20 februari 2011

Simêlpiv Beg

Dibêjin rojekê hemû pisikên gund li hev civiyan, ji bo ku êrîşeke mezin bibin ser mişkan û qira wan bînin.
Piştî ku pisik giş amade bûn, serok û mezinê wan, Simêlpiv Beg dest bi axaftinê kir û got:

-Gelî bira, hûn hemû bi xêr û xweşî hatine.
Wek hûn hemû jî zanin îsal ji mişkan ra lê hatiye. Xwarin û vexwarina wan pir e. Dilê wan çi bixwaze wiya dixwin û vedixwin.
Yanî ne tî ne û ne jî birçî ne. Ji ber vê yekê jî him têra xwe qelew bûne, him jî wek xerzê kulî li her derê zêde bûne.
Lê em pisik ji birçîna dimrin. Îsal xela li me rabûye, em dikin nakin, em nikanin zikên xwe têr bikin.

Loma jî em hemû ji hêz da ketine, bûne hestî û çerm.
Îcar heger em dixwazin ji vî halê perîşan xelas bibin û têr goştê nerm û lezîz bixwin, ji bo nêçîr û girtina mişkan dibê em riyekê bibînin.
Çimkî bi hawê berê em nikanin xwe bigihînin wan, giş kone û şît bûne, nayên girtin.
Dibê em riyeke din bibînin. Yan na emê gişên ji nêza bimrin.

Pisikekî kal mafê axaftinê girt, got:

- Her bijî mezin û rêberê me Simêlpiv Beg!
Gelî hevalan, tiştê Simêlpiv Beg gotin hemû rast in.
Di vî warî da ez jî dixwazim pêşniyarekê bikim. Wek Simêlpiv Beg jî got, bi rastî jî êdî bi rehetî em nikanin xwe bigihînin mişkan.
Dema em diherin wan, bi me dihesin û tavilê direvin, dikevin qulikên xwe. Ji ber vê yekê jî dibê em bi hawakî, bi hin dek û dolaban serokê mişkan îqna bikin ji bo ku ew bi me ra li hev werin.
Dûra jî dibê em di nabêna xwe û wan da peymaneke aştiyê îmze bikin.
Dema mişkan ev pêşniyara me ya aştiyê qebûl kirin, ji bo îmzekirina peymanê, dibê em hemû mişkan li berîyekê, li dereke bê dar û bê ber bicivînin. Û li wir êrîşî ser wan bikin.
Li beriyeke wiha dûz di dema êrîşa me da ewê nikanibin xwe veşêrin. Wê demê bi rehetî emê kanibin wan bigrin û zikên xwe têr bikin.

Ev pêşniyara pisikê kal ji alî pisikên din va jî pir baş û di cî da hate dîtin. Simêlpiv Beg dîsa dest bi axaftinê kir û got:

- Her bijî! Bi rastî jî pêşniyara te muhteşem e.
Ezê nuha, vê pêşniyara aştiyê bibim ji serokê mişkan ra û hewl bidim ku wî îqna bikim. Ez bawer dikim ezê bikanibim bi vê pêşniyarê wî îqna bikim.
Çimkî mişk jî dixwazin di nabêna me da şer tunebe, ew jî wek me bêtirs û xof û azad bijîn. Ku em kanibin hinekî bi hostatî hereket bikin, emê bi rehetî wan bixapînin û bînin qada civînê. Netîceya dan û standinên xwe ezê dû ra ji we ra bibêjim.

Pisikan dûr û dirêj ji van gotinên Simêlpiv Beg ra li çepikan xistin û dûra jî civîn belav bû.
Piştî civînê, serokê pisikan Simêlpiv Beg çû ba rîsipî û mezinê mişkan. Ji ber ku baweriya serokê mişkan bi serokê pisikan nedihat, lema jî ji dûr ve bi hev ra peyivîn.
Simêlpiv Beg piştî çend gotinên vir da û wê da got:

- Merheba ji te ra ey Serok û Mezinê mişkan!
Merheba ji te ra alim û zanayê bêhempa!
Merheba remza biratî û aştiyê!
Tu çawa yî?
Serokê mişkan zêde dirêj nekir got:
- Mala te ava! Tu çawa yî?

Simêlpiv bi rûkenokî got:

- Ez îro ji bo biratî û aştiyê li vir im.
Li ser navê hemû pisikan ez ji we hemû mişkan ra pêşniyara dostanî û aştiyeke daimî tînim. Wek tu jî dizanî pisik û mişk ji berê û ber da tim dijminên hev bûne.
Û wek tu jî dizanî îro jî hîn wiha ye.
Me her du aliyan jî ji vê dijminatiyê zirareke mezin dîtiye. Bi hawakî bênabên tim zulm li we bûye û hûn hatine qetilkirin.
Û ji ber vê yekê jî her ku çûye nufûsa we kêm bûye. Helbet di van şeran da, heger ne bi qasî we be, me jî gelek êş û elem kişandiye, gelek zulm û neheqî dîtiye.
Dibe ku hûn nizanibin. Dema li çol û çepelan, di nav devî û gongilan da me bera we daye tim sitrî ketine beden û çavên me û em kor bûne ya jî bi hawakî birîndar bûne.
Yanî ez dikanim bibêjim di vî şerî da ne we tenê, me jî kêm zêde bi qasî we êş kişandiye, zirar dîtiye.
Ji ber vê yekê jî em pisik jî êdî di wê baweriyê da ne dostayî û biratî ji bo me her du seriyan jî riya herî baş e.
Wek pisik, em pêşniyar dikin, werin em li Berriya Mezin bi hev ra civîbekê çêkin.
Li wir em peyamaneke aştiyê îmze bikin û bibin dost û birayên hev yên heta û hetayî. Pêşniyara me ew e, em vê civînê, vê hefta pêş me, roja şemiyê piştî nîvro çêkin.

Serok û mezinê mişkan got:
-Bijî aştî! Bijî biratî!
Em wek mişk vê pêşniyara we bi kêfxweşî qebûl dikin.
Di wê tarîxê da emê li wir bin. Ez hêvî dikim ku ev civîn di nabêna me da bibe civîna aştiyeke rastîn û ebedî.

Piştî ku herdu aliyan wiha li hev kirin, Simêlpiv Beg lêxist çû.
Dema serokê mişkan dît pisik ji ber çavan wenda bû, rabû ban hemû mişkan kir û ji wan ra got:

-Serokê pisikan, Simêlpiv Beg hat bi min ra peyivî, ji min ra qala biratî û aştiyê kir. Got werin em li hev werin û peymaneke dostanî û aştiyê îmze bikin.
Min pêşniyara wî qebûl kir.
Civîn li ser daxwaza wî ewê li Berriya Mezin, li wê çola bê dar û bê ber çêbibe. Bi baweriya min ev pêşniyareke baş e, dibê em hemû herin civînê û vê peymana aştiyê bi piskan ra îmze bikin.
Ez bi xwe ji gotin û soza xwe venagerim.Wek hûn jî dizanin şermeke pir mezin e dema meriv sozekê bide û dûra neyne cî.
Lê li alî din dibê em tu carî baweriya xwe jî bi pisikan neynin. Hemû tecrûbe û serpêhatiyên me îspat dike ku pisik bêbext in, dibê em tu carî baweriyê bi wan neynin, bi sozên wan nexapin.

Bawerî bi pisikê nayê.
Ji bo ku em nekevin kemînê, dibê em tedbîra xwe bigrin. Îcar emê çi tedbîrê bigrin dibê em li ser bipeyivin.
Ji nav mişkan, mişkekî kal û zana gotin ji devê wî girt, dest bi axaftinê kir, got:

-Bi baweriya min, dibê em mişk hemû rojekê berê herin ciyê civînê û li wir qulikên xwe bikolin. Dibê her mişk ji xwe ra qulikeke kûr bikole.
Û ax û xwelîya ku kom dibe jî dibê em bibin li dereke dûr belav bikin, ji bo ku pisik bi dîtina axê ra nekevin şikê.
Roja civînê jî dibê em serê sibê, berî wan herin wir, li kêlek qulikên xwe rûnin.
Dema me dît nêta wan ne xerab e û bi rastî jî aştiyê dixwazin wê gavê mesele tuneye, emê li hev werin û aştiyê îlan bikin.
Lê heger ev civîn kemîn be û êrîşî me bikin, wê gavê jî her mişk hema di cî da ewê xwe bera qulika xwe bide û xelas bibe.

Ev pêşniyara kalê zana di cî da hat dîtin, mişk giş belav bûn.

Berî civînê bi rojekê mişkan berên xwe dan Berriya Mezin, qulikên xwe kolan.
Û axa ku ji qulikan derketibû jî birin li dereke dûr belav kirin. Wer kirin ku qulikan qet xuya nedikir.
Û dûra jî roja civînê hat. Mişk serê sibê zû rabûn çûn ciyê civînê, wek ku li hev kiribûn her kes li ser qulika xwe rûnişt.
Danê nîvro pisik hatin. Ji bo ku mişkan netirsînin, xwe pir nêzî wan nekirin, ji wan hinekî dûr xwe bera erdê dan.
Dûra jî serokê wan, Simêlpiv Beg deng li serok û mezinê mişkan kir û got:
-Ey Serokê mişkan, ey serdarê mezin, ma hûn hemû hatine?
Serokê mişkan bersîv da, got:
-Erê, em hemû hatine. Lê hûn, ma hûn jî hemû hatine?
Simêlpiv Beg got:

-Erê, em hemû li vir in.
Û dûra jî domand û got:

- Ez dixwazim ji te û ji hemû qewmê te ra çend tiştan bibêjim.
Lê belê hinekî sebir bikin. Dûra jî vegeriya ser pisikên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got:

- Hucûm!
Zû, hemûyan bigrin, bixwin!
Dibê yek mişk jî xelas nebe!
Bigrin, bixwin!
Bigrin! Bikujin!
Dema serokê mişkan dît pisikan dest bi êrîşê kirin, tavilê rabû ser herdu nigên xwe yên dawî û bi qîrîn ji mişkan ra got:

- Qulik, qulik!
Zû têkevin qulikên xwe!
Zû têkevin qulikên xwe!
Ji ber ku mişk hemû li ser qulikên xwe bûn, lema jî hemûyan gotin ”xirt”, xwe bera qulikên xwe dan.

Pisikan hew carê dîtin ku mişk hemû ji ortê wenda bûn.
Heta xwe gîhandin ser qulikan, yek mişk jî li derve nemabû, hemû ji zû da ketibûn binê erdê, xelas kiribûn.
Ji ber ku mişkan bawerî bi dijminê xwe neanîn û tedbîra xwe girtin, lema jî neketin kemînê, nebûn xwarina pisakan.
A dibêjin ji wê rojê û vir da ye mişk hew baweriya xwe bi soz û peymanên pisikan tînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE