07 februari 2011

Li hewlêrê nebûna peykerê Qazî Mihemed kêmasiyeke pir mezin e

Lawê Serokomarê Kurdistana Mihabadê Elî Qazî, bi gazin ji malpera AKnews-ê ra gotiye, dibê nuha bi kêmanî peykerekî bavê wî Qazî Mihemed li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê hebûya.
Yan jî zanîngeh û hin tiştên din bi navê wî bihatana avakirin.
Gazineke pir bi heq û daxwazeke pir di cî da ye.
Bi rastî jî heta nuha li Hewlêrê nebûna peykerekî Qazî Mihemed ji bo hukûmeta herêma Kurdistanê kêmasiyeke pir mezin e.
Dibê ev kêmasî di zûtirîn wextê da ji alî hukûmeta Kurdistanê va ji ortê were rakirin.
Dibê em vê wefadariyê nîşanî Qazî Mihemed bidin, wî peyker û gelek tiştên din heq kiriye.
Dibê peykerê Qazî Mimehed û hemû serokên kurdan yên ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê serî hildane û canê xwe feda kirine werin çêkirin û navên wan werin jiyandin.
Bira bi vî rengî cîlên nuh radibin him dîroka xwe fêr bibin û him jî pêşiyên xwe nas bikin û ji bîr nekin.
Nasandin û bîranîna serok û qehremanên miletê kurd ji bo hukûmeta Kurdistanê erkek û berpirsiyariyeke exlaqî û dîrokî ye.
Hukûmeta herêma Kurdistanê rojekê berî rojekê dibê vê berpirsiyariya xwe bîne cî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE