11 februari 2011

Bersîva kerê henşerî

Dibêjin hebû tunebû, kerekî henşerî, pir nerehet hebû.
Şevekê nîvî şevê li daristanê rabû dest bi zirînê kir. Xew li hemû teyr û tû û lawirên daristanê herimî, giş ji xewa şîrîn şiyar bûn. Ji lawiran (heywanan) hinek qeherîn, rabûn çûn ba kerê henşerî, jê rica kirin, gotin:

- Law kero em ketine bextê te û Xwedê huş be, te em ji guhan kirin!

Lê rica wan pere nekir, wî zirîna xwe domand.

Piştî demekê hinekên din rabûn çûn xwe avêtin bextê wî, wan jî wek yên berê gotin bes bizire, te em ji guhan kirin. Lê wî guh neda rica wan jî. Kî çû ba wî, ji wan re got:

- Welleh carê zirra min hatiye û ezê bizirim, kes nikane devê min bigre.

Tam di vê qereperê(qelebalixê) da serê şêr ji nav daran xuya bû.
Şêr bala xwe dayê ku her çiqas heywan li ber ker digerin jî pere nake, ew pênc quruşê xwe di rica kesî nade her dizire.
Şêr ji vê henşerîbûn û bêperwatiya ker pirr aciz bû û hema di cî da xurrrîn pê ket!
Lawirên der û dorê giş biziyan, gişa ji tirsan xwe qurnisandin ser hev.
Kerê serhişk bala xwe dayê ku bivik (talûke) tê heye, lema jî tavilê guhên wî bûn şekal û bi berde hatin û dev ji zirrînê berda.
Û dû ra jî qerde qerde(hêdî hêdî) çû xwe avêt pişt talda darekê.

Piştî ku şêr ji wir çû û dinya hinekî kês û fês bû, rûvî rabû çû ba kerê henşerî û jê ra got:

- Law zirzop, em hew qasî li ber te geriyan, me ji te rica kir lê tu nesekinî, te got kes nikane devê min bigre, carê zira min hatiye ezê bizirim. De tu çima sekinî? Tu pirr mêr î nuha bizirre ha!

Li hember van gotinên rûvî, kerê henşerî hinekî mizicî û çend caran jî boçika xwe li ba kir û dû ra jî ji rûvî ra got:

- Birako, erê navê min ker e, lê belê ez bi xwe hew qasî jî ne ker im..!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE