girt û qamîş ji hev belav kirin. Û dû ra jî ji wan ra got:

- De îcar xwe biceribînin!

Şikandina qamîşên ziravik yeko yeko ji bo wan ne zahmet bû. Hema digot qirç û dişkandin.
Piştî ku hemû qamîş şikandin, bavê wan ji wan ra got:

- Nuha we fêm kir ku çima ez li dijî şerê we bûm û min ji we çi dixwest?
Wek hûn dibînin, dema meriv xwe bide ser hev û hêza xwe bi yek kes nikane zora meriv bibe û meriv bişkîne. Şikestin zortir dibe.
Lê dema meriv xwe nede ser hev û hêza xwe neke yek û wek van qamîşan ji hev bela û yeko yeko be, wê demê yê herî zeîf û bêhêz jî dikane zora meriv bibe û meriv bişkîne.

We dît, dema qamîş baq bûn zora we lê nehat, lê yek bi yek we tavilê hemû şikandin. Îcar heger hûn jî naxwazin wek van qamîşan zû bişkên, dibê ji îro û pê va hûn nekevin bedena hev û dijminatiya hev nekin. Dijminatî û şerê we, li zirara we herduyan e jî....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE