17 mars 2011

Çikçiko û cotkar

Dibêjin çikçiko carekê hêlîna xwe di nav zeviyekî genim da çêkiribû.
Her sibeha berî ku ew biçûya ji xwe ra li qûtekî bigeriya baş temî li çêlikên xwe dikir, ji wan re digot:

- Va ye ez diherim, dibê hûn li her tiştê ku li dora we diqewime baş guhdarî bikin û dûra dema ez hatim ji min ra bibêjin. Çimkî va ye genim li ber seridandinê ye, van rojan pale ewê werin biçinin. Berî ku ew dest bi çinînê bikin, dibê em herin ciyekî din ji xwe ra bibînin.

Dawiya dawî, rojeke pir xweş, dema diya wan çûbû ji xwe ra li êm digeriya, cotkar hat ser erdê xwe, ji bo ku bala xwe bidê, hela ka genimê wî baş seridiye ya na. Piştî ku hinekî li nav erd geriya ji lawê xwe ra got:

- Va ye genimê me baş baş seridiye û hatiye ber çinînê. Dibê em herin ji çend cîranan ra bibêjin ji bo ku sibe dasên xwe bigrin û werin alîkariya me.

Çêlikan bi heyecan û bi tirseke mezin li gotinên cotkêr guhdarî kirin û dûra jî dema diya wan hat, gotinên wî jê ra yek bi yek gotin. Gişa bi tirs ji diya xwe ra gotin:

- Dayê, dibê îşev berî ku roj hilê em ji vir bar bikin. Cotkar sibe ewê birrek pale bîne û dest bi paliyê bikin. Heger em îşev neçin, sibe emê pê ra negîhînin xwe xelas bikin.

Diya wan bi hawakî pir sakîn, ji xwe bawer got:

- Wexta me hîn pir e. Ku hêviya wî cîran bin ewê hîn pir bipê. Lema jî qet netirsin.

Roja din cotkar dîsa hat nav erdê xwe. Dinya ji roja berê hîn germtir û genim jî pirtir seridî bû. Ji xwe ra got:

- Êdî ez nikanin zêde bipêm û li benda cîranan bimînim. Ya herî baş ez ban merivên xwe kim, bira ew werin alîkariya min. Û dûra jî vegeriya ser lawê xwe, jê ra got:

- Lawo, bazde here gund, xeberê bide ap û xal û pismamên xwe, ji wan ra bibêje, bavê min gotiye bira sibe werin alîkariya me.

Çêlik dîsa ji tirsa qutifîn û dema diya wan hat, dîsa gotinên ji cotkêr bihîstibûn jê ra gotin. Û dîsa xwestin ku ew zû ji wir herin. Diya wan got:

- Heger hêviya cotkêr îcar jî merivên wî bin, ew tu havilê nak.  Ew nikane tu genimî biçine. Lema jî tu sebeb tuneye em bitirsin û ji vir bar bikin. Merivên wî jî nuha kesê betal tuneye, ew jî ketine paliya xwe. Heta ew karên xwe neqedînin nayên alîkariya wî nakin. Lê sibe dîsa baş lê guhdarî bikin, hela ka ewê îcar xwe bide benda alîkariya kê?

Roja din cotkar dîsa ew û lawê xwe hatin ser erd. Genim êdî hew qas seridîbû, bûbû xaşxaş, lê simil hîn li hewa bûn, neketibûn erdê. Cotkêr ji lawê xwe ra got:

- Êdî rojekê jî em nikanin li benda cîran û merivên xwe bimînin. Sibe bi berbangê ra dibê em bi xwe werin dest bi çinînê bikin ya na em tu genimî ranakin.

Dema diya wan hat, weke her tim bû vîçevîça çêlikan û gotin:

- Dayê, dibê em zû ji vir birevin!
Diya wan got:

- Hela ka ji min ra bibêjin cotkêr îro çi got? Ma biryar da sibe ewê bi xwe were biçine ya na?

Çêlikan bi hev ra gotin:

- Erê, erê. Deng hat me, ji lawê xwe ra got, êdî em nikanin li benda cîran û merivên xwe bimînin. Bi berbanga sibê ra ewê bi xwe werin biçinin.

Li ser van gotinên çêlikan diya wan got:

- Wê gavê dibê em xwe zêde neawiqînin û zû ji vir birevin. Çimkî dema yekî karê xwe li hêviya alîkariya xelkê nehîşt, baweriya xwe bi hêza xwe anî, wê çaxê mesele ciddî ye û dibê meriv hesaban jê bike. Rabin em herin!

Û dûra jî gotin pirr û bi hewa ketin û çûn hêlîna xwe li dereke din çêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE