06 februari 2011

Hevdîtina xapandinê

Do li Stenbolê Dayikên Şemiyê û Serokê IHD-ya Stenbolê Abdulbaki Boga jî di nav de 12 kes ji bo zarok û xizmên xwe yên ”wenda” bi serokwezîr Erdogan ra hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê tam ev 16 sal in ku li Stenbolê her roja şemiyê li herêma Beyogluyê dicivin û dixwazin ku dewlet di heqê zarok û xizmên wan da ji wan ra tiştekî bibêje, agahdariyekê bide wan.
Di nava van 16 salan da yekcarê jî dengê Dayikên Şemiyê ne çûye dewletê û ne jî hukûmeta AKP-ê û Erdogan.
Ev cara pêşî ye ku gazî û hawara Dayikên Şemiyê qaşomaşo çûye dewletê û loma jî Erdogan bi wan ra rûniştiye.
Serokwezîr Erdogan, di civîna “Dayikên Şemiyê” da gotiye, “Ronîkirina kuştinên qatilnediyar programa me ya herî girîng e.”
Wiha gotiye lê avakirina ”komîsyoneke lêkolîna rastiyan” jî qebûl nekirye…
Piştî civînê Erdogan gotiye, nameya ku Dayikeke Şemiyê di sala 2004-an da jê ra şandine negihîştiye destê wî û ew hîn nuh bi vê meselê hesiyaye.
Yanî tiştekî wiha qet mimkûn e?
Haydê em qebûl bikin ku name negihîşt destê wî, ma di nava van 16 salan da qet haya wî ji van çalakiyên Dayikên Şemiyê çênebû?
Ev zêdeyî 8 salan e ku partiya wî îktîdar e, ew serokwezîr e, çawa dibe ku qet haya wî ji tevgera Dayikên Şemiyê çênebûye?
Çima heta nuha rojekê ew ya jî berdevkekî wî neçûn ba Dayikên Şemiyê û li wan guhdarî nekirin?
Erdogan 16 salan, bifikirin ne rojek û du roj, 16 SAL, dengê Dayikên Şemiyê nebihîstiye lê nuha, yanî 4 mehan berî hilbijartinan dibihîze.
Çalakiyên Dayikên Şemiyê tu nemaye têkeve kitêba Guinnessê ya Rekoran, lê Erdogan û hukûmeta wî hîn nuh dibihîzin û bi wan ra rûdinin.
Lê dibê bête zanîn ku ev rûniştin nayê maneya ku bi rastî jî Erdogan û hukûmeta wî dixwaze qatilan bigrin.
Ev taktîka siyasetmedarên tirk ne nuh e, berî her hilbijartinê ji bo xapandinê gelek soz didin gel, heta ku hilbijartin bi paş kevin, piştî hilbijartinan hertiştî ji bîr dikin.
Ji hilbijartinan ra 4 meh mane, loma jî Erdoganê ku di 8 salên îktîdara xwe da ”kuştinên qatilnediyar” û Dayikên Şemiyê û nedîtibû, ji nişkave ew dîtin û bi wan ra rûnişt.
Helbet ev dîtineke ne ji dil e û siyasetke xapandinê ye, dibê kurd ji vê siyaseta xapandinê bawer nekin.
BDP, Dayikên Şemiyê, hemû partî û rêxistinên kurdan û bi hezaran kurd ji zûdaye doza avakirina ”Komîsyona Lêgerîna Rastiyan” li hukûmetê û li Erdogan dikin.
Heger Erdogan di gotinên xwe da samîmîye û bi rastî jî dixwaze van cînayetan eşkere bike, wê demê dibê soza avakirina ”Komîsyona Lêgerîna Rastiyan” bide, bibêje emê komîsyoneke wiha çêkin.
Lê Erdogan li dijî çêkirina komîsyoneke wiha ye û ji xwe piştî civînê jî ev dijayetiya xwe daye der. Erdogan gotiye, weke hukûmet ewê hewil bidin ku van bûyeran ronî bikin, lê belê ji bo vê yekê ne hewceyî danîna ”Komisyona Lêkolînan Rastiyan” e…
Nêzî 17.500 kurd wenda ne, lê hukûmeta Erdogan di 8 salên îktîdara xwe da komîsyoneke lêkolînê dananîye û nuha jî hîn hewce nabîne.
Û ji kurdan ra dibêje ew dixwaze van cînayetan eşkere bike.
Heger we yê eşkere bikira ev 8 sal in hûn li ser hukum in we bikira, lê we nekir.
Û nuha jî hûn naxwazin komisyoneke lêkolînên rastiyan were danîn.
De îcar hûnê çawa eşkere bikin.
Rastî ew e ku Erdogan naxwaze hemû qatilên dewletê werin girtin û dewleta wî têkeve rewşeke xerab...

1 kommentar:

  1. "Çawa haya Erdogan pê tûne? di îlona borî de, Erdogan ji bo Dayikên Şemiyê gotibû: "Ew kî ne? Çi dikin? rêxistinek wan e fermî jî tûne. Li pişt wan kî hene hûn dizanin?" Dayikên Şemiyê jî bersiv dabû û gotibû: "Li pişt me êş û kulên me, wendayîyên me hene""

    Aykut Togcu

    SvaraRadera

PARVE BIKE