21 februari 2011

Serpêhatiya bergîrê, mangê û kerê

Dibêjin bergîrekê(hesp), kerekê û mangeyekê ji bo ku însên baştir nas bikin biryar dan ku herin pênc salan bigerin û dû ra li derekê werin ba hev û serpêhatiyên xwe, tiştên dîtine û bihîstine ji hevûdura bibêjin.
Bi vî hawî li hev kirin û dû ra jî xatir ji hev xwestin û her yekê berê xwe bi aliyekî da kir û çûn.
Roj û sal derbas bûn û pênc salên wan qediya. Piştî pênc salan, wek ku li hev kiribûn, berê mange û dû ra jî bergîr çûn wî ciyê ku ewê hevûdu lê bidîtana.
Halê herduyan jî pir xerab bû, kulek û hestî û çerm mabûn, pişta wan kurmî bûbû, diranên wan ketîbûn.
Yanî halê herduyan jî ne tu hal bû...
Bergîrê ji mangê pirsî, got:
-Xwenga mange ma ev çi halê te ye, tu çima wiha xera bûyî?
Mangê keserek kûr kişand û got:.
-Qet qal neke, însan mexlûqatekî pir zalim û bêûjdan e. Yekî ez firotim yekî din. Kê ez kirîm, him ez dotim û him jî cot bi min kir. Û di ser da jî ne têr êm dan min û ne jî hîştin ku ez ji xwe ra têr biçêrim. Min bi zor xwe ji destê wan xelas kir. Pir zalim bûn…
Dû ra mangê ji bergîrê pirsî, got:
-Ê tu çima ketî vî halî?
Bergîrê jî weke mangê keserek kûr kişand û dest pê kir got:
-Yê min jî hesinek kirin devê min, heyhawar, min nikanîbû devê xwe vekira, ez nikanîbûm biçêriyama. Him bar li min dikirin û ew jî ne bes bû di ser da jî li min siwar dibûn. Carnan du sê heb li min siwar dibûn. Û dema kar bi min nekirana û li min siwar nehatana jî ez girê didam. Yek rojê jî nehîştin ez bîna xwe bigrim û rehet bikim. Û dema ez ketim destan, ji hêzda ketim û min nikanîbû kes rakira û bar bikişanda, îcar jî rabûn tiştekî tu dibê ecêb bi dawiya min va girêdan. Ji berbanga sibê heta roj diçû ava di nava zeviyan da min ew erebe û hesinê pê va wer li dû xwe dikşand.
Lê dîsa jî bi karê min nedihatin serî, di ber ra jî tim bi qamçiyan bi min diketin, mîx di min ra dikirin….
Yanî halê min pir xerab bû, dawiya dawî, rojekê min fersend dît û wek te, ez jî reviyam, min bi zor ruhê xwe ji dest wan xelas kir.
Bergîr û mange hîn wiha dipeyivîn ker ji hember da xuya bû.
Kêfa kerê gelkî li cî bû, geh xwe li ba dikir, geh dida lotikan, geh diziriya. Welhasil pir dilşa û bextewar xuya dikir.
Li gor bergîr û mangeyê, ker têra xwe qelaw bûbû. Qatek kincê reş jî bera ser bejna xwe dabû û hema dikeniya û difîkand û dida lotikan…
Bêderd û xem xuya dikir.
Li hember vê rewşa kerê, bergîr û mange matmayî man, gotin, birakê ker, ev çi halê te ye, hela zû ji me ra qal çîroka xwe bike.
Kerê dest pê kir, got:
-Ez çûm welatekî. Welatekî pir ecêb bû. Welatekî wiha bû ku dema yek derketa ser dîharekî û bi dengekî bilind biqîriya, tavilê însan li dorê kom dibûn û jê ra li çepikan dixistin. Ez jî derketim ser ciyekî bilind û min jî dest bi zirînê kir. Heta ji min hat ez ziriyam û ziriyam.
Û hûn bi zirîna min dizanin. Gava ez dizirim çiya û banî, gelî û newal olan didin. Kê dengê min bihîst bazda ba min. Bajar li min kom bû. Her ku ew hatin, ez hinekî din ziriyam.
Carnan jî ez bi meqam, bi heznîtî yanî li gor bûyerên rojane diziriyam. Bi hirrehir û zirrezira min ra milet ji kêfa har û dîn dibû.
Ne şert bû ku min tiştek bigota û di gotinên min da maneyeke hebûya, na, ya girîng hirrehir û zirîn bû, dibê tu ji her kesî zêdetir biqîriya, dengê te ji her kesî bêtir derketa. Û min jî ew dikir.
Milet bû heyranê min, çimkî tu kes bi qasî min nikanîbû biziriya. Min dengê hemûyan birîbû. Kes newêrîbû derketa hember min.
Bergîr û mangê bi matmayî pirsîn, gotin:
-Ê netîce, dû ra çawa bû?
Kerê got:
-Dû ra milet pir ji min hez kir û ez weke serok hatim hilbijartin. Ne hewce bû ku min tiştek bizanîbûya, marîfetke min hebûya ya jî min karek bikira. Bêyî zirînê tiştekî din ji min nedixwestin, karê min tenê carnan li vir û li wir zirîn bû. Zirînê têra her tiştî dikir. Her ku ez diziriyam, wan jî bi qîrîn digotin, ”welat bi te îftîxar dike, milet bi te serbilind e” û ji min ra li çepikan dixistin.
Hed û hesabê xwarin û vexwarinê tunebû, min dixwar û dixwar. Ez her ku diziriyam ew dihatin dest û nigên min û xwe ji min ra dikirin erd û min çi bixwesta didan min. Û min jî dixwar û carnan jî dema hewece bûya diçûm hildikişiyam ser ciyekî bilind û diziriyam û milet jî li min guhdarê dikir.
Îcar ji ber ku wer di nava xêr û bêrê da bûm loma jî wiha qelaw bûme.
Bergîr û mangê bi rengekî matmayî û bi meraq pirsîn, gotin:
-Baş e, ma qet fêmnekirin ku tu ker î?
Kerê got:
-Nîvî fêm kir, lê nikanîbûn bi nîvê din bidana fêmkirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE