03 februari 2011

Kî mezin e?

Serîhildana gelê Misrê di rojeva hemû cîhanê da ye, nuha li cîhanê xebera herî girîng û ya yekem e...
Ev çend roj in gel bi xurtî dajo ser dîktatorê Misrê û textê wî dihejîne. Vê serîhildana gelê Misrê ziravê hemû rejîmên welatên ereban qutufandiye. Loma jî hemû dîktatorên ereb piştgiriyê dididn Mubarek û naxwzin ew jî wek yê Tunisê bireve.
Ew dizanin hêdî hêdî dor tê rejîmên wan jî.
Tirkiye jî naxwaze Mubarek bi zor were xistin û serîhildanên wiha li herêmê ji gelên din ra jî bibin emsal.
Loma jî hukûmeta AKP-ê dixwaze menejeriya Mubarek bike.
Lê ew çi bikin jî ewê nikanibin rejîmeke dîktator û rizyayî xelas bikin. Serkeftina gelê Misrê li wealtên ereb yên din jî ewê bibe destpêka serîhildan û serkeftinê gel.
Welatê herî tevizî û bêrefleks Tirkiye ye, li Tirkiyê tenê kurd li ber xwe didin ew jî têr nake, ji ber ku gel jî bi dewletê ra li dijî kurdan ye.
Wek piştgiriya bi gelê Misrê ra ezê îşev ji we ra qala çend pêkenînên û nukteyên li ser Husnu Mubarek bikim.
Ez hêvî dikim ku bi dilê we be...

Rojekê Husnu Mubarek ji alîkarekî xwe pirsiye, gotiye, “Ka ji min ra bibêje, ez mezin imn ya Nasir mezin e?
Alîkarê wî gotiye, “Serokê min, helbet tu mezintir î, ma Nasir çi ye!”
Mubarek gotiye, “Ji bo çi ez mezintir im?”
Yê alîkar gotiye, “Çimkî Nasir ji Îsraîl ditirsiya, lê tu natirsî, loma jî tu jê mezintir î.”
Kêfa Mubarek hatiye, dîsa pirsiye, gotiye,” Ka bibêje ez mezin im ya Enver Sedat mezin e?”
Yê alîkar dîsa ji tirsa gotiye, “Bêguman tu mezintir î.”
Mubarek dîsa gotiye, “Ê ji bo çi ez mezintir im?”
Alîkar gotiye, “Ji ber ku Sedat ji tevgera Îxwanî Muslimîn ditirsiya, tu natirsî, loma jî tu jê mezintir î.”
Mubareke bi vî hawî xwe bi hemû serok û qeheremanên ereban yên bi nav û deng ra miqayese kiriye û alîkarê wî jî tim gotiye, “helbet tu mezintir î…”
Dawiya dawî êdî tu serokekî ereb ê ku xwe pê ra miqayese bike nemaye, gotiye: “Nuha rast bibêje, ez mezin mezin im ya Hz. Umer?”
Rebenê alîkar dîsa ji hewla ruhê xw gotiye, “Serolê min Umer çi ye, helbet tu mezin î…”
Li ser vê bersîvê Mubareke dîsa gotiye, “Çima ez mezintir im?”
Yê alîkar gotiyeÊ
“Ji ber ku Hz. Umer ji Xwedê ditirsiya, lê tu natirsî!”
***
Li kolaneke Qahîrê yekî tiştfiroş poster difrot. Posterê Mubarek bi lîreyekê(pound) û yê Hz. Îsa jî bi 5 lîrayî difrot.
Zilamekî Mubarek dema ji wir derbas dibû buhayê posteran bala wî kişand. Ev yek pir pê zor hat, ji xwe ra got, posterê Îsa çawa dikane ji yê serok Mubareke buhatir were firotin, aqilê wî nedigirt...
Bîstekê di hundurê xwe da da û stend û dû ra ji posterfiroş pirsî ye, got:
“Tu çima posterê Serok Mubarek bi lîrayekê lê yê Hz. Îsa jî bi pênc lîrayî difroşî? Tu çawa dikanî li hember serok Mubarek bêedaletiyeke wiha bikî?”
Yê posterfiroş ji dil keserek kûr kişand û got:
“Tu zanî Hz. Îsa çarmîx kirin, loma jî ez posterê wî bi 5 lîra difroşim. Kînga serok Mubarek jî çarmîx kirin, bîne wê demê ezê posterên wî bi 50 lîrayî bifroşim.”
***
Mubereke gotiye ez naçim, ezê li Misrê bimrim. Gel gotiye, baş e, emê te li Meydana Tahrîr gor bikin.
***
Rojekê Mubarek, Obama Putîn bi hev ra digeriyan. Ji nişka ve Xwedê derketiye hember wan.
Xwedê ji wan ra gotiye, “Piştî du rojên din ewê dawiya dinê were, ez xebera wê didim we. Herin xebera vê yekê bidin gelên xwe” û dû ra jî ji ortê wenda bûye...
Hersê serok vegeriyane wealtên xwe û gelên xwe ji yê agahdar kirine.
Mubarek derketiye telewîzyonê û gotiye:
“Gelê misrê, ez dixwazim du xeberên pir girîng bidim we. Ya yekem, ez nuha ji hevdîtineke pir girîng ya bi Xwedê ra têm. Xebera din ya baş jî Xwedê ji min ra got, ezê hetanî dawiya dinê serokê we bimînim...”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE