19 mars 2011

Ço* "dînan" jî tîne rê

Berdûş û pêxwasê amedî bi şev li kuçe û kolanên vik û vala kêra xwe di dîwaran dida, agir jê dijenanad û halan di xwe hildida, diqîriya û ji der û dorê ra xeber dida.

Dawiya dawî dor hat pûlis û bekçiyan, xwest bibêje li vî bajarî çuqas pûlis û bekçî hene ez wa wayî dê û jinên wan ….

Lê tam di wê esnayê da bekçiyekî ji hember da xuya kir, egîdê me dev guheran ûgot:
-Lawo li vî bajarî çuqas pûlis hebin, hewqas jî bekçî hene…
Ya Muammer Qeddafî jî bû ev mesele.

Lê piştî ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) firîna balafiran ji Lîbyayê ra qedexe kir, dîktatorê Lîbyayê Muammer Qeddafî, ji tavilê dev guherand û agirbest îlan kir.

Wezîrê Derve yê Lîbyayê Mûsa Kûsa yeknekir dudu, civîneke çapemeniyê li dar xist û got wan her cûre operasyonên leşkerî rawestandine.

Kûsa û Qeddafiyê ku rojek berî biryara Neteweyên Yekbûyî birrebira wan bûn, îşaretên zaferê nîşan didan, digotin piştî çend saetên din emê Bîngaziyê jî ji terorîstan paqij bikin, ji nişkave bûn milyaket û gotin ji bo ku zirar negihîje milet, ew van operasyonên leşkerî didin rawestandin.
Çimkî piştî biyara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina qada asmanî li balafirên Lîbyayê, Fransayê got di nava çend saetan da ewê êrîşê bibin ser Lîbyayê.

Li ser vê, ”Şêrê Lîbyayê” Qeddafî biziya, hinavê wî qetiye, loma jî ji nişkave bû merivekî ”demokrat û humanîs” û gelhez.

Halbûkî do, berî biryara Neteweyên Yekbûyî(kesî bawer nedikir ewê biryareke wiha derkeve, çimkî Rûsya, Çîn, Almanya û Brezîlya li dijî biryareke wiha bûn), hêzên Qeddafî bi balafir, tank û topan êrîşî ser gel kiribûn û bajarên Misrata û Bîngaziyê dabûn ber topan.
Lê nuha piştî ku dîtin bivik heye dibêjin em agirbest îlan kiriye.

Esas ew jî derew e, li gor dîmenên ajansan bîstek berê jî Bîngazî bombebarn kirine.
Yanî ji alîkî da bidêjin wan şer rawestandiye lê ji aliyê din da jî tim bi fisgenikî li vir û li wir topan davêjin ji hedefên mixalefetê da.

Nuha di xeberan da gotin, li Parîs di nabêna Fransa, Îngilter û Emerîkayê da civîn heye. Dibe ku piştî vê civînê biryara êrîşê bidin û îşev lêxin.

Neteweyên Yekbûyî ne do, hefteyek berê ev biryar giribûya hêzên Qeddafî nikanîbû wan bajaran ji gel bistinîn û bi îhtîmaleke mezin Qeddafî jî nuha ne li ser hukum bûya.

Lê hefteyekê li êrîşên Qeddafî temaşe kirin, piştî ku mixalifan bêyî Bîngaziyê hemû bajar wenda kirin, rabûn biryara firîna balafiran êrîşa ser milet qedexe kirin.
Dibê ev biryar zûtir bihata girtin.

Yanî heger îro Qeddafî hîn li ser hukum e, sebebê vê yekê Ewrûpî û Emerîka ye. Yekîtiya Ewrûpayê ji xwe ne tu hêz e, lê Emerîkayê bixwesta nuha Qeddafî ji zûda ketibû.

Lê li gel jî, bi derengî be jî ev biryar baş e, ji bo dîktatorên din jî di pêşerojê da ewê bibe emsal.
Ji ber ku li welatên ereb serîhildanên gel ewê dom bikin û li gelek welatên din jî bûyerên wek yên Lîbyayê ewê werin holê.
*Dar, sopa

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE