01 februari 2011

Pêşniyareke dîrokî û manîdar

Roj TV-ya ku ji roja ava bûye û virda ye bûye qilçix û kelemê nava çavê dewleta tirk, gelek rojnamevan, akademîsyen, nivîskar û parlementer jî di nav da, ji aliyê 150 şexsiyetên bi nav û deng va ji Xelata Nobelê ya Aşitiyê ra namzed hate nîşandan.
Roj TV-ê di sala 2004-an da dest bi weşana xwe kir. Ji wê rojê û heya niha Roj TV bûye hedfefa dewleta tirk.
Ji bo ku Roj TV were girtin û kurd lê temaşe nekin dewleta tirk ev 7 sal in bi hemû hêz û îmakanên xwe va bi rengekî bênabên dixebite, derew û buhtanên nemayî li Roj TV-ê dike, di eleyhê wê da dosye li ser dosyayê amede dike û dide hukûmet û dadgehên Danîmarkayê.
Hukûmeta AKP-ê bêyî van dosye û giliyên bêbinake, ji bo girtinê heta nuha belkî bi sedmilyanon bertîl daye vira û wira û lobiyan.
Ji ber ku muxabirê Roj TV-ê di civînê da bû Erdogan li Danîmarkayê civîn terikand, hukûmete Danîmarkayê protesto kirin.
Ji bo ku weşana Roj TV li Kurdistanê neyê temaşekirin sînyalên xerakirinê şandin, weşan gav û saetê asteng kirin.
Welhasil çi ji destê wan hat kirin, lê dîsa jî netîce neda, Roj TV heta nuha nehat girtin û ewê neyê girtin jî…
Ev yek dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê dîn dike, lê tiştekî zêde bikin tuneye…
Û nuha jî bi însîyatîfa şaredarê Kopenhangê yê berê Hilson Villo, Roj TV wek namzêdê Xeleta Nobelê ya aştiyê hate nîşandan.
Bi bihîstina vê xebrê nuha berdevkên dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê har û dîn bûne, nuha ji kerban dev li dîwaran dikin.
Li alî din ev pêşniyar bi serê xwe rezîl û riswabûna dewleta tirk û serkeftina miletê kurd e.
Bi îhtîmaleke mezin ewê Xelata Nobelê ya Aştiyê nedin Roj TV,(esas tu kesî û tu dezgeheke din bi qasî Roj TV-ê û rêxistinên kurdan xelata Aştiyê heq nekiriye)lê li gel vê jî pêşniyara ji bal 150 şexsiyetên bi nav û deng ji bo Roj TV û miletê kurd pir û pir girîng e.
Çimkî li aliyekî dewleteke pir xurt, xwedî 70 milyon nufûs, endamê NATO û xwedî milyonek hêzên çekdar û li aliyê din jî çend kurdên penaber û çend dostên miletê kurd.
Kesên ku ji bo namzediya Roj TV-ê imze dane û pêşniyaz kirine, şexsiyetên ji Ewrop, Efrîka, Kurdistanê û Tirkiyê ne û hejmara wan nêzî 150 kesî ne.
Di nava kesên imze dane da, Mirrîam Moazzeni, parlementerên BDPê, ji Efrîka Weqfa Desmond Tutu, 24 parlementer û akademîsyen, 6 parlementerên Swîsrî û profesorê dîrokê David Gant jî heye.
Ji Elmanya jî 30 parlementer û akademisyen, ji Danîmarka Prof. Tue Magnuessen, keşe Leîf Bork Hansen û damezrênerê Navenda Rehabilitasyon Bjk. Inge Genefke.
Ji Başûrê Kurdistanê Serokê Yekitiya Nivîskaran Ebdurehman Ferhadî, ji Akademiya Kurd prof. Nûrî Telebanî, profesorê dîrokê Cebar Qadir û porfesor Kemal Mezhar Ehmed.
Li gor çapemenî dinivîse, di serlêdanê da tê gotin ku ku Roj TV, êşa ku kurd dikşînin û rewşa Tirkiyê nîşanî cîhanê dide. Ji ber ku çapemeniya tirk di bin zextê da ye nikane rastiyê ragihîne bîrûraya giştî. Lê Roj TV, rastiyê bi nuansên wê va pêşkêşî bîrûraya giştî dike, hestên kurdan yê netewî û baweriya wan ya bi edaletê xurt dike.”
Dîsa di serlêdanê da tê gotin ku di Roj TV, bi hemû zimanên gelên Rojhilata Navîn weşanê dike.
Ji bo ku 150 siyasetmedar û ronakbîrên kurd û dostên kurdan ROJ TV ji Xelata Nobelê ya Aştiyê ra namzed nîşan dane, ez li vir li ser navê xwe û li ser navê gelê xwe ji hemûyan ra sipas dikim û dibêjim mala wan ava….
Lê siyasetmedarên tirk mirovên pir bê heya ne, ewê ji vê mesaja navnetewî jî fedî nedin û dersekê dernexin, ewê dev ji neyartî û hewildanên girtina Roj TV-ê bernedin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE