20 mars 2011

Dibê qada Newroza Amed bibe Silêmanî

Îro li seranserê Kurdistanê Newroz e, Nuha bi milyonan kurd derketine kuçe û kolan û seyrangehan û Newroza 2011-an pîroz dikin.
Ji ber ku îro yekşem e û roja vehesînê ye, loma jî gel li gelek deveran Newrozê ne sibe, îro pîroz dike.
Li Kurdistana Rojhilat, başûrê biçûk û Kurdistana bakur(Kurdistana Tirkiyê) nuha bi milyona kurd di qadên Newrozan da doza mafên xwe yên netewî dikin, şîarên serbestiyê û azadiyê bilind dikin.
Newroza Amedê nuha bi îhtîşam û bi heybet e. Keç û jinên kurd nuha bi kincên xwe yên netewî û bi rengên kesk û sor zer û sipî qada Newrozê xemilandin e, kirine wek baxçeyekî ji gul û çîçekên rengoreng.
Nuha li Amedê milyonek kurd li qada Newrozê ji dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê doza mafên xwe yên netewî dikin û azadiya zimanê xwe dikin.
Çen roj berê di nivîseke xwe da min gotibû, dibê di Newrozê da ”her qadeke Newrozê bibe weke ”Meydana Azadiyê ya Misrê.”
Ji xwe carê Ocalan jî di hevdîtineke xwe da ji abûqatên xwe ra gotibû, ”kînga Diyarbekir jî bû weke Misrê, wê demê ewê aştî pêk were…”
”Heger li Amedê jî gel weke li Misrê bi rojan kolanan neterikîne û daxwazên xwe bîne zimên, a wê demê ewê aştî were. Wê demê hûnê bibînin hela ka AKP dimîne ya na. A wê çaxê Erdoganê bi xwe çareseriya meselê daxwaz bike.”
Lê mixabin kurdan heta nuha di vî warî da tu îşareteke ku ewê gaveke wiha bavêjin nedane.
Li Tunisê, li Misrê, li Silêmaniyê çalakiyên bêîtîatiya sivîl, yanî protestoyên sivîl netîceyên baş dan.
Li Kurdistana bakur, bingihê ji bo tevegereke bi vî rengî ji her welatî bêtir heye, gava PKK û BDP bixwazin li sedan deran dikanin xwepêşandanên wiha çêkin.
Yanî mesele ne hêz e, mesele daxwaz e, siyaset e.
Dema PKK û BDP bixwazin îro dikanin bi sedhezaran însan li qadên Newrozan bidin û rûniştadin û bibêjin heta ku dewlet û hukûmet nasnameya me weke kurd qebûl neke û zimanê mej î neke zimanê perwerdeyê em naçin malên xwe.
Yanî em serbestiya nasnameya xwe û ya zimanê xwe dixwazin.
Ev mefekî herî însanî û herî demokratîk e, li cîhanê tu kesê li dijî van mafan derkevin, bibêjin kurd neheq in tuneye, herkesê piştgiriyê bide me.
Loma jî ez hêvî dikim ku heger ne li çend ciyan be jî bi kêmasî li Amedê çalakiyeke bi vî rengî were lidarxistin.
Hewcedariya kurdan bi gaveke wiha heye.
Dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê li der û hundur demogojiya ”terorîzmê” dike, dibêje PKK ”terorîst” e, filan û bîvan.
Li hember tevgereke sivîl û demokratîk ku tenê serbestiya nasname û zimanê xwe dixwaze ewê nikanibe demogojiyeke wiha bike.
Loma jî ez hêvî dikim ku îro li bajarekî tevgereke wiha dest pê bike…
Ev serdem serdemeke nuh e, dîktator û rejîmên despot êdî weke berê bi hêsanî ewê nikanibin rejîmên xwe bidomînin.
Di vî warî da Lîbya numûneyeke herî berbiçav e. herçiqas hin dewletan piştgirî dan Qeddafî û nexwestin biryara midaxeleyê ji Neteweyên Yekbûyî derkeve jî, lê bi ser neketin û biryar derket û midaxele kirin.
Do berî midaxeleyê di nivîsa xwe da min got, bi îhtîmaleke mezin ewê lêxin û bi rastî jî lêxistin.
Nuha Lîbya emsal e, sibe dikane dor dikane were Sûriyê Îranê û heta Tirkiyê jî. Loma jî Tirkiye him ji bo mitefikên xwe(Sûriye û Îranê) û him jî ji bo xwe ji van pêşketina nerehet e, çimkî rojekê dikane were serê wan jî.
Loma jî ji do da ye Tirkiye ketiye panîkê, nameyan ji NY û Emerîk, Fransa û Îtalyayê ra dişîne û dibêje ”dibê hûn di çarçeweya qanûnên navnetewî da hereket bikin, dibê Lîbya perçe nebe.” û nizanim çi û çi….
Yanî bi kurtî xwepêşnadaneke weke ya Misrê û Silêmaniyê ji bo kurdên bakur jî pêwîst e, ewê gelek tiştên baş bi xwe ra bîne…
Newroza we pîroz be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE