02 februari 2011

Min fêm nekir ev çawa "hevdîtin e" ?

Hevseroka KCD-ê Aysel Tugluk xanimê, piştî vegera xwe ya ji serdana Abdullah Ocalan, bersiv daye pirsên rojnamevanan.
Li ser pirsa ”berpirsiyarên dewletê herî dawî kînga bi Ocalan ra hevdîtin pêk anîn”, Aysel Tuglukê gotiye:
”Ocalan, herî dawî hefteya borî bi berpirsiyarên dewletê ra hevdîtin pêk anî.”
Piştî vê agahdariya girîng, Tuglukê ev beyana Ocalan jî ragîhandiye, gotiye
”Birêz Ocalan got, ‘Di hewzekî vala da ji min ajnêkirinê dixwazin. Lê ji bo ku ez bikanibim ajnê bikim û rola xwe bilîzim divê hewz tije be.”

Ez nizanim gelo Ocalan van "hevdîtinan" bi cin minan ra çêdike çi meseleye..
Yê min bi xwe hişê min nagire, erê Ocalan wiha dibêje, lê dewlet jî dibêje tiştekî wiha tuneye, vana îdîsayên ne rast in...
Lê li alî din jî di heqê ”hevdîtinan” da vana gotinên pir vekirî û bi cî û war in, êdî meriv nikane bibêje ”hevdîtin” na nerast e, derew e.
Ji ber ku dema ”hevdîtin” çênebin, Ocalan çima ewê rabe buhtanan li xwe bike û bibêje, dewlet bi min ra hevdîtinan pêk tîne?
Miheqeq di nabêna dewletê û Ocalan da ”hevdîtin” çêdibin ku ew jî van agahdariyan dide abûkatan û abûkat jî li ser navê wî van beyanan didin bûrûraya giştî.
Ne mimkûn e meriv bawer bike ku Tugluk û abûkatên din ji kîsên xwe vê ”îdîayê” wiha davêjin ortê…
Lê di virda problemeke pir cidî heye, her çiqas Ocalan dibêje, ”dewlet bi min ra ”hevdîtinan” pêk tîne”, lê dewlet bi xwe vê îdîaya Ocalan û abûkatan red dike, dibêje ev derew e.
Hukûmet hertim dibêje, ew tu carî bi ”terorîstan” ra rûneniştine û ewê rûnenin jî, tiştên tên gotin ne rast in.
Artêş jî her eynî tiştî dibêje, dibêje ew tu carî bi Ocalan ra neketine têkiliyeke siyasî û ne mimkûn e ku têkevinê jî…
Herî dawî do dîsa serokerkaniyê li ser hin îdîayên bi vî rengî beyanek da û got, tiştekî wiha tuneye, li ser van îdîayan wan lêkolîn kiriye. Di netîceya lêkolînê da ew rastî tu zanîn û belegeyekê nehatine.
Yanî bi kurtî serokerkanî jî weke hukûnetê di warê siyasî da ”têkilî û hevdîtinên” bi Ocalan ra red dike, dibêje tiştê tê gotin derew e.
Dema leşker dibêjin hevdîtin derew e, dibê Ocalan jî bikanibe bêbêje rast e û wan derewçîn derxe.
Nuha hukûmet ya jî leşker heger bi rastî jî ji bo çareseriya mesela kurd bi Ocalan ra rûdinin wê demê dibê van têkiliyan hertim tekzîb nekin, nebêjin tiştekî wiha tuneye.
Heger rast e çima înkar dikin?
Dema meriv bi yekî ra rûnişt û meseleyek pê ra guftûgo kir, dibê yê hember nikanibe înkar bike, dema înka rkir jî dibê meriv bi belge îspat bike.
Tugluk dibêje, ”berpirsiyarên hukûmetê herî dawî hefteya borî bi Ocalan ra hevdîtin pêk anîne,” lê hukûmet û leşker jî dibêjin ev îdîa ne rest e.
Nuha em ji kê bawer bikin?
Heger bi rastî jî ”hevdîtin” çêdibin, wê demê îspat bikin, delîl û belgeyan nîşan bidin.
Ji ber ku ”hevdîtinên siyasî” ne ew e ku yek were li halê meriv bipirse, bi meriv ra hinekî sohbet bike, bi çend gotinên xapînok meriv bixapîne û meriv jî ji ba xwe maneyeke bibêje ”dewlet bi min ra rûdine”.
Gava hukûmet û leşker ”hevdîtinên” bi Oclan ra înkar dikin, dibê Ocalan û hevalên wî jî vê înkara dewletê qebûl nekin, bibêjin çima hûn înakr dikin, çima hûn min derewçîn derdixin?
Dibê Ocalan îspat bike ku bi rastî jî dewlet bi wî ra(ya jî bi wan ra)rûdine û riyên çareseriya mesela kurd minaqeşe dike.
Û dema dewletê înkar kir jî dibê Ocalan navê kesên bi wî ra rûniştine eşkere bike, protokolên di nabêna wan da biweşîne.
Hevdîtin wiha ye, dibê meriv bizanibe bi kê ra rûdine û îspat û delîlê vê rûniştinê hebe, dema tunebe xapandin e, vala ye.
Piştî her serdanê Ocalan dibêje dewletê nizanim ji min ra çi got û çi negot û dewlet jî dibêje derew e, tiştekî wiha tuneye.
Ev ne tu hawe ye, dibê PKK dawiyê li vê tiyatroyê bîne.
Heger ”hevdîtnên siyasî” hebe dibê dewlet nikanibe înkar bike, heger tunebe dibê meriv silava şexsekî ku meriv navê wî nizane neke ”hevdîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE