01 mars 2011

Çima kurdên AKP-yî jî weke Erdogan li dijî Asîmîlasyonê dernakevin?

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li Almanyayê li bajarê Dusseldorfê deng li tirkên li Almanyayê dijîn kiriye û ji wan xwestiye ku ew berê tirkî, dû ra almanî fêr bibin.
Erdogan dîsa li dijî asîmîlasyonê derketiye û gotiye, dibê ew asîmîle nebin, dev ji nasname, ziman û çanda xwe bernedin.
Serokwezîrekî Tirkiyê û yekî weke Erdogan ku bi şîdet asîmîlasyona kurdan diparêze, mafê perwerdeya bi kurdî nade kurdan, heta vê daxwazê weke daxwazeke terorîstan dibîne û her roj ji kurdan da ra dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” dibê nikanîbûya ji Almanyayê ji bo karkirên tirk perwerdeya bi tirkî bixwesta.
Berî ku Erdogan ji bo tirkên li Almanyayê dijîn mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji Almanyayê bixwaze, dibê ew û dewleta wî wî mafî bide kurdan.
Kurdan heta nuha gelek caran ev durûtiya Erdogan bi bîra wî xistine lê mêrik zêde guh nade rexneyên kurdan.
Lê heta nuha 75 mebûsên kurd yên AKP-ê yek carê jî negotine, birêz Erdogan tu ji bo mahcir û karkirên tirk yên li Almanyayê mafê perwerdeya bi tirkî dixwazî lê tu çma vî mafî nadî zarokên me kurdan?
Tu dibêjî qey zimanê van 75 mebûsên kurd yên AKP-ê kuliyan xwarine, ji bo xatirê Xwedê yek carê jî yekî ev pirs ji Erdogan nekiriye, ya jî newêrîbûya vê pirsê ji Erdogan bike.
Ne ku bîr nabin ya jî nizanin.
Bêguman hemû jî cinin in, pîncîtiya nizanin tuneye, dikanin vê pirsê û gelek pirsên zahmetir jî ji Erdogan bikin.
Lê nayê hesabê wan, ji ber ku xîret hindik e, kursî û bêrîka xwe di ser her tiştî ra digirin loma.
Heger merivên demokrat bûna, piçek kurdperwerî bi wan ra hebûya carê ewê ev pirs ji Erdogan bikirana.
Lê nakin û ewê tu carî jî nekin.
Loma jî dibê kurdên welatperwer, mebûsên BDP-ê û gel, ji van 75 mebûsên AKP-ê yên kurd bipirsin, bibêjin hûn çima vê pirsê ji Erdogan nakin?
Mafê ku Erdogan ji bo tirkên li Almanyayê dijîn ji Almanyayê dixwaze, çima hûn newêrin ji Erdogan û hukûmeta wî bixwazin?
Heger hûn bi rastî kurd in û ji bo temsîla me kurdan çûne parlamentoyê, wê demê mafê me yê perwerdeya bi kurdî, ku mafekî me yê herî însanî ye ji Erdogan bixwazin.
Mafê ku Erdogan ji bo miletê xwe rewa û heq dibîne û ji hukûmet û dewleta Almanyayê dixwaze, ji 75 mebûsên AKP-ê yên kurd yek kes jî eynî mafî ji gelê xwe ra wek heq nabîne û loma jî naxwaze, ya jî dibîn elê newêre bixwaze...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE