09 mars 2011

Dîkil Axa

Dibêjin hebû tunebû, pîreke uncûzî û dîkekî wê hebû. Pîrê wisa pîr bû ku tenê du diran di devê wê de mabûn, lema jî jê ra digotin Pîra Dudiran.
Rojekê, dema pîrê mala xwe şirt dikir, seriyek çurtan li erdê dît û rabû danî ser kungiya feraxan.
Di wê nabênê da dîk jî birçî bû û ji xwe ra li wan deran li qûtekî digeriya. Dîk rastî seriyê çurtên hat û rabû ew xwar.
Dema pîrê dît ku dîk seriyê çurtanê wê xwariye gelkî hêrs bû û  şonikek li qorika dîk xist, qorika wî şikand.
Dîk ji ber derba şonikê pîrê pengizî derve, çû li tepikê rêxê qelibî. Tepikê rêxê got:
- Xêr e xalê Dîk, ma tu bi ku de diherî?
Dîk got:
- Wey mirina bavê xalê Dîk!
Tepikê rêxê got:
- Lê ez bibêjim çi?
Dîk got:
- Bibêje, Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Tepikê rêxê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Dîk got:
- Diçim çol û çolistan
Diçim berr û beristan
Da bînim leşkerekî giran
Ser Pîra Dudiran
Qorika min şikand
Ji bo serîyek çurtan.
Tepikê rêxê got:
- Ez jî bi te ra têm.
Dîk got:
- Baş e, were.
Dîk û tepikê rêxê ketin rê û çûn. Çûn, çûn rastî marekî hatin. Mar got:
- Xalê Dîk, ma tu wiha bi ku de diçî?
Dîk got:
- Wey mirina bavê xalê Dîk!
Mar got:
- Le ez bibêjim çi?
Dîk got:
- Bibêje, Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Mar got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Dîk got:
- Diçim çol û çolistan
Diçim berr û beristan
Da bînim leşkerekî giran
Ser Pîra Dudiran
Qorika min şikand,
Ji bo serîyek çurtan.
Mar got:
- Ez jî têm.
Dîk got:
- Baş e, were.
Dîk, tepikê rêxê û mar ketin rê û çûn. Pirr çûn hindik çûn, rastî kerekê hatin. Kerê got:
- Xalê Dîk, ma tu wiha bi ku de diçî?
Dîk got:
- Wey mirina bavê xalê Dîk!
Kerê got:
- Le ez bibêjim çi?
Dîk got:
- Bibêje, Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Kerê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Dîk got:
- Diçim çol û çolistan
Diçim berr û beristan
Da bînim leşkerekî giran
Ser Pîra Dudiran
Qorika min şikand
Ji bo serîyek çurtan.
Kerê got:
- Ez jî têm:
Dîk got:
- Baş e, were.
Dîk, tepikê rêxê, mar û ker ketin rê û çûn. Çûn çûn, rastî bangêranekî (loxekî) hatin. Bangêran got:
- Xalê Dîk, ma tu wiha bi ku de diçî?
Dîk got:
- Wey mirina bavê xalê Dîk!
Bangêran got:
- Le ez bibêjim çi?
Dîk got:
- Bibêje, Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Bangêran got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa
Dermaliyê Badil Axa
Fermanliyê Satil Axa
Tu diçî ku?
Dîk got:
- Diçim çol û çolistan
Diçim berr û beristan
Da bînim leşkerekî giran
Ser Pîra Dudiran
Qorika min şikand,
Ji bo serîyek çurtan.
Bangêran got:
- Ez jî bi we ra têm.
Dîk got:
- Baş e, were.
Dîk, tepikê rêxê, mar, ker û bangêran bi hev ra berê xwe dan mala Pîrê. Tepikê rêxê çû ket tifikê, mar çû xwe li kutê pêça(gerand), bangêran çû ser xênî, kerê li pişt derî xwe veşart û dîk jî çû ser darê.
Serê sibê, dema Pîrê çû ku tifikê dade, tepikê rêxê xwe di destê wê gerand, destê wê giş di rêxê de ma.
Dema pîrê çû destê xwe bi paçê bi kutê ve bû paqij bike, mêr(mar) bi destê wê veda.
Pîrê ji ber jana destê xwe baz da derve, lê li ber derî ker bi tîzika (zîtika) çûyê, ew virvirand hewşê.
Li ser vê, pîrê rabû reviya çû ser xênî, ji bo ku li cîranan bike hawar û gazî, alîkariyê ji wan bixwaze.
Lê îcar jî bangêran çûyê, xwe berra ser da.
Pîra Dudiran nizanîbû çi bike, hema ji erdê rabû û dawa xwe xist devê xwe û revîrevî ji hewşê baz da û çû.

Bi vê serkeftina li hember Pîra Dudiran, dîk gelkî kêfxweş bû û dest bi bangdanê kir, got:
-Qîqile qîîîîî...qîîîî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE