31 mars 2011

Dibê meriv keda kesî înkar neke

Ez bîstek berê hatim mal, min bala xwe dayê hin dost û xwendevanan sohbeta germ kiriye, hin tiştên ne li gor dilê min ji hev ra gotine.
Min gelkî di xwest li ser dîtinên hemû hevalan rawestim lê ev yek ne mimkûn e, ewê pir dirêj bibe.
Lê ez dixwazim bi kurtî li ser dîtinên birayê Bekir Uçar çend tiştan bibêjim.
Bi dîtina min, mafê her kesî heye ku her partiyê û her kesî rexne bike. Lê dijminatî û înkara ked û xabatê ne rast e, neheqî ye.
Bêguman PKK-ê heta nuha gelek şaşî, gelek tiştên neheq û ne baş û xerab kirine, dema ciyê wê hat dibê meriv bibêje û rexne bike.
Lê ne rast e ku meriv bibêje PKK-ê ji bo miletê kurd tu tiştekî baş nekirye, di nabêna BDP-ê û AKP-ê da tu ferq tuneye.
Dema însanek bibêje PKK-ê tu tiştekî baş nekiriye, êdî ev ji rexneyê derdikeve, dibe înkareke dûrî aqilan.
Fena ku yek li hember meriv bisekine û bibêje tu tuneye. Dema yek wiha bibêje êdî minaqeşe diqede.
Partiyên kurdan ji bo kurdan çi xebat kiribin, PKK-ê di her warî da bi kêmanî hezar qatê wan kiriye.
Rexnekirina şaşiyên PKK-ê tiştekî din e, înkareke wiha neheq û dûrî aqilan tiştekî din e...
Mesela dema hin hevalên PKK-ê êrîşê dibin ser şivan û xizmeta wî înkar dikin, em diqeherin, dibêjin ne rast e...
Şivan şexseke, hunermendeke, tenê kilam gotine û bi muzîka xwe li gorî xwe wî jî ji gelê xwe ra xizmet kiriye.
Şivan îro tiştên şaş bike, here nuxteyeke xerab jî ne rast eku meriv ked û xebata wî ya berê înkar bike.
Lê em kesên ku xwe li ser Şivan dixeyidînin, çawa dikanin bibêjin ku hêzeke weke PKK-ê, xwedî çend partî, bi sedan komel, bi milyonan endam, dilxwaz, şervan, girtî, şehîd, 100 belediye, 20 parlamenter, nizanim çend radyo û telwîzyon, bi sedan kovar û rojname ji kurdan ra tu xizmet nekiriye.
Partiyên din û em kurdên din çi karî, çi karî çi xebatê dikin, PKK jî eynî karan û eynî xebatan dike û him jî bergendî me hemûyan.
Îcar çima ewê yê partiyên din, yê min û yê Şivan xixmet be û yê PKK-ê û bi milyonan însanên wê ne xizmet be?
Bi rastî aqilê meriv disekine.
Li gorî 30-40 berê kurdan li Tirkiyê gelek mesafe qeyd kirine, gelek tabû hilweşandine û gelek mafên fiîlî bidest xistine.
Di van pêşketin û destketiyên demokratîk û siyasî da ked û para hemû partiyên kurdan, hemû kurdên kurdperwer heye.
Înkara vê ne rast e.
Lê ya PKK-ê bi pir û pir mezin e, bi van hêzan ra miqayeseya wê ne mimkûn e, ne rast e.
Dema ez viya dibêjim nayê wê maneyê ku ez çewtî xerabiyên PKK-ê nabînim ya jî ji bîr dikim.
Ev mijareke din e. Dibê meriv di rexneyê xwe da jî û di pesnê xwe da adil be, bi ûjdan be, şaşiyên bibêje lê keda xelkê jî înkar neke.
Dibê meriv ji tiştên PKK-ê yên rast û baş ra bibêje baş û ji yên şaş û xerab ra jî bibêje xerab.
Ancax dema meriv wiha hereket bike, meriv dikane baweriyê bide însanan û weke merivekî rastgo were qebûlkirin.
Nuha yek rabe bijêje ku Zinarê Xamo ji kurdan ra tu xizmet nekiriye, tu feyde negîhandiye tevgera kurd, ezê qebûl nekim, ezê bibêjim ev ne rast e û neheqî ye…
Baş e min çi kiriye?
Min ji bo kurd û Kurdistanê propagande kiriye, di partî û komelan da xebetîme, û di kovar, rojname û înternetê da min nivîsî ye.
Hewqas, min tiştekî zêde mezin nekiriye.
Min li hember dewletê dest bi şerê çekdarî nekiriye, bi hezaran gerîlayên min tunene, min bi dehan radyo û telewîzyon venekirne, bi sedan kovar û rojmame û kitêb dernexistine.
Min bi qasî PKK-ê kurd û Kurdistan bi kurdan û bi dinyayê nedaye naskirin û gelek xebatên wiha min nekiriye.
Lê PKK-ê kiriye.
Di nava PKK-ê da bi hezaran kesên weke min hene û ji min sed qatî, hezar qatî bêtir xizmet û fedakarî kirine.
Îcar ez çawa dikanim bibêjim, min xizmet kiriye lê PKK-ê nekiriye?
Dibê ez nebêjim, lê ez bibêjim jî ne rast e.
Her kes dizane ku ez ji Ocalan qet hez nakim, lê ev nayê wê maneyê ku ezê xizmet û keda PKK-ê înkar bikim.
Loma jî ez dîtinên birayê Bekîr Uçar yên derbarê PKK-ê da rast û adîlane nabînim.
Birayê Bekîr Uçar, rast e, PKK-ê ez û tu nekirine kurd, ez berî serokê PKK-ê kurdçî bûm.
Lê ev nayê wê maneyê ku herkes wiha ye. Bi rastî bi hezaran însan bi PKK-ê bûne kurd û hatine nava tevgera kurd.
Nuha bi milyonan jin di nava tevgera kurd da hene. Van jinana ne min, ne te û ne jî partiyeke din şiyar kirin û anîn nava tevgera kurd. Ev yek bi xebata PKK-ê bûye, dibê meriv vê rastiyê înkar neke.

Sê mîhî û gur

Dibêjin hebû tunebû, sê mîhî hebûn. Yek sipî bû, yek reş bû, yek jî sor bû. Hersê jî hevalên hev bûn, bi hev ra dijiyan, bi hev ra diçêriyan.
Rojekê mîha sipî got:
- Ez êdî naxwazim li vir bi we ra bijîm. Ez dixwazim herim ji xwe ra xaniyekî lêkim bi tenê bijîm.
Mîha sor got:
- Ez jî naxwazim li vir bi we ra bijîm. Vira him ne xweş e, him jî çêra wê êdî kêm e. Bi ya min herkes ji xwe ra bi tenê bijî çêtir e.
Mîha reş mirûzê xwe tirş û tal kir, got:
- Ez wek we nafikirim. Bi ya min em hersê bi hev ra bijîn çêtir e. Em kanin alîkariya hev bikin, sebra me bi hev tê, em hersê bi hev ra xurttir in.
Mîha sipî û mîha sor li dij derketin, gotin na, em dixwazin bi tena serê xwe bijîn. Heta nuha em bi hev ra jiyan e bes e.
Mîha reş herçiqas israr kir, xwest ew ji hev neqetin, lê nexist serê wan, mîha sipî û ya sor qebûl nekirin.

Wan tim got na, dibê em ji hev biqetin û bi tena serê xwe bijîn. Û rabûn ji hev qetiyan, heryekê berê xwe bi derekê da kir.
Mîha reş pir çû hindik çû, bi rê da rastî kevirtiraşekî hat. Ji kevirtirêş ra got:
-Hoste, ma tu nikanî hinek kevir bidî min, ji bo ku ez ji xwe ra xaniyekî lêkim?
Kevirtirêş got:
- Ez didim, çima nadim. Kerem ke çiqas ji te ra lazim e bibe.
Kêfa mîha reş pir ji vê comerdiya kevirtirêş ra hat, rabû têra xaniyekî kevirên şehkirî girtin, ji xwe ra pê xaniyek lê kir.
Herdu mîhên din jî ji xwe ra xanîyên xwe lêkirin.
Mîha sor xaniyê xwe ji qirş û qal û mîha sipî jî ji kayê û ji pûş û pelaş lêkir.
Demak derbas bû, rojekê gur çû li deriyê mîha sipî xist, got:
- Ma destûra te heye ez werim hundur, bîstekê bi te ra bipeyivim?
Mîha sipî got:
- Na, ez naxwazim tu werî hundur.
Gur qeherî, rabû bi hemû hukim û hêla xwe pifî xaniyê mîha sipî yê ji kayê, pûş û pelaş kir û ew bi ser wê da hedimand.
Dûra jî xwe çindî ser kir, ew xwar.

Piştî gur mîha sipî xwar û şûn da, çû li ber deriyê mîha sor sekinî, bi dengekî hêdî ban kirê, got:
- Ma destûr heye ez werim hundur û bi te ra hinekî bipeyivim?
- Mîha sor ji tirsa qutufî, got:
- Na, ez naxwazim tu werî hundur. Tu karê te li hundur tuneye.
Gur pir qeherî, çuqa hukim û hêl tê hebû pifî xaniyê mîha sor yê qirş û qalîn kir û ew bi ser wê da hulşand. Û dû ra ew jî xwar.
Piştî ku mîha sor jî xwar, rabû çû ber deriyê mîha reş û ban wê jî kir, got:
- Ma destûr heye ez werim hundur û bîstekê bi te ra bipeyivim?
Mîha reş gelkî tirsiya, ji hundur bersîva wî dayê, got:
- Ez ne destûrê didim te û ne jî derî li te vedikim. Ez naxwazim tu werî hundur. Ji ber deriyê min here.
Gur qeherî, dîsa bi hemû hêza xwe pifî xênî kir. Lê ji ber ku xanî bi keviran hatibû lêkirin hilneweşiya.
Rabû careke din pif kirê û careke din û careke din.
Lê xanî her li ciyê xwe bû û hilnediweşiya. Ji qahran rabû bi pencan bi kevirên xênî ket, lê dîsa pere nekir. Xanî ne bi hewa diket û ne jî hildiweşiya.
Dema dît ku bi pifkirinê nikane xênî xera bike, har bû û bi xênî da hilperikî. Lê ji ber ku kevirên xênî şehkirîbûn, bi hêsanî nikanîbû pêda hilperikiya, di nîvî rê da şemitî û got gurm û li erdê ket.
Dema wek zebeşekî got gurm û li erdê ket, zikê wî qelişî û mîha sipî û mîha sor, berê kaliyan û dû ra jî gotin çirp û ji zikê wî yê qelişî bazdan der, xwe xelas kirin.

A dibêjin loma jî ji wê rojê û vir da ye mîhî tu carî ji hev naqetin û wer bi hev ra dijîn…

Kurdên welatperwer dibê nebin endamên partiyên tirk

Li ser nivîsa min ya do ya li ser Serhat Bûcak, hin hevalan gotine,
ew pêşniayara AKP-ê ya parlamenteriyê ”qebûl bike jî normal e, bila di wir de behsa mafê Kurdan bike.”
Ez bi xwe vê dîtinê rast nabînim.
Bi dîtina min hebûna kurdan di nava partiyên kurdan da ji hebûna kurdan ya di nava partiyên tirkan da gelkî bifeydetir e.
Heger îro partiyên kurdan tunebûna û ne xurtbûna AKP ewê silav jî neda Sertac Bûcak, CHP-ê ewê Sezgîn Tanrikulu nekira endamê partiyê jî.
Kurd 80 salî di anva partiyên tirkan da man, bûn serok, wezîr, serokwezîr û serokkomar.
Li gel vê jî ne kanîbûn siyaseta dewletê biguherînin û ne jî feydeyeke cidî bigihînin gelê xwe.
Partî tim bûn aş û ew jî tim bûn arvan û ewên carnan îtîraz kirin jî tavilê ji partiyan hatin bidûrxistuin.
Yanî hevalbendî û piştgiriya partiyên tirkan di netîceyê da ji bo tirkan bûye kar û ji bo me jî bûye zirar.
Lê roja ku kurdan partiyên xwe ava kirin û rayên xwe dan xwe, di partiyên xwe da bûn muxtar, reîs û parlamenter, tirk mecbûr man siyaseta xwe biguherînin, dev ji înkara kurdan berdin û kesên weke Sertac Bûcak dawetî partiyên xwe bikin….
Lê dibê em bizanibin ku ev vexwendin ji mecbûrî û ji bo têkbirina tevgera kurd ya netewî ye.
Ji ber ku ew êdî bi siyaset, kadir, axa û begên berê nikanin kurdan bixapînin û zora wan bibin.
Ji wan ra hin siyasetmedarên nuh yên li gorî şertên vê demê lazim in, ji ber ku bi yênberê serkeftina wan ne mimkûn e.
Loma jî ez ne di wê baweriyê da me ku endametî û çûna nava partiyên tirk, parlamenteriya AKP-ê û CHP-ê ewê ji endametî û parlamenteriya BDP, HAKPAR-ê, KADEP-ê û TEVKURD-ê baştir û bi feydetir be.
Li gor tê gotin 75 parlamenterên kurd di nava AKP-ê da hene. Bêguman hin feydeyên wan yên pir biçûk çêbûne, lê belê vê yekê tu carîdîtinên Erdogan yên nîjadperest, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” neguherand, nebû sebebê helkirina mesela kurd.
Belovacî wê, hebûna 75 parlamenterên kurd di nava AKP-ê da bûye sebebê ku Erdogan dev ji wan dîtinên xwe yên nîjadperest bernede û di wan da tim israr bike û gav û saetê bi pozbilindiyeke mezin ji kurdan ra bibêje, ”piraniya gelê min bi min ra ye, 75 parlamenterên bi koka xwe kurd di partiya me da parlamenteri in, ew li dijî rêxistina terorê ne” û gelek îdîayên din.
Yanî hebûna 75 parlamenterên kurd di nava AKP-ê da ji dêlî guheranina AKP-ê û feydeyê zirar daye tevgera kurd ya netewî,
Lê heger ev 75 parlamenter ne di nava AKP-ê û çend heb jî ne di nava CHP-ê da bûna, ji dêlî van partiyan parlamenterên BDP-, HAKPAR-ê, KADEP-ê û yên rêxistinên kurdan yên din bûna mesela kurd nuha ji zû da çareser bûba.
Heger tam çareser nebûba jî nuha kurd di nuxteyeke hîn baştir bûna.
Dewleta tirk û partiyan ewê weke nuha di siyaseta dewletê ya kemalîst ya înkar îmhaya kurdan da israr nekirana.
Yanî bi dîtina min 75 parlamenteran heta nuha çi kiribin, Sertac Bûcak jî ewê eynî tiştî bike, li Kurdistanê xurtbûna AKP-ê û zêdebûna parlamenetera ji aläkariyê bêtir ewê zirarê bide tevgera kurd.
Bi taybetî jî di vê hilbijartinê da.
Heger di vê hilbijartina pêş me da li Kurdistanê AKP, CHP û MHP rayên xwe kêm û kurd zêde bikin çareseriya mesela kurd ewê nêzîktir bibe.
Lê heger ji hilbijartinan eksê wê derkeve, yanî AKP, CHP û MHP li Kurdistanê rayên xwe zêde bikin û BDP û kurd jî rayên xwe kêm bikin, a wê demê dewlet û siyasetmedarên tirk ewê hinekî din jî ji çareseriyê dûrkevin û li hemberî kurdan siyaseteke hîn sert û hîn nîjadperest bimeşînin.
Yanî hin azadiyên ku îro fiîlî hene û kurd ji wan feydeyê sûdê werdigrin, ew jî di dikanin ji destê kurdan herin.
Loma jî azadiya kurdan û hêsankirina çareseriya meseal kurd ne bi xurtbûna partiyên tirk, bi xurtbûna partiyên kurdan ve girêdayî ye.
Heger tirk ji hilbijartinên 12-ê îlonê zeîf û kurd jî xurt derkevin li kara miletê kurd e, ji netîceyeke eksê wê kurd ewê zirareke pir mezin bibînin.
Loma jî ez hêvî dikim ku xebera Sertac Bûcak derew be û heger rast be jî ew vê pêşniyara AKP-ê red bike.

30 mars 2011

Hişê min ê mabû jî kurdan ji serê min bir

Li gorî ku malpera AKnewsê dinivîse, AKP-ê pêşniyara namzediya parlamenteriyê biriye ji serokê HAKPAR-ê yê berê Sertaç Bucakê lawê Faîk Bûcak ra.

Ê heger AKP-ê pêşniyareke wiha biribe bi îhîmaleke mezin Sertac Bûcakê jî qebûl bike.
Ma dîn bûye ku qebûl neke?

Çimkî kes bela sebeb teklîfên wiha ji meriv ra nayne, dibê meriv berê hin sinyal dabe ku xelk cesaretî pêşniyareke wiha wike.

Di xeberê da tê gotin ku, pêşniyar ji alî ”Wezîrê Çandiniyê Mehdi Eker ve hatiye kirin û Bucak jî bi awayekî erênî li pêşniyarê dinêre, lê hê biryara xwe nedaye.”

Yanî xeber ji binda ne derew e, bi kêmanî AKP-ê cesareta birina pêşniyareke wiha dîtiye.
Ev yek bi serê xwe guherandineke pir mezin e.

Îcar ez fêm nakim dîtina wî û AKP-ê ewê ça li hev bike?

Sertac Bûcak heta ku serokê HAKPAR-ê bû ji bo kurdan federasyona diparast û AKP jî dibêje ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman”.

Îcar heger xeber rast be û Sertca Bûcak here AKP-ê, gelo ewê dîtinên AKP-ê qebûl bike ya jî AKP ewê dîtinên wî, yanî federasyonê webûl bike?

Ji ber ku dibê yek dîtinên yê din qebûl bike.

Çendakî berê dema min Sertac Bûcak di TRT6-ê da di programeke bi wezîrê maliyê Mehmet Şîmşek ra dît ez matmayî mam, devê min ji hev çû û min mesele baş fêm nekir.

Li ser wê matmayina xwe min nivîsek jî nivîsî.

Bûyer û şêla wî ya programê bi min normal nehat, ez lê ketim şikê lê min texmîn nedikir ku di demeke hewqas kin da ji serokatiya HAKPAR-ê here bibe namzedê parlamentoyê yê AKP-ê.

Lê diyar e her tişt mimkûn e, dinya ne dinya berê ye, li gorî vê dinya nuh emê gelek fîlmên nuh jî bibînin.
Têkoşîna kurdan ya salan tirk biaqil kirin, loma jî êdî tim bi ço û bi devê tivingê xeber nadin.

Tirkan, êdî pere û kursî jî bi comerdî xistine dewrê. Heta ji ço û tivingê bêtir êdî baweriya xwe bi pere û kursiyê tînin, kî bixwaze ewê bidinê.

Çimkî li ba wan pere jî pir e û kursî jî.

Lê belkî jî hin tiştên meriv nizane dibin, belkî AKP dike xwe biguherîne, mafê kurdan bidê.
Nuha ez ji vê duayê ra nabêjim amîn, lê dîsa jî meriv nizane.

Ji ber ku do Erdogan li Hewlêrê got, ”me dev ji siyaseta înkara kurdan berdeya…”

Axir wisa xuyaye ku heta 12-ê hezîranê emê hîn gelek surprîzên mezin bibînin…
Ez nizanim, hişê min ê mabû jî siyasetmedarên kurdan ji serê min birin...

Xirneşêr

Şevekê xewa pisikekê nehat, şev lê gerîya. Rabû ji nav gund derket, jêvajorî lê çêbû, çû ket nava daristanekê.
Lê bû sibe, roj lê hilat. Li der derdora xwe nêrî, fêm kir rê li ber wenda bûye. Nema zanibû ewê çawa ji nava wê daristana mezin, kûr û tarî derkeve û here mala xwe.

Ponijî, meşiya. Ji nişka ve leqayî (rastî) rûviyekî hat. Mefera wê nema bireve, ji xwe ra got ya baş ew e ku ez teslîm nebim, dest bibim xwe. Dema ez li ber xwe nedim, ev hovê han ewê min bixwe. Pişta xwe kir nêk, dêla xwe kir gurz, pepikê xwe kir wek lepê şêr, xwe nepixand. Xwe kire mîna hûtekî rastîn.
Rûvî jê tirsiya, çîmên wî lerizîn, got:
-Bira, tu kî yî?
Pisikê got:
-Çawa tu min nas nakî? Ma li ser ruyê vê dinyayê kes heye ku min nas neke? Ez Xirneşêrr im !
Rûvî bêtir tirsiya, got:
- Li min negre, heta îro min hûtekî mîna te nedîtibû.
Pisikê xwe hinekî din jî gij kir û bû pifffîna wê, got:
- Ez pir birçî me, zû tiştekî xwarinê ji min ra bîne.
Rûvî biziya, da pêşiyê, ew bir ber qula xwe, hinek çekur û hestî dayê. Pisikê got:
- Li ser xwarinê gava yek li ba min be ez dîn dibim. Ji min dûr bikeve.
Rûvî ziravqetyayî bû, ji wir  dûr ket.
Piştî ku pisikê xwarina xwe xwar, rûvî qerde, qerde hat cem, hêdîka jê ra got:
- Sê hevalên min hene, ez ji wan hersêyan jî mezintir im.
Pisikê got:
- Ew kî ne?"
Rûvî got:
- Gur, hirç û beraz e. Gur diçe nêçîrê dikuje, hirç li ser milê xwe dike, tîne, beraz jî ji min ra axê vedide û cih çêdike. Ger hûtekî wek te jî bibe hevalê min, wê demê di vê daristanê da tu kes ewê bi me nikanibe. Hewcedariya min bi hûtekî wekî te heye.
Rûvî çû ji hevalên xwe ra got:
- Xirneşêr hatiye daristanê, dixwaze bi me re bibe heval û hevpar.
Gava qala ”şêr” bû, ew jî tirsiyan, gotin.
- Baş e, tu çawa dixwazî wer bike.
Rûvî got:
- Sibe emê wî dawetî xwarinê bikin. Şîreta min li we, li ser xwarinê hûnê xwe nîşanî wî nedin, ji ber ku li ser xwarinê ew har û dîn dibe, xurrîne ecêb jê tê, kane her dînîtiyê bike. Piştî têr xwar, emê bi hev ra bipeyivin û bazara xwe bikin. Heger ew bi me ra bibe heval, ev daristan ewê heta û heta ji me ra bimîne.
Gur, hirçê û berêz jê pirsîn, gotin:
- Gelo ew hûtekî çawa ye?
Rûvî got:
-Ez nizanim ez çawa bibêjim? Tarîfa şiklê wî wî pir zor e. Ew Xirneşêr e. Hûtekî sermezin e, diranxencer e, pençetûj e, neynûkkoj e, çavpêtî ye û pir bi xof û heybet e. Yanî hûtekî bêemsal e, meriv jê diqutuf e. Gava meriv li çavên wî dinêre gurrûzî digre canê meriv...
Hirçê çû ji nav kerî dada berxekê, avêt ji ser milê xwe da û anî. Rûniştin goştê xwe xwarin û dawa wê jî danîn ser ferşekî.
Gur çû ser latê raserî ferşê daw li ser bû xwe veşart.
Hirç hilkişiya ser dara nêzîkî ferş, berêz jî xwe xist talda deviyekî, di wir da xwe veşart.

Dema çavê pisikê li dawa berx ket, şorik ji dev herikî, hema di cî da xwe nepixand, newqa xwe tije kir, dêla xwe kir gurz, wek şêrekî piffîn û xurrîn pêket, li der û dora xwe nêrî û dûra hêdî hêdî berbî dawê ve çû.
Pisik ji xwe ra matmayî ma, ket ser dawê, ji kêfa nizanîbû çi bikira.
Hirç û gur jî bi dizîka lê temaşe dikirin, lê berêz ew baş nedidît. Çimkî pisik hinekî dûrî berêz bû.
Beraz ji cihê xwe liviya ji bo ku baştir li pisikê temaşe bike.
Çer xuşînî ji nav devî hat, pisik ji tirsan ra bi aliyê lat ve reviya. Ji gur wetnê pisik êrîşî wî dike, ji hewla ruhê xwe rabû xwe ji lêt wer kir jêr, feqîro kelokûtî bû.

Gava pisik çav li gur ket, ziravê wê qetiya, bi paş da baz da û hilperikî ser dara hirç li ser. Hirçê di dilê xwe da got:
- Wele gur kuşt, wa ye tê min jî bikuje.
Wê jî wek gur, ji tirsa xwe ji ser darê avêt û bi nav daristanê da reviya.
Dema çavê pisikê li hirçê ket, wê jî ji tirsa xwe ji ser darê avêt û ew jî berbî daristanê ve reviya. Berêz got:

-Wele herdu hevalên min kuştin, wê min jî bikuje.
Beraz heta jê hat reviya û di nava daristanê da winda bû.
Pisik ji tirsa berêz bi paş da vegeriya, hat li ciyê xwe yê berê rawestiya. Rûvî bi tirseke mezin jê ra got:
- Li qusûra me nenêre, me efû bike, qezayek çêbû.
Pisikê hîn nuh fêm kir ku bêhemdî qehremaniyeke mezin kiriye. Dîsa çû ket ser dawa xwe, piştî ku têr xwar ji rûvî ra got:
-Ez careke din tiştekî wisa nebînim. Lê ya baş ewe hîn ku min ji we kes nekuştiye, îşev min bibe perê gund, bi vî hawî hûnê ji min xelas bibin. Ya na ewê qeza-mezayek ji destê min derkeve, bi şaşî ezê ji we hinekan seqet bikim.
Rûvî hustuyê xwe xwar kir, got baş e.
Bi şev, rûvî rabû Xirneşêr bir li kêleka gund berda.
Pisika me çû kete nava gund, dev ji xirneşêriyê berda û ji xwe ra got:
- Bira ez li gundekî pisik bim, li daristanê ne xirneşêr bim, gundê min ji nava daristanê çêtir û ewletir e.
Û dûra jî hew ji gund û ji mala xwe bi dûrket...

29 mars 2011

Devê xwar ken lê nabe star !

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û heyeta pê ra piştî gera xwe ya Bexdayê û Necefê îro gihaştin Hewlêrê.

Erdogan û heyeta tirk, li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji alî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berham Salih, serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî, gelek wezîr, berpirsiayrên hizbî û cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Ji vê heyeta berfireh ya pêşwazîkirinê jî diyar dibe ku kurdan qedrekî mezin dane Erdogan û heyeta wî.

Piştî merasima pêşwazîkrinê, merasima vekirina Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokwezîrê Tirkyê Receb Teyyip Erdogan, di axaftina xwe ya vekirinê da got, ”têkiliya me bi Îraqê û vê herêma rind ra dîrokî ye.”

Şvenîzim û dijminatiya kurdan ketiye xwîna siyasetmedarên tirk, dema dor tê ser kurdan û Kurdistanê zimanê wan giran dibe, girêk di qirika wan da çêdibe û ne sifetê kurdan û ne jî navê welatê wan dibêjin.

Bala xwe bidinê gotiye ”Îraq” lî ji bo Kurdistanê jî gotiye ”vê herêma rinnd”.!

Mêrik çûye Kurdistanê, di bin alaya Kurdistanê da bi serokê Kurdistanê ra civînê çêdike, lê dîsa jî rast napeyive, dilnexwaziya xwe dide der.

Ev yek jî nîşan dide ku tirk hîn tam nehatine rê.

Lê li gel vê jî, bêguman ziyareta Erdogan ji bo kurdan him baş e û him jî li hemberî siyaseta dewleta tirk ya înkarê serkeftineke mezin e.

Bes tirk pir hêdî diguherin, heta meriv tiştekî bi wan dide qebûlkirin meriv pir diwestînin.

Eynî Erdoganî heta do jî ji bo Mesûd Barzanî û serokên kurdan digot, ew bi ”serokeşîran” ra rûnane.

Lê îro wa ye mecbûr ma bi wî ”serokeşîrî” ra weke serokê herêma Kurdistanê rûne û di axaftina xwe da jê ra bibêje ”birêz Barzanî”.

Yanî dev ji ”serokeşîriyê”.

Helbet ev pêşketine, lê ne bes e û baweriyê jî nade meriv.

Çimkî li gel vê ”guherînê” jî meriv dibîne ku ji dilî Erdogan nayê ji serokê herêma Kurdistanê ra bibêje ”serok” û ji Kurdistanê ra jî bibêje Kurdistan.

Hîn jî jibikaranîna van herdu navan jî îmtîna dike…

Min nuha di çapemeniya tirk da bala xwe da axftina Erdogan. Min dît ku sifetê ”serok” û navê Kurdistanê qet negrtiye devê xwe.

Ji serokê herêma Kurdistanê ra gotiye ”birêz Barzanî” û ji Kurdistanê ra jî gotiye ”ev herêm, herêm”.

Ev şêleke him ne rast e û him jî ne xweş e.

Yanî çi?

We bi salan kurd înkar kirin, ji serokên kurdan ra got ”serokeşîr” û heta heqaretên hîn mezintir li wan kir, lê wa ye îro hûn diçin bi wan ra rûdinin û xwedêgiravî dixwazin têkilyên siyasî û aborî xurttir bikin.

Baş e, wê demê her tiştî rast binav bikin.

Bi tiştên wiha hûn xwe biçûk dixin.

Û ya din jî, çawa ku hûn ji înkara kurdan hatin vê nexteyê, hûn Kurdistanê jî qebûl bikin.

Erdogan di axaftina xwe da gotiye, ” me gavên dîrokî avêt. Niha, me li herêmên ku piranî welatiyên me yên Kurd lê dijîn, siyaseta înkarê rakiriye û her ku diçe dewlet û millet nêzîkî hev dibin.”

Ev ne rast e, wan siayseta înkarê bi tevayî ranekirye. Heger siyaseta înkarê rakiribûna ewê nasnameya kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikirana, wî yê ji Mesûd Barzanî ra bigota ”birêz serokê herêma Kurdistanê” û ji welatê wî ra jî bigota Kurdistan.

Kesê ku ji serokê welatekî ra nebêje ”serok”, ji welatekî xerîb ra ku li gorî qanûnên wî welatî navê wî Kurdistan e nebêje Kurdistan, çawa dikane bibêje ku ”me siyaseta înkarê rakirye” ?

Kesê ku gav û saetê bibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” û nizanim yek çi û yek çi, çawa dikane bibêje ku wan dev ji siyaseta înakrê berdaye?

Heger bi rastî jî siyseta înkarê rakiribûna, wê demê çima bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindana da ne?

Çima nahêlin kurd di mahkemeyan da bi zimanê xwe bipeyivin?

Çima nahêlin partiyên kurd vebin û kurd bi zimanê xwe siyasetê bikin?

Çima nahêlin kurd di meclîsa wan da du gotinan bi kurdî bibêjin?

Çima nahêlin di telewîzyona wan da kurd bi rehetî navê welatê xwe hildin?

Yanî îdîaya ”rakirina siyaseta înkarê” ne rast e, propagandeyeke vala ye.

Lê rastî ew e ku hewqasî dikanin înkar bikin.

Ji ber ku îro ev ji destê wan tê. Heger înkareke zêdetir ji destê wî bihata bêguman Erdoganê zêdetir înkar bikira.

Netîce, çawa ku kurdan bi xebat û têkoşîna xwe Erdogan anîn vê nuxteyê, qet şik tuneye ku ewê wî hîn bêtir biguherînin.

Şengê û Pengê

Dibêjin hebû tunebû, bizinek û du karikên wê hebûn. Navê karikekê Şengê bû, navê yekê jî Pengê bû.

Bizinê ji herdu karikên xwe jî pir hez dikir. Dema ew diçû çêrê, baş şîret li herdu karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

- Baş guh bidin min, li van der û doran gurekî pir fenek û zalim heye. Dibê haya we baş ji we hebe, rojekê neyê we nexapîne. Dibê hûn bêyî min deriyê xwe ji tu kesên din ra venekin. Gur yekî şît e, ew dikane dengê min texlît bike. Lê bira di bîra we da be, dengê wî ji yê min qalintir e û nigên wî jî wek yên min ne sipî ne. Dema ez têm, ezê di bin derî ra tim nigê xwe nîşanî we bidim. Piştî ku we kalîna min bihîst û nigê min nas kir, hûnê derî li min vekin.

Bizinê her roj ev şîret li karikên xwe dikir, dûra jî diçû çêrê. Û her danê êvarê dema ji çêrê vedigeriya jî li ber deriyê kozê dikaliya, bi hezkirineke mezin ban karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Û Şengê û Pengê jî piştî ku ev dengê diya xwe dibihîstin, derî lê vedikirin û bi kêfxweşiyeke mezin didan lotikan û diçûn, diketin bin diya xwe, dan dibûn, heta ku zikên xwe têr bikirana ew dimêtin.

Rojekê bizin dîsa wek her tim çûbû çêrê û Şengê û Pengê jî tenê di kozika xwe da bûn.

Gur fêm kir karik bi tenê ne. Ji xwe ra got:

- Weleh fersend ev fersend e, dibê îro ez wan herduyan jî bixum û zikê xwe baş têr bikim.

Wiha got û dûra jî çû hêdîka li deriyê Şengê û Pengê xist, wek diya wan kalîya, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Şengê û Pengê dengê gur nas kirin, gotin:

-Na, tu ne diya me yî, tu derewa dikî. Tu dikî me bixapînî. Tu gur î.

Bîstek derbas bû, gur dîsa li derî xist, îcar tam wek diya wan kaliya, dengê xwe zirav kir, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Vê carê Şengê û Pengê nikanîbûn dengê gur ji yê diya xwe bigerandana, lê dîsa jî derî lê venekirin. Gotin:

- Ka di bin derî ra nigê xwe nîşanî me bide, em nigê diya xwe nas dikin.

Gur nigê xwe nîşanî wan da. Karikan nigê gur nas kirin, derî lê venekirin, gotin:

- Ev ne nigê diya me ye, nigê diya me sipî ye. Lema jî em derî li te venakin.

Piştî van gotinên Şengê û Pengê, gur fêm kir karik derî lê venakin. Aşek li wan nêzîkan hebû. Ji bo ku ew jî nigên xwe wek yên bizinê sipî bike, rabû çû ba qerêş, hinek ard jê girt û di nigên xwe da. Dîsa çû li deriyê koza wan xist, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Karikan wek cara din, dîsa xwestin nigê wî bibînin, gotin nigê xwe nîşanî me bide.

Gur nigên xwe yên ard tê da bû di binê derî ra nîşanî wan da. Nigên wî bi rastî jî îcar wek yê diya wan sipî bû. Lema jî karikan jê bawer kirin, derî lê vekirin. Bi vekirina derî ra gur xwe çindî ser Şengê û Pengê kir, herdu jî xwarin û dûra jî dora devê xwe alast, lêxist û çû.

Danê êvarê dema bizin ji çêrê vegeriya, bala xwe dayê ku deriyê kozê vekiriye, ne Şengê û ne jî Pengê heye. Di cî da fêm kir ku ev yek karê gur e.

Rabû çû ba hesinker û serpêhatiya xwe ji serî heta dawî jê ra got. Ji bo ku ew here herdu karikên xwe xelas bike, ji hesinker xwest ku ew herdu qiloçên wê wek du şûran jê ra tûj bike.
Hesinker tavilê qiloçên bizinê wek du şûran jê ra tûj kirin.


Bizin ket rê û çû. Pirr geriya hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê ku wa ye gur zikê wî li ber dev e û di bin siya darekê de pixepixa wî ye raketiye.

Bizin hêdîka çû nêzî gur bû û bi wan qiloçên xwe yên wek şûran tûj, zikê gur ji nav şeqê heta ber sîngê qelişand.

Çer zikê gur qelişî, neqelişî, Şengê û Pengê gotin meee, meee û şirp û ji zikê gur baz dan derve.

Diya wan jî dîsa weke her tim, bi dengê xwe yê xweşik kaliya û got:

-Şenga min, Penga min!

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan.



*Li hin herêmên Kurdistanê ji dêlî ”Şengê û Pengê” dibêjin, ”Edlik û Bedlik” , ”Êlê Cemêlê”.

Lê dibe ku hin nav û waryantên din jî hebin.

28 mars 2011

Mişkê daristanê û mişkê malê

Dibêjin hebû tunebû, du mişkên pismamên hev hebûn. Ji wan yek li daristanê û yê din jî li bajêr, di mexzena (zêrzemiya, kîlera) maleka pir dewletî da dijiya.

Rojekê mişkê malê biryar da here serdana pismamê xwe yê daristanê, wî bibîne.

Pismamê wî di nav daristaneka mezin da, di bin koka darekê da dijiya.

Mişkê daristanê bi serdana pismamê xwe gelkî kêfxweş bû. Ji bo ku li hember pismamê xwe mişkê malê şermezar nebe çi ji destê wî hat kir, li mala wî çi hebû anî danî ber pismamê xwe.

Li ser sifrê ji givîj û tuhokan bigire, heta bi belot û bihîvan, her tişt hebû. Vexwarina li ber xwarinê jî çirek ava di qoziyeke beruyê da bû. Piştî şîvê, mişkê daristanê ji mişkê malê pirsî, got:

- Pismam, ez hêvî dikim xwarin bi dilê te bû?

Mişkê malê hinekî mizicî, got:

- Pismam, ji bo vê mîvanperweriya te mala te ava, çi ji destê te hat, te texsîr nekir. Lê heger tu rastiyê dixwazî, xwarina te ne tu xwarin bû. Erê min zanîbû halê we mişkên daristanê gelkî xerab e û tiştekî we tuneye. Lê belê hûnê hewqasî jî feqîr bin, min qet texmîn nedikir. Rojekê dema wexta te çê bû, were serdana min, wê gavê tu yê bibînî halê min çiqasî xweş e. Ji qelî bigire, heta bi penêr, ji qinê gûzan bigre, heta bi bastêq û benî û zeytûna her tiştê me heye.

Piştî vê serdana mişkê malê bi demekê, rojekê mişkê daristanê jî rabû lêxist, çû mîvaniya pismamê xwe.

Mişkê malê di mexzeneke wiha da dijiya, bi rastî jî tê da hertişt hebû, ji penêr bigire, heta bi qelî, ji qinê gûzan bigire, heta bi bastêq, rûn, mewîj, hejîr hertişt tê da hebû.

Li hember hewqas xwarinên xweş û tahm tahmî, mişkê daristanê mit û mat ma, şorik ji devê wî çû. Wek pismamê wî jê ra qal kiribû, bi rastî jî her tahm hebû.

Mişkê daristanê di jiyana xwe da tu carî xwarinên hewqas xweş nedîtibû. Ji pismamê xwe ra got:

- Heyran bawer bike, ev xwarinên hewqas xweş heta nuha min di xewna xwa da jî nedîtine! Çima tu nabêjî em di mirinê da ne bavo! Bi rastî jî kêf kêfa te ye. Hûn di ser serê xwe ra davêjin.

Mişkê malê got:

- Pismam, tiştê tu dibêjî rast e, vira gelkî baş e, xwarin li qirikê ye. Ji vî alî tu gazinek min tuneye. Lê tiştê vira yê herî xerab, dergevanekî vira yê pir zalim heye. Qet rahm û merhemet di dilê wî da tuneye. Û di ser da jî nêçîrvanekî pir baş e. Ji tirsa wî meriv newêre yek kêlîkê jî ji xwe ra serbest bigere. Ji ber vê yekê jî bira tim haya te ji te hebe.

Piştî van agahdariyan rabû sifra xwe raxist û xwarinên xweş, yeko yeko ji pismamê xwe ra li dû hev rêz kirin. Herduyan têr xwarin û vexwarin. Piştî xwarinê mişkê malê ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, gerek em vê serdane te bi qedehek şerab pîroz bikin! Şeraba me şerabeke gelkî xweş e, dibê tu hinekî jê vexwî! Şeraba we tuneye.

Mişkê daristanê ji tirsa notirvan newêrîbû şerab vexwara. Lema jî got, na ez venaxwim. Mişkê malê herçiqas israr kir jî, lê mişkê daristanê venexwar. Ji ber vê yekê jî mişkê malê bi tenê vexwar. Piştî çend gulman serxweş bû û dest bi govendê û sitranan kir. Bi hawakî mest û bi zimanekî giran ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, bi rastî jî li ba we jiyan mirî ye lo... Li vir jiyan pir bi xof be jî, tije kemîn û talûke bin jî lê dîsa jî xweş e, ji jiyana we çêtir e!

Mişkê malê hîn wiha dipeyivî, pisikê hema ji nişka ve xwe çindî ser kir û ew di cî da girt.

Ji ber ku mişkê daristanê ne serxweş bû, kanîbû bireviya, xwe xelas bikira. Reviya, çû xwe gîhanda qulika xwe ya di bin koka darê da. Piştî ku di qulika xwe ya tarî da rûnişt ji xwe ra got:

- Li vir erê ez di nav tunebûnê da dijîm, lê li alî din jî dergevanekî min ê ku ez jê biqutifim tuneye. Û ev serbestî û azadî jî ji qelî û penêrê bi tirs û xof gelkî xweştir e.

Tirkiye nahêle li Sûriyê jî kurd bigihîjin azadiya xwe

Li gorî nûçeya ANF-ê, kovara Awusturyayê ya nûçe û analîzan ya bi navê Unzensuriert(Bêsansor)di vê hejmara xwe ya dawî da dibêje, ji bo ku malbata Esad ji ser hukum da nekeve Tirkiye ewê hertiştî bike.


”Li Sûriyê gurûba herî mezin kurd in. Piştî tevliheviyekê kurd jî dikanin Kurdistanekê bixwazin. Hukûmet Tirkiyê naxwaze sanaryoyeke wiha bifikire jî, ji ber ku Kurdistaneke din ewê ji bo Tirkiyê bibe kabûsek.”

Ev tespîteke rast e, ji bo rejîma Esad nekeve Tirkiye nigan di bin xwe ve nake, ji Beşar Esad bêtir dixebite ku gel biser nekeve.

Û ji xwe ne nuha tenê, ji roja ku kemalîst hatine ser hukum û virda ye ji bo ku kurd li Îranê, Îraqê û Sûriyê mafên xwe yên netewî bidest nexin Tirkiyeyê çi xerabî û dijminatî ji destan hatibe kiriye û dike.

Di biserneketina tevgera Simko, Şêx Mahmûdê Berzencî da, di xerabûna Mahabadê û şoreşa Barzanî da jî rola Tirkiyê pir û pir girîng e, di şikandina van şoreşên kurdan rola Tirkiyê bi qasî ya Îran û Îraqê mezin e.


Yanî dijminatiya tirkan ya li hemberî kurdan bi Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê ve ne sînorkirîye, ew li dijî hemû miletê kurd in, li Sibîryayê be jî naxwazin kurd mefekî herî biçûk jî bidest xin.

Mesela di dema Sovyetê jî dîsa wan nehîşt kurd bibin xwedî statuyeke siyasî û elîfbeya wan bibe latînî.

Loma jî di mesela Sûriyê da agir ketiye hujûmete AKP-ê, gav û saetê şîretan li Beşar Esed û Qedafî dike, dibêje daxwazên gel qebûl bikin.

Tirkan, ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe li Îraqê piştgiriya Sedam dikrin, guh nedidan daxwazên gel û demokrasiyê û qetlîamên Seddam.

Lê nuha li hember Esad û Qeddafî siyaseteke din dimeşînin, ji wan ra dibêjin, bi gel ra li hev bikin, daxwazên gel qebûl bikin, gel nekujin.

Di herdu rewşan da jî ew şêla xwe li gorî kurdan eyar dikin, armanca wan ya esasî dibê li tu dera cîhanê kurd ji bindestiyê rizgar nebin, tim û tim wek li Tirkiyê bindest û kole bin.

Loma jî pêşbîniya nivîskarê kovara Unzensuriert rast e, nuha xewa şevan li Erdogan û berpirsiyarên tirkan heram bûye. Ditirsin ku li Sûriyê jî weke li Îraqê kurd hin mafên xwe yên netewî bidest xin û bighîjin azadiya xwe.

Îcar ji bo ku ev yek birast negere çi ji destê wan tê dikin.

Ji ber ku ew bi xwe zalim, zulimkar û diz in, lema jî naxazin zalim, zulimkar û dizin din jî ji ser hukum da bikevin.

Dema dora wan ji dîktator û dizan paqij bibe xwe tenê û bêpişt his dikin, ditirsin dor were wan jî…

27 mars 2011

Dibê em bi çavê zarokê dêmariyê li kurdên Sûriyê nenêrin

Ev demeke li Sûriyê li hemberî rejîma dîktator ya Baasê gel serî hildaye û bi qehremanî li ber xwe dide, kursiya Esed diheje.
Bêguman gelê kurd jî di van serîhildanan da roleke girîng dilîze. Ji Newrozê û virda ye kurd li dijî zulm û zorbatiya rejîmê li ber xwed didin.
Lê çapemenî û ronakbîrên kurdên bakur qe qala vê li berxwedana kurdên rojavayê Kurdistanê nakin, tenê ew di rûnê xwe da diqijilin, li gorî hêz û taqeta xwe hewil didin ku dengê xwe bigihînin cîhanê û kurdên beşên din..
Fena ku li Kurdistana Sûrî qet tevger û liberxwedan tunebe.
Ev şêla çapemeniya kurd û ronakbîrên ji beşên din(ez di serî da)yên Kurdistanê ne rast e. Kurd û Kurdistan ne tenê bakur û başûr û rojhilat e, dibê çapemenî û ronakbîrên kurdan vî beşê Kurdistanê jî bibînin û piştgiriyê bidin têkoşîn û liberxwedan wan û miameleya zarokên dêmariyê pê ra nekin.
Wê rojê dostê hêja Cankurd li ronakbîrên Kurdistanê kiribû gazî û hawar û gotibû ew hêvî dike ku ronakbîrên bakurê Kurdistanê bi nameyekê piştgiriya xwe ji bo kurdên Kurdistana Sûrî diyar bikin û cîhanê alîkariyê bixwazin.
Weke Cankurd jî gotiye, dibê em kurdên ji beşên din yê Kurdistanê û bi taybetî jî kurdê Tirkiyê ji bîr nekin ku kurdên Sûrî, ji bo biserketina şoreşên hemû perçeyên Kurdistanê gelek fedekariyên madî û menewî kirine, bi hezaran şehîd dane.
Di serîhildana kurdên bakur da(tevgera PKK-ê), kurdên Sûrî di tu warî da ji kurdên bakur kêmtir nemane.
Loma jî dibê bala me ne tenê li ser bakur û başûr be, li vî beşê welatê me jî liberxwedanek heye û dibê çapemeniyiya kurd vê xebat û serîhildana gelê xwe jî bibîne.
Weke şexs, ez gazin û rexneya Cankurd rast û bi heq dibînim û qebûl dikim ku di vî warî da min jî wezîfeya xwe baş neaniye cî.
Ji bo vê îhmalkarî û sersariya xwe ez lêboarîna xwe ji gelê xwe yê Kurdistana Sûrî dixwazim.
Û bi rastî jî çi destê siyasetmedar û ronakbîrên kurdên bakur tê dibê texsîr nekin û bikin...
Dil dixwest ku Kurdistana Federe, ronakbîr û kurdên başûr jî dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna kurdên Sûrî.
Dibê kurdên Sûrî bibînin ku ew ne bi tenê ne…

Min îro xatir ji hevalekî xwest

Îro şîna kurdperwerê hêja Cewher Namiq bû. Berî wefata wî li nexweşxaneyê nebû nesîb ku ez wî bibînim û xatir jî bixwazim.
Mixabin xatirxwestin ma îro, roja şînê.
Ciyê şînê li bakurê Stockholmê bû. Ez bawer dikim belkî ev 20 sal in min ew herêm nedîtibû.
Nufûsa bajarê Stockholmê milyonek û sedhezar e, lê bajar pir belav û sînorên bajêr jî pir mezin e.
Ez li başûrê bajêr dimînim, wek min got, şîn jî li bakurê bajêr bû.
Di saet û nîvekê da min xwe gîhand centrûma(merkeza)taxê.
Lê min ciyê şînê nizanîbû, loma jî min telefenî Yilmazê Licî kir. Mala camêr ava be, piştî 20 deqîqeyan hat bi erebê ez birim ciyê şînê.
Şîn pir qelebalix bû, belkî 300-400 kes hebûn.
Me bi zor li kêlek Xelîlê Zaxoyî ciyeyek ji xwe ra dît û em rûniştin.
Nas, dost û hevalên wî qala bîranînên xwe yên bi wî ra dikirin.
Di şîna kurdên soran da(çep rast ferq nake)adet e, Quran tê xwendin. Kaseteke(sedeyeke) Quranê didin ser û heta şîn belav bibe wer Quran tê xwendin.
Ne ku kes lê guhdarî dike, weke muzîkê wer li ser e.
Di vê şînê da jî eynî tişt bû.
Dibêjin ev adet ji ereban di kurdan jî geriya ye.
Tiştê ez dizanim li ba me kurdên bakur adeteke wiha tunye. Lê ku nuha li ba me jî tiştên wiha derketibin ez pê nizanim.
Dema ez li welêt bûm(1980), meriv di çûyin û rabûnê da fatîhe dixwend. Di kasêtan da xwendina Quranê nayê bîra min.
Şansê min hebû ez rastî hin hevalên xwedî erebe hatim.
Berê Xelîlê Zaxoyî got ezê te bibim li hinda metroya te deynim. Lê dû ra ez rastî Keya Îzol hatim, min ji Xelîl ra got heyra tu bi riya xwe here, bira Keya min bibe.
Axirê Keya ez birim li hinda metroya min danîm û ji wir jî ez li metroyê siwar bûm û dû ra jî otoboz û saet tam di hijdan da min xwe gîhand mal.
Dema erebeya meriv tunebe li Stockholmê meriv carnan perîşan dibe. Lê ev 30 sal in halê min ev e...
Mirin tiştekî pir ne xweş e, carnan ji nişkave tê û bi vê yekî jî bêbextiyê dike, lê dema tê jî meriv nikane destê xwe bide ber û rawestîne…
Mirin, weleh ji te nayê hezkirin...

Gurên Tirsonek

Dibêjin mala bar kiribûn, çûbûn zozanan. Kerek, dîkek û beranek li dewsa waran mabûn. Dûra kêrguyek jî çû gihîşt wan. Herçar ji xwe ra li dewsa waran, li mêrgê diçêriyan û bi hev ra rojên xweş diborandin.

Pir derbas nebû du gur bi wan hesiyan. Qerde qerde çûn nêzîkî li wan kirin, bala xwe danê ku wa ye kerek, dîkek, beranek û kêrguyek ji dinyayê bêhay ji xwe ra diçêrin û didin çindik û lotikan.

Gurekî ji yê din ra got:
- Tu li vir çavdêriyê bike, ezê herim yekî ji wan bikujim û têra xwe bixum û vegerim. Dûra tu yê jî herî yekî ji xwe ra bikujî û têr bixwî.

Hevalê wî got:
- Baş e. Lê hinkî zû bike ji bo ku dora min jî zû were. Va ye ji nuha da ji birçîna zikê min dike qurrequrr.

Gurê pêşî bi xareke mezin berê xwe da wan. Cara pêşî êrîş bir ser ker.

Dema ji par ra xwe çindî ser ker kir, ker hema serê wî kir nav rahnê (şeqa) xwe û heta jê hat givaşt.

Beran jî bi serî û qiloçan kişyayê, lêxist.

Kêrgu gava gur di vî halî da dît ji tirsan zirav qetyayî bû û baz da û bi çolê ket, berê xwe da nav waran.

Dîk qet haya wî ji tiştekî tunebû, bi nikilan bi erdê ketibû, ji xwe ra kurm dixwarin.

Dawiya dawî gur bi zor ji destê ker û berîn(beran) xelas bû. Bi lez û bez û bi halekî xerab çû xwe gîhand hevalê xwe.

Hevalê wî ji pirsî, got:
- Bira, te çawa kir? Maşalê te têr xwar?

Gurê ji mirinê xelas bûbû lê vegerand, got:
- Ma min çawa kir? Wexta ez çûm gîham wan,
Yekî serê min kir nava du goman,
Yek hate min bi du gopalan,
Yekî tirba min dikola,
Yekî jî gazî û hawar bir şênî û malan.
Li ser vê serpêhatiya gurê ji mirinê rizgarbûyî, gurê din jî tirsiya û êdî hew nêzîkî ker, berên, kêrgu û dîk nekir…

26 mars 2011

Bersîva Firat Aygun

Xortê delal, ez pir li ber ketim ku kurdek li ser navê kurdperweriyê li hemberî xebat û fedakariya bi sedhezaran însanên xwe hewqasî bêûjdan, bêmerhemet û zalim be.

Pûlisên dewleteke îşxalkar li welatê te weke dîkan li hustuyê kurdan, xweng û birayên te, siyasetmedarên te siwar dibin, wan bi erdê ra dikşnin, nahîlin li kuçe û kolanên xwe bigerin, tu pê naqeherî, pê naêşî…

Ji dêlî ku tu li hemberî vê zulma dijmin derkevî û wê protesto bikî, tu, kesên zulm û xedir lê dibin, yên bi erdê ra tên kişandin, cop dibin rexne û mahkûm dikî.
Ev ne şêla mirevekî demokrat û kurdperwer e.

Navê vê şêlê dilxwazî û hevalbendiya bi zaliman ra ye.

Ma mafê kurdan tuneye ku li bajarê xwe bimeşin û xwepêşandaneke demokratîk bikin?

Ma ne neheqîye ku hinekên xerîb werin li bajarê me weke dîkan li hustuyê însanên me siwar bin û nehêlin ew perotestoyekê bikin?

Û tu jî weke kurdekî ji dêlî ku vê hêza zalim û neheq rexne bikî, tu radibî însanên cop dibin, yên bi erdê ra tên kişandin rexne dikî…

Tu weke kurdekî kurdperwer çawa dikanî li hember însanên xwe, qewmê xwe hewqasî zalim û bêrahmet bî?

Bi sedhezaran kurd bi riyeke demokratîk ji dewletê ra dibêjin, zimanê me serbest bikin, efûyeke giştî derxin, êrîş û operasyonên leşkerî rawestînin û benda hilbijartinan daxînin.

Vana hemû jî daxwazên bi heq û rewa ne.

Îcar ez fêm nakim weke kurdekî çima tu li dijî van daxwazan î?

Û ev daxwaz çima ”ŞOV” in?

Ji bo van herçar daxwazan bi sedhezaran însan daketine kolanan. Lê tu dibêjî viya ”şov” e!
Ez qurban çima ”ŞOV” e?

Ez bi xwe bi rastî jî nizanim, lê hela ka tu ji kerema xwe ra ji min ra bibêje, ”armanca vê şovê çi ye?”

Dewlet bi rehetî mafê kurdan nade, dibêje ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman”!

Şerê çekdarî xerab e û xwepêşndan jî ”rewşa Kurdistanê tevlihev dike”, de îcar ewê çawa be?

Hela ka ji min ra bibêje, dibê BDP û KCK çi bikin?

Emê çawa û bi kîjan riyê mafên xwe ji vê dewletê bistînin?

Kerem bike, pêşniyara xwe bibêje…

Ji min ra bibêje kîjan partî, komel, hêz tiştên hîn baştir, hîn rasttir dikin ez piştgiriya wan bikim, pesnê xebata wan bidim.

Bêyî BDP-ê, du partiyên din yên kurdan hene, HAK-PAR û KADEP. Van herdu partiyan jî do bi beyanekê piştgiriya xwe dan van serîhildanên swîl.

Hemû komel, sendîka û rêxistinên meslekî û siwîl jî piştgiriyê didin van çalakiyan.
Lê dîsa ne bi dilê te ye, tu dîsa jî li dij î?

Tu dîsa jî vê çalakiyê weke ”tevliheviyê” û ”ŞOV”ê dibînî…

Baş e pêşniyara te çi ye, tu dibê bira kurd çi bikin, dest bi kîjan xebatan bikin ku ewê ji van çalakiyên BDP-ê çîtir bin?

Ji bo ku min piştgirî daye însanên xwe, siyasetmedar, kal û pîrên bi erdê ra tên kişandin û cop dibin, weke ku min qebehet û rûreşiyeke mezin kiribe, te gotiye ”heyf mamoste heyef…!”

Çima ”heyf” ji bo min ezbenî?

Ez li hemberî zulm û terora dewletê bêdeng nemame, min pesnê zaliman û neyarê gelê xwe nedaye ku ji bo min ”heyf” be û ez şerm bikim….

Di nivîsa xwe da ez li dijî teror û zulma dewletê derketime, min pesnê jin û mêrên kurd yên bi mêranî li ber xwe didin daye.

Di vê şêlê min da tu tiştekî şaş ku ez ji ber fedî bikim tuneye, esasa kesên ku li ser navê kurdayetiyê li hember vê zulma dewletê bêdeng dimînin dibê fedî bikin û gelek ”heyf” ji bo wan…

PARVE BIKE